Li Dêrsimê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re biguherînin

img
DÊRSIM - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiya 1’ ê Gulanê ya Dêrsimê de ku bi hezaran kes tevlibûn axivî û wiha got: “Em ê dengekî xwe ji bo têkbirina rejîma faşîst bidin û dengekî ji bo rêveberiya kedkaran bidin. Em ê bi hev re biguherînin.” 
 
Li Dêrsimê bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de cih digirin, pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê hat pîrozkirin. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, beriya pîrozbahiyê li Kolana Hunerê hatin ba hev. Bi hezaran karkerên ku pêşmalkên sendîkayê li xwe kirin, di dest de pankart û flamayên 1’ê Gulanê Qada Seyît Riza tije kirin. Piştî meşê, bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê dest pê kir. 
 
AQÛBETA GULISTAN DOKU HATE PIRSÎN 
 
Li ser navê Komîteya Amadekar a Dêrsimê, Sekretera Şaxa Egîtîm Senê Raîfe Yilmaz axivî. Yilmaz, diyar kir ku jiyaneke bêtemînat li tevahiya kedkaran tê ferzkirin û wiha got: “Ji ber krîza aborî gelek kesên rewşenbîr diçin derveyî welat. Divê ev pergal were guherandin.” Piştî ku li ser dikê pirsa “Gulistan Doku li ku ye?” hate kirin, girseyê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir. 
 
Piştre jî nûnerên DÎSK’ê û Şaredarê Bajarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglû girse silav kirin. Maçoglû, bal kişand ser bedelên di têkoşîna çînê de hatine dayîn û wiha got: “Ji bo mezinkirina têkoşîna çînîtiyê em neçarin bi hev re bin. Silav ji bo kesên li her devera Tirkiyeyê qadên 1’ê Gulanê tije kirin.”
 
OZTURK: GEL BILÊTA DESTHILATÊ BIRÎ
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku dikevin hilbijartineke dîrokî û ev tişt anî ziman: “Ji bo me ev hilbijartin di navbera du partî yan jî di navbera du tifaqan de nayê kirin. Em li dijî faşîzmê û dijminatiya li kurdan, weke sosyalîstan dikevin hilbijartinê. Ya ku ji bo me vê hilbijartinê dike hilbijartina dîrokî jî ev e. Du tifaq hatine avakirin; tu polîtîkayên qirêjî neman ku Tifaqa Cumhur li ser jin û ciwanên Kurdistanê nemeşandibin. Lê kesên bi armanca ‘em ê serî bi kedkaran bidin tewandin, em ê serî bi kurdan bidin tewandin’ amadekariyan dikin, dê bi saya têkoşînê têk biçin. Em ê ji bo ciwan û jinan biçin ser sindoqan. Em ê li dijî feraseta Dêrsimê, Kurdistanê tune dihesibînin biçin ser sindoqan. Gelê me bilêta desthilatê bi şertê ku qet venegere bo 14’ê Gulanê birî. Em ê ji zîhniyeta Tayyîp Erdogan xelas bibin. Lewma em dibêjin dengek ji bo Kiliçdaroglû, dengek ji bo Partiya Çepên Kesk.” 
 
Di vê navberê de girseyê dirûşma “Dêrsim dê ji faşîzmê re bibe goristan” hate berzkirin û Ozturk jî li ser vê yekê wiha got: “Dêrsim, keleha berxwedanê ye. Em mafdar in. Em di doz û berxwedana xwe de mafdar in. Bi hêza vê mafdariyê em dibêjin ku dê bi ser kevin, teqez em ê bi ser kevin.” 
 
UÇAR: EM Ê BIBIN KIRDEYA AVAKER
 
Piştre jî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ççîgdem Kiliçgun Uçar derket ser dikê. Uçar, girse bi kirmanckî silav kir û wiha got: “Vê desthilatiyê karker xistin halekî wisa ku birçî diçin malê û nikarin li rûyê zarokên xwe binêrin. Îcar bêyî şerm bikin dirûşma ‘dema rast, mirovê rast’ bi kar tînin. Bêyî şerm bikin dibêjin dema rast. Lê em ê vê demê bikin dema rast û wê jiyana hêjayî me hatiye dîtin biguherînin û dema rast ava bikin. Em ê rejîma yekzilamî hilweşînin, têkoşîna jinan li her deverê mezin bikin û dema rast ava bikin. Em ê li dijî siyaseta cihêkar, siyaseta demokratîk mezin bikin û dema rast ava bikin. Em ê di sedsala duyemîn a komarê de bibin kirdeya avaker.” 
 
'DÊRSIM JI BO TÊKBIRINA DESTHILATÊ AMADE YE’
 
Di berdewamê de Uçar wiha got: “Hemû nirxên Dêrsimê di bin êrişan de ne. Tundiya wan tu carî bi dawî nebû. Lê berxwedana Dêrsimê tu carî xelas nebû. Heke em îro di bin sîwaneya partiyekê de siyasetê bikin û ji bo demokratîkkirina siyaseta Tirkiyeyê ewqas xwedî îdia bin, ev bi saya keda we ye. Em dikevin hilbijartineke krîtîk. Ev hilbijartin, muhasebeyeke sedsalî ye. Em dixwazin nîşanî her kesî bidin ku pêkvejiyan mimkin e. Rejîma yekzilamî ji bo çûnê amade nîne lê Dêrsim ji bo şandina wan amade ye. 
 
EM Ê BI HEV RE BIGUHERÎNIN
 
Tifaqa Ked û Azadiyê li dijî rejîma yekzilamî ye. Em dixwazin bi têkoşîna xwe Tirkiye û komareke demokratîk ava bikin. Dema em vê dikin, li ser fermana qesrê operasyon tên kirin. Li dijî Çapemeniya Azad ku serî natewîne û kedkarên siyaseta demokratîk operasyonan dikin. Dê îro jî bikin, sibe jî bikin. Em dixwazin jiyaneke wisa ava bikin ku êdî ev çênebin. Yên ku dê bi ser kevin ne partiyeke siyasî lê hûn û kedkar dê bi ser kevin. Yên ku ev têkoşîn heta îro anîn, jin in. Bila soza me ya ji bo Gulistan Doku be; dê ev têkoşîn bi ser keve û desthilata ku aqûbeta wê diyar nekirî têk biçe. Em ê bi hev re jiyana wekhev ava bikin. Ev hilbijartin krîtîk in; em ê dengekî xwe ji bo têkbirina rejîma faşîst bidin Kiliçdaroglû û dengê xwe yê din jî bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê bi hev re biguherînin.” 
 
Her wiha nûnerê partiyên siyasî yên din û rêxistinên civaka sivîl jî derketin ser dikê û peyamên 1’ê Gulanê parve kirin. Pîrozbahî, bi guhdarîkirina stranan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

02/05/2023
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin
12:43 Ji Wezareta Karên Hundir pergala ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’
12:42 Dozgeriyê dest bi îfadeyên rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz kir
12:34 Li Hezexê 19 binçavkirî hatin berdan
12:24 Qedexeyên roja hilbijartinê eşkere bûn
12:06 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin
11:46 201 kesên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike
11:18 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin
11:15 Bîra salên 90’î ‘Emîn Abê’ di rêya Meclisê de ye
11:03 Li dijî Partiya Çepên Kesk êrişa nijadperest: Ne êrişkar lê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin
11:01 Di mehekê de hezar û 81 caran bombebaran
10:52 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
10:19 Qedexeya li gundên Çiyayê Bagokê hat rakirin, tevgera leşkerî didome
10:06 Ji bo gundê elewî rê nîne!
09:47 Qeyûm, walî û qeymeqam ji bo propaganda AKP’ê li qadan e
09:18 Li gundên Nisêbinê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:17 Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî!
09:01 Bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê fuzehez dan: Em ê nehêlin dijminê kurdan bên hilbijartin
09:01 Waliyê Şirnexê tevî cerdevanan ji bo AKP'ê li dengan digere!
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2023'YAN
08:25 Ji Hevseroka DFG’ê Mufutoglû xebatên rojnamevaniyê hatin pirsîn
01/05/2023
22:57 Tê payin ku rojnamevanên di binçavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin
22:24 Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn
19:39 HDP: Em rê nadin dezgehên qirêj û provokasyonan
19:31 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê
19:18 Li Kolik û Çewligê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
19:12 Li Çewligê 1'ê Gulanê
18:36 Rojanemavn Gok navnîşana girtîgeha ku tê de ye parve kir
17:15 Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere
16:23 Kedkar li Qada Tandogan in: Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev
16:07 Li Mêrsîn û Edeneyê coşa 1’ê Gulanê
16:05 'Roja wê hat, dewran guherî, em ê vê pergalê biguherînin’
14:52 Li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê: Tayîp wê biçe ev kar wê biqede
13:55 Li Dêrsimê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re biguherînin
13:53 Li Şirnexê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin: Keda me dê serbikeve
13:46 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê: Ked a me ye, siberoj a me ye
13:32 Bi deh hezaran kes dimeşin Maltepeyê: AKP wê têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin
13:12 Îfade wergirtina rojnamevanên di bin çavan de dest pê kir
12:59 Keskîn Bayindir: Em ê bi berxwedana karker û kedkaran vê îktidarê bişînin
12:28 Operasyona leşkerî ya li herêma Omeriyanê didome
12:27 Ji rojnamevanên girtî peyama 1’ê Gulanê: Faşîzm wê têk biçe
12:06 Berxwedana ji bo Taksîmê: Tevî rojnameger Kuray, 39 kes hatin binçavkirin
12:05 Ferît Şenyaşar: Em ê bibin dengê 301 madenvanan
11:54 Îşkenceya li dijî rojnamevan Yilmaz hate gilîkirin
11:52 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst bişînin
11:44 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
11:42 Li Dêrsimê meşa 1’ê Gulanê
11:35 Bajar bi bajar qadên 1’ê Gulanê
11:17 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
11:07 DÎSK’ê çelenk danî li ber Bîrdariya Taksîmê
11:07 Ji Demîrtaş peyama 1’ê Gulanê: Dê karker û kedkar dawî li vê desthilata talanker bînin
10:59 Parêzerên hatin berdan: Ji bo têkçûna desthilatê em ê ewlehiya sindoqan biparêzin
10:56 Xwebûn bi manşeta ‘Faşîzm dê têk biçe’ derket
10:54 Namzetê Partiya Çepên Kesk Îpekçî: 14’ê Gulanê dê bibe hilbijartina azadkirina rojnamevanan
10:30 Polîsan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin: 6 kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo teqawidiyan banga 14’ê Gulanê: Xwedî li pêşeroja xwe derkevin
10:11 Endamê Koma Mûnzûr Gungoren: Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng
10:03 Rojnamevanên jin: MKGP navnîşanek girîng a piştevaniyê ye
09:57 Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
09:36 Banga ji bo mitînga Denîzliyê ya Partiya Çepên Kesk
09:33 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozan: Em ê li Mêrsînê dengên xwe ji sedî sed zêde bikin
09:07 Partiya Çepên Kesk dest bi xebatên mîtînga Tekirdagê kir
09:00 Ji bo xemsariya karesatê veguhere 'doza komkujiyê' gilî kir
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'YAN
30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin