Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye

  • rojane
  • 13:13 13 Gulan 2023
  • |
img
Kadîr Can*
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji şandeya çavdêriyê ya navneteweyî akademîsyen Dr. Katerina Vráblíková, got ku eleqeyeke mezin ji bo Partiya Çepên Kesk heye û ev tişt anî ziman: “Tevî ewqas êş, windahî û zextan jî mirov keyfxweş, bihêvî û di serkeftinê de bibiryar in. Ev yek tiştekî pir hestiyar bû. 
 
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî tenê çendek saet man. Sibe dê 64 milyon û 113 hezar û 941 hilbijêr biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Îktîdara AKP’ê ku kampanyaya hilbijartinê bi girtin û biçavkirina rojnameger, parêzer, siyasetmedar û hunermandan meşand, her wiha bi daxuyaniyên xwe di mijara ewlehiya hilbijartinê de jî rê li ber gumanên mezin vekir. 
 
Partiyên siyasî ku xebatên xwe yên hilbijartinê temam kirin, bi dehhezaran muşahid û peywirdarên sindoqan re dê ewlehiya hilbijartinê biparêzin. Her wiha li ser bangawaziya Partiya Çepên Kesk, ji derveyî welat zêdetirî 150 nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, rojnameger û aktîvîst hatin Tirkiyeyê û dê di roja hilbijartinê de li herêmên herî zêde binpêkirin û bêusulî lê tên kirin bixebitin. 
 
Di encama operasyonên navendên wan Amed û Enqereyê de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglî, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz, nûçegihan Mehmet Şah Oruç, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer û rojnameger Remzî Akkaya û Mîkaîl Barût hatin girtin. Kadîr Can ji bo piştevaniya bi Çapemeniya Azad re, çavdêriyên şandeya çavdêriyê ya navneteweyî kir nûçe. 
 
Can, têkildarî piştevaniyê wiha got: “Ev hevpeyvîn bi mineteke mezin li ser navê Çapemeniya Azad ku li ser şopa heqîqetê ye û tevî her cureyên zext û sepanên sansurê jî bi îradeyeke mezin dev ji heqîqetê bernedayîn hatiye çêkirin.” 
 
Yek ji endamên koma çavdêriyê jî Dr. Katerina Vráblíková ye ku di xebatên xwe de li ser siyaseta berawirdî, beşdariya siyasî ya derveyî hilbijartinê, tevgerên civakî û hwd. disekine. Em bi Vráblíková re têkildarî çavdêriyên wê yên ser hilbijartinên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, xebatên wê yên akademîk û têgeha konfederalızma demokratîk axivin. 
 
Dr. Katerina Vráblíková
 
Hûn dikarin hinek qala xwe bikin? Katerina Vráblíková kî ye? 
 
Bi eslê xwe ji Komara Çekê me û niha li Bristol a Ingilistanê dijîm. Di heman demê de li Qraltiya Yekbûyî endama Tora Piştevaniya Kurdistanê me ku fikra xwe ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê digire û piştevaniyê pê re dike. Her wiha di nava koma BASE’yê (Base for Anarchy and Solidarity in Easton) de cih digirim. Navendeke wê li Bristolê heye û em xwarinên veganan çêdikin û parve dikin. 
 
Li gel van, beriya niha li zanîngehên Columbia, California, Ohio State, Mannheim û Masarykê weke hîndekar xebitîm. Niha jî li Zanîngeha Bath’ê li kursiya polîtîkayê weke akademîsyena biqidem dixebitim. 
 
Di xebatên xwe yên akademîk de gelemperî li ser tevgerînên polîtîk ên berawirdî, tevgerên civakî, saziyên demokratîk û rêbazên lêkolînê lêkolîn dikim. Piranî li ser pirsa bê ka bandora avadaniyên makro-siyasî û çanda polîtîk a li ser tevlibûna mirovan a siyasetê ye çi ye disekinim. Di rewşeke ku asta refahê ya mirovan hatiye başkirin, di rewşeke azadî û xweserbûnên mirovan tên başkirin de em ê çawa civak û siyasetê jinûve organîze bikin. Bi taybet jî li ser vê disekinim. Ji ber vê sedemê, lêkolîna min a niha piranî li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Konfederalîzma Demokratîk e. 
 
 
 Aliyekê erênî yê vê tecrûbeyê jî ew bû ku berevajî Bakurê Amerîkayê û gelek welatên Rojavayê Ewropayê ku kesekî xeyala guherîna pergalê jî nedikir, Rojhilatê Ewropayê nîşan da ku guherîna siyasî pêkan e. Ji vê hêlê ve Kurdistan û Rojhilatê Ewropayê dişibin hev.
 
 Di weşanên we yên akademîk de gelemperî xebatên we yên li ser avadaniya demokratîk a Ewropaya Navîn û ya Rojhilat (welatên ku komunîzm ceribandin) balê dikişînin. Hûn çima di xebatên xwe de bi taybet jî li ser Ewropaya Navîn û Rojhilat disekinin? 
 
Ez li Komara Çekê mezin bûm lewma min dest bi lêkolînkirina tevgerên civakî yên Rojhilatê Ewropayê kir. Ev mijar bi taybet jî ji bo van herêman, xwedî girîngiyeke cuda ye. Çekya ku xwedî tecrûbeyeke 40 salan a rejîmeke dij-demokratîk e, ji sala 1989’an heta niha hewl dide alternatîfeke demokratîk pêş bixe. Her çend ku di serî de gelek dibêjin qey hêsane jî lê di vê pêvajoyê de derket holê ku avakirina demokrasiyê ne tiştekî ewqas hêsan e. Li gorî min; di nava vê pêvajoyê di mijara bê ka demokrasî çawa nikare were pêşxistin de me gelemperî dersên neyînî girtin. Aliyekê erênî yê vê tecrûbeyê jî ew bû ku berevajî Bakurê Amerîkayê û gelek welatên Rojavayê Ewropayê ku kesekî xeyala guherîna pergalê jî nedikir, Rojhilatê Ewropayê nîşan da ku guherîna siyasî pêkan e. Ji vê hêlê ve Kurdistan û Rojhilatê Ewropayê dişibin hev. Bi vî aliyê xwe jî weke qadeke guherîna sosyo-polîtîk ya ji demokrasiya lîberal a kevin a rojava pir cudatir derdikeve pêşiya me. 
 
 
 Her çend ku bi niyeteke baş jî be, baweriya pir zêde ya bi serdestiya hiqûqê weke mekanîzmayeke depolîtîzasyonê karîger dibe û rê li ber pirsgirêka “dê kî çavdêriya yên çavdêriyê dikin bike?” vedike. Lewma, rêgeza parastina cewherî ya Ocalan, weke tezahûra çavdêriya refaha xwe ya mirovan derdikeve pêşiya me. Lewma pir girîng e.
 
 Di rewşên nediyariya siyasî yan jî di rewşên krîzê de ku Dr. Giorgio Agamben bi têgeha “rewşa îstîsna” pênase dike, hiqûq ji bo ji bo pergala siyasî hebûna xwe bidomîne hebûna xwe bêbandor dike. Hûn bandora vê rewşê ya li ser demokrasiyê çawa dinirxînin? 
 
Ez li ser xebatên Agamben zêde serwext nînim lê dizanim her çend ku “asayî” ya welatên weke Dewletên Yekbûyî û nirxên demokratîk hev negirin jî, “rewşên awarte” ji bo xespkirina îktîdarên din bi kar tînin. Li gorî min sepanên bi vî rengî û kiriyarên Almanyaya Nazî dişibin hev. Di heman demê de li gorî min ew rewşa îstîsnaî ya Agamben qala wê dike, di xwezaya pergalên hiqûqê de heye û taybetiyeke bipirsgirêk e. Serdestiya hiqûqê bi ser siyasetê re ye û weke mekanîzmayeke rêxistinî ya sosyo-polîtîk, bi mebesta pêşîlêgirtina bikaranîna xerab a hêzê teşe girtiye. Tê fêmkirin ku bi hebûna “rewşa îstîsnaî” re, daxwazên mekanîzmaya serdestiya hiqûqê nayên pêşwazîkirin. Her çend ku bi niyeteke baş jî be, baweriya pir zêde ya bi serdestiya hiqûqê weke mekanîzmayeke depolîtîzasyonê karîger dibe û rê li ber pirsgirêka “dê kî çavdêriya yên çavdêriyê dikin bike?” vedike. Lewma, rêgeza parastina cewherî ya Ocalan, weke tezahûra çavdêriya refaha xwe ya mirovan (parastina cehherî ya fîzîkî yan jî leşkerî-xwerêvebirin, demokrasiya beşdar an jî şêweyên din ên têkoşîna siyasî) derdikeve pêşiya me. Lewma pir girîng e. Di vê çarçoveyê de baweriya bi parastina cewherî dê gelek pirsgirêkan çareser bike. Ji ber ku êdî hewcedarî bi şopandina desthilatê yan jî bi notirvan (siyasetmedar, delet, hiqûq û hwd.) nîne. Ji ber ku konfederalîzma demokratîk ji komên xweser pêk tê, parastina cewherî hîn çalaktir dike.
 
Dr. Giorgio Agamben
 
  Li gorî min referandûm, hinek aliyên neyînî yên pergalê xweyî dike. Lewma ji bo vê ez nikarim bibêjim bi heyranî lê dinêrim.
 
 Gelo hûn sepanên referandûmê yên li Ewropayê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên demokrasiya temsîlî tên ceribandin û yek ji amûrên herî girîng a demokrasiya yekser tê dîtin, di çarçoveya demokrasiyê de çawa dinirxînin? Di vê çarçoveyê de hûn ji bo cerebeyên referandûmên xweseriyê yên Skoçya (2014) û Katalonyayê  (2017) dikarin çi bibêjin? 
 
Li gorî min referandûm, hinek aliyên neyînî yên pergalê xweyî dike. Lewma ji bo vê ez nikarim bibêjim bi heyranî lê dinêrim. Em dikarin mînaka Brexitê yan jî hinek referandûmên Swîsreyê yên di mijara diyarkirina mafên hemwelatiyê yên penaberan de ku helwestekî cihêkar pêş xist weke mînak nîşan bidin. Kampanyayên referandûmê li şûna xwe bispêre nîqaşên siyasî yên rasteqîn ên têkildarî her kesî, gelemperî ji hêla bijareyên siyasî ve weke amûra manîpulasyonê tê bikaranîn. Her wiha, di mijarên girîng de xwe dispêre mantiqa biryardayîna ji bo tenê carekê. Bi vê yekê re rê li ber vedibe ku referandûm, biryarên bi pirsgirêk biafirîne û weke pergaleke ku civaka piranî civaka hindik dieciqînin derdikeve pêşiya me. Sepanên referandûmê ku gelemperî pirsgirêkên tevlihev ên çêker di bin du sernavan de digire dest, bi vê yekê re li şûna weke mekanîzmayeke ji bo pirsgirêkan çareseriyên tevlihev û afirîner hilberîne, di navbera mirovan de du eniyên dijber ava dike. Bêguman pêkane ku carnan li ser bingeheke rast bên bikaranîn lê ez piranî wan weke amûreke pir pragmatîk ku dikare were bikaranîn dibînim. Referandûmên bi vî rengî dê tu caran ji bo pirsgirêkên demokrasiya hilbijartinê ya şêweyê Rojava nebin çareserî. 
 
Heke referandûm ji bo mirovên li Skoçya û Katolanyayê dijîn xweseriya xwe bi dest bixin rêyek be, ma çima nebe? Lê heta niha bi qasî me dîtiye, hebûna referandûmê yan jî heke mîna li Katalonyayê piraniya mirovan ji bo erê deng bidin jî, ev nayê wê wateyê ku mirov bi rastî jî ji demokrasiyê fêm dikin. 
 
 Pirtûkeke te ya bi navê “What Kind of Democracy?” hatiye weşandin heye. Gelo hûn dikarin ji bo me hinek qala têgehên tevlibûna derveyî hilbijartinê, hemwelatiya demokratîk bikin? Ji bo gerdûna me demokrasiyeke çawa? 
 
Di pirtûkê de; di sepanên demokrasiya lîberal û ya temsîlî ya Rojava de meylên mirovan ên beşdariya siyasî ya derveyî hilbijartinan tê lêkolînkirin. Li vê derê tê wateya xebatên siyasî yên derveyî hilbijartinê yên weke beşdariya siyasî ya derveyî hilbijartinan, îmzekirina mirovan a daxwaznameyekê, tevlibûna xwepêşandanan, peywendîdanîna bi siyasetmedaran re, boykotkirina hinek tiştan û hwd. Di vir de dayîna dengan a mirovan weke xebateke siyasî ya pir bisînorkirî tê nirxandin. Ji ber ku hilbijartin, ji hêla bijareyên siyasî ve ji berê ve tên plankirin, ji mirovan re tenê çendek partî weke vebijêrkên bisînor tên pêşkeşkirin û her çend salan carekî tên lidarxistin. Têgeha hemwelatiya demokratîk ku bingeha xwe ji vê fikrê digire, pêşniyar dike ku hewceye ev sînor were derbaskirin û hîn bêhtir bi siyasetê re di nava hev de be. Di esasê xwe de gelemperiya çalakiyên siyasî yên derveyî hilbijartinê jî di çarçoveya demokrasiya temsîlî de weke bertekeke li dijî dewletê û bijareyên siyasî derdikeve pêş. Weke ku Charles Tilly jî aniye ziman, li welatên Rojava demokrasî, piştî ku qadên hêzê yên bijareyên siyasî berfireh bû re, weke berhemeke dewletbûnê ye ku di çarçoveya berxwedana girseyan a li dijî wan û vexwendina meydanê pêş dikeve. Di encamê de beşdariya siyasî ya derveyî hilbijartinan re derdikeve holê ku çalakiyên avadaniya dewletê û bijareyên siyasî yekser bandorê li hev dikin. Di pirtûkê de tê nîşandan ku dewleteke federal a nenavendî yan jî ya du parlamentoyên wê heyî ku ji hêla hikûmet an jî dadgeha destûra bingehîn ve di çarçoveya rêgeza cihêtiya hêzan ve tê venihêrtin, heta astekî tevibûna derveyî hilbijartinê zêde dike. Ji ber ku rageşiya di navbera navendên hêzên ji hev cuda yên di nava avadaniyên wiha de bi xwe re hevrikiyeke pir mezin tîne. Di vê çarçoveyê de jî ji bo ji daxwazên mirovan re bibin bersiv, li ser siyasetmedaran weke mekanîzmayeke zextê dixebite. Li vê derê demokrasî, girêdayî hebûna dewletê û mekanîzmaya temsîlê tê kirin. Heke ez niha bêm ser pirsa gelo demokrasiyeke çawa, dikarim bibêjim bersiva min Konfederalîzma Demokratîk e. Ji ber ku ev pergal li rexekî hinek mekanîzmayên sûdwer ên di demokrasiyên Rojava de tên dîtin di nav xwe de dihewîne û li rexa din jî ji bo “Demokrasiya radîkal” qadeke pir berfirehtir pêşkeş dike. 
 
 
 Tişta ku tesîreke mezin li mirov dike ew e ku di dawiya dawî de demokrasiya radîkal dê ji demokrasiya lîberal û temsîlî vebijêrkeke pir baştir û berhemdar be. Û di vê çarçoveyê de dikarim bibêjim ku demokrasiya radîkal ji bo pirsgirêkên civak û avadaniyên siyasî yên rojava xwedî potansiyeleke çareseriyê ye. 
 
 Dema em avadaniya sosyo-polîtîk a erdnîgariya Rojhilata Navîn vedikolin, bawerim pênaseya goristana demokrasiyê gotineke zêde absûrd nabe. Gelo hûn têkildarî gelê me (Kurd) ku di çarçoveya fikrên Ocalan de qala demokrasiya radîkal dike û tevî gelek pirsgirêkan û jî li herêmê ji bo avakirina demokrasiyê hewl dide çi difikirin? 
 
Di çarçoveya helwesta zanyarên rojavayî yên demokrasiyê de dikarim bibêjim, tu di van gotinên xwe de bi temamî mafdarî. Rojhilata Navîn xwedî gelek taybetiyan e ku demokrasiyê zêde dide zorê heta dikarim bibêjim bi temamî rê li ber digirin. Mirov dikare bibêje hejmara zêde ya gelan, baweriyên ji hev cuda, mezheperestî, dabeşkarî, dîroka pevçûnên dijwar, cudahiyên sosyo-aborî yên mezin, pergala mêtingeriyê ya gerdûnî, kevneşopiya avadaniya civakî ya mirov dikare bi awayekî klasîk jê re bibêje “beriya modernbûnê” çendek ji van taybetiyan in. Li gel van, her wiha ez dikarim bibêjim ku ev tişt ji bo demokrasiya lîberal a xwe dispêre dewletê jî derbasdar in. Tu delîlên min ên ji bo vê nînin lê li gorî min pêşketina demokrasiya radîkal a li Kurdistanê, bingeha xwe ji pirsgirên zêde ya herêmê digire. Demokrasiya lîberal û temsîlî ya dewletên rojavayî, li vê erdnîgariyê bi kêr nayê. Lewma diviya we alternatîfek biafiranda. Tişta ku tesîreke mezin li mirov dike ew e ku di dawiya dawî de demokrasiya radîkal dê ji demokrasiya lîberal û temsîlî vebijêrkeke pir baştir û berhemdar be. Û di vê çarçoveyê de dikarim bibêjim ku demokrasiya radîkal ji bo pirsgirêkên civak û avadaniyên siyasî yên rojava xwedî potansiyeleke çareseriyê ye. 
 
 Weke ku min got; fikra “konfederalîzma demokratîk” û sepandina wê dê firsendê bide me ku em demokrasiyê di asta gerdûnî de pêş bixin. Ez dikarim bibêjim, ji hêla perspektîfa akademîk ve cerebeyeke nûwaza ya xwezayî pêşkeşî me dike.
 
 Tevî gelek kêmasiyan û gefa şer a domdar jî, li Rojava hewldana avakirina konfederalîzma demokratîk heye. Hûn derheqê wê de çawa difikirin, gelo pêkane ku li Ewropayê jî bê ceribandin? 
 
Weke ku min got; fikra “konfederalîzma demokratîk” û sepandina wê dê firsendê bide me ku em demokrasiyê di asta gerdûnî de pêş bixin. Ez dikarim bibêjim, ji hêla perspektîfa akademîk ve cerebeyeke nûwaza ya xwezayî pêşkeşî me dike. Di dîrokeke pir dirêj a siyasetê de konfederalîzm xeyala gelek teorîsyen, demokrat, sosyalîst û anarşîstan bû ku xwedî nêrîneke nirx û rêgezan derdikevin pêşberî me. Demokrasiya beşdarî, xurtkirina vîna siyasî ya gel, xweserî, azadî û wekheviya siyasî, demokrasiya bêdewlet, kapîtalîzm û têkoşîna li dijî partriyarkayê û hwd. Hebûna mînakeke zindî ya vê fikrê jî bi tena serê xwe pir girîng e. Bêguman heke Ewropa avakirina konfederalîzmê biceribîne dê bi pirsgirêkên li Kurdistanê pir cuda re rû bi rû bimîne. Avadaniyên dewletê, kedxwariyeke pir mezin li ser civakên Ewropayê kir. Gelek mirovên li wê derê heta di wê asta fêmkirinê de jî nînin ku bêdewletiyê fêm bikin. Bi taybet jî tevî netewe-dewleteke mîna Tirkiyeyê jî, li Bakur heta sala 2015’an hewl dan hebû ku konfederalîzma demokratîk were avakirin. Li gorî min ev mînak ji bo Ewropayê mînakeke nûwaze bû. Mirov dikarin xwe bi xwe birêxistin bikin, dikarin weke komên biçûk xwe birêve bibin û debara xwe bikin. Bi vê yekê re dê êdî dê dev ji baweriya xwe ya bi hebûna netewe dewletan berdin. 
 
 Mehek berê (Her çend ku bi biryara hevpar a Îstîxbarata Navxweyî ya Almanyayê û Zanîngeha Hamburgê hewldana astengkirinê çêbibe jî) li Hamburgê 4’emîn Konferansa Em Cîhana Xwe Paşve Dixwazin ku fikrên Ocalan tên nîqaşkirin hate lidarxistin. Gelo hûn têkildarî konferansê çi difikirin? 
 
Ev rewşa li Zanîngeha Hamburgê rû dayî, berevajî fikrên hinek rewşenbîr û akademîsyenan, nîşan da ku zanîngehên welatên rojava ne serbixwe û saziyên azad ên notirvanên demokrasiyê ne. Rojava, van saziyan gelemperî weke qadên pêşxistina serdestiya xwe bi kar tîne; qadên ku kapîtalîzm, mêtingerî û dewlet lê tê rewakirin... Ev helwesta pozîtîvst a dîrokî heke gotin di cih de be di DNA’ya wan de cih digire. Her çend ku di roja me de gelek akademîsyen tev li vê helwesta pozîtîvîst nebin jî, xwe dispêrin têgehên weke bêalîtî, objektîfî, xweserbûn, gerdûnîtî û hwd re bi awayekî veşarî berjewendiyên desthilatê diparêzin û hîn ji kûr ve didin rûniştandin. Mixabin ku ev yek dibêtiya berxwedaneke baş jî ji holê radike. Li gorî min divê ev yek raste rast weke azadiya xweîfadekirinê neyê nirxandin. Weke mînak; ez naxwazim neo-naziyî ji bo konferansekê li dar bixin li zanîngehekê cih bibînin. Weke her saziyekê, zanîngeh jî aktoreke ku aliyê siyasî hildibijêre. Zanîngeha Hamburgê bi vê biryara xwe, bi hilbijartina astengkirina konferanseke ku demokrasiyê, azadiya jinê, xweseriyê, dekolonîzasyonê û helwesteke ekolojiyeke domdar diparêze re bû şirîkê avadaniyên sûc û ew bijart. Dema zanîngeh hewl didin profîleke ku ji bo wekheviya zayenda civakî têdikoşin û ji bo hawirdorê hesas nîşan bidin, bila ev qedexe were bîra mirovan. Yek ji tiştên din a girîng jî ew e ku yek ji pêkhateyên herî girîng ên zanîngehê yekitiya xwendekaran e lê rêveberiya zanîngehê ew ji nedîtî ve hat û li dijî wê tevgeriya. Bi vê qedexeyê re nirxên pêşverû û demokrasî binpê kirin û bûn delîla pêkanîna tiştên ku nedihatin aqilê tu kesî. Ev yek dişibe hinek wê mekanîzmaya rewşa îstîsnaî ku demek berê em li ser axivîn. 
 
Ji hêla asta entellektûliyê ve konferanseke balkêş bû û ji hêla sosyo-polîtîk ve jî gelek berhemdar derbas bû. Naveroka akademîk û rêxistiniya pratîkî di nava hev de derbas bû û ev yek hêjayî pîrozkirinê ye. Me dît ku perspektîfa Ocalan, di nava têkoşîna mirovên ji deverên pir cuda yên cîhanê de deng vedaye û dîtina vê tiştekî nûwaze bû. Bi taybet jî sûda ku axêverên ji Amarîkaya Latîn dan konferansê pir bi xweşiya min çû. 
 
 Me dît bê ka di mijara Partiya Çepên Kesk de çiqas bi kelecan in û konvoyên Partiya Çepên Kesk çiqas bi dilgermî pêşwazî dikin. Tevî ewqas êş, windahî û zextan jî mirov pir bi keyfxweş, bihêvî û di serkeftinê de bibiryar bûn. Ev kêlî, kêliyên pir hestiyar bûn.
 
 Ji roja damezirandinê heta niha hûn li welatekê ku demokrasiya wê xwedî pirsgirêk çavdêriya hilbijartinan dikin. Gelo hûn dikarin çavdêriyên xwe hinek bi me re parve bikin? 
 
Ez jî parçeyeke koma şopandina hilbijartinê me û ev yek bo min cerebeyeke pir xurt. Weke parçeyeke xebatên hilbijartinê de em çûn hinek herêman. Me dît bê ka di mijara Partiya Çepên Kesk de çiqas bi kelecan in û konvoyên Partiya Çepên Kesk çiqas bi dilgermî pêşwazî dikin. Tevî ewqas êş, windahî û zextan jî mirov pir bi keyfxweş, bihêvî û di serkeftinê de bibiryar bûn. Ev kêlî, kêliyên pir hestiyar bûn. Weke mînak, dema mirov têkoşîn û berxwedêriya xizmên girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest dayîn an jî dayikên zarokên wan di encama cînayetên kiryarnediyar de hatine kuştin dibîne, hêsir ji çavên mirov dibarin. Li gel van, hêj jî mekanîzmayên zextê bi awayekî çalak dixebitin. Li her devera em diçûnê polîs hebûn. Dema carnan diçûn gundan, polîsên sivîl xebatên hilbijartinê dişopandin. Car bi car polîsên bi çekên giran hatine rêkûpêkkirin, mitîngan asteng dikin. Lê pir balkêş e ku di navbera mirovên asayî de min tu rageşî nedît. Dema em li rastî kesên piştgiriyê nadin Partiya Çepên Kesk dihatin, broşura me nedigirtin an jî nedikeniyan lê tu minaqeşe jî dernediketin. Weke zanyareka siyasetê her çend ku baweriya min ji avadaniya hilbijartinê ya netewe dewletê neyê jî, şopandina xebatên hilbijartinê yên aktoreke siyasî ku hilbijartinê weke parçeyeke têkoşîna armanceke hîn mezintir bi awayekî pragmatîk bi kar tîne, ji bo min tiştekî nûwaze bû. Partiya Çepên Kesk xebatên xwe bêyî ku alîkariyekê ji dewletê bigire dimeşîne. Girseyeke pir xurt li pişt wê heye lewma domandina van xebatan zehmet nîne. Weke mînak; pismamê yek ji namzetan ji bo xebatên hilbijartinê ajokarî kir. Di flamayên partiyê de çoyên ‘tu bi xwe çêbike’ tên bikaranîn. Çavdêrên enternasyonalîst, li cem malbatên kesên xebatên hilbijartinê dimeşînin dimînin. Hemû kes li ser bingeha baweriyê piştevaniyê dide hev. Ji xwe qadên ku em xebatan lê dikin gelemperî partî lê xurt e. Li gorî min di van xebatan de zêdetir bi alîgirên heyî re tên ba hev û hafizeya dîrokî dîsa tê zindîkirin. Her wiha ofîsa partiyê ya li Amedê ku em bi awayekî rêk û pêk diçin serdanê jî bi mirov baş dide hîskirin. Li vir her kesî rolek li xwe girtî ye. Yek jê namzet e, yek jê ajokar e... Li vir ez rastî avadaniyeke hiyerarşiyê ya hişk an jî helwesteke tund nehatim. 
 
Herî dawî tiştekî dixwazî bibêje hebe... 
 
Ez spasiya her kesên di xebatên hilbijartinê de cih digirein û hemû aktîvîstan dikim. Ez bûm şahida mînakeke pratîkê ya ku sînorên Tirkiye û Rojhilatê Navîn pir derbas kirin. Ev yek ji bo min bû çavkaniya hêviyeke pir mezin. Ez minetdarim ku şensê min a şopandina hilbijartinan çêbû. Û ez spasiya her kesên ev derfet ji bo min afirandî dikim. 
 
 
* Nûçegihanê dilxwaz
 

Sernavên din

14/05/2023
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir