Endamê Koma Mûnzûr Gungoren: Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng

img
STENBOL - Namzetê Herêma 3’yemîn ê Partiya Çepên Kesk endamê Koma Mûnzûr Cemîl Gungoren ê li dijî zextên li ser hünere kete nav siyasetê wiha got: “Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng.”
 
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê ku bi milyonan kes weke “hilbijartina hebûn û tunebûnê” dinirxînin, kêm roj man. Li Stenbola ku wê qedera hilbijartinê diyar bike, 11 milyon û 350 hezar û 969 kes wê biçin ser sindoqan. Partiya Çepên Kesk li Stenbolê bi armanca ku bi 20 parlamenteran biçe Meclisê xebatên xwe yên li bajêr didomîne. Namzetê Herêma 3’yemîn ê Partiya Çepên Kesk endamê Koma Mûnzûr Cemîl Gungoren ê ji qada hünere kete nav siyasetê, anî ziman ku li dijî zextên desthilata AKP’ê û MHP’ê guhertin şert e. 
 
Gungoren ê di sala 1980’î de li gundê Adakoy ê navçeya Pulur a Dêrsimê ji dayik bû, piştî salên lîseyê bi malbata xwe re bar kir Stenbolê. Gungorên ê li vir Federasyona Mafên Demokratîk nas kir, li vir dest bi xebatê kir. Gungoren ê di nav damezrînerên Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) de cih digire, di heman demê de di nav xebatên hunerê yên Koma Mûnzûr û Kovara Çand-Huner ên di bin banê Navenda Çandê ya Yuz Çîçek Açsin (YÇKM) cih digire de girt.
 
Gungoren, diyar kir ku piştî ku hate Stenbolê, li dijî nakokiya kedxwariyê ket nava têkoşînê û anî ziman ku di nava xebatên siyasî de herî zêde di qada çand û hunerê de xebat dimeşîne. Gungoren, bi lêv kir ku tevî zextên desthilatê jî Koma Mûnzûr a ku ji sala 2018’an ve endamê wê ye hunera xwe dike û wiha got: “Ji roja ku koma me hatiye avakirin ve an stranên me an konserên me tên qedexe kirin an jî derbarê hevalên me de bi hin hincetan doz tên vekirin. Ev her tim dibin. Di encamê de dema desthilatê pergaleke rêveberiyê bi dest xist, dixwaze huner jî di bin serweriya wan de pêş ve biçe. Weke Koma Mûnzûr gelek hevalên me yên hunermend ev pêvajo jiyan. Bi taybetî piştî OHAL’ê weke Koma Mûnzûr li Tirkiyeyê bi temamî hatin qedexekirin.”
 
Gungoren, da zanîn ku piştî di Newroza 2008’an a Wanê de stranên bi navê “Zindana Diyarbekir” û “Serhildan Jiyan e” gotin derbarê wan de pêvajoyên vekirina dozê dest pê kirin û ev tişt gotin: “Sedemê qedexekirina kom an jî mirovên ku weke Koma Mûnzûr muzîkê çêdikin, acizbûna desthilatê ya ji vê hunerê ye.”
 
‘HIŞMENDIYA KU ZEXTÊ LI ÇAND Û HUNERÊ DIKE’
 
Gungoren, anî ziman ku desthilat gelê kurd tune dihesibîne, zextê li kesên ne ji xwe dike û wan jî tune dihesibîne. Gungoren, bi lêv kir ku bi feraseteke civakan tîne li hemberî hev, kesên ne ji wan tune dihesibîne re rû bi rû ne û wiha berdewam kir: “Ji berê ve tiştên li bajarên kurdan pêk tên her tim eynî ne. Şano, konser, sinema tên qedexekirin. Şano tên girtin. Kurdî ji xwe qedexe ye. Lîstikên hemû dostên me yên şanoya kurdî dikin asteng dikin. Ev yek bi temamî li ser polîtîkayên tune hesibandinê yên desthilatê pêk tên. Tevî vê yekê jî kesên li cem xizanan, bindestan û gelê tune tê hesibandin hunera xwe didomînin. Em jî di qada çand û hünere de têkoşîna xwe dinirxînin û hewl didin pêş ve bibin.”
 
Gungoren, got ku “bi wekîl û wezîrên xwe gelê kurd tune hesibandin” û bal kişand ku desthilat kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi ser vê dimeşîne. Gungoren, anî ziman ku dema ketin Meclisê dê li dijî van hemûyan çanda îtîrazê pêş ve bibin. 
 
‘PÊDIVÎ BI GUHERÎNEKÊ HEYE’ 
 
Gungoren, destnîşan kir ku pêdiviya Tirkiyeyê guherînekê, bêhn wergirtin û demokrasiyekê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro jin, LGBT’yî li kolanan tên qetilkirin. Bi feskirina Peymana Stenbolê bi temamî pêşî li van komkujiyan hate vekirin. Em difikirin ku divê hemû bên guhertin. Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng. Divê em vê pergala yek zilamî, rejîma dîktator bişînin. Ji ber wê em dibêjin ‘Em ê bi hev re biguherînin’.”
 
PARTIYA ÇEPÊN KESK NÊZÎ ARMANCA XWE YE
 
Gungoren, da zanîn ku li qadê gelek nêzî armanca xwe ne û wiha pê de çû: “Em kolan bi kolan, qad bi qad digerin. Ev pergala yek zilamî êdî ne di asta ku gel wê qebûl bike de ye. Weke hemû desthilatan vê desthilatê jî 20 sal in komkujiyan dike. Bifikirin me Komkujiya Roboskê, Pirsûsê, 10’ê Cotmehê û qetilkirina Dayika Taybet jiya. Me dît ku bi hezaran mirovan di bin kavilan de bi awayekî bêçare jiyana xwe ji dest dan. Gelên Tirkiyeyê ev dîtin. Em bawer dikin ku em ê vê biguherînin.”
 
Gungoren, destnîşan kir ku ji bo mirov li vî welatî weke mirovan bijîn, mafên xwe bigerin, ji bo nasname û fikrên cuda bijîn pêdivî bi Partiya Çepên Kesk heye û bi lêv kir ku Partiya Çepên Kesk wê bi fikrên xwe li Meclisê cih bigire. 
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

02/05/2023
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin
12:43 Ji Wezareta Karên Hundir pergala ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’
12:42 Dozgeriyê dest bi îfadeyên rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz kir
12:34 Li Hezexê 19 binçavkirî hatin berdan
12:24 Qedexeyên roja hilbijartinê eşkere bûn
12:06 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin
11:46 201 kesên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike
11:18 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin
11:15 Bîra salên 90’î ‘Emîn Abê’ di rêya Meclisê de ye
11:03 Li dijî Partiya Çepên Kesk êrişa nijadperest: Ne êrişkar lê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin
11:01 Di mehekê de hezar û 81 caran bombebaran
10:52 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
10:19 Qedexeya li gundên Çiyayê Bagokê hat rakirin, tevgera leşkerî didome
10:06 Ji bo gundê elewî rê nîne!
09:47 Qeyûm, walî û qeymeqam ji bo propaganda AKP’ê li qadan e
09:18 Li gundên Nisêbinê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:17 Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî!
09:01 Bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê fuzehez dan: Em ê nehêlin dijminê kurdan bên hilbijartin
09:01 Waliyê Şirnexê tevî cerdevanan ji bo AKP'ê li dengan digere!
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2023'YAN
08:25 Ji Hevseroka DFG’ê Mufutoglû xebatên rojnamevaniyê hatin pirsîn
01/05/2023
22:57 Tê payin ku rojnamevanên di binçavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin
22:24 Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn
19:39 HDP: Em rê nadin dezgehên qirêj û provokasyonan
19:31 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê
19:18 Li Kolik û Çewligê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
19:12 Li Çewligê 1'ê Gulanê
18:36 Rojanemavn Gok navnîşana girtîgeha ku tê de ye parve kir
17:15 Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere
16:23 Kedkar li Qada Tandogan in: Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev
16:07 Li Mêrsîn û Edeneyê coşa 1’ê Gulanê
16:05 'Roja wê hat, dewran guherî, em ê vê pergalê biguherînin’
14:52 Li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê: Tayîp wê biçe ev kar wê biqede
13:55 Li Dêrsimê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re biguherînin
13:53 Li Şirnexê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin: Keda me dê serbikeve
13:46 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê: Ked a me ye, siberoj a me ye
13:32 Bi deh hezaran kes dimeşin Maltepeyê: AKP wê têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin
13:12 Îfade wergirtina rojnamevanên di bin çavan de dest pê kir
12:59 Keskîn Bayindir: Em ê bi berxwedana karker û kedkaran vê îktidarê bişînin
12:28 Operasyona leşkerî ya li herêma Omeriyanê didome
12:27 Ji rojnamevanên girtî peyama 1’ê Gulanê: Faşîzm wê têk biçe
12:06 Berxwedana ji bo Taksîmê: Tevî rojnameger Kuray, 39 kes hatin binçavkirin
12:05 Ferît Şenyaşar: Em ê bibin dengê 301 madenvanan
11:54 Îşkenceya li dijî rojnamevan Yilmaz hate gilîkirin
11:52 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst bişînin
11:44 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
11:42 Li Dêrsimê meşa 1’ê Gulanê
11:35 Bajar bi bajar qadên 1’ê Gulanê
11:17 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
11:07 DÎSK’ê çelenk danî li ber Bîrdariya Taksîmê
11:07 Ji Demîrtaş peyama 1’ê Gulanê: Dê karker û kedkar dawî li vê desthilata talanker bînin
10:59 Parêzerên hatin berdan: Ji bo têkçûna desthilatê em ê ewlehiya sindoqan biparêzin
10:56 Xwebûn bi manşeta ‘Faşîzm dê têk biçe’ derket
10:54 Namzetê Partiya Çepên Kesk Îpekçî: 14’ê Gulanê dê bibe hilbijartina azadkirina rojnamevanan
10:30 Polîsan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin: 6 kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo teqawidiyan banga 14’ê Gulanê: Xwedî li pêşeroja xwe derkevin
10:11 Endamê Koma Mûnzûr Gungoren: Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng
10:03 Rojnamevanên jin: MKGP navnîşanek girîng a piştevaniyê ye
09:57 Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
09:36 Banga ji bo mitînga Denîzliyê ya Partiya Çepên Kesk
09:33 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozan: Em ê li Mêrsînê dengên xwe ji sedî sed zêde bikin
09:07 Partiya Çepên Kesk dest bi xebatên mîtînga Tekirdagê kir
09:00 Ji bo xemsariya karesatê veguhere 'doza komkujiyê' gilî kir
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'YAN
30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin