Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin

  • rojane
  • 09:35 12 Gulan 2023
  • |
ÊLIH - Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku dê di roja hilbijartinê de bi dehhezaran dilxwazan li ser sindoqan bin û banga li muxalefetê kir ku li berpirsyartiya xwe rabe. 
 
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê 2 roj man lê hêj jî nîqaşên li ser ewlehiya hilbijartinê didomin. Partiya Çepên Kesk amadekariyên xwe yên ji bo ewlehiya hilbijartinê temam kir û bi avakirina Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê re dê ewlehiya hilbijartinê biparêze. Li dijî senaryoyên cuda, Partiya Çepên Kesk dê bi 100 hezar dilxwaz û 3 hezar parêzeran sindoqan biparêze û li 81 bajaran 190 hezar û 736 sindoqan di bin çavdêriya wê de bin. 
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê û Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Mehmet Ruştu Tîryakî, têkildarî xebatên ji bo ewlehiya hilbijartinê axivî. Tîryakî, anî ziman ku yek ji mijarên herî girîng ewlehiya hilbijartinê ye û wiha got: “Ewlehiya hilbijartinê ew e ku hilbijêr bizane bê ka dengê wî/wê ji bo kîjan partiyê çû ye. Ji zû de ye ewlehiya hilbijartinê di rojeva Tirkiyeyê de ye. YSK bi biryarên xwe fikaran di serê xelkê de çêdike. Tiştên neyînî yên di hilbijartinên berê de çêbûn, vê fikara gel zêdetir dike. Weke tê zanîn, dengên komî derdiketin. Li gelek cihan û di sindoqan de tevahiya dengan ji bo îktîdarê diçûn. Heta dîmenên vê jî hatin parvekirin. Her wiha hat dîtin ku li şûna kesên mirî deng hatine dayîn. Mijara ewlehiya hilbijartinê yekser ji ber biryarên YSK’ê bi xwe ye. Ya din jî li hinek cihan bi hîleyan deng tê dayîn.” 
 
DENGÊN LI HERÊMÊN ERDHEJÊ
 
Bi domdarî Tîryakî anî ziman ku erdhejên Mereşê dê bandorê li hilbijartinê bike û wiha pê de çû: “Xetere li ser ewlehiya dengên li herêmên erdhejê heye. Gel bifikar e ku li şûna kesên jiyana xwe ji dest dane deng bên bikaranîn. Heke partiyên muxalîf xwedî li sindoqan derkevin, dê tiştekî wiha mimkin nebe. Her wiha her yek ji van sûcekî mezin ê hilbijartinê ye. Divê bên darizandin û cezakirin. Hêvîdarim tu kes tenezûla vê neke. Ji herêma erdhejê zêdetirî milyonek û 600 hezar kes koçî herêmên cuda kiriye. Ji bo ev hilbijêr dengê xwe bidin heta niha ne YSK’ê ne jî îktîdarê tiştek nekiriye. YSK dibêje di vê mijarê de tu rayeyên wê nînin. Ji bo ku ev kes li cihê lê dimînin dengê xwe bidin hikûmet tu xebatan nake. Lê divê di mijara veguhestina van kesan de îktîdar bi rola xwe rabe. Lê di vê mijarê de tu gav nehatine avêtin. Lewma hem em hem jî partiyên muxalîf hewl didin di vê mijarê de rola xwe bilîzin.”
 
REWŞEKE NEWEKHEV HEYE
 
Di berdewamê de Tîryakî bi lêv kir ku rewşeke newekhev hatiye afirandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek jî li ser ewlehiya hilbijartinê gefeke. Beşeke mezin a medyaya navend û çiravê weke amûra propagandayê ya îktîdarê dixebitin. Bi tu awayî cih nadin Partiya Çepên Kesk û yên muxalîf. Tenê dema gef tên xwarin, heqaret û tawanbarî tên kirin navê me derbas dibe. Lê bi tu awayî mafê bersivdayînê nayê dayîn. Beşa ji xwe re dibêje muxalîf jî zêde cih nade Partiya Çepên Kesk. Lewma em di rewşeke newekhev de dikevin hilbijartinê. Her wiha bi operasyonên her roj re dixwazin muxalefetê bêzar bikin. Cîgirên hevserokên me yên giştî hatin binçavkirin, bi dehan rojnameger, parêzer, rêveberên partiyê hatin binçavkirin. Ev tevek jî li ser hilbijartinê gef in. Lewma divê em li dijî vê têbikoşin û ewlehiya hilbijartinê biparêzin.” 
 
DÊ BI DEHHEZARAN KES LI SER SINDOQAN BIN 
 
Tîryakî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybet jî em ê li gelemperiya bajarên Kurdistanê ewlehiya hilbijartinê biparêzin. Ji bo vê jî me bi dehhezaran hevalên xwe weke muşahid peywirdar kirine. Zêdetirî 2 hezar hevalên me yên parêzer jî dê bixebitin. Bi vê yekê em ê sindoqan biparêzin. Em bi navê Partiya Çepên Kesk dikevin hilbijartinan lewma endamên me yên Lijneya Sindoqan nînin. Lê em ê bi muşahid, berpirsyarên dibistanan, bi parêzeran û bi hevalên me li navenda giştî, navçe û navendan peywirdar kirin re dê ewlehiya sindoqan biparêzin. Her wiha bernameyên me pêşxistin hene. Em ê teqez daneyên girtekên bi îmzeya şil lê bar bikin. Em ê van daneyan û yên YSK’ê bidin ber hev û dema em bi xeletiyan hesiyan jî ji bo sererastkirinê dê tavlilê îtîraz bikin. 
 
BANG LI MUXALEFETÊ KIR
 
Banga min ji bo muxalefetê ew e ku di mijara parastina sindoqan de bi berpirsyarî tevbigerin. Heke hejmareke baş a peywirdaran bi cih bikin, li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê em ê beşdarî kirariya yekkirinê bibin. Heke bi hev re îtîraz were kirin dê pirsgirêka ewlehiya hilbijartinê jî nemîne. Her wiha Belgeya 142 girîng e. Fikar hene ku hêzên ewlekariyê bi belgeyekê gelek caran deng bidin. Di demên berê de jî ev fikar hebû. Weke HDP’ê ji bo ku Belgeyên 142 zêde neyê dayîn, me gelek hewl da ku hemû peywirdar li lîsteyên hilbijêran bên qeydkirin. Em hewl didin hêzên ewlekariyê û cendirme, peywirdarên sindoqan û ajokarên wan li lîsteyan zêde bikin. Me muşahid û endamên lijneya sindoqan di vê mijarê de perwerde kirin. Divê dema deng hate dayîn, ew belge ji wan were girtin da ku nekarin careke din deng bidin.” 
 
MA / Fethî Balaman

Sernavên din

14/05/2023
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir