Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve

ERZIROM - Partiya Çepên Kesk li Xinûsê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mitîngê de axivî, bal kişand ser bavê ku hestiyên kurê xwe di tûrekî de hilgirtin û wiha got: “Ji bo ku ev zilm bi dawî bibe, xelkê Erziromê ji bo heqê apê Alî Riza dê xwedî vîna xwe derkeve.” 
 
Partiya Çepên Kesk li navçeya Xinûs a Erziromê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng li dar xist. Gelek kesên ji navenda Erziromê û navçeyên Qereyazî, Tatos û Qereçobanê jî tev li mitîngê bûn. Mitîng, li Qada Cumhuriyetê hate lidarxistin û gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Mitîng, bi stranên hunermendên herêmî dest pê kir. Bi hezaran kesan heta demekî dirêj li ber stranan xelekên govendê gerandin. 
 
BEŞTAŞ LI SER TELEFONÊ TEV LI BÛ
 
Mitîng, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî Hevserokê HDP’a Erziromê Muammet Duman û namzetên Partiya Çepên Kesk girse silav kirin. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş jî li ser telefonê bi zindî tev li mitîngê bû. Beştaş, di axaftina xwe de wiha got: “Girseya kom bûyî ji me re dibêje ku Erziromê biryara xwe daye. Erzirom, êdî ji dijminatiya li kurdan û înkarê re dibêje ‘na.’ Em ê dengê Erziromê li temamiya Tirkiyeyê belav bikin û vîna gelê me nîşan bidin. Em ê vî bajarî bi hev re biguherînin.” 
 
SAKIK: EM Ê TECRÎDÊ TÊK BIBIN
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik jî di mitîngê de ev tişt anî ziman: “Piştrast bin ku em ê bikarin ji vir 3 parlamenteran jî derxînin. Em ê ji Xarpêt û Meletiyê jî parlamenteran derxînin. Em ji bo azadiyê li qadan e. Em ê deriyê tecrîda li Îmraliyê bişikînin. Di serî de hevalên me yên di girtîgehan de, dê bi dehhezaran hevalên me azad bibin. Gelê kurd êdî li ser vê xakê şer, pevçûn û rageşiyê naxwazin. Kurd, muzakereyê dixwazin. Em dixwazin rewşeke wisa biafairînin ku êdî kurd, tirk û tu kes nemire.” 
 
BULDAN: EM Ê BI 100 PARLAMENTERAN BIKEVIN MECLISÊ
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî. Buldan, got ku li her deverê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku weke Partiya Çepên Kesk em ê guherîn, veguherîn, edalet, aştî, aramî û refahê li her devera Tirkiyeyê belav bikin. Em ê bi hejmareke zêde bikevin meclisê. Êdî Partiya Çepên Kesk di wê astê de ye ku bi 100 parlamenteran bikeve meclisê. Ji ber ku ev rewş vê nîşan dide. Bi jin, ciwan, kal û pîr, bi tirk, kurd, elewî û sûniyên xwe, hemû kesên rastî cihêkariyê tên, yên rastî tundî û zextê tên biryara xwe dane. Dê Partiya Çepên Kesk bi ser 100 parlamenteran re bişîne meclisê. 
 
EM Ê TIFAQA ZILMÊ DI SINDOQÊ DE BIHÊLIN
 
Her devera em diçinê dibêjin ku dengek ji bo Partiya Çepên Kesk, dengek jî ji bo têkbirina faşîzmê. Ji ber ku kesên li vî welatî faşîzmê têxin meriyetê diyar in. Yên ku kurdan înkar dikin, yên mafê hemwelatiya wekhev a elewiyan binpê dikin diyar in. Yên ku cînayetên jinan, yên tundiyê li jinan dikin û yên zextê li jinan dikin diyar in. Îktîdarek li pêşberî me heye ku keda jinan dixwe, pêşeroja ciwanan û xeyalên wan têk dibe. Em ê vê tifaqa zilmê ya AKP-MHP’ê ya 21 sal in didome, di 14’ê Gulanê de hilweşînin. Em dizanin ku gelemperiya ciwanên li vê derê bêkar in. Ciwanên vê derê ji bo peydakirina kar diçin bajarên rojava. Ciwanên Xinûs, Tatos, Qereçoban û Qereyaziyê nikarin li ser xaka xwe kar peyda bikin. Lewma ji bo debara xwe diçin rojava. Gelo ma xelkê Erziromê vê heq dike? Hevalên min ên erziromî; hûn vê heq nakin. Ji bo guherandina jiyana ku îktîdara AKP’ê hêjayî ciwanan dibîne, divê em di 14’ê Gulanê de AKP’ê li Erziromê bikin partiya tabelayê. Ev yek peywira rêhevalên min e.
 
REZERVA ESASÎ DI BIN WÊ QESRÊ DE YE
 
Dibe ku navê wê Partiya Edalet û Pêşketinê be lê bi vê nexapin. Em dizanin ku hemû bêedaletî vê partiya navê edaletê li xwe kirye anîne. Di navê wê de pêşketin heye lê tenê Çeteyan 5’an û alîgirên xwe pêş dixe. Bi xema wê nîne bê ka xelkê Erziromê çi dijî û çi difikire. Xelkê Erziromê ji pacên qesrê xuya nake. Di hemû serdemên hilbijartinan de bi derewên nû derdikevin pêşberî gel û ji gelên Tirkiyeyê deng dixwazin. Niha jî derewan dikin û dibêjin li Cûdî petrol dîtine. Vê jî weke sozeke derew pêşkeşî gel dikin. Hûn dizanin rezerva esasî li ku ye? Di bin wê qesrê de ye. Çavkanî di esasê xwe de di bin wê qesra bi milyar dolaran hatiye çêkirin de ye. Dê di 14’ê Gulanê de ampûlên wê qesrê vemirin. 
 
HÛN VÊ XIZANTIYÊ HEQ NAKIN
 
Em dizanin ku esnaf, karker û cotkar heta qirikê ketine nava deynan. Esnafên Xinûsê heta êvarê hêj sîfteh nekirî vedigere mala xwe. Hemû kes deyndar kirin, deyndarî xwe kirin û ji bo kesên li banqeyên dewletê dinihêrin deyndar kirin. Ji ber barê deynan, xelkê berê xwe da qertên krediyê. Welatekî bifikirin ku xizanî û hejarî dibe para gel û çavkanî dibin para wan. Ne hûn û ne jî em vê şêweya jiyanê heq nakin. Ji bo gelê me di nava edalet, aştî, aramî û refahê de bijî em derketin rê. Meşa didome. Gotin, biryar, mohr ya we ye, Partiya Çepên Kesk a we ye. Dê xelkê Erziromê xwedî li namzet û partiya xwe derkeve. Ji bo Erziromê parlamenterek tenê bes nake. Gavek berê hevalên me yên namzet li ser dikê bûn. Hûn tevekan jî nas dikin. Ji bo ku hejmareke zêdetir a nûneran li vî bajarî biçe meclisê, divê hûn bêhtir bixebitin û ev yek berpirsyartiya we ye. 
 
ERZIROM DÊ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE
 
Hem baweriya min bi we tê hem jî ji we biewle me. Dizanim ku hûn dê bi ser kevin. Hûn dê mizgîniya herî xweşik bidin me. Heke em xemsariyê bikin û qadan vala bihêin, dê hin kesên din van valahiyan dagirin. Divê bi jin, ciwan, kal û pîran em tevek bi şev û roj bixebitin, li hemû deriyan bixin, bi her destî bigirin û wan qaneh bikin. Em ê Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin. Ji bo ku ev zilm, ev barbarî, ev rejîma yekzilamî bi dawî be, ji bo heqê apê Alî Riza (Cenazeyê kurê wî Hakan Arslan ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû di tûrekî de jê re hatibû radestkirin), dê xelkê Erziromê xwedî li vîna xwe derkeve. Ev zilm ne tenê li apê Alî Riza hate kirin, ev zilm li temamiya gelê kurd hate kirin. Ya ku ji serdema Şêx Seîd heta niha li zarok û neviyên wan tê kirin, zilm e. Ev welat êdî xwedî wê hêzê ye ku ji zilm, zext, tundî, şer û pevçûnan re bibêje bes e. Lewma tercîha we pir girîng e. Hûn dê yan tarîtî, polîtîkayên şer û faşîzmê hilbijêrin an jî ronahî polîtîkayên aştiyê û demokrasiyê hilbijêrin. Lê ez di wê baweriyê de me ku dê li tevahiya Tirkiyeyê bayê aştiyê bigere, bayê demokrasiyê bigere û dê ev ba li parlamentoyê bi cih bibe.” 
 
Mitîng, bi guhdarîkirina stranên Dengbêj Xalîdeyê bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

05/05/2023
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan