Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere

img
AMED - Kedkaran di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya Amedê de ev peyam dan: “Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere.” 
 
Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li Qada Deriyê Çiyê daxuyanî hate dayîn. Kedkaran xwestin ji Deriyê Rihayê li navçeya Sûrê û li ser Cadeya Lîseyê ya li navçeya Bajarê Nû bi 2 kortêjan bikevin qadê. Lê destûr nehate dayîn û li ser vê yekê kedkar bi komên cuda ketin qadê. Qada Deriyê Çiyê bi bariyeran hatibû dorpêçkirin û noqteya lêgerînê hatibû danîn. Kedkar, piştî lêgerînê ketin qadê. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê û partiyên siyasî jî piştgirî dan pîrozbahiyê. Di pîrozbahiyê de pankartên “Parastin dê serî netewîne”, “Li dijî xizanî, newekhevî û kedxwariyê em jin dê vê pergalê biguherînin”, “Heta ked nebe azadî nabe”, “Bijî Yekê Gulanê” û “Bi berxwedana jinan bihar wê bi gulanê tê were” hatin vekirin. 
 
Di bernameya 1’ê Gulanê de li ser navê Komîteya Amadekar Siraç Çelîk bi zaravayê kurdî yê kirmanckî axivî û dîroka 1’ê Gulanê vegot. Çelîk, bal kişand ser qedexe û zextan û wiha got: “Di operasyona 25’ê nîsanê ya navenda wê Amed de gelek rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermend hatin binçavkirin û girtin. Bi vê yekê dixwazin di erefeya hilbijartinê de hemû kesî bêdeng bikin. Ev pergal, pergaleke zordest e. Em van qadan ji we re nahêlin. Di 14’ê Gulanê de hilbijartin hene. Ev qad dê bersiveke xurt bide we. Vê ji bîr nekin.” 
 
‘BILA SONDA ME BE KU DÊ HESABÊ BIPIRSIN’ 
 
Piştre jî bi zimanê kurdî yê kurmancî û bi zimanê tirkî daxuyaniya hevpar hate dayîn. Daxuyaniya bi kurmancî ji hêla Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan û ya bi tirkî jî ji hêla Hevserokê Şaxa Sendîkaya Genel Îşê ya Hejmar 2 a DÎSK’ê Behçet Barût ve hate xwendin. Tûran ji ewil qurbaniyên erdhejê bi bîr anî û wiha got: “Karesateke xwezayî bi destê mirovan veguherandin trajediyeke mezin. Kesên wiha kirin bi çendek daxuyaniyan, bi çendek girtinan dê nekarin xwe ji vê berpirsyartiyê xelas bikin. Em sond dixwin ku dê hesaba her zindiyekê jiyana xwe ji dest dayîn bipirsin.” 
 
‘TEKANE TIŞTÊ ZÊDE NABE MÛÇEYÊN ME NE’
 
Bi domdarî Tûran wiha got: “Zeman tên kirin û helîna hêza kirînê êdî wisa bi jiyanê kiriye ku mirov nema dikare êdî bijî. Di serî de jinên kedkar, li hemû kedkaran jiyana xebatê ya bêtemînat ferz dikin. Welatê me ji her qadê ve veguheriye ‘komara bêtemînatan.’ Bêkariya jinan û xebata wan a bêtemînat, tacîz, tundî mobbîng roj bi roj zêdetir dibin. Bêkarî roj bi roj zêdetir dibe. Di cînayetên karkeran de êdî komkujî çêdibin. Ji bo her tiştekî zem tên kirin lê tenê mûçeyên me zêde nabin.” 
 
‘EV PERGAL AN DÊ BIGUHERE YAN DÊ BIGUHERE’
 
Di berdewamê de Tûran ev tişt anî ziman: “Bacên ji karker û xebatkaran tên girtin, di bin navê parastin û ewlehiyê de didin çekan, sermaye û patronan. Di pirsgirêka kurd de bi siyaseta neçareserî û îmhayê hewl didin pêşeroja xwe misoger bikin. Dixwazin ev pergala rant û kedxwariyê bidome. Ji bo parastina berjewendiyên xwe, dixwazin avadaniyê tarî û milîtarîst her tim hebin. Hemû derdorên bi vê armancê, di bin tifaqa herî faşîzan û paşverû de bûn yek. Xala wan a hevpar jî înkarkirina gelê kurd, polîtîkayên ewlekariyê, dijbertiya jinan, paşverûtî, dijbertiya aştiyê û tunekirina demokrasiyê ye. Ya ku ev hêjayî me dibînin, pergala qeyûm, îxrackirin, bêedaletî, yekperestî, milîtarîzm, îşkence û sepanên dermirovî yên li girtîgehan e. Lê êdî sebrê me nema ye. Ji bo wekhevî, azadî, edalet, aştî, demokrasî, laîktî û azadiyê em dibêjin êdî bes e. Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere.” 
 
‘ROJ ROJA GUHERÎNA DEWRANÊ YE’ 
 
Piştre jî Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) Gonul Adibellî axivî û got ku îktîdar hewl dide kesên li hemberî wan serî natewînin bêdeng bike. Adibellî wiha domand: “Yên nikarin bêdeng bikin jî hewl didin bigirin. Em baş bi mebesta ji van girtin û binçavkirinan dizanin. Ev dewran wiha nadome. Ev pergal wiha nadome. Roj roja guherîna dewranê ye.” 
 
‘ÇI DIBE BILA BIBE SERKEFTIN DÊ YA ME BE’ 
 
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan jî axaftineke kin kir û wiha got: “Em ê di vê hilbijartinê de, 14’ê Gulanê bikin roja berxwedan û serkeftinê. Em ê 1’ê Gulana 2024’an bêyî îktîdara AKP-MHP’ê pîroz bikin. Ev feraseta dewlete ya neteweperest, li dijî karker û civakîbûnê ye. Êrişî destkeftiyên HDP’ê dike, bi sedan hevalên me xistin zindanan. Lê ew çi bikin jî em ê wan di 14’ê Gulanê de têk bibin. Em ê ji bo aştî û azadiyê, ji bo azadiya Kurdistanê ji îktîdara AKP-MHP’ê hesabê bipirsin. Çi dibe bila bibe dê serkeftin a me be.” 
 
Bername, bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

02/05/2023
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin
12:43 Ji Wezareta Karên Hundir pergala ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’
12:42 Dozgeriyê dest bi îfadeyên rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz kir
12:34 Li Hezexê 19 binçavkirî hatin berdan
12:24 Qedexeyên roja hilbijartinê eşkere bûn
12:06 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin
11:46 201 kesên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike
11:18 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin
11:15 Bîra salên 90’î ‘Emîn Abê’ di rêya Meclisê de ye
11:03 Li dijî Partiya Çepên Kesk êrişa nijadperest: Ne êrişkar lê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin
11:01 Di mehekê de hezar û 81 caran bombebaran
10:52 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
10:19 Qedexeya li gundên Çiyayê Bagokê hat rakirin, tevgera leşkerî didome
10:06 Ji bo gundê elewî rê nîne!
09:47 Qeyûm, walî û qeymeqam ji bo propaganda AKP’ê li qadan e
09:18 Li gundên Nisêbinê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:17 Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî!
09:01 Bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê fuzehez dan: Em ê nehêlin dijminê kurdan bên hilbijartin
09:01 Waliyê Şirnexê tevî cerdevanan ji bo AKP'ê li dengan digere!
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2023'YAN
08:25 Ji Hevseroka DFG’ê Mufutoglû xebatên rojnamevaniyê hatin pirsîn
01/05/2023
22:57 Tê payin ku rojnamevanên di binçavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin
22:24 Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn
19:39 HDP: Em rê nadin dezgehên qirêj û provokasyonan
19:31 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê
19:18 Li Kolik û Çewligê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
19:12 Li Çewligê 1'ê Gulanê
18:36 Rojanemavn Gok navnîşana girtîgeha ku tê de ye parve kir
17:15 Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere
16:23 Kedkar li Qada Tandogan in: Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev
16:07 Li Mêrsîn û Edeneyê coşa 1’ê Gulanê
16:05 'Roja wê hat, dewran guherî, em ê vê pergalê biguherînin’
14:52 Li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê: Tayîp wê biçe ev kar wê biqede
13:55 Li Dêrsimê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re biguherînin
13:53 Li Şirnexê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin: Keda me dê serbikeve
13:46 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê: Ked a me ye, siberoj a me ye
13:32 Bi deh hezaran kes dimeşin Maltepeyê: AKP wê têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin
13:12 Îfade wergirtina rojnamevanên di bin çavan de dest pê kir
12:59 Keskîn Bayindir: Em ê bi berxwedana karker û kedkaran vê îktidarê bişînin
12:28 Operasyona leşkerî ya li herêma Omeriyanê didome
12:27 Ji rojnamevanên girtî peyama 1’ê Gulanê: Faşîzm wê têk biçe
12:06 Berxwedana ji bo Taksîmê: Tevî rojnameger Kuray, 39 kes hatin binçavkirin
12:05 Ferît Şenyaşar: Em ê bibin dengê 301 madenvanan
11:54 Îşkenceya li dijî rojnamevan Yilmaz hate gilîkirin
11:52 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst bişînin
11:44 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
11:42 Li Dêrsimê meşa 1’ê Gulanê
11:35 Bajar bi bajar qadên 1’ê Gulanê
11:17 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
11:07 DÎSK’ê çelenk danî li ber Bîrdariya Taksîmê
11:07 Ji Demîrtaş peyama 1’ê Gulanê: Dê karker û kedkar dawî li vê desthilata talanker bînin
10:59 Parêzerên hatin berdan: Ji bo têkçûna desthilatê em ê ewlehiya sindoqan biparêzin
10:56 Xwebûn bi manşeta ‘Faşîzm dê têk biçe’ derket
10:54 Namzetê Partiya Çepên Kesk Îpekçî: 14’ê Gulanê dê bibe hilbijartina azadkirina rojnamevanan
10:30 Polîsan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin: 6 kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo teqawidiyan banga 14’ê Gulanê: Xwedî li pêşeroja xwe derkevin
10:11 Endamê Koma Mûnzûr Gungoren: Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng
10:03 Rojnamevanên jin: MKGP navnîşanek girîng a piştevaniyê ye
09:57 Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
09:36 Banga ji bo mitînga Denîzliyê ya Partiya Çepên Kesk
09:33 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozan: Em ê li Mêrsînê dengên xwe ji sedî sed zêde bikin
09:07 Partiya Çepên Kesk dest bi xebatên mîtînga Tekirdagê kir
09:00 Ji bo xemsariya karesatê veguhere 'doza komkujiyê' gilî kir
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'YAN
30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin