Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye

img
ÎDIR - Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Navendî ya Îdirê Sedat Bulgay, bal kişand ser xebatên hilbijartinê û got: "Gel ewqas ji xwe bawer in, dema ku hûn derdikevin qadan xwe gelekî bi hêz hîs dikin. Yanî zext, girtin, binçavkirin û çewisandinên sîstemê ji ber enerjiya ku em ji gel distînin tu bandorê li me nake."
 
Li Îdirê xebatên hilbijartina ku hefteyeke din wê bê kirin bênavber didomin. Îdir, yek ji wan bajarên Kurdistanê ye ku gelek netewên weke kurd, terekeme, azerî lê dijîn. Îdir, bi daneyên nûjen 133.683 hilbijêrên wê hene û 473 sindoq dê lê bên danîn. Di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’yan de bi 54 hezar 288 dengan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) her du parlamenter jî bi dest xist û Mehmet Emîn Adiyaman û Kiznaz Turkelî şandibû Meclisê. 
 
Dîsa di hilbijartina heman salê ya 1’ê mijdarê de ku hatibû dubare kirin HDP’ê 4 hezar 846 deng winda kiribûn û bi 49 hezar 442 dengan tenê Mehmet Emîn Adiyaman şandibû Meclisê. Di hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an de jî HDP’ê bi 41 hezar 545 dengan Habîp Eksîk şandibû Meclisê. Niha jî Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê ji bo 2 parlamenteran kar bike dimeşîne. 
 
VEGUHEZANDINA HILBIJÊRAN 
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sedat Bûlgay ku niha bi karê zanîn û teknîkî yên Partiya Çepên Kesk ve mijûl e, têkildarî hilbijartinê axivî. Bûlgay destnîşan kir ku komîsyona hilbijartinê ava kirine û bi hejmarên di destê wan de têkiliyê datînin û bi hilbijêran agahdar dikin. Bûlgan got ew ê roja hilbijartinê gelek hilbijêrên dûr veguhezînin ser sindoqan. 
 
‘EM QET NAWESTIN’
 
Bûlgay diyar kir ku ew di xebatên li taxan de jî pûsûleya bi hilbijêran didin nasîn. Bûlgay bi lêv kir ku ji dayîkên tenê bi kurdî dizanin re dibêjin “dengên xwe bidin darê” û wisa agahiyan parve dikin. Bûlgay bi domdarî wiha got: “Gava mirov li qadê be pirtir kêfxweştir dibe. Evînek, hezkirinek bêhempa heye li hemberî partiyê. Gel ewqas xwebawere ku gava tu wan dibînî xwe gelek bi hêz hîs dikî. Ji ber enerjiya ku em ji gel digirin tu zext, lêferzkirinên polîtîkayên şer, girtin, biçavkirin, şopandin û tacîza pergalê li ser me bandor nake. Em bi sê, çar komîsyonan û bi dehan hevalan re bi hev re dixebitin. Em serê sibê saet 7’an de dest pê dikin û heta saet 10, 11 û carna jî 12’ê şevê berdewam dikin. Lê hûn bawer bikin ku qet hîsa westanê û betilînê nîne. Ez bawerim wê tevahî pêvajoya hilbijartinê wisa berdewam bike.”
 
SEDALA DUYEMÎN Û GUHERÎN
 
Bûlgay destnîşan kir ku ew bi gotina di sedsala duyemîn a komarê de bi gotina demokrasî û edalet derketine rê. Bûlgay da zanîn ku ew ji bo nûnertiyeke xurt û ji bo rehetiya welat tekoşînê dikin û wiha pê de çû: “Çavê hemû gel li hilbijartinê ye. Li gel vê yekê zextek pir mezin jî li ser me heye. Li hember çapemeniyê û gelek hevalên me yên rêveber operasyonên cuda tên kirin. Heta şanogeran jî binçav dikin û digirin. Di pêvajoyên wisa de gel jî berteka xwe nîşan dide. Hilbijartin jî bi dawî anînek e. Di dawiyê de derfetek ji bo hilweşandina desthilat û hikûmeta ku tu jê heznakî derdikeve pêşiya te. Polîtîkayên deshilata AKP’ê yên weke zext, girtin, binçavkirin, pirsgirêkên civakî û aborî gel perîşan kiriye. Hilbijêrên AKP’ê bi xwe jî gelek bi hêrs in. Em ê di vê hilbijartinê de mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û armanca xwe ya 100 parlmenteran pêk bînin. Em ji bo Îdirê 2-0 dibînin. Heke em hilbijêrên ji bajarên dûr jî binîn wê li Îdirê 2, li tevahiya welat jî em ê 100 parlamenteran bişînin Meclisê." 
 
‘EM Ê KÎSKÊN DENGAN HETA YSK’YÊ BIŞOPÎNIN’
 
Bûlgay bal kişand ser ewlehiya sindoqan û wiha dirêjî da axaftin: “Bi îtîraza partiya pergalê MHP’ê û em bi Partiya Çepên Kesk re em nikarin endamên lijneya sindoqan bicih bikin. Pirsgirêk hene lê em zû bi zû paşve gavan neavêjin. Em bi tevahiya gelê xwe re di nava seferberiyê de ne. Wê wezîfedarên me li her dibistanê hebin. Gelek kes ji bo muşahîtiyê serlêdan dike. Em dikin ku li hemû sindoqan muşahîtan bicih bikin. Em li gel şêniyên taxan diaxivin û hişyariya ewlehiya sindoqan li wan dikin. Yanî em ê hatina wan kîskên dengan ji dibistanê heta çûyîna Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bişopînin.”
 
PIŞTEVANIYA GEL
 
Bûlgay da zanîn ku hevalên wan pir dixebitin û divê gel, pêşengtiya van xebatan bike û ev tişt gotin: “Bila hevalên me bi tenê nehêlin. Lê em bi hemû derfetên xwe ji bo pêşî li pirsgirêkan bigirin xebatan dikin. Ji ber ku em texmîn nakin ku wê desthilat di roja hilbijartinê de tiştek çawa bike. Em jî bi qasî destê me tê ji bo ewlehiya hilbijartinê dixebitin. Heval û namzetên me bi fedakariyeke mezin dixebitin û em ê hemû hedefên xwe yên li Îdirê, Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bînin.”
 
BANGA MITÎNGÊ
 
Bûlgay diyar kir ku ew ê di 9’ê mehê de mitîng li dar bixin û wiha got: “Di 9’ê mehê de li Qada Şaredariyê mitînga me heye. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û hunermend Cevdet Bagca tev li mitînga me dibin. Em ê di pêşiya hilbijartinê de moreleke mezin bigirin û hemû gelên xwe em vedixwînin mitînga xwe. Bila kerem bikin bên û em bi hev re govenda azadiyê bigerînin.”
 
MA / Bazîd Evren 
 

Sernavên din

09/05/2023
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe