Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê

  • rojane
  • 16:08 26 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ji Îdirê heta Aydinê xebatên hilbijartinê didomînin. Namzet Ayşegul Dogan li Şirnexê got divê ew bi her awayî xwedî li çand, dîrok û zimanê xwe derkevin. 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomînin. Namzet serdana dikandar û gel dikin û bal dikişînin ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê. 
 
ŞIRNEX 
 
Li Şirnexê xebatên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Partiya Çepên Kesk li Şirnexê bi jinan re civiya. Parlementera HDP’ê Nuran Îmîr, namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredara Silopiya Adalet Fîdan û gelek jin tev li bûn. Jin bi cilên xwe yên netewî civînê xemilandin. Beriya bernameyê jinan govend gerand. 
 
‘ÇÎROKA AKP’Ê BI DAWÎ BÛ’
 
Piştre parlementera HDP’ê Nuran İmir axivî û bal kişand ser rol û rista jinan û wiha got: "Ev şahi şahiya azadiyê ye. Em ê bi vê govendê serbikevin. Me got em ê bi jinê guherînin û saltana wan hilweşinin. Hûn ji guhertinê re amade ne? Ji îro pê de roj bi roj divê ku em mal bi mal bigerin. Weke ku hûn jî dibînin dîsa hevalên me binçavkirin. Lê çîroka AKP’ê bi dawî bû. Em ê mal bi mal bigerin û bi hevre 14’ê gulanê govendê bigirin. Serkeftin a me ye. Jinan tu caran li dijî van êrişan serî netewand û em ê netewînin. Rêya me vekirî be serkeftin ya jinan e.”
 
‘DERIYÊ AZADIYÊ VEKIN’
 
Piştre namzet Ayşegul Dogan axivî. Dogan jî bal kişand li ser giringiya hilbijartinê û got: "Hûn jî dizanin û em ji dizanin ev hilbijartin naşibe tu hilbijartinan. Hilbijartina herî girîng e. Mifteya vê hilbijartinê li gel we ye. Hûn dê çareseriyê bînin. Tu kes nikare li ser navê we tiştekî çareser bikin. Ji xwe dizanin xelas bûne, lê hin partî jî dixwazin ku cihê wan bigirin lê divê ku em destûr nedin vê. Divê em xwedî li çanda xwe, dîroka xwe û zimanê xwe derbikevin. An em ê bi serbikevin û an jî em ê bin bikevin. Jinên Botanê di 14’ê Gulanê de wê deriyê azadiyê vekin." 
 
Di şahiyê de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat birêzkirin. Piştî axiftinan şahî bi govenda jinan berdewam kir.
 
Her wiha Partiya Çepên Kesk li navçeyên Cizîr û Hezexê jî bi gel re civiya û xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin û derbarê hilbijartinê de gel agahdar kir. 
 
ÎDIR
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hun bi boneya hilbijartinên 14’ê Gulanê serdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Îdirê (ÎTSO) û Odeya Ajokaran kirin. Serokê Desteya Rêveberiyê ya ÎTSO’yê Kamîl Arslan û Serokê Odeya Ajokaran Bûrkay Sînay bi kêfxweşî namzet pêşwazî kirin û  pêvajoya hilbijartinê nirxandin. Namzetan bal kişand ser giringiya hilbijartinê û piştevaniyê ji wan xwestin. Serokên saziyan jî ji bo serdana namzetan spas kirin û serkeftin ji namzetan re xwestin.
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îdirê xebatên hilbijartinê didomîne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de endamên Partiya Çepên Kesk û aktivîstên TJA’yê li Taxa Cûmhûriyetê danasîna partiya xwe kirin. Dû re bi tevlibûna namzeta Partiya Çepên Kesk Aysel Aras ku di rêza duyemîn de ye bi jinan re civînek li dar xist. Jinan Aras û aktivîstên TJA’yê bi dilgermî pêşwazî kirin. Aras di civînê de bal kişand ser pirsgirêkên jinan û giringiya hilbijartinê. Piştre Aras û jinan li ber dahol û zirneyê govend gerandin û civîna xwe bi dawî kirin.
 
Her wiha Partiya Çepên Kesk dê îro li gundê Panîk û taxa Ozgurê şahî li dar bixin. 
 
AYDIN
 
Partiya Çepên Kesk li Sûka Yalikoyê ya navçeya Dîdimê ya Aydinê serdana dikandaran kir. Namzeta Partiya Çepên Kesk a Aydinê Ebrû Gunay û şandeya li gel wê li dikandaran geriyan û belavok belav kirin û behsa xebatên xwe yên hilbijartinê kirin. 
 
Di dema belavkirina belavokan de, endamên partiyê gelek caran bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" "Pîvaz kartol bi xatirê te Erdogan" berz kirin. Hat xwestin her kes li dijî birçîbûn, betalî û rejîma yek zilamî dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Hin dikandaran Gunay bi kêfxweşî pêşwazî kirin û behsa zehmetiyên xwe kirin  û xwestin desthilatdarî were guhertin. 
 
Piştî serdana dikandaran şande çû serdana Cemxaneya Dîdimê û saziyan. 
 
STENBOL 
 
Namzetên parlamenteriyê yên jin ên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê jî di çarçoveya xebatên hilbiajrtinê bi rojnamevanên jin re civiyan. Civîn li eywanek li navçeya Kagithaneyê pêk hat û namzet, siyasetmedar û aktîvîstên TJA’yê, ekolojist û rojnamevanên jin beşdar bûn. Namzetan di civînê de fularên mor ên ku nivîsa “Dîsa Jin Dîsa Jiyan” nivîsandibû diyarî jinan kirin. 
 
Namzetan di civînê de behsa xebatên xwe yên hilbijartinê û girîngiya jinan a hilbijartinê kirin û bersiva pirsên rojnamevanan dan.
 
ÇEWLIG
 
Namzetên Partiya Çepên Kesk serdana navçeyên Çewligê û gundên wê kirin. Di çarçoveya serdanan de her namzetek ber bi herêmekê ve çû. Cemîle Tûrhalli serdana navçeya Dermê û Kanîreşê û serdana gundan kir. Farûk Aris jî serdana navçeya Dara Hênê, Boglan û serdana gundên wan kir. Omer Farûk Hulakî jî serdana navçeya Xolxolê, Xoşkar, Azaxpert û navenda bajar kir. 
 
Nunerên Tevgera Jinên Azad (TJA) hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emîne Yalçin û Lutfu Aslan û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîhrîban Ekîncî û Feyzî Şahanoglû û endamên HDP'ê serdana navçeyan û gundan kirin. Gelên navçeyan û gundan bi coşeke mezin namzetên Partiya Çepên Kesk pêşwazî kirin. 
 
MÛŞ
 
Namzetên Parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk li Mûşê lez da xebatên hilbijartinê. Namzetan li navenda sûkê serdana esnafan kirin. Namzetên Parlementeriyê ji bo tevlîbûna mîtînga ku wê sibê li Qada Kobanê li ber şaredariyê bê lidarxistin, bang kirin.
 
SÊRT
 
Partiya Çepên Kesk a Sêrtê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gundên Xana Hawêl kir. Şandeya ku namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Tûncer Bakirhan û Hevseroka HDP’ê ya navçeya Sêrtê Hatîce Tay jî di nav de, li gundên Sîyanis, Mizê, Koxa Jêr, Koxa Jor, Narê û Baqinê bi gel re li hev civiyan.
 
Şande bi stranên hilbijartinê li qada gundan govend gerandin. Şandeya ku bi welatiyên Ereb re têkilî danî, nêrînên xwe anîn ziman.
 
TÊKÎRDAG
 
Partiya Çepên Kesk li buroya hilbijartinê ya li navçeya Kapakli ya Tekîrdagê bi jinan re hat ba hev. Namzeta parlementeriyê Mûazzez Orhan Işik û gelek jin tevlî civînê bûn.
 
Mûazzez Orhan Işik li vir axivî û diyar kir ku jin li gel polîtîkayên taybet ên desthilatdariya AKP’ê pêşengiya guhertin û veguhertinenke cidî dikin.
 
Işik, Emîna Şenyaşar a 4 sal in têkoşîna edaletê dide, bi bîr xist û wiha got: “Ji bo hevjîn û zarokên xwe yên ku di hilbijartinên 2018’an de ji aliyê parlementerê AKP û xizmên wî ve hatin qetilkirin, hîna li ber edliyeyê ye, lê kujer li derve ye. Dengê ku hûnê bidin wê bibe bersiva têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar û bêedaletiyê.
 
Piştî axaftinên Işik, jinan sohbet kirin û civîn bi dawî bû.
 
AMED
 
Meclîsa Jinan a Partiya Çepên Kesk a Amedê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Taxa Apdaldede ya navçeya Sûrê bi jinan re li hev civiyan. Civîn bi beşdariya namzetên wekîltiyê Adalet Kaya, Sevîlay Çelenk, Hevberdevka parêzgeha Amedê Pinar Tekîn û gelek jinan dest pê kir û bi stranan berdewam kir. Namzeta wekîltiyê Sevîlay Çelenk li vir axivî, daxwaza aştiyê kir û got: “Di 14’ê Gulanê de karê me bi vê pergalê re biqede û em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. “
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Tekîn jî got: “Em ê di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û roja dayikan pîroz bikin û sindoqan diyarî dayikan bikin. “
 
Hevdîtina jinan bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedan” bi dawî bû.
 
Her wiha Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Peyasê ya Amedê jî bi namzetên parlementeriyê re ji 5 mila ve serdana dikandaran û kafeyan kir. Dikandar û xelkên li kafeyan rûniştî bi coşeke mezin şandeyê pêşwazî kirin. 
 
Welatiyan bilêv kirin ku ew li benda hilbijartinê ne û gotin ku ew ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Di dema serdanê de esnafan jî ji namzetan re serkeftin xwest û gotin ku ew ê desthilatê di sindoqan de têk bibin. 
 
 Di dema serdanê de belavok hatin belavkirin. 
 
ÎZMÎR
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê belavok belavî esnafên bazarê belav kirin û banga piştgiriyê kirin. Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Semra Kiratli, Îrfan Altan, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk tevlî xebatên hilbijartinê bûn.
 
Semra Kiratli di dema belavkirina belavokan de axivî û anî ziman ku zextên beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê wê li ber wan nebe asteng û wê bi ser bikevin.
 
Namzetê parlementeriyê Abdulmecît Yildirim jî li Taxa Dûrû ya Balçovayê tevlî xebatên hilbijartinê bû. Abdulmecît Yildirim diyar kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de ji desthilatdariyê û polîtîkayên xwe yên cihêkar û bê qanûnî rizgar bibin. Endamên partiyê guh dan pirsgirêkên esnafan û ji bo çareserkirina pirsgirêkan deng xwestin.
 
MÛGLA
 
Partiya Çepên Kesk bi tevlîbûna namzetên parlementeriyê li çar aliyên Mûglayê bi gel re li hev civiyanû serdana mal, esnaf û bazaran kirin. Li taxên Gundogan, Yalikavak, Gumuşluk yên Bodrûmê serdana bazaran kirin û bi gel re li hev civiyan. Namzetê parlementeriyê yê Mûglayê Hasan Yildirim jî li Taxa Gumuşlukê serdana gel kir û guh da daxwazên gel.
 
Her wiha li navçeya Menteşe stand hat danîn û ji bo Partiya Çepên Kesk deng hat xwestin. Di dema xebatên hilbijartinê de ji bo civîna gel ku wê sibê êvarê li Datçayê bê lidarxistin, bang hat kirin
 
 
 

Sernavên din

28/04/2023
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'YAN
00:19 Seroka TTB’ê li Amedê ye: Pir nema, piştî 16 rojan em ê biguherin
27/04/2023
23:58 Sancar bang li hilbijêrên derveyî welat kir: Biçin ser sindoqan
23:05 Li Amedê kesekî din jî hat binçavkirin
21:01 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin gihîşt 24'an
20:53 TBB û baro: Divê lêpirsîn li gor hiqûqê bê kirin
17:58 4 kesên li Tekîrdagê hatibûn binçavkirin hatin girtin
17:34 Bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan: Gotina wan gotina me ye!
17:24 Rojnamevan Bayram li Semsûrê hat binçavkirin
17:08 Bi girseyî çûn şîna Resûl Kûrt
17:02 Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
16:43 Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire
Bûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin
16:41 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin
16:22 Derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîna qeyûm
16:12 Li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne
16:02 ‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’
15:42 Li ser deriyê Hevserokê Şaxa OHD’ê Îsteklî nivîsa ‘em hatin hûn tune bûn’ hate nivîsandin
15:40 Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê
15:07 Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
15:03 Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye
14:59 ‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’
14:58 Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev
14:06 MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin
13:41 Li Mûşê mitîng tê lidarxistin
12:58 Polîsan ji rojnameger Gok pirsî: Çalakî û xebatên ku hûn ji bo pêkanînê planên wan dikin çi ne?
12:57 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin
12:30 Serokê TBB’ê Sagkan ji ber operasyonên binçavkirinê hate Amedê
11:49 18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike
11:44 Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin
11:14 Ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ delîl peyda kirin: Merhaba tu çawayî?
11:03 Wekîlên Ewropî têkildarî 'êrîşên kîmyewî' banga lezgîn li OPCW'yê kirin
10:55 Dengdayîna li derveyî welat dest pê kir
10:52 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Taşkin hat binçavkirin
10:52 Ji bo mitîngên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê bang kirin
10:43 Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin
10:37 'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
10:36 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
10:27 Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?
10:07 Parêzerên Ocalan carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin
12:55 Li Amedê tevgera balafirên şer
12:53 Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin
12:49 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike
12:04 Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin
12:03 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez hate binçavkirin
12:03 Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê: Bila rojnamevanan bên berdan
11:57 Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin
11:41 Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome
11:40 Hasan Cemal: Binçavkirin nîşaneya tirsa Erdogan a ji hilbijartinan e
11:08 Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin
11:07 Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike
10:42 ‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’
10:24 Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin
10:18 Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê
10:05 Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN