Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye

  • rojane
  • 15:40 26 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Serokê Giştî yê Basin Îşê Farûk Eren diyar kir ku dê îro jî Çapemeniya Azad bi binçavkirin û girtinan were bêdengkirin. Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok jî got roj roja piştevaniyê ye. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de duh li 21 bajaran bi awayekî hemwext bi ser gelek mal û kargehan de hate girtin û herî kêm 128 kes hatin binçavkirin.  Nerazîbûnên li dijî binçavkirinan berdewam dikin. 
 
‘HAMLEYA LI DIJÎ HILBIJARTINÊ YE’
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin Îşê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Faruk Eren diyar kir ku bi binçavkirinan ewlehiya hilbijartinê dixin talûkeyê û wiha got: “Ev rojnamevanên hatine binçavkirin atmosfera hilbijartinê ji raya giştî re radigihînin. Binçavkirina rojnamevanan êriş e. Em dîsa wek her carê di bin sepanên antî demokratîk û zextan de diçin hilbijartinê. Ev zext dikin ku fikarên me jî zêde bibin. Hedefgirtina rojnamevanên kurd bi taybetî hamleyek li dijî hilbijartinê ye. Operasyon vê yekê dide nîşandan. Di hilbijartinê berê de jî polîs Û leşkeran li Kurdistanê zextan kiribûn û gelek bêrêbaziyan kiribûn. Niha li Amed û Enqereyê gelek rojnamevanên kurd girtî ne. Lê wê nikaribin Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Çawa ku di salên 1990’î de nikaribûn Çapemeniya Azad bêdeng bikin, dê îro jî nikaribin. Em ê bi hev re ji bin van zextan derkevin. Zext wê bi ser nekevin. Bi binçavkirin û zextan dê nikaribin Çapemeniya Azad bêdeng bikin.” 
 
ROJNAMEVANÊ DI BINÇAVAN DE KÎ NE? 
 
Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok jî bal kişand ser binçavkirina rojnamevanan û wiha got: “Ne tenê rojnamevan, di heman demê de parêzerê rojnamevanan jî hatiye binçavkirin. Ev rojnamevan kî ne? Ew rojnamevanên ku li herêmên erdhejê agahî û nûçeyên rast çêkirin e. Ev rojnamevan ên ku binpêkirinên mafan dinivisînin. Her çiqas ev operasyon li dijî azadiya derbirînê be, ewqas jî li dijî ewlehiya hilbijartinê ye û ewlehiya hilbijartinê dixe xetereyê. Binpêkirinên cidî bi xwe re anî. Çimkî bi dehan parêzer hatine binçavkirin û ev parêzer hemû jî di hilbijartinê de wezîfedar in. Bi van binçavkirinan xwestin xebatên hilbijartinê yên siyasetmedaran asteng bikin. Tu ravekirnek vê operasyonê ya hiqûqî nîne. Van rojnamevan, hiqûqzan, hunermend û siyasetmedaran çi kiribe, her tişt li holê ye. Li ser navê ‘terorê’ sûcdarî tê kirin. Ev operasyona derûnî û armancên siyasî ye. Divê her kes li ber vê operasyonê rabe. Çimkî hilbijartin tê û ji bo siberoja Tirkiyeyê gelek girîng e. Divê hemû Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û hemû baroyên li rojavayê Tirkiyeyê bertek nîşanî operasyonê bidin. Çimkî îro roj roja xwedî derketinê û piştevaniyê ye.” 
 
‘JI BO XATIRÊ HILBIJARTINÊ BERTEK NÎŞA BIDIN’ 
 
Gerîngendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fat3ih Polat jî binçavkirina wek “operasyona hilbijartinê” pênase kir û wiha got: “Dixwazin kurdan û muxalîfan bitirsînin. Îktidar ji xurtbûna Partiya Çepên Kesk ditirse û fikara têkçûnê bi wan re çêkiriye. Ev operasyon li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd e. Divê ji bo xatirê çareseriyê û demokrasiyê li dijî van operasyonan bertek bê nîşandan. Wê ev operasyon nikaribe tesîra Partiya Çepên Kesk bişikîne. Ez wisa difikirim berovajî vê dê hin bêtir rê li ber nerazîbûnê veke. Wê di nava kurdan de bibe cihê hêrsê. Divê hemû aliyên di Tifaqa Millet de cih digire û baweriya wan bi demokrasiyê heye lazim e bertek nîşan bidin. Divê tenê ne Kiliçdaroglû lazim e hemû muxalefet bertek nîşan bide. Çimkî ji niha ve dixwazin kelemçeyan li sindoqan bixin. Lewma yên jidil kî hebin pêwîste helwesta xwe nîşanî binçavkirinan bide.” 
 
 

Sernavên din

27/04/2023
23:58 Sancar bang li hilbijêrên derveyî welat kir: Biçin ser sindoqan
23:05 Li Amedê kesekî din jî hat binçavkirin
21:01 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin gihîşt 24'an
20:53 TBB û baro: Divê lêpirsîn li gor hiqûqê bê kirin
17:58 4 kesên li Tekîrdagê hatibûn binçavkirin hatin girtin
17:34 Bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan: Gotina wan gotina me ye!
17:24 Rojnamevan Bayram li Semsûrê hat binçavkirin
17:08 Bi girseyî çûn şîna Resûl Kûrt
17:02 Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
16:43 Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire
Bûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin
16:41 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin
16:22 Derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîna qeyûm
16:12 Li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne
16:02 ‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’
15:42 Li ser deriyê Hevserokê Şaxa OHD’ê Îsteklî nivîsa ‘em hatin hûn tune bûn’ hate nivîsandin
15:40 Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê
15:07 Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
15:03 Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye
14:59 ‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’
14:58 Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev
14:06 MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin
13:41 Li Mûşê mitîng tê lidarxistin
12:58 Polîsan ji rojnameger Gok pirsî: Çalakî û xebatên ku hûn ji bo pêkanînê planên wan dikin çi ne?
12:57 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin
12:30 Serokê TBB’ê Sagkan ji ber operasyonên binçavkirinê hate Amedê
11:49 18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike
11:44 Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin
11:14 Ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ delîl peyda kirin: Merhaba tu çawayî?
11:03 Wekîlên Ewropî têkildarî 'êrîşên kîmyewî' banga lezgîn li OPCW'yê kirin
10:55 Dengdayîna li derveyî welat dest pê kir
10:52 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Taşkin hat binçavkirin
10:52 Ji bo mitîngên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê bang kirin
10:43 Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin
10:37 'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
10:36 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
10:27 Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?
10:07 Parêzerên Ocalan carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin
12:55 Li Amedê tevgera balafirên şer
12:53 Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin
12:49 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike
12:04 Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin
12:03 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez hate binçavkirin
12:03 Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê: Bila rojnamevanan bên berdan
11:57 Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin
11:41 Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome
11:40 Hasan Cemal: Binçavkirin nîşaneya tirsa Erdogan a ji hilbijartinan e
11:08 Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin
11:07 Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike
10:42 ‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’
10:24 Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin
10:18 Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê
10:05 Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:56 Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin
25/04/2023
22:20 'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye'