Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin

  • rojane
  • 09:03 20 Gulan 2023
  • |
img
SEMSÛR - Li Semsûrê ji ber bendava Koçaliyê ku ji aliyê DSÎ'yê vê tê çekirin, gundên Şexbor, Şenikan, Qarikan û Bûkan tên valakirin. Şêniyên gundan naxwazin ji gundên xwe derkevin.
 
Li Semsûrê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) di sala 2015'an de dest bi çêkirina bendava Koçaliyê kir. Bi çêkirina bendavê re der barê gundên Şenikan, Şêxbor, Qarikan û Bukan ku di navbera navçeya Cêlikan û navenda Semsûrê de ne biryara valakirinê hat dayîn. Şêniyên gundan li dijî vê biryarê rabûn û ji bo çêkirina bendavê bê sekinandin doz vekirin. Lê doz ji aliyê dadgeha îdareyê vê hat redkirin. Tevî hemû bertekên şêniyên gundan jî çêkirina bendavê didome. 
 
DSÎ'yê çêkirina bendavê da ber îhaleyê. Şîrketa Îlcî îhale wergirt. Çendî 8 sal di ser karê çêkirina bendavê re derbas bûye jî rewşa gundên ku tê gotin wê bên valakirin nediyar e. Gundê Şêxborê ku bandor ji erdhejên 6'ê Sibatê wergirtibû, gelek xaniyên wê hilweşiyan. Şêniyên gund ji ber nediyarbûna rewşa gund nizanin wê çi bikin. Şêniyên gundê Şêxborê diyar kirin ku xaniyên wan ji ber erdhejê xesar dîtine, lê ji ber nediyarbûna rewşa gund nikarin xaniyên xwe çêbikin. Şêniyên gund xwestin pirsgirêka wan a hêwirînê demildest bê çareserkirin. 
 
'ŞENIYÊN GUND NAXWAZIN KOÇBER BIBIN'
 
Şêniyê gund Mustefa Ergul bi lêv kir ku di destpêka çêkirina bendavê de şêniyên gund li dijî valakirina gund rabûne û ev tişt anîn ziman: "Şeniyên gund li dijî bendavê rabûn û nexwestin ji gundê xwe koç bikin. Lê dewletê bi bihayekî erzan zeviyên şêniyên gund ji bo bendavê îstîmlaq kir. Yên ku nedixwestin zeviyên xwe bi bihayekî erzan bifroşin, dewletê ew didan ber dadgehê. Vê yekê jî şêniyên gund neçar dikir ku zeviyên xwe bifroşin. Gotin wê di 3 salan de ji bo we gundek bê peydakirin û hûn ê derbasî wir bibin. Lê çend sal derbasbûn hê hî tiştek tune ye."
 
'REWŞA GUNDAN NEDIYAR E'
 
Ergul diyar kir ku ji ber rewşa valakirina gund ne diyare şêniyên gund jî nizanin wê çi bikin û wiha got: "Niha şêniyên gund nizanin wê çi bikin. Gund bê valakirin wê çi bibe nayê zanîn. Dibêjin wê ji gundiyan rê cihek bê amadekirin lê hê nayê zanîn wê li ku derê an jî kengî bê amadekirin. Di sala 2016'an de li dijî vê yekê şêniyên gund çalakiyek li dar xistin, çûn li pêşiya makînayên kar sekinîn û gotin em naxwazin li gundê me bendav bê çakirin. Leşker hatin, nehiştin gundî çalakiyê bikin û gelek kes binçavkirin."
 
'ARMANC DÛRXISTINA JI WELAT E'
 
Ergul destnîşan kir ku zeviyên şêniyên gund bi bihayeke erzan hatine îstîmlaqkirin û got: "Ji ber bendavm zeviyên me îstîmlaq kirin. Gund bi tûtinê debara xwe dike. Lê ji ber ku zeviyên şêniyên gund hatine îstîmlaqkirin şêniyên gund nikarine debara xwe bikin. Yanî milet bi çarenûsa wan re rû bi rû hiştine. 4 gundan dikin vala bikin. Gundê Şenikan, Şexbor, Qarikan û Bukan ji vê bendavmbandor dibin, wê vala bikin. Armanc ew e ku gel ji warê gel dûr bixin. Şêniyên gund naxwazin ji gundê xwe derkevin."
 
'8 SAL IN TIŞTEKÎ DIYAR TUNE YE'
 
Şêniyê bi navê Îsmet Yoldaş jî anî ziman ku tevî 8 sal derbasbûne jî hê di çêkirina bendavê pêşveçûyîneke bebriçav xuya nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha çend sal in çêkirina  bendavê danê sekinandin û tu şixul tune ye. Dibêjin heke bendav bê çêkirin em ê gund vala bikin û şêniyên gund ciheke din bi cih bikin. Lê tu tiştekî diyar tune ye. Gundî îdara xwe li ser tûtinê dikin, lê piştî ku bendav hat çêkirin, debarê jî bandor ji vê girt. Niha weke berê em nikarin tûtinê biçînin. Şêniyên gund jî naxwazin ji gund derkevin. Heke em ji gund derkevin jî bila ji me re xaniyan çêkin û erdan bidin me. Lê tu tiştek nekirin ne bendav çêkirin ne jî ji gundiyan re cihek dîtin."
 
Yoldaş diyar kir ku gundê wan bandor ji erdhejê jî girtiye û wiha got: "Di erdhejê de jî 42 xaniyan xesareke mezin dîtin û 15 xanî jî hilweşiyan. Tu kesan jiyana xwe ji dest neda, lê gelek xanî hilweşiyan. Ji ber ku rewşa gund nediyar e kes nikare ji xwe re xaniyan jî çêbike. Konteyneran jî nadin gundiyan, dibêjin werin cihê ku me konteyner lê danîne, lê şêniyên gund jî nikarinê ji vir derkevin biçin ciheke din. Niha milet di konan de ye. AFAD û Wezareta Hewirdor û Bajarvaniyê hatin gund, gotin em ê ji gundiyan re cihekî din xaniyan çêbikin. Heke li vir bendav nehata çêkirin, wê şêniyên gund bi derfetên xwe xaniyên xwe çêbikira. Ji ber vê daxwaza me ev e demildest cihên xaniyên me bên peydakirin û ji me re xanî bên çekirin."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

20/05/2023
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer
09:01 Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî
09:00 18'Ê GULANA 2023'YAN
17/05/2023
23:59 Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî
19:59 Qeyûm bi kuştinê gef li rojnamevan Kanbal xwar
19:02 Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
18:58 Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
17:29 Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin
17:09 Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
16:54 Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
16:34 Tifaqa Milet civiya
16:09 ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike
15:37 ‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
15:12 Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê
14:46 Piştî hilbijartin bo tûra duyemîn ma, dest bi belavkirina komirê kirin