Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’

img
MÛGLA/HATAY – Rêxistinên Partiya Çepên Kesk ên Mûgla û Hatayê ji bo ku li ser sindoqan peywirdar bibin, banga “bibe muşahid” li her kesî kirin. Rêxistinan diyar kirin ku li hinek navçeyan hejmara muşahidan kêm in û bang li gel hate kirin. 
 
Xebatên hilbijartinê yên partiyên siyasî bênavber didomin. Ji bo hilbijartinê demekî kin ma û partiyan lez dan xebatên xwe. Partiya Çepên Kesk jî xebatên xwe yên ji bo ewlehiya hilbijartinê zêde kir. Li bajarê Mûglayê 805 hezar û 527 hilbijêr hene û 2 hezar û 436 sindoq hatine danîn. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk ê Bodrumê Nîhat Gençosman ku di Komîsyona Karên Hilbijartinê yên Navendî de peywirdar e, têkildarî ewlehiya hilbijartinan axivî. 
 
LÎSTE HATIN AVAKIRIN
 
Nîhat Gençosman da zanîn ku temsiliyeta Partiya Çepên Kesk di meclisê de nîne lewma endama lijneya sindoqan a hilbijartinê nîne û ev tişt anî ziman: “Lê dikarin bibin muşahid. 13 navçeyên Mûglayê hene. Lîsteya me ji kesên berê di hilbijartinê de cih girtin û yên nû pêk tê. Me li her navçeyekê Mûglayê parêzer peywirdar kirine. Her wiha xebatên Baroya Mûglayê yên ji bo ewlehiya hilbijartinê hene. Dê hevalên me yên parêzer jî di roja hilbijartinê de bi wan re di nava koordînasyonê de bin. Me di mijara ewlehiya hilbijartinê de li taxan me li gel hevalên parêzer gel agahdar kir. Mînakên daxwaznameyan û agahiyên teknîkî yên din me dan wan. Têkildarî girtina girtekan û radestkirina wan a li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar de me ew agahdar kirin.”
 
BANG LI HER KESÎ KIR
 
Bi domdarî Gençosman anî ziman ku li gorî hilbijartinên berê, di van hilbijartinan de bêhtir li sindoqan peywirdar bûne û wiha pê de çû: “Lê bi taybet jî me kesek li dibistanên gundan peywirdar nekirine. Her wiha li gelemperiya navçeyên Mîlas, Fethiye, Koycegîz, Dalaman, Menteşe û Ortacayê kêmanî heye. Li navçeyên Datça û Marmarîsê bi qasî ji sedî 90 muşahidên me hene. Divê kesên li ser sindoqan berpirsyar, ji serê sibehê saet 06.30’an ve li cihê xwe bin. Banga min li her kesî ew e ku bên bibin mihahid û ji me re bibin alîkar. Divê hevalên me jê haydar bin ku pêdiviya me bi muşahidan heye. Heke di nava sê çar rojên pêş de serî li rêxistinên me yên navçeyan bidin dê gelek baş bibe.”
 
BANGA JI BO DEFNE Û ANTAKYAYÊ 
 
Partiya Çepên Kesk li Hatayê jî xebatên hilbijartinê didomîne. Partiyê, li navçeyên Erzîn, Dortyol, Îskenderûn, Payas û Samandagê xebata peywirdarkirina muşahidan temam kir. Lê ji bo navçeyên Defne û Antakyayê hêj jî pêdivî bi muşahidan heye. Li Antakyayê pêdivî bi zêdetirî hezar muşahidan û li Defneyê jî herî kêm pêdivî bi 282 muşahidan heye. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk bi zimanên kurdî, erebî û tirkî bang li her kesî kirin ku bibin muşahid. 
 
'BIBIN MUŞAHIDÊN PARTIYA ÇEPÊN KESK’
 
Ji namzetan Kerem Nalbant bi erebî bang kir û wiha got: “Hilbijartin li ser sindoqan tê qezenckirin. Kerem bikin û di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bibin muşahidên Partiya Çepên Kesk.’ 
 
'XWEDÎ LI DENG Û ÎRADEYA XWE DERKEVIN’
 
Namzet Ozgur Yaldiz jî bi kurdî bang kir û ev tişt anî ziman: “Ev hilbijartin, dîrokî ne. Ji bo parastina sindoqan, bibin muşahidên Partiya Çepên Kesk. Xwedî li deng û vîna xwe derkevin.” 
 
'DENGDAYÎN BI TENA SERÊ XWE BES NAKE, EM BIBIN MUŞAHID’ 
 
Ji namzetan Şîrîn Nûr Vural jî bi tirkî axivî û wiha bang kir: “Di 14’ê Gulanê de dayîna deng bi tena serê xwe bes nake. Divê em xwedî li sindoqan jî derkevin. Banga min li her kesî ew e ku bi dilxwazî bibin muşahid. Em di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek.” 
 

Sernavên din

09/05/2023
17:14 Ahmet Turk: Ji bo rayekî heyet şandin Îmraliyê
Aydenîz: Wê birevin û li pey xwe nenêrin
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin