Rojnamevan Deger: Ez bi kişandina 300 TL’yî têm tawanbarkirin

  • rojane
  • 13:17 16 Gulan 2023
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan Oznûr Deger di danişîna rojnamevan jê tên darizandin de parastina xwe kir û bal kişand ser nakokiyên di îdianameyê de û got: “Dozger îdia dike ku min ew 300 TL’yê bo min hatiye şandin li derve kişandiye lê ez di wê demê de di girîgehê de bûme. Ez ji vê têm tawanbarkirin.”

Danişîna ewil a doza 10 jê girtî 12 rojnamevanên ku nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê tên darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Danişîn didome. 
 
Midûra Karên Nivîsê Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger, rojnamevan Hamdûllah Bayram dê bi awayekî girtî û nûçegihana MA'yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan ê ku demekê li buroya MA'yê ya Enqereyê staj kiribû jî dê bi awayekî negirtî li eywana danişînê amade ne. 
 
Rojnamevan Huseyîn Aykol, Nûnerê Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû, ji Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) Ozgur Ogret, Rêveberê Komeleya Rojnamevanan ê Dîcle Firatê (DFG) Cûma Daş, Enstitûya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI), Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, nûnerê DÎSK Basin-Îş’ê yê Enqereyê Tûrgût Dedeoglû, Şaxa Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) a Enqereyê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê (ÎHD) û gelek kes danişînê dişopînin.
 
KURD, JIN Û ROJNAMEVANΠ
 
Di kêliya tespîta nasnameyan de serokê dadgehê ji rojnamevanan yek bi yek pîşeya wan û xwendin û nivîsandina wan heye an na pirsî. Gelek kesên li eywanê amade bûn bi van pirsên dadger keniyan. 
 
Di danişînê de ewil parêzer Ozgur Erol axivî û diyar kir ku Oznûr Deger û Emrullah Acar dixwazin bi kurdî parastina xwe bikin. Serokê Dadgehê ku senaryoyek di hişê xwe de çêkiriye diyar kir ku ew ê ewilî li parastina Dîren Yûrtsever guhdar bike. 
 
Lê li ser israra parêzeran serokê dadgehê neçar ma ku daxwaza parêzeran qebûl bike. Di danişînê de ewil rojnamevan Oznûr Deger parastina xwe kir û spasiya hemû beşdaran ku dozê dişopînin kir. Deger beriya dest bi parastina xwe bike diyar kir ku ew xwe bi nasnameya xwe ya kurd, jin û rojnamevan pênase dike û niha ew ji ber van nasnameyên xwe li eywana dadgehê tê darizandin. Deger destnîşan kir ku ew ji ber van nasnameyên xwe parastina xwe bi kurdî dike. 
 
HAT XWESTIN KU PARASTINA BI KURDÎ BÊ ASTENGKIRIN 
 
Di vê navberê de serokê dadgehê axaftina Deger qut kir û balkêşe ku got, “Tu li ser daxwaza xwe parastina xwe bi kurdî dikî?” Deger ji serokê dadgehê re diyar kir ku ew dixwaze bi zimanê xwey ê zikmakî parastina xwe bike û bertek nîşanî pirsa dadger da. Deger da zanîn ku bi salan e ew rojnamevaniyê dike û ew bêtir nûçeyên li ser jinan û zarokan çêdike. Deger diyar kir ku ji ber ku nûçeyên zarok û jinan hindik tên çêkirin wê meyla xwe daye ser vê qadê û di vê çarçoveyê de ji ber nûçeya çêkiriye xelata Pêşbirka Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad wergirtiye. 
 
‘TERZA JIYANÊ’ 
 
Deger destnîşan kir ku ew rojnamevaniyê wek “terzê jiyanê” pênase dike û got: “Rojnamevanî karek jixwepirsiyê ye. Min ji jêpirsîna xwe, civak û gerdûnî dest bi rojnamevaniyê kir. Dîrok û rojnamevanî yek e. Her ku em dinivisînin dîrok dinivisîne. Em derbarê mijaran de gel agahdar dikin. Di nava 11 mehên dawî de 33 rojnamevanên kurd ji ber vê yekê hatin girtin. Ez ji bo wan jî dipirsim? Çima girtî ne?” 
 
‘GELO DI DEMEK WIHA DE EM DIKARIN LI ŞÛNA XWE RÛNÊN?’
 
Deger bal kişand ser îdiaya ku tê gotin wê hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an amade kiriye û ji wê rojê heta niha mafê jiyanê yê civakê tê astengkirin. Deger bal kişand ser krîzên aborî û siyasî û wiha got: “Heta îro tişta me pir bêriya wê kiriye, demokrasî ye. Ez wisa bawerim we jî herî zêde bêriya demokrasiyê kiriye. Ji wê dîrokê heta niha bi hezaran jin hatin kuştin, bi hezaran zarok hatin îstîsmarkirin. Her wiha mafên bi hezaran kes hatin binpêkirin. Ez ji we dipirsim; li hember tabloyek wiha ku heye, gelo em dikarin li şûna xwe rûnên? Gelo wê wîjdanê me qebûl bike? Ji ber van sedeman min dest bi rojnamevaniyê kir. Nayê xwestin ku mafê civaka ku hemû mafên wê tê desteserkirin û di bin zextan de ye bê bihîstin. Deng û renge jinan nayê bihîstin. Min van esas girt û min xwest ji tevahya dinyayê re ragihînim. Ev ji bo min meseleya wîjdan û rêgezê ye. Ji ber vê sedemê ez wek kurdek, jinek û rojnamevanek li pêşberî we me.” 
 
ÇIMA JINNEWS? 
 
Deger, bi domdarî anî ziman ku di nava hezaran salan de bi sedhezaran jin hatine qetilkirin û bal kişand ser îstîsmarkirin, tacîzkirina jinan û dûrxistina wan a ji her qadên civakê û got ku jin, rastî tecrîda civakî tên. Deger, bal kişand ser Yûsûf Ziya Gumuşel ê di nava Cemaeta Îsmaîl Aga de cih digire ku keça xwe ya 6 salî zewicandibû. Dema Deger qala vê mijarê dikir serokê dadgehê gotina Deger birî û jê xwest ku têkildarî pirsa “Têkiliya MA û JINNEWS’ê bi rêxistinê re heye yan na?” bibersivîne. Deger, ji ber birîna “gotina” wê bertek nîşanî serokê dadgehê da, bal kişand ser gotinên xwe û got ku bi vê sedemê li JINNEWS’ê dixebite. Deger, bal kişand ser Îpek Er a ji hêla Mûsa Orhan ve hatiye tecawizkirin û parastina xwe wiha domand: “Îpek Er, jineke jirêzê nîne. Jineke kurd e. Li hemberî wê kî heye? Leşkerek heye. Ji ber Mûsa Orhan dawî li jiyana xwe anî. Er, ji bo hemû jinan mîrasek hişt. Ev mîras çi bû? Qêrîna wê bû. Beriya jiyana xwe bi dawî bike bangî hemû jinan kir û xwest ku mafên wê bên parastin. Xwest ku têkoşîna wê bê domandin û hesaba wê were pirsîn.” 
 
BAŞ E KU JINNEWS HEYE!
 
Di vê navberê de serokê dadgehê pirsa “Ji bo we jî?” kir û Deger jî got; “Ji bo hemû jinan.” Deger, da zanîn ku ev rewş bi nûçeya JINNEWS’ê derketiye holê û wiha pê de çû: “JINNEWS, qêrînên jinan digihîne tevahiya cîhanê û hemû jinan. Ez ji ber vê yekê di JINNEWS’ê de xiebitim. Ji ber ku hemû jinan diparêze. Jin, tiştên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê diqewimin li ser JINNEWS’ê hîn dibin. Ez careke din dibêjim; başe ku JINNEWS heye. Ez ji ber vê gotinê jî têm darizandin. Lewma ez dîsa dubare dikim û binê wê xêz dikim.” 
 
‘EZ SERBILINDIM’
 
Deger got ku JINNEWS tê terorîzekirin û bal kişand ser sedemên vê hewldanê. Deger, bi lêv kir ku ji ber ku jin JINNEWS’ê dişopînin, ji ber ku wê esas digirin weke “sûcdar” tê dîtin. Bi domdarî Deger destnîşan kir ku JINNEWS’ê qada nirx û jiyaneke alternatîf e û wiha got: “Hemû xebatkarên JINNEWS’ê jin in. Lewma jiyaneke alternatîf e. Ji ber vê sedemê ez îro li vir dinivîsim. Lewma ez serbilindim.” 
 
‘FEZLEKE VEGUHERANDIN ÎDIANAMEYÊ’
 
Deger, da zanîn ku di dema binçavkirinê de polîsan îşkence li wan kiriye û xwest vê rewşê jî vebêje. Lê serokê dadgehê kete navberê û got; “Lê zêde dirêj neke. Mijara lêpirsîneke cuda ye.” Deger, bertek nîşanî serokê dadgehê da û wiha axivî: “Ez ê îşkenceyê vebêjim. Ez dixwazim li dîrokê bê nivîsandin. Xwestin serê me bitewînin lê nekarîn serî bi me bidin tewandin. Hevalên me senaryo û mîzansên wan jî vala derxistin.” Deger, anî ziman ku fezlekeya polîsê îşkence li wê kiriye veguheriye îdianameyê û niha jî hewldan tê kirin ku bi vê îdianameyê were darizandin. 
 
BAL KIŞAND SER NAKOKIYÊN DI ÎDIANAMEYÊ DE 
 
Deger, bal kişand ser kitekitên di îdianameyê de wiha pê de çû: “Dozger di tawanbariyên li dijî min de ji ber ku ez karta bankayê bi kar nayînim, vê îdiayaê dike; ‘hewl dide nepeniya rêxistinê biparêze.’ Lê qerta min a bankayê heye. Di îdianameyê de ez weke nûçegihana MA’yê hatime nîşandan. Her wiha weke ku navnîşana min tune be hatiye nîşandan. Lê tu rastiya van îfadeyan nînin. Dozger hewl daye li dijî me ‘delîlan’ biafirîne.” Deger, bal kişand ser “tespîtên” di rapora MASAK’ê de û got ku bi 300 TL’yê jê re hatine şandin re tê sûcdarkirin. Deger, wiha domand: “Dema ev pereye ji min re hatiye şandin, ez di girtîgehê de bûm. Lê dozger îdia dike ku min ev pereye ji derve kişandiye. Anku nakokiyên di îdianameyê de zêde ne.” 
 
Danişîn, bi parastina Deger didome. 
 
BÊTEHEMÛLIYA SEROKÊ DADGEHÊ YA LI DIJÎ KURDΠ
 
Deger, bal kişand ser şahidê “nepen” ê di îdianameyê de derheqê wê de îfade dane û got ku van îfadeyan qebûl nake. Deger, bi domdarî qala nûçeyeke di Rojnameya Bîrgunê de hatiye weşandin kir û got ku di vê nûçeyê de tê gotin ku dewlet ji bo xebatên “sîxûrtiyê” pereyan dide û li mirovan zextê dike ku derheqê hev de îfadeyan bidin. Deger, da zanîn ku di vê çarçoveyê de dewletê 12 milyon û 390 hezar û 551 TL pere belav kirine. Di vê navberê de serokê dadgehê ji Deger re got; “Heke tu wisa bifikirî ku tu xelet werdigerînî, tu dikarî bi tirkî wergerînî.” Deger, axaftina xwe bi kurdî domand. 
 
‘EZ KURDISTANÎ ME’
 
Deger, anî ziman ku peyva “Kurdistanê” ya ku bi kar anî jî di îdianameyê de cih girtiye û da zanîn ku ji ber peyva Kurdistanê weke ku Kurdistan dewletek be tê nîşandan lê belê Kurdistan navê erdnîgariyekê ye. Deger, got ku ew Kurdistanî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ji ber van îfadeyan têm darizandin. Dema siyasetmedar diçin Kurdistanê peyva Kurdistanê bi kar tînin. Lê derheqê wan de tawanbariyek tune ye. Di ewraqên fermî de Kurdistan weke eyaletek derbas dibe. Ji dîrokê heta niha navê wê erdnîgariyê Kurdistan e, gelo navê vê erdnîgariyê guherî ye? Gelo ma navên erdnîgariyan li gorî demê diguhere? Erdnîgarî naguhere. Lewma ez di nûçeyên xwe de dibêjim Kurdistan. Weke encam; çawa ku gotina Trakyayê sûc nebe, Kurdistan jî sûc nîne.” 
 
GELO MA PARVEKIRINA CEJNA ZIMANÊ DAYIKÊ SÛC E?
 
Bi domdarî Deger got ku ji ber parvekirinên xwe yên kurdî ku li ser medyaya dijîtal parve kirine tê sûcdarkirin û wiha axivî: “Ji ber ku li ser medyaya dijîtal bi kurdî dinivîsim, têm sûcdarkirin. Nivîsandina kurdî ya li wir sûc e. Tiştekî ku li vê derê ne sûc, gelo li wir çawa dibe sûc? Li ser medyaya dijîtal min ji bo 21’ê Sibatê Cejna Zimanê Dayikê peyama ‘divê zimanê dayikê bijî’ parve kiriye û ev yek weke sûc hatiye nîşandan. Ez niha ji we dpirsim; gelo ma ev sûc e?” Serokê dadgehê jî di vê navberê de ji Deger re got; “Em ê binirxînin.” Deger, got ku axaftina wê ya bi kurdî jî girêdayî PKK’ê tê kirin û wiha pê de çû: “Zimanê kurdî bi hezaran sala ye dijî. Ji bo Vanê Wan ji bo Yuksekovayê jî Gever tê gotin. Ev yek jî weke sûc hatiye nivîsandin. Gelo ma axaftina bi kurdî sûc e?” 
 
SEPANA LÊGERÎNA TAZÎ
 
Deger, da zanîn ku nûçeya wê ya têkildarî lêgerîna tazî jî di îdianameyê de cih girtiye û di îdianemeyê de îfadeyên ku lêgerîna tazî nebe cih girtine. Deger, got ku dema ew bi xwe anîn girtîgehê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û ev sepan hêj niha jî heye û bertek nîşan da. Deger, bal kişand ser biryarên Lijneya Çavdêriyê ya Îdareyê û diyar kir ku tehliyekirina bi hezaran girtiyan tê astengkirin. Deger, destnîşan kir ku “poşmantî” li girtiyan tê ferzkirin lê girtî vê qebûl nakin lewma jî tehliyeya wan tê astengkirin. Deger, bi lêv kir ku li girtîgeha lê tê ragirtin tehliyeya 14 jinan hatiye astengkirin û wiha axivî: “Weke jinekê gelo ez ê çawa li hemberî vê rewşê bêdeng bimînim?” 
 
NÎJADPERESTÎ NIVÎSAND LÊ BI NÎJADPERESTIYÊ HATE TAWANBARKIRIN 
 
Deger, bal kişand ser girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku nayê tehliyekirin û got ku weke rojnamegerek vê rewşê weke binpêkirin dibîne û dê vê rewşê her vekole. Deger, piştre jî bal kişand ser nûçeyên di îdianameyê de jê tê tawanbarkirin. Deger, bi lêv kir ku wê têkildarî kesên ji Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê bûn nûçe çêkirine û ev nûçe jî di îdianameyê de cih digirin. Deger, daxuyand ku bi nûçeyên li Altindagê çêkirin re “nîşandperestî” teşhîr kiriye lê di îdianameyê de ji ber van nûçeyan bi “nîjadperestiyê” tê sûcdarkirin. 
 
HAT ÎDIAKIRIN KU TEV LI ‘ÇALAKIYÊ’ BÛYE
 
Deger, got ku di îdianameyê de tê îdiakirin ku li ser fermana “rêxistinê” tev li çalakiyan bûye û wiha domand: “Lê nayê gotin bê ka kîjan çalakî ye, li ku hatiye kirin û naveroka wê çi ye. Ev rewş bi tena serê xwe her tiştî radixe ber çavan. Ji ber pereyên min û hevalên min ên rojnameger ji hev re şandin û li ser bilêtên balafirê hatime sûcdarkirin. Ez ji bo nûçeyan bi balafirê çûm û nabe ku ev weke sûc were nîşandan. Nûçe li ku be, rojnameger li wir e. Em rojnamegeriyê li gorî sînorên îktîdarê xêz kirin nakin. Tevahiya rojnamegerên îro li vir tên darizandin, ji ber vê sedemê tên darizandin. Ez dixwazim ku hûn vê rewşê jî li ber çav bigirin û biryarên xwe jinûve binirxînin û biryara tehliyeyê bidin.” 
 
GELO TU QET FIKIRÎ KU DERKEVÎ ÇIYÊ?
 
Deger, bertek nîşanî xwendina îfadeyê şahidê nepen ku xebatên rojnamegeriyê îllegalîze dike yên serokê dadgehê da û ev tişt anî ziman: “Ez qebûl nakim ku ev li vir bên xwendin. Ev, rêbazekî bêîtîbarkirinê ye.” Balkêş e ku serokê dadgehê ji Deger pirsa “Gelo tu qet fikirî ku derkevî çiyê?” kir. Deger jî wiha bersiv da: “Ez niha li vir im û rojnamegeriyê dikim.” Serokê dadgehê îcar pirsa “Tu bi îradeya xwe xebitî yan na?” Deger jî bi bersiva “Gelo ma ez nikarim bi îradeya xwe bixebitim?” bertek nîşan da. Dadgehê her wiha ji Deger pirsî bê ka pereyê bilêtên balafirê kî dide. 
 
Dadgehê, ji bo saetekê navber da danişînê.  

Sernavên din

17/05/2023
14:42 YSK'ê ji bo hîleyên di hilbijartinê de got 'îdiayên bêbingeh'
14:31 HPG’ê têkildarî Bestayê daxuyanî da
13:38 Li Mêrdînê çinîna ceh dest pê kir
13:01 Di topbarana li Eyn Îsayê de 3 welatî birîndar bûn
13:00 Li Mûşê 92 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin
12:51 ÎHD: Bila komîsyona hevrûbûna bi raboriyê re bê avakirin
12:33 Li Silopiyayê wesayîta zirxî li zarokekî da
12:29 HDP û Partiya Çepên Kesk: Me faşîzm da sekinandin, dikarin dawî lê bînin
11:52 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 10’emîn diyar bû
11:42 CHP: Me tespît kir ku daneyên 7 hezar û 94 girtekên sindoqan hev nagirin
11:28 Li Mêrdînê ray ji AKP-MHP’ê re zêde ji Çepên Kesk re kêm hatine nivîsandin
11:23 Bajar û navçeyên ku Partiya Çepên Kesk herî zêde deng lê girtî
11:17 Lîstika ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû’ diçe Stenbol û Kocaeliyê
11:03 Li Aydinê encamên girtekan û encamên YSK’ê hev nagirtin
10:57 Ji bo îtîrazên li YSK’ê îro roja dawî ye
10:55 Ji Çepên Kesk re sifir hat nivîsandin, hemû ray ji AKP’ê re hatine nivîsandin
09:33 Ozturk: Çirûska demokratîkbûnê hate vêxistin
09:24 Li Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
09:01 Li Îranê pêlên serhildaneke nû xuya dikin
09:00 9 meh derbas bûn hê jî îdianameya kujerê 3 zarok û dayika wan nehatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2023'YAN
08:32 Kesên li ber YSK’ê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:31 74 dengên ji MHP’ê re hatibûn nivîsîn hatin îadekirin
16/05/2023
23:59 Rojnamevan ji girtîgehê derketin: Em ê her binivîsin
23:04 Girtiyê nexweş Behçet Kaplan jiyana xwe ji dest da
20:40 Partiya Çepên Kesk li Mêrdînê 225 dengên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin
20:20 Rojeva Twîtterê:#YeşilSolPartininOylarıNerede
20:14 Raportorê Tirkiye yê PE’yê: Şertên hilbijartinê ne bi wekhevî bûn
19:48 Der barê 9 rojnamevanan de biryara berdanê
19:34 Partiya Çepên Kesk li Êlihê 230 rayên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin
19:15 Colemêrg di berxwedana xwe ye li dijî nelirêtiyên AKP'ê de bi ser ket
17:57 Li Şirnexê operasyon: Hejmara leşkerên birîndar zêde dibe
17:47 Li Semsûrê jî dengên Partiya Çepên Kesk li ber navê MHP'ê hatine nivîsandin
16:59 Nazlim: Polîsan ji min re got ‘tu navan bide em ê te berdin’
Altan: Hûn min biqewirînin jî ez ji vî welatî naçim
16:38 Li Mêrdînê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin qeydkirin
16:13 Partiya Çepên Kesk li Aydinê îtîrazî 20 hezar dengên betalbûyî kir
16:12 Yurtsever: Em di nava sînorên îktîdarê de nûçeyan çênakin lewma tên darizandin
16:02 Rojnamevanê girtî Acar: Ez ne bi fermanê, ez bi îradeya xwe nûçeyan çêdikim
16:01 Partiya Çepên Kesk: Em li Colemêrgê vîna gelê xwe biparêzin
15:39 Li Egeyê li dijî jinan 504 binpêkirin hatin kirin
15:08 Li Bestayê 4 leşker û cerdavenek hatin kuştin
14:51 Serokê Giştî yê EMEP’ê Akdenîz îstîfa kir
14:49 Doza ‘heqaretê’ ya derbarê Emîne Şenyaşar de hate taloqkirin
14:42 Beştaş: Em ê destûrê nedin ku parlamenteriya me xesp bikin
14:41 MYK’a HDP’ê civiya
14:34 Vaye dengên Partiya Çepên Kesk ên ji partiyên din re hatine nivîsîn
14:33 MED-DER’ê Cejna Ziman Kurdî pîroz kir: Bila ziman nebe sedema xerakirina motîvasyona neteweyî
14:29 Ji Rêxistina Efûyê rapora îdamê ya sala 2022’yan: Di nava 5 salan de derket asta herî jor
14:23 Li Stenbolê jinek û lawê xwe hatin qetilkirin
13:51 Li Şengalê êrişî malekê hate kirin
13:44 Danişîna doza tacîza li zarok hate taloqkirin
13:31 Li Bestayê şer derket: 2 leşker hatin kuştin
13:23 Hevşaredara Farqînê Toprak hat beraetkirin
13:20 Li Stenbolê milyonek û 230 hezar hilbijêr neçûne ser sindoqê
13:17 Rojnamevan Deger: Ez bi kişandina 300 TL’yî têm tawanbarkirin
12:09 Cenazeyê Serhat Yalçin radestî malbata wî hate kirin
11:58 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Li welatên ku Kiliçdaroglû zêde ray girtibû dengdayînê daxistin 2 rojan
11:52 Peyama Kiliçdaroglû ya ji bo ciwanan
11:37 Di sindoqekê de 233 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin
11:10 Tiryakî hişyarî da waliyê Colemêrgê: Tu ne serokê AKP’ê yî
10:40 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
10:36 Silawî: Tevî darvekirinan jî em dest ji daxwaza azadiyê bernadin
10:31 Li Colemêrgê dixwazin senaryoya 2018’an dubare bikin
09:35 Li Hesekê li dijî hucreyên DAIŞ’ê operasyon hate lidarxistin
09:00 Xwebûn bi manşeta 'Kurdistanê textê Erdogan hejand' derket
09:00 Danişîna doza 12 rojnamevanan îro ye
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2023'YAN
15/05/2023
23:51 Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê nobeda demokrasiyê da destpêkirin
19:30 Ji MED-DER'ê daxuyaniya 15'ê Gulanê
19:22 Bang ji bo danişîna doza rojnamevanên girtî
18:13 Li Hezexê qeza: 2 zarok mirin
16:59 Li Kurdistanê 319 hezar û 421 deng hatin betalkirin
16:52 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 12’ê hezîranê hate kirin
16:04 HDP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
15:53 YSK: Hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma
15:51 Kiliçdaroglû: Em ê di hilbijartinê de bi hev re bi ser kevin
14:51 Ji Partiya Çepên Kesk daxuyaniya Colemêrgê: Rêzê bo îradeya gel bigirin
14:47 MKGP'ê banga xwedîderketina doza rojnamegeran kir
14:33 Neçareserkirina pirsgirêka kurd bi Erdogan da windakirin
13:57 Endamên şandeya Îspanyol ên hatibûn binçavkirin hatin dersînorkirin
13:46 Vogel: Serdema piştre ya Tirkiyeyê hêj nehatiye nivîsandin
13:26 Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin
13:23 Di Partiya Çepên Kesk de 31 parlamenterên jin hatin bijartin
12:55 Partiya Çepên Kesk 63 parlamenter dişîne Meclisê
12:30 Li Colemêrgê Partiya Çepên Kesk her 3 wekîl qezenç kirin
12:11 Li Dêrsimê namzeta Partiya Çepên Kesk qezenç kir
12:02 Li 31 bajaran namzetên jin nehatin hilbijartin
11:35 HDP û Partiya Çepên Kesk: Hîle û komployan bandora xwe li ser encamên hilbijartinê kirin
11:18 Li ser sindoqan cerdevanên bi çek hatin peywîrdarkirin
10:42 Parlamenterê YNK’ê rastî êrişa çekdarî hat
10:34 YSK'ê daneyên dawî eşkere kirin
10:19 Danişîna 12 rojnamevanan sibê ye
09:00 ROJEVA 15’Ê GULANA 2023’YAN
03:11 Kiliçdaroglû: Em ê di tura 2’yemîn de teqez bi ser kevin
03:06 YSK’ê rêjeya dengan eşkere kir
02:57 Erkek ê CHP’î: Hêj daneyên gelek sindoqan li pergalê nehatine barkirin
02:08 Li Qoserê polîsan tundî li du kesan kir
02:01 Li gorî YSK’ê derengketina hejmartina dengên derveyî welat tiştekî asayî ye!
01:49 Hat îdiakirin ku piştî hejmaran hevnegirtî deng hate betalkirin