Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KCKD’ê û namzetê Partiya Çepên Kesk Berdan Ozturk diyar kir ku Ocalan îradeya bi milyonan kesî ye û got: “Tecrîdkirina Ocalan di heman demê de tecrîdkirina jiyana bi rûmet û demokrasiyê ye.” 
 
Namzetên Parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê li navenda Amedê, gundan û navçeyan xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomînin. Hevserokê Kongreya Demokratîk (KCD) û namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk û şandeya li gel xwe serdana navçeya Hênê kir û li dikandaran geriya û bi gel re civiya. 
 
Şande bi konvoyê ji aliyê şêniyên navçeyê ve hat pêşwazîkirin û xelkê kêfxweşiya xwe nîşan da û dirûşm berz kirin. Ozturk û şandeya li gel xwe serdana dikandaran kirin û paşê li qahwexaneyek bi gel re civiya.
 
Di civîna gel de namzetê Amedê Samet Menguç ewilî axivî û bal kişand ser komkujiyên li ser kurdan pêk hatine û hê jî tê xwestin kurdan qir bikin. 
 
ÊRIŞÊN LI SER KURDAN
 
Hevserokê KCD’ê û namzet Berdan Ozturk jî bal kişand ser zextên 8 sal in li dijî gelê kurd pêk tên û got: “Li çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdan êrişên tunekirinê hene. Dixwazin ku kurd serê xwe bitewînin. Kurdên sertewandî dixwazin. Kurdên bêîrade dixwazin. Le ev ne mimkûn e.”
 
'OCALAN ÎRADEYA BI MILYONAN E’ 
 
Ozturk bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 2 sal in agahî jê nayê girtin û wiha got: “Birêz Ocalan pêvajoyek da destpêkirin, di wê pêvajoyê de pozê kesekî jî xwîn nebû. Kurd şer naxwazin. Kurd dixwazin li ser axa xwe biz iman û çand û nasnameya xwe bijîn. Peymana Dolmbahçeyê xera kirin. Di 5’ê nîsana 2015’an de tecrîda girankirî danîn ser birêz Ocalan. Di heman demê de şerek dijwar dan destpêkirin. Lê wê ev tecrîd û şerê wan bi ser nekeve û negihîje encamê.  Birêz Ocalan îradeya bi milyonan kesî ye. Tecrîdkirina Ocalan di heman demê de tecrîdkirina jiyana birûmet û demokrasiyê ye.”
 
Ozturk xwest her kes li dijî faşîzmê hişyar be û dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk û Kemal Kiliçdaroglû. 
 
PASÛR 
 
Namzetên Amedê Adalet Kaya û Serhat Eren jî bi şandeyekê çûn navçeya Pasûra Amedê û serdana dikandaran kirin. Namzet tev li hevdîtina bi gel re bûn. Her wiha namzetan belavokên beyananameya partiya xwe li xelkê belav kirin. 
 
ENQERE 
 
Namzetê parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Heram 1’emîn ên Enqereyê jî li Guvenparkê standa hilbijartinê vekirin. Ciwanan û jinan bi baldarî li ber standê kom bûn. Turîstên biyanî jî hatin ber standê û agahî wergirtin. Welatiyan da zanîn ku ew ê dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
 

Sernavên din

05/05/2023
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan