Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Amed û Enqere bûye navendên operasyonên binçavkirn û girtinê yên li dijî rojnamevanên kurd. Di 11 mehên dawî de li Amed û Enqereyê 34 rojnamevanên kurd hatin girtin. 
 
Bi nêzîbûna hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê re zext, êriş, binçavkirin û girtina li dijî rojnamevanên kurd jî zêde bûn. Ev demek dirêje Amed û Enqere bûne navenda birêvebirina operasyonên binçavkirinê û girtina rojnamevanên kurd. Di operasyonên binçavkirinê de di 25’ê nîsanê de li Amedê û di 29’ê nîsanê de li Enqereyê bi sedan kes hatin binçavkirin. Di her du operasyonan de 56 kes bi îfade ango beyanên şahidên navên wan eşkere û şahidên veşarî hatin girtin.  Bi girtina rojnamevanên kurd ên dawî re di nav 11 mehan de hejmara rojnamevanên kurd ku hatin girtin derket 34’an. 
 
16 ROJNAMEVANÊN KURD HATIN GIRTIN 
 
Serdozgeriya Komarêya Amedê di 8’ê hezîrana 2022’yan de li dijî çapemeniya azad a kurd operasyona binçavkirinê da destpêkirin û polîsan bi ser avahiyên JINNEWS, şîrketên produksiyonê yên Pel, Piya û Arî de girtin. Di serdegirtinan de hemû alavên dîjîtal hatin desteserkirin. Her wiha polîsan avêt ser mala xebatkarên van saziyan û rojnamevanan jî.
  
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, polîsan di 8’e hezîrana 2022’yan de bi ser malan de girt û 20 jê rojnamevan bi giştî 22 kes kirin binçavan. Rojnamevan 8 rojan di bin çavan de hatin ragirtin û di 16’ê hezîranê de birin Edliyeya Amedê. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û edîtorê Xwebûnê Zeynel Bulut, rojnamevan Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Rojnameger Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin û Kadîr Bayram û welatiyên bi navê Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Li gorî îdiayê ji ber rojnamevanan bi çavkaniyên nûçeyan re hevdîtin kirine, bernameyên televîzyonan çêkirine, pirsên di nûçeyan û bernameyan de kirine wek hinceta girtinê hatine nîşandan. Dorpêça polîsan a li ser şirketên produksiyonê yên Piya û Arî 32 rojan dewam kir û lêgerîn lê hat kirin. 
 
ÎDIANAMEYA ‘BÊDELÎL’ 
 
Îdianameya derbarê 15 jê girtî 18 rojnamevanan de 10 meh şûn ve hat amadekirin. Îdianame ji 728 rûpelan pêk tê. Di îdianameyê de dîmenên arşîvê yên produksiyonan, wêne û dîmenên ji bo bernameyan ji înternetê daxistine, pirtûk û rojnameyên hatine desteserkirin, pereyê ji bo bernameyan hatine razandin kirine mijara tawanbariyê. 
 
Dosyeya rojnamevana girtî Safiye Alagaş û rojnamevan Gulşen Koçûk a negirtî ji dosyeya rojnamevanên din hatiye veqetandin. Her wiha Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî di îdianameya giştî de cih negirtin. 
 
15 jê girtî 18 rojnamevan dê di 11’ê tîrmehê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derkevin pêşberî dadger. 
 
OPERASYONA KU NAVENDA WÊ ENQERE BÛ 
 
Di 25’ê cotmeha 2022’yan de operasyonek nû ya duyemîn hat lidarxistin. Di heyama ku bikaranîna çekên kîmyewî yên li Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve di rojevê de bû operayona binçavkirinê ku navenda wê Enqere bû li 9 bajaran hat kirin. Polîsan bi ser malên xebatkarên çapemeniya azad a kurd ve girtin û avêtin ser buroya Ajansa Mezopotamya (MA) ya Enqereyê û avahiya Produksiyona Arî. Materyalên dîjîtal ên rojnamevanan hatin desteserkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Enqereyê de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Zemo Aggoz, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Selman Guleryuz, Emrûllah Acar û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ku girtî ne û Mehmet Gunhan ku demekî kin li buroya MA’yê ya Enqereyê weke stajyer xebitî bû hatin binçavkirin. 9 rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di 29’ê cotmehê de hatin girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê. Aggoz jî bi şertê “Hefsa malê” û Gunhan jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. 
 
Di çarçoveya heman operasyonê de xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Hamdullah Bayram jî di 21’ê adara 2023’yan de hat girtin û şandin girtîgehê. 
 
Di roja 11 rojnamevanên kurd hatin binçavkirin de nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî li Amedê di serdegirtina mala ajansê de hat binçavkirin û di çarçoveya dosyeyek din de hat girtin. Derya Ren li Girtîgeha Amedê ya Jinan girtî ye. 
 
Gelemperiya îdianameya ku 3 meh û nîv piştre hate amadekirin, ji 149 nûçeyên di MA’yê de hatine weşandin pêk tê. Dozger li gel nûçeyan, her wiha îfadeyên rojnamegeran, encamên lêkolînên materyalên dijîtal ên hatin desteserkirin û qeydên HTS’ê weke delîl nîşan da. 9 rojnamevan dê di 16’ê gulanê de derkevin pêşberî dadger. 
 
5 ROJNAMEVAN JÎ DI NAV DE 51 KES HATIN GIRTIN 
 
Piştî neh dem mehan vê carê dîsa navnîşan û navenda operasyonê bajarê Amedê ye. Beriya hilbijartinên di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin, operasyona navenda wê Amed bû li 21 bajaran hat lidarxistin. Di çarçoveya vê lêpirsîn ango operasyonê de rojnamevan, hiqûqzan, hunermend, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl jî di nav de 145 kes di 25’ê nîsanê de hatin binçavkirin. Ev kes di çarçoveya îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik de ku li ser wan dabû, hat binçavkirin. Polîsan bi ser malan û saziyan de girtin. Derbarê 216 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. 145 kes hatin binçavkirin. 5 jê rojnamevan 51 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û 94 kes jî hatin berdan. 
 
Di çarçoveya lêpirsînê de edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok, nûçegihanê MA’yê Mehmetşah Orûç, Nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer, rojnameger Remzî Akkaya û Mîkaîl Barut bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
 
Di heman operasyonê de Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, nûçegihanê MA’yê Ahmet Kanbal, rojnamevan Salîh Keleş, Kadîr Bayram û Mehmet Yalçin jî hat berdan. 
 
YILMAZ Û MUFTUOGLÛ HATIN GIRTIN 
 
Piştî operasyona li Amedê 5 roj şûn ve vê carê jî navenda operasyona binçavkirinê Enqere bû. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsînek da destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav de 19 kes hatin binçavkirin. 
 
Rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû jî di nav de 5 kes hatin girtin. Balkêş e ku Yilmaz û Muftuoglû di 3’ê Gulanê Roja Cîhanê ya Azadiya Çepemeniyê de hatin girtin. 
 
‘PERGALA RÊBIR 10 ROJ ŞÛNVE DIQEDE’ 
 
Rojnamevan Sedat Yilmaz li korîdora edliyeyê bertek nîşanî biryara girtinê da û wiha got: “Pergala rêbir wê 10 roj şûn ve biqede, li ber hilweşandinê ye.” 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/05/2023
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan