Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e

img
BEDLÎS - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan destnîşan kir ku li dijî pirsgirêkên ku bajêr dijî hêza çareseriyê ne û got ku ji bo çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka kurd divê teqez desthilata heyî biçe.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li dijî polîtîkayên tasfiyeyê yên desthilatê li ser navê Partiya Çepên Kesk dikeve hilbijartinê armanc dike ku encamên di hilbijartinên 24’ê hezîranê de wergirtine zêde bike û bi 100 parlamenteran bikeve Meclisê. AKP’ê li bajêr Cîgirê Waliyê Şirnexê Tûran Bedîrhanoglû yê beriya niha weke qeyûm tayînî Şaredariya Şirnexê hatibû kirin û Mûaz Ergezen ê dema êrişên dewleta tirk ên li dijî Efrînê de navê xwe li ser fuzeyê dabû nivîsîn namzet nîşan da. Ev yek jî bû sedemê berteka hilbijêrên bajêr. Gelê bajêr, li dijî van namzetên AKP’ê armanc dike ku her 3 namzetên Partiya Çepên Kesk bişîne Meclisê.
 
DI PIRSGIRÊKA KURD DE ÇARESERIYA AŞTIYANE
 
Li Bedlisê ku di heman demê de yek ji bajarên herî xizan e, namzetê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên li bajêr tên jiyîn partiya wan e. Olan, anî ziman ku hilbijartinên 14’ê Gulanê dîrokî ne û wiha got: “Di serî de gelê kurd gelek beşên civakê rastî zext, îşkence, qirkirin û kuştinan hat. Tirkiyeyê pêvajoyeke antîdemokratîk jiya. Ji vî alî ve em di pêvajoyeke gelek girîng de derbas dibin. Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo avakirina komareke demokratîk gelek girîng in. Desthilat 20 salên dawî pêşkeşî alîgirên xwe kirin û welat kir welatê xizanan. Ji ber wê yekê weke Partiya Çepên Kesk ji bo pêkanînên antîdemokratîk bi dawî bibin, pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane bên çareserkirin em roleke girîng dilîzin.”
 
GEL DI FERQA PIRSGIRÊKAN DE YE
 
Olan, anî ziman ku Partiya Çepên Kesk wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi awayekî xurt derkeve û bi lêv kir ku partiya wan ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên civakî gelek zêde dixebite. Olan, anî ziman ku ji bilî pirsgirêkên civakî yên tên jiyîn li Bedlîsê bi xwe jî welatî pirsgirêkên zêde dijîn û wiha berdewam kir: “Di sala 2016’an de dema qeyûm hate tayînkirin û em hatin girtin Şaredariya Bedlîsê şaredariya ku herî kêm deynên wê hebûn. Niha 4 qatê budçeya xwe ya salane deyn kiriye. Em dikarin bêjin hem şaredariya dema qeyûm hem jî şaredariy aniha hemû neguhezbar firotine. Li bajarê me di heman demê de pirsgirêkên bêkarî, çandinî, sewalkarî, jin, ciwan li hemberî me disekinin. Gelê Bedlisê di ferqa vê de ye. Her wiha ji ber bêedaletî, nelirêtî û bertîlên desthilatê dibîne di wê ferqê de ye ku bi vê desthilatê bi rê ve naçe.”
 
BAJARÊ HERÎ XIZAN: BEDLÎS 
 
Olan, bal kişand ku Bedlîs di nav bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê yên herî xizan de cih digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê 14’ê Gulanê ji bo me hilbijartineke dîrokî ye. Armanca me 100 parlamenter e. Ji bo avadaniya navenda aborî, çandinî û bajarvaniyê ya Bedlîsê projeyên me yên girîng hene. Binêrin li navenda bajêr nêzî hezaran kargeh hebûn. Dikandar mexdûr kirin û ev kargeh hilweşandin. Desthilat dikandarên Bedlîsê mexdûr kir, hezar dikandarên me neçar man koç kirin. Dîsa hilberîna tûtinê sekinandin û hilberîner mexdûr kirin.”
 
‘ÇARESERÎ PARTIYA ÇEPÊN KESK E’ 
 
Olan destnîşan kir ku li dijî pirsgirêkên ku gel dijî çareserî Partiya Çepên Kesk e û wiha pê de çû: “Em bi serdana hemû saziyên bajêr hewl didin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Hemû beşên li bajêr, dizanin wê bi Partiya Çepên Kesk pirsgirêk bên çareserkirin.”
 
Olan, da zanîn ku ji bo hilbijêr biçin ser sindoqan xebatan dimeşînin û ev bang li gel kir: “Em dixwazin dema ber bi sindoqan ve diçin gel xwedî li vîna xwe derkeve. Ji bo çûyîna desthilatê divê her kes bi şev û roj bixebite. Divê ev desthilat teqez biçe. Heke em desthilatê neşînin wê tabloyeke reştir li benda me be. Em rêya sêyemîn in. Ji ber vê yekê divê em bi temsiliyeteke xurt li Meclisê bin.”
 

Sernavên din

09/05/2023
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe