Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî

img
DÊRSIM - Gullu Polat ku di Komkujiya Dêrsimê de bavê xwe, du mamên xwe û par jî hevjînê xwe yê şahidê komkujiyê Bego Polat winda kir, wiha got: “Ji aşê gundê me xwîna mirovan diherikî. Zilmekî pir mezin bû. Min bavê xwe qet nedît. Xwezî sax bûya û min ew hembêz bikira. Ji bo van tiştên hatine kirin divê dewlet ne carekî yan jî du caran, divê sê caran lêborînê bixwaze.” 
 
Bi ser Komkujiya Dêrsimê ya di 4’ê Gulana 1938’an de 86 sal derbas bûn. Şahidên komkujiyê wê demê weke “parastina statûya gelekî” pênase dikin û netewe dewleta biryar dayî jî weke “pirsgirêka mayîndetiyê” pênase kir. Lijneya Wezîran di encama pirsgirêka “mayîndebûnê” de, di 4’ê gulana 1937’an de li Meclis Milet a Mezin a Tirkiyeyê civiya û “Biryara Lijneya Wezîran a têkildarî Hereketa Tunceliyê” da. Ev biryar, bû destpêka dîroka fermî ya Komkujiya Dêrsimê. Bi biryara lijneyê re li erdnîgariya Dêrsimê komkujiyeke heta niha qet nehatiye dîtin hate kirin û di vê komkujiyê de herî kêm 70 hezar kes hatin qetilkirin. Bi dehhezaran kes jî bi darê zorê hatin koçberkirin. Bi ser komkujiyê re 86 sal derbas bûn lê şopên wê hêj jî didomin. Ji bo ronîkirina vê komkujiya ji hêla dewletê ve hatiye kirin jî tu gav nehatin avêtin. Heta niha jî cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî û navnîşanên keçên winda yên Dêrsimê nayê zanîn. 
 
Gullu Polat
 
MAMÊ BEGO JÎ JIYANA XWE JI DEST DA 
 
Şahidên wê demê jî hêj hevrûbûna dewletê ya bi komkujiyê re nedîtin jiyana xwe ji dest dan. Bedrî Polat ku weke “Mamê Bego” tê naskirin û yek ji şahidên komkujiyê bû, weke bi sedan şahidan hêjta hevrûbûna dewletê ya bi komkujiyê re nedîtî jiyana xwe ji dest da. Mamê Bego, di dema komkujiyê de 9 salî bû û dayik, xwişk û birayên wî li pêş çavên wî hatin qetilkirin. Leşkerên tirk ên ku digotin qey ew jî miriye û avêtin çem. Mamê Bego ku destê xwe danî ser serê birayê xwe, ji ber guleya lê hatiye reşandin û li destê wî ketî, tiliya xwe winda kir. Piştî ku ji çem derketî ferq kir ku du tiliyên wî tune ne. Xwe li çiyê veşart û xwe ji komkujiyê xelas kir. Bego Polat ji ber temenê xwe yê mezin û nexweşiyên lê peyda bûbûn, di 10’ê Mijdara 2022’yan de rehmet kir. 
 
Lê ji bo vegotina serpêhatiyê her tim hin kes dimînin. Yek ji kesên bi vê serpêhatiyê dizane û yek ji şahidan jî hevjîna Mamê Bego, Gullu Polat (88) e. Tevî malbata xwe li gundê Rûbayik ê girêdayî navenda Dêrsimê dijî. Hêj 2 salî bû ku bav û du apên wê di komkujiyê de hatin qetilkirin. 
 
Ji ber ku emrê wê mezin e, êdî baş nabihîse, baş nabîne û bi zehmetî diaxive. Di her kêliya vegotina bûyeran de êşeke mezin dijî. Wiha dest bi axaftina xwe dike: “Bi qasî ku ez bikarim vebêjim binivîsin. Ev pîşeye, pîşeyeke baş e. Hûn jî dikin arşîv.” Dema Polat, qala serpêhatiya xwe dikir, ji çavên wê rondik dibariyan û pir pê diêşiya. 
 
‘BAVÊ MIN Û GUNDÎ AVÊTIN RÛBARÎ Û GULE LÊ BARANDIN’
 
Bîra Polat hinek çûye û dema qal dikir, gelek caran disekiniya û piştre berdewam dikir. Diyar kir ku pêşî û paşiyên serpêhatiya xwe tevlihev dike. Ji zimanê tirkî derbasî zaravayê kirmanckî yê kurdî dibe. Lê yek kêliyê dev ji israra xwe ya vegotinê berneda. Bîra xwe da zorê û ew roj bi van gotinan vegot: “Ez zarok bûm, derheqê tiştên dihatin axaftin de çendek gotin di bîra min de mane. Xwezî bihatina bîra min lê nayên. Êdî digihijim 90 saliyê. Dema mirov ber bi jêr ve diçe li wir aşek heye, jê re dibêjin Çemê Dînarê. Li kêleka Çemê Dînarê aşek heye. Nêzî mala me bû. Di 38’ê de tevahiya gund li wir kom kirin û avêtin rûbarî. Tevek jî gulebaran kirin û kuştin. Di boriya wî aşî de xwîn diherikiya. 
 
ÎŞKENCE LI JINAN KIRIN
 
Hevjîna yekî ducanî bû, zikê jinê qelaştine. Nizanim dema zikê wê qelaştin mirî bû yan dijiya. Qala wê bo min nekirin. Bavê min li gund gêre dikir. Bavê min li wir girtin û birin. Li gel bavê min 25 kes kom kirin û gulebaran kirin. 25 kes... 
 
Her wiha îşkence li jinan hatiye kirin. Leşkeran li daristanê lingên jinekê bi darekê ve hilayîstine. Xaltiya min jî li kuncikekî rûniştiye û giriya ye. Ji wan re gotiye; ‘bavê min keya ye.’ Keyatî jî wê demê pere nekiriye. Heta serê sibehê bi çoyan li wê jinê hatiye xistin. Ew jin jî jinxala min bû. Tu tiştek nehiştine, her tişt şewitandine, wêran kirin. Tevek jî weke pirs di serê min de man. Gelo çi bi wê jinê bû? Ez her tim lê her tim wê pirsê ji xwe dikim... Bila ev bûyer bi serê tu kesî neyên. Ew dem, demên xerab bûn...” 
 
MA YÊN JI XWE RE DIBÊJIN MIROV WIHA DIKIN?
 
Polat, dibêje ku di her kêliyê de sedema xerabiyê pirsiyaye. Ev lêpirsîna Polat, gotina felsefevan Hannah Arendt a “Gelemperiya xerabiyan, karê wan mirovan in ku tu caran derheqê başî û nebaşiyê de serê xwe neêşandine” tîne bîra mirov. Polat, pirsên weke “Çima wiha kirin, ma yên ji xwe re dibêjin mirov tiştekî wiha dikin?” kir û wiha domand: “Carnan jî pir difirkirim û dipirsim; gelo ev kîjan mirov bûn? Wisa xuyaye ku mirovên bêdîn û bêîman in. Mirovên bêkitap bûn. Ma feqîr û hejaran çi kiribû, ma wan zarok û jinan çi kiribû? We çi ji wan jin û zarokan dixwest? Gelo ma ev mirov bûn? Wisa xuyaye ku insan nebûn. Tu kes vê lêkolîn nake. Kê ew ferman dabû wan? Wê demê jî Ataturk û Îsmet Inonu hebûn. Wan îmze kiriye. Dêrsimê xwe komî ser hev dikir, em kuştin. Qedera Dêrsimê jî girêdayî wê kirin. Gelo sedem çi bû? Tevahiya wî erz û eyalan kuştin, îşkence li jinan kirin. Îşala ew roj êdî qet neyên.”
 
‘ME NANÊ XWE PARVE DIKIR’
 
Polat, tevî dayik û xwişk-birayên xwe xelas bû. Polat, got ku di demên piştre de gelek zehmetî kişandine û wiha qala wan rojan dike: “Bavê min kuştin. 4 zarok ketin lepên dayika min. Em vegeriyan gundê xwe, baxçeyê xwe nexwe dê me jî bikujina. Dayika min çi ji destê wê hat kir û nehişt em birçî bimînin, li cem me ma. Ji me yekî mal gêz dikir, yek diçû şîr, yekî cil dişûştin. Me bi vî awayî hev îdare kir. Tiştekî hindik nebû. Dayika min li cem me bû. Me nanek dikir du parçe, ji me her yekî kerek didayê. Em wiha mezin bûn. Em çûn ber dewaran, çûn deştê. Ji bo parçeyeke nan me her tişt kir.” 
 
‘ZILMEKÎ PIR MEZIN BÛ’
 
Polat, dibêje “Tu kesên ji wê komkujiyê xelas bûn niha sax nemane” û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Tu kes nema. Carnan dema derdikevim, duayan dikim. Pirsa ‘te çima hiştim’ dikim. Carnan di danê sibehê de radibim û derdikevim. Ji Xwedê dipirsim; ‘Tu çawa van bi serê min tînî? Tu çima min nabî?’ Tu kes ji wê komkujiyê xelas nebû. Çendek kesan xwe veşartine. Zilmekî pir mezin bû.” Dema van gotinan dike jî xwe li ber nagire û hêsirên wê dibarin. 
 
‘XWEZIYA MIN BAVÊ XWE HEMBÊZ BIKIRA’
 
Di berdewamê de Polat anî ziman ku bavê xwe gelek mereq dike û pir bêriya wî dike. Polat, wiha got: “Min bavê xwe nedît. Çawa birin, çawa kuştin, çawa defin kirin, nizanim. Ez bavê xwe gelek mereq dikim. Gelo mirovekî çawa bû. Xweziya bavê min sax bûya û min ew hembêz bikira. Ma dê çi bûbûya?” 
 
‘DIVÊ DEWLET LÊBORÎNÊ BIXWAZE’
 
Dayika Gullu bi sedema ku bûyer baş nayên bîra wê dikeve şermê, lêborînê dixwaze. Polat, dixwaze ku dewlet ji wê lêborînê bixwaze û axaftina xwe wiha diqedîne: “Divê ji ber van tiştên bi serê me hatine dewlet ne carek an jî du caran, divê sê caran lêborînê bixwaze.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

05/05/2023
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan