‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’

img
STENBOL - Rojnameger Ayşe Duzkan û Nazan Ozcan bertek nîşanî bêdengiya li hemberî girtin û binçavkirina rojnamegearn dan û wiha gotin: “Ne tenê ji ber ku hempîşeyên me ne lewma, ji bo ewlehiya hilbijartinê jî divê em xwedî li wan derdikevin.” 
 
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî ku dê di 14’ê gulanê de bên lidarxistin demekî kin ma. Bi nêzbûna hilbijartinan re pêla girtin û binçavkirinan jî zêde bû. Derdora herî zêde ji vê dorpêça darazê bibandor dibe jî rojnameger in. 
 
DI 11 MEHAN DE 34 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN 
 
Di encama lêpirsînên navendên wan Amed û Enqereyê yên di sala 2022’yan de 26 rojnameger hatin girtin. Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren ku di van dîrokan de hatibû binçavkirin, ji ber biryara girtinê ya teqez, hate girtin. Tevî ku bi ser re ewqas dem derbas bûye jî hêj jî rojnameger derneketine dadgehê. Di encama serdegirtinên dawî de jî 8 rojnameger hatin girtin. 
 
DI OPERASYONÊN NAVENDÊN WAN AMED Û ENQEREYÊ DE 7 HATIN GIRTIN 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya beriya hilbijartinê de siyasetmedar, hiqûqnas, hunermend û rojnameger jî di nav de bi giştî derheqê 216 kesan de biryara binçavkirinê hate dayîn. Di encama serdegirtinên di 25’ê nîsanê de 145 kes hatin binçavkirin û ji van 51 jê hatin girtin ku ji wan 5 jê rojnameger bûn. 
 
Di demeke ku bertekên li dijî girtin û binçavkirinan didomiyan de îcar jî di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftugolû û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz hatin binçavkirin. Muftuoglû û Yilmaz di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 
 
DI OPERASYONA NAVENDA WÊ STENBOLÊ DE KESEK HATE GIRTIN 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsan di 30’ê nîsanê de bi ser malan de girt û Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Nadiye Gurbuz binçav kir û di 4’ê gulanê de hate girtin. Bi vê yekê re di nava 11 mehan de 35 rojnameger hatin girtin. Li hêla din di nava van 11 mehan de bi sedan siyasetmedar û ciwan hatin binçavkirin û girtin. 
 
Nivîskar Ayşe Duzkan û rojnameger Nazan Ozcan bertek nîşanî girtin û binçavkirina siyasetmedar, hiqûqnas, hunermend û rojnamegeran dan. 
 
BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYA MUXALEFETÊ DA 
 
Duzkan, girtin û binçavkirinên ji 25’ê nîsanê ve weke “Xebata hilbijartinê ya AKP-MHP’ê” nirxand û wiha got: “Hewldaneke li dijî têkoşîna li dijî mêtingeriyê ye. Di vê qonaxê de hinek cudahî heye; êrişeke li dijî ewlehiya hilbijartinê heye. Di heman demê de êrişeke li dijî mafê agahîgirtinê ya gel e. Girtina parêzeran, êrişeke li dijî ewlehiya hilbijartinê ye. Li vir tişta ecêb ew e ku ev kesên bi girtin û binçavkirinê mafê wan ê bijartinê hatiye binpêkirin di hilbijartina serokkomariyê de dê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû lê ji CHP’ê yek deng derneket. Tifaqa Ked û Azadiyê jî bi qasî dihat xwestin bertek nîşan neda. Diviya bû bertekeke zêdetir bihata dayîn. Bertekên tenê li ser twîtterê bes nînin. Divê xwedî li binçavkiriyan derkevin. Ne tenê ji ber ku hempîşeyên me lewma lê xwedî derdikevin. Di heman demê de ji bo ewlehiya hilbijartinên welêt jî em xwedî lê derdikevin. Berteka DÎSK Basin-Îşê girîng e lê bêbertekiya rêxistinên pîşeyî û rojnamegerên di medyaya muxalîf de dixebitin cihê rexnê ye. Ev bertek nayê fêmkirin.” 
 
AKP TOLÊ HILTÎNE
 
Rojnameger Nazan Ozcan jî diyar kir ku AKP’ê nekarî piştgiriyê ji kurdan bigire û bi girtin û binçavkirinan hewl dide tolê jê hilîne. Ozcan, axafina xwe wiha domand: “Hewl didin hemû komên pîşeyî yên mafên kurdan diparêzin bêdeng bikin. Lê ma dê çiqas bikarin? Gelê kurd tenê ji parêzer û rojnamegeran pêk nayê. Bi milyonan kurd hene. Lewma kiryarên wan rê li ber bertekên mezintir vedikin. Di tevahiya serdema AKP’ê de li ser rojnamegeran zext kêm nebûn. Ji sedî 95’ê medya û xebatkaran xwe daye gel îktîdarê. Beşekê jî xwe daye aliyekî, dengê xwe kêm dikin û dixebitin. Yên din jî rastî zextên giran tên. Dema em ji hêla pîşeyî vê lê dinêrin, rojnameger ‘dengê bêdengan e.’ Lewma divê ev beşa ji sedî 5 dengê xwe bilindtir bike. Em dibînin ku ev beş hinek westiyayî xuya dike. Lê divê em vê li ser xwe biavêjin. Ji ber ku tişta faşîzm dixwaze jî ev e. Exlaqê me yê pîşeyî jî ji me dixwaze ku em dengê xwe derxînin.” 
 
DÊ TÊKOŞÎN BIDOME
 
Herî dawî jî Ozcan wiha got: “Heta ku rojnamegerên girtî tên berdan em ê dengê xwe bilind bikin û li mafên wan xwedî derkevin. Bi saya wêneyên rojnameger Abdurrahman Gok derket holê ku Kemal Kurkut ‘terorîst’ nîne. Anku ev mirov ji ber xwe ve nayên girtin. Ji ber ku tiştekî rast dikin û derewên îktîdarê li rûyê wan didin lewma tên girtin. Dibe ku hejmara me pir kêm be lê em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

07/05/2023
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin
09:42 Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
09:37 Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin
09:29 Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
09:22 Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e
09:03 Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye
09:02 Li Botanê saziyên dewletê ji bo AKP'ê seferber bûne
09:01 'Ji bo parastina sindoqan bibin muşahid'
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN
06/05/2023
22:33 Li Hatayê qeza: 12 kes mirin
21:15 Ûçar: Em ê dengê xwe bidin dara xwe ku me ew bi têkoşîna mezin kiriye
20:05 Banga ji bo mîtînga Sêrtê
19:57 Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn dest pê kir
19:09 Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
19:00 Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî
18:16 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
17:05 Ji bo mitînga Erdogan a li Mêrdînê ji şaredariyê re ferman hate şandin
17:00 Li Tekîrdagê 4 kes li ser îtîrazê hatin tehliyekirin
16:49 Li Botanê coşa hilbijartinê: Em di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan
16:44 Gezmîş, Aslan û Înan li Enqereyê hatin bibîranîn
16:43 Xwendekarên lîseyê ji bo piştgiriya herêmên erdhejê kermes çêkirin
16:34 Ji daxuyaniya girtiyên nexweş re astengiya ‘hilbijartinê’
16:09 Wezareta Dadê têkildarî Îmraliyê daxuyanî da
15:45 Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin
15:45 Garo Paylan: Erdogan 7 roj şûnve diçe
15:42 Bûldan: AKP wê biqede û Erdogan jî wê têk biçe
15:27 Dayikên Şemiyê: Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin
15:26 Aydenîz: Divê em komara demokratîk ava bikin
15:04 Li Hatayê leşkeran êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kir
15:04 Girtiyê nexweşê giran Kodîn: Bi darê zorê hatim kelemçekirin û birim girtîgehê
14:45 Ji 3 ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekî hate dîtin
14:27 Cengîz Çandar: Tecrîd zext, gef û heqareteke li dijî kurdan e
13:50 Ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê winda bû
13:49 Êrişên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin: Li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin
13:38 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên Semsûrê bi otobusan bîne bajêr
13:01 Namzeta Çepên Kesk a cotkar: Em ê sedsala duyemîn ava bikin
13:00 Ji namzetê AKP’ê yê Êlihê bertîla hilbijartinê
12:30 Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan
12:28 Ensarîoglû yê AKP’î bi soza kar û îhaleyan dengan dixwaze
12:26 Li Qada Galatasarayê 23 kes hatin binçavkirin
12:12 Li 3 bajarên di erdhejê de hilweşiyayîn 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Ayşîn ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn
12:00 ‘Banga me ji bo jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin’
11:50 Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin
11:37 Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike!
11:37 Qeymeqamê Mîdyadê gefa hilbijartinê li muxtaran xwar
10:54 Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne
10:53 Colemêrg bi biryare ku biguherîne: Em ê dengê xwe bidin xwe
10:23 Li Aydinê hedef derxistina 2 parlamenteran e
10:22 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:19 Ji AYM’ê têkildarî rojnamevan Babaoglû biryar: Dijî, binpêkirin nîne!
09:36 Li dijî Partîzanê operasyon: Rojnamegerek jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin
09:26 Keskîn: Dayikên Şemiyê ji bo AKP'ê ku bi kiryaran re li hev kiriye, talûke ne
09:24 Li Samandagê pîrozbahiya Xidirellezê
09:02 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim
09:01 'Tenê partiya gel dikare pirsgirêkên gel çareser bike'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Çawişê pispor ê îstîsmara zayendî li du zarokan kir hate girtin
05/05/2023
23:27 Ay a 55 salî ku rastî êrişeke nijadperest hat bi giranî birîndar bû
21:11 Li Meletî avahiyeke xesardîtî hilweşiya: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:07 Xebatkarekî DÎSKÎ'yê jinekê birîndar kir
20:07 Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin
18:12 Mal bi mal xebatên hilbijartinê
16:52 Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin
16:31 Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
16:10 Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin
15:42 Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin
15:34 Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne
15:18 Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya
14:22 Li herêma Omeriyan liv û tevgera helîkopteran
14:16 CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
14:07 Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e
13:51 Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
13:46 6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin
13:00 DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin
11:53 Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin
11:53 ‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN