Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin

 
BEDLÎS - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mitînga Partiya Çepên Kesk a li Bedlîsê de axivî û wiha got: “Ji gelê kurd ê li hemberî zextan serî natewîne, ji sekna wan a birûmet ditirsin.” 
 
Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna hezaran kesan li Bedlîsê mitîng li dar xist. Xelkê bajar bi dirûşman hate qada mitîngê ya li navenda bajar û li ber stranan xelekên govendê gerandin. Ji ewil namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên bajar derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştre jî Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar derket ser dikê û axivî. 
 
‘BEDLÎS AMADE YE KU VÊ ÎKTÎDARA ZILMÊ TÊK BIBE’
 
Sancar, diyar kir ku xelkê Bedlîsê amade ye ku vê îktîdara zilmê têk bibe û wiha got: “Bedlîs amade ye ku bi Partiya Çepên Kesk nûnerên xwe bişîne meclisê. Em ji bo guherîn, demokrasî, aştî, azadî, edalet û wekheviyê tên. Em ji vir wê silava sekna bibiryar û bihêz a Bedlîsê dişînin temamiya Tirkiyeyê. Em, xebatên xwe yên hilbijartinê bi gel re dimeşînin. Em serfiraz in ku bi pêşengtiya ciwan û jinan dimeşin. Li hemberî tifaqeke xerabiyê heye. Tifaqa AKP-MHP’ê kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi rêya zilm, zordestiyê dimeşîne. Her roj operasyonan dikin. Zextê li çapemeniyê dikin. Kedkarên Çapemeniya Azad binçav dikin, digirin. Dibêjin qey dê li vir û her çar aliyên welêt gel bi vê rêbazê bêdeng bikin. Lê xwe dixapînin. Çi bikin jî em li vir in û dengê xwe didin bihîstin. Bila herî zêde jî qesr bibihîse. 
 
OPERASYONA LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD
 
Duh, Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bû. Îro dîsa li dijî kedkarên çapemeniyê operasyon kirin. Kedkarên Çapemeniya Azad tên girtin, hevalên me yên partiyê digirin û hewl didin kampanyaya me asteng bikin. Çima ewqas operasyonan dikin? Ji ber ku dizanin ku hêz û îradeya guherînê li vir e. Yên ku dê pêşeroja Tirkiyeyê ava bikin, em in. Dê bi piştgiriya we, Partiya Çepên Kesk bike. Ji we ditirsin, ji gelê kurd ê serî li ber zextan natewîne û ji sekna wan a birûmet ditirsin. Dizanin ku hêza dê dawî li vê saltanatê, li van dizî, pergala rizî û polîtîkayên şer bîne em in, têkoşîna bibiryar a gel e. Lewma êrişan dikin lê ev hewldan vala ne. Bi dehan salane bi heman rêbazan êrişan dikin lê me tu carî xwe ji rêya xwe şaş nekir. Hevalên me hatin girtin, operasyonên darbeyê kirin, rêhevalên me weke dîlgirtiyên siyasî di girtîgehê de radigirin lê yek ji me diçe û bi hezaran tên şûna wan. 
 
NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD SEDEMA HEBÛNA WAN E 
 
Em ê di 14’ê Gulanê de îktîdara AKP-MHP’ê bişînin sergoya dîrokê. Piştre jî weke hêza ku ev pergal guherandî, em ê li meclisê bi awayekî herî xurt cih bigirin û dê rêya aştî, demokrasî, azadî û edaletê bo vî welatî vekin. Em ê biguherînin. Dê aştî û demokrasî bi me re bê. Îktîdar, ji bo xwe li ser pêyan bigire serî li polîtîkayên şer û dijminatiyê dide. Neçareserkirina pirsgirêka kurd, weke rêya sereya ya domandina hebûna xwe dibînin. Lê em vê jî vala derdixînin. Em ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser bikin tên. Me ji bo welatekî demokratîk, ji bo çareseriyeke mayînde û ji bo aştiya mezin soz da. Lewma divê em di 14’ê Gulanê de Partiya Çepên Kesk bi awayekî herî xurt bişîne meclisê. Banga me ya ji bo temamiya gelê me ev e; Bedlîs jî dê mînaka vê ya herî delal bide. Banga min ji bo xelkê Bedlîsê ew e ku di vê hilbijartinê de dengê xwe du qet zêdetir bikin û her 3 parlamenteran jî bişînin meclisê. 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER 
 
Sedema bingehîn a xizaniya li welêt, polîtîkayên şer e. Her roj pesnê xwe ji bo razemeniyên bo polîtîkaya şer dikin didin. Namzetê serokkomariyê yê AKP’ê profîlê xwe guherand û sembolên şer bi cih kir. Anku tenê tişta ku hêviya xwe pê ve girê dane polîtîkayên şer e. Yên ku vî welatî wêran dike, yên ku rê li ber mirinan vedike û pariyê nanê me xesp dike, ev polîtîkayên şer in. Neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Ji bo bidawîkirina xizaniyê, ji bo kesek nemire divê pirsgirêka kurd teqez bi rêyên demokratîk were çareserkirin. 
 
REWŞA ESNAFÊN DIKANÊN WAN XERA BÛNE 
 
Ev du sal in li vê derê dikanên esnafan hatin xerakirin, hatin îstîmlaqkirin. Gelo ev esnaf ev 2 sal in debara xwe çawa dike, çawa dijî ev yek qet bi xema îktîdarê nîne. Berevajî vê, esnaf terkî xizanî û birçîtiyê kirin. Ev bû 2 sal ku ev kavil li şûna xwe disekinin. Dê esnafên me, gelê me hesaba vê ji îktîdarê bipirse. Xelkê Bedlîsê tûtinê weke çavkaniya debara xwe diçîne. Lê cotkarên tûtinê mexdûr kirin. Gelo dê Bedlîs debara xwe çawa bike, dê pariyê nanê xwe bi dest bixe, ev yek bi xema wan nîne. Tekane tişta bi xema wan, saltanata wan, rant û dizî ye. Li Enqereyê qesrek ava kirin, ev bi têrî wan ekir ku li Stenbolê jî ava kirin, ev jî besî wan nekir ku îcar li Marmarîsê ava kirin. Weke ku ev jî ne besî wan bin, îcar li Xelat a Bedlîsê ava kirin. Ew li qesran dijîn. Yên ku li qesran dijîn nikarin derdên we fêm bikin. Nikarin pirsgirêkên gel çareser bikin. Yên ku bi gel re, di nava gel de siyasetê dikin dikarin pirsgirêkên gel çareser bikin ku ew jî Partiya Çepên Kesk e. 
 
HEWL DIDIN HEWAYÊ TIRSÊ BIAFIRÎNIN
 
Îktîdara AKP-MHP’ê temamiya derfetên dewletê bi kar tînin û xebatên hilbijartinê wisa didomînin. Pereyê gel li dijî gel bi kar tînin, li wan heram be. Wekî din jî bi derewan dimeşînin. Her roj bi rêya propagandayê derewên xwe li çar aliyên welêt belav dikin û hewl didin hewayekî tirsê ava bikin. Wezîrê karên hundir Soylu 14’ê Gulanê weke roja darbeyê pênase dike. Heke hindik be jî heysiyeta wî hebûya dê ji wezîrtiyê îstîfa bikira. Madem nake, wê demê em ê ji wir bînin xwarê. Em ê hem wî hem jî mezinên wî ji wir bişînin. Dê hesaba sûcên wan jê bipirsin. Dixwazin hewayê tirsê belav bikin û bi rêya tirsê gel bêzar bikin. Lê qet guh nedin van hewldanên wan. Her tiştekî vî welatî dizîn. Bi rêya qeyûman îradeya me xesp kirin. Êdî dema wê hatiye ku em vê polîtîkaya qeyûman bişînin sergoya dîrokê. Dema wê hatiye ku em îradeya gel dîsa bikin îktîdar. Baş dizanin ku dê winda bikin lewma hewl didin tirsê belav bikin. Lê ya ku dê bi wan bide windakirin, sekna mezin û bibiryar a gelê kurd û sekna gelê kurd a bi tifaqên xwe re ye. Me Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd ava kir. Me tifaqa herî mezin jî bi gel re ava kir. Em bibin yek û destûrê nedin ku tu kes vê yekitiya me xerab bike. Em vê pergalê biguherînin û vê îktîdarê têk bibin. 
 
XIZANIYÊ NABÎNIN
 
Bajarên herî xizan, bajarên Kurdistanê ne. Li Xelatê qesrê çêdikin. Şert û mercên giran ên xizaniya Bedlîsê nabînin. Sedema vê jî zîhniyeta wan e. Wan, Colemêrg, Şirnex û hemû bajarên kurdan ji hêla aborî ve di rêzên dawî de ne. Bedlîs ji nava 81 bajaran di rêza 76’an de ye. Anku yek ji bajarên ku xizanî herî zêde lê heyî jî Bedlîs e. Gelê kurd vê yekê heq nake û em ê vê biguherînin. Em ê refah ûı wekheviyê bi hev re bînin vî welatî. Xizanî û hejarî qeder nîne. Heke li welatekî beşekê civakê di nava xizaniyeke mezin de be, sedema vê ew e ku beşeke din pir dewlemend e. Ji ber ku hinek kes dest datînin ser çavkaniyên welêt, bi milyonan kes birçî dimînin, xizan dibin. Guherandina vê pergala kedxwar a bêedalet, peywira me ye. Em ê vê pergalê biguherînin, vê pergala talan û şêlandinê, vê pergala rizî ya xwe dispêre ranta şer bi hev re biguherînin.  14’ê Gulanê ji bo guherîna mezin qonaxeke girîng e. Em ê bi dengên xwe, bi biryardariya we dê rêya ronahiyê vekin. Em ê di 14’ê Gulanê de dawî li tarîtiyê bînin û çiraya gelan vêxin.” 
 
Piştî axaftina Sancar, hunermend derketin ser dikê û stranên xwe pêşkeş kirin. Gel li ber stranan xelekên govendê gerandin û mitîng bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

05/05/2023
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan