Wekîlên Ewropî têkildarî 'êrîşên kîmyewî' banga lezgîn li OPCW'yê kirin

  • rojane
  • 11:03 27 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Parlamenta Ewropayê (PE) bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku agahiyên li ser êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî bi lez lêkolîn bike.
 
OPCW ku rêxistineke nava dewletan e û navenda wê li bajarê Lahey ê Hollandayê ye, têkildarî agahî û belgeyên li ser êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî heta niha tu lêkolîn nekiriye. Ji ber vê yekê jî endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) nameyek ji OPCW'yê re şandin.
 
Parlamenterên ji komên cuda yên PE'yê gotin, "Pêwîstî bi wê yekê heye ku îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Herêma Kurdistanê ya Iraqê, bi rengekî lezgîn bê lêkolîn" û name ji OPCW'yê re şandin.
 
Endamên PE'yê dîmenên piştî êrîşên dewleta tirk, lêkolînên rojnamevanan ên li Başûrê Kurdistanê, lêkolînên Rêxistina Doktorên Serbixwe ya ji bo Pêşîlêgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNW) û mikurhatina rayedarên dewleta tirk ên li ser bikaranîna gaza çavan dişewitîne, pêşkêşî OPCW'yê hatin kirin.
 
Name bi vî rengî ye:
 
"Weke endamên Parlamenta Ewropayê, îdîayên cihê baweriyê yên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Herêma Kurdistanê ya Iraqê û nekirina lêpirsîneke serbixwe me dixe nava tirs û fikarên mezin. 
 
Peymana Çekên Kîmyewî, bi taybetî li gorî ku di malpera we de cih digire, ji sedî 98 ê cîhanê 'çar welat ne di nav de' di bin parastina vê peymanê de ye, ku ev yek destketiyeke girîng e. Lê belê tecrûbeya kurdan nîşan dide ku çarçoveya ji sedî 98 jî gerdûnî nîne. Parastin bi wê yekê ve girêdayî ye ku divê dewleteke we hebe, ji bo bi navê we biaxive. Kurd xwedî dewletekê nînin ku daxwazeke bi vî rengî bikin.
 
Pêwîstî û şertê daxwaza dewletekê ruhê bingehîn ê vê Peymanê binpê dike, gerdûnîbûyîna wê ku gelekî girîng e înkar dike û ji bo afirandina cîhaneke ji çekên kîmyewî dûr, hewldanan asteng dike.
 
Artêşa Tirk bi xwe qebûl dike ku di şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de bi taybetî li Bakurê Iraqê gazên çavan dişewitîne bi kar tîne, ku ev gaz bi Peymanê hatiye qedexekirin. Rojnamevanên ku piştî êrîşên kîmyewî yên bombardûmana Tirk bi sivîlên xwecihî re axivîn, ku îdîa dikirin semptom bi wan re çêbûye, raporên bi fikar weşandin. Dîmenê welê hene ku nîşan didin, leşkerên Tirk xortûman dixin nava tunelên ku şervanên PKK'ê tê de bûn. Her wiha dîmen hene ku nîşan didin 2 gerîlayên Kurd êşa mirinê dikişînin.
 
Van dîmenên dawî Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk Prof. Şebnem Korûr Fîncanci îqna kir ku xwest mijar bi rengekî serbixwe bê lêkolîn, lê belê dema ku ev yek anî ziman hate girtin û vê yekê jî nîşan da ku Tirkiye xwedî hin tirsan e ku pêwîstiyê bi veşartinê dibîne. Her wiha delîlên di asta duyemîn de jî hene yên weke konteynirên kîmyewî û qutiya maskeya gazê. Dema ku ev dane hatin komkirin, Rêxistina Doktoran a Serbixwe ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) têrker dît ku banga lêpirsîneke serbixwe bike. Wan bi xwe hewl dan ku mîsyoneke lêpirsînê bimeşînin, lê belê dema xwestin biçin herêmê û bi sivîlên ketin bin bandora mijarê hevdîtinê bikin, hatin astengkirin.
 
Daneyên ku me jorê bi bîr xistin ji bo we gelekî naskirî ne, lewma jî divê hûn zanibin ku pêwîstiya bi lêpirsîneke serbixwe ya li herêmê bi lezgînî heye. Bêguman em nikarin encama lêpirsîneke bi vî rengî texmîn bikin, lê belê eger nîşan bide ku Tirkiyeyê bi rastî jî çekên kîmyewî bi kar aniye, hingî ev yek wê bibe gava destpêkê ya girîng a ji bo rizgarkiriya ji çekên kîmyewî.
 
Em weke nûnerên Ewropî yên hilbijartî ji bo xwe weke wezîfeyê dibînin ku vê rewşa metirsîdar destnîşan bikin û ji bo lêkolînkirineke rast a li ser mijarê çi ji destê me bê bikin."
 
Parlamenterên endamên Parlamenta Ewropayê yên mohra xwe danîne binê nameyê bi vî rengî ne:
 
ALFONSI Francois (Greens/EFA) ; SCHIEDER Andreas (S&D) ; VILLUMSEN Nikolaj (THE LEFT)
 
ARENA Maria (S&D) ;
 
AUKEN Margrete (Greens/EFA) ; BITEAU Benoit (Greens/EFA) ;
 
 BJÖRK Malin (THE LEFT) ; BOURGEOIS Geert (ECR) ;
 
CAREME Damien (Greens/EFA) ; CASTALDO Fabio Massimo (NI) ; CHAIBI Leila (THE LEFT) ;
 
COMIN I OLIVERES Antoni (NI) ; CORMAND David (Greens/EFA) ; CORRAO Ignazio (Greens/EFA) ; D'AMATO Rosa (Greens/EFA) ; DELBOS- CORFIELD Gwendoline (Greens/EFA) ;
 
DELLI Karima (Greens/EFA) ;
 
DEMIREL Oezlem (THE LEFT) ; FRAGKOS Emmanouil (ECR) ; GREGOROVÁ Markéta (Greens/EFA) ; GRUFFAT Claude (Greens/EFA) ; GUSMÃO José (THE LEFT) ;
 
HEIDE Hannes (S&D) ;
 
JADOT Yannick (Greens/EFA);
 
KANKO Assita (ECR) ;
 
 LARROUTUROU Pierre (S&D) ; MACMANUS Chris (THE LEFT) ; MATIAS Marisa (THE LEFT) ; MELCHIOR Karen (Renew) ;
 
MIRANDA Ana (Greens/EFA) ; PAPADAKIS Demetris (S&D) ;
 
PEDICINI Piernicola (Greens/EFA) ;
 
PETER-HANSEN Kira Marie (Greens/EFA);
 
PISAPIA Giuliano (S&D) ;
 
 PONSATI Clara (NI) ;
 
PUIGDEMONT Carles (NI) ;
 
 RIBA I GINER Diana (Greens/EFA) ; RIVASI Michèle (Greens/EFA) ; RODRÍGUEZ PALOP Eugenia (THE LEFT) ;
 
ROOSE Caroline (Greens/EFA) ; SANTOS Isabel (S&D);
 
SATOURI Mounir (Greens/EFA) ;
 
SIDL Guenther (S&D) ;
 
SINCIC Ivan Vilibor (NI) ;
 
SMERIGLIO Massimiliano (S&D) ;
 
SOLE Jordi (Greens/EFA) ;
 
TOUSSAINT Marie (Greens/EFA) ; URBAN CRESPO Miguel (THE LEFT) ; VILLANUEVA RUIZ Idoia (THE LEFT) ; ZDANOKA Tatjana (NI)

Sernavên din

27/04/2023
23:58 Sancar bang li hilbijêrên derveyî welat kir: Biçin ser sindoqan
23:05 Li Amedê kesekî din jî hat binçavkirin
21:01 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin gihîşt 24'an
20:53 TBB û baro: Divê lêpirsîn li gor hiqûqê bê kirin
17:58 4 kesên li Tekîrdagê hatibûn binçavkirin hatin girtin
17:34 Bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan: Gotina wan gotina me ye!
17:24 Rojnamevan Bayram li Semsûrê hat binçavkirin
17:08 Bi girseyî çûn şîna Resûl Kûrt
17:02 Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
16:43 Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire
Bûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin
16:41 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin
16:22 Derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîna qeyûm
16:12 Li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne
16:02 ‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’
15:42 Li ser deriyê Hevserokê Şaxa OHD’ê Îsteklî nivîsa ‘em hatin hûn tune bûn’ hate nivîsandin
15:40 Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê
15:07 Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
15:03 Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye
14:59 ‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’
14:58 Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev
14:06 MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin
13:41 Li Mûşê mitîng tê lidarxistin
12:58 Polîsan ji rojnameger Gok pirsî: Çalakî û xebatên ku hûn ji bo pêkanînê planên wan dikin çi ne?
12:57 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin
12:30 Serokê TBB’ê Sagkan ji ber operasyonên binçavkirinê hate Amedê
11:49 18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike
11:44 Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin
11:14 Ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ delîl peyda kirin: Merhaba tu çawayî?
11:03 Wekîlên Ewropî têkildarî 'êrîşên kîmyewî' banga lezgîn li OPCW'yê kirin
10:55 Dengdayîna li derveyî welat dest pê kir
10:52 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Taşkin hat binçavkirin
10:52 Ji bo mitîngên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê bang kirin
10:43 Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin
10:37 'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
10:36 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
10:27 Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?
10:07 Parêzerên Ocalan carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin
12:55 Li Amedê tevgera balafirên şer
12:53 Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin
12:49 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike
12:04 Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin
12:03 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez hate binçavkirin
12:03 Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê: Bila rojnamevanan bên berdan
11:57 Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin
11:41 Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome
11:40 Hasan Cemal: Binçavkirin nîşaneya tirsa Erdogan a ji hilbijartinan e
11:08 Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin
11:07 Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike
10:42 ‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’
10:24 Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin
10:18 Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê
10:05 Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:56 Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin
25/04/2023
22:20 'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye'