Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat

  • rojane
  • 12:10 21 Gulan 2023
  • |
img
RIHA - Jina bi navê Ceylan Demîr da zanîn ku ji bo guherandina navnîşana xwe çû midûriyeta nifûsê, kêra xwe teslîmî polîsan kir û dema kêra xwe xwestî, ji hêla polîsan ve hate derbkirin. Demîr wiha got: “Di dema binçavkirinê de jî lêgerîna tazî li min ferzkirin û hatim tacîzkirin.” 
  
Jina bi navê Ceylan Demîr a 36 salî ku dayika zarokekê ye, li Rihayê rastî îşkenceya polîsan hat. Bûyer di 19’ê gulanê de dema Demîr ji bo guherandina navnîşana xwe çûy Midûriyeta Nifûsê ya Rihayê pêk hat. Li gorî îdiayê; Demîr çû Midûriyeta Nifûsê ya Navçeya Halîliyê û kêra li cem xwe radestî polîsan kir. Dema derketî jî kêra xwe xwest lê polîsan neda. Demîr jî li dijî vê rewşê derket û ji ber vê sedemê rastî heqaretên devkî û êrişa fîzkî ya 2 polîsên zilam û polîseke jin hat. Demîr, li midûriyeta nifûsê hate binçavkirin, şevekê li Qereqola Polîsan hate ragirtin û duh jî sewqî Edliyeya Rihayê hate kirin. 
 
BI ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ HATE BERDAN
 
Demîr, bi îdiayên “Muqavemeta li dijî polîsan” û “Hewlda bi çekê (kêr) bikeve avahiya Midûriyeta Nifûsê” îfade da. Piştî îfadeyê jî bi daxwaza ku bi şertê kontrola edlî were berdan, sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. Dadgeriyê jî îfadeyê Demîr girt û bi şertê kontrola edlî berda. 
 
GILÎ KIR 
 
Demîr, çû nexweşxaneyê û rapora derbkirinê girt. Demîr, li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê giliyê polîsan kir. 
 
3 POLÎSAN DERB KIR
 
Demîr, têkildarî bûyerê bi ajansa me re axivî. Demîr, wiha qala bûyerê kir: “Navnîşana min xelet hatibû nivîsandin û ez jî ji bo were sererastkirin çûm midûriyeta nifûsê. Ji bo ku kirariyên min bên temamkirin çûm nifûsê lê bi sedema ewraqên kêm ez şandim şaredariyê. Ez sê caran ketim midûriyeta nifûsê û derketim. Di her carê de jî ji cîhazê X-Rayê re derbas bûm. Di cara sêyan de dema derbas dibûm, polîsê li wir disekinî xwest ku ez telefona xwe deynim. Li ser min kêrek hebû lewma deng ji cîhaz dihat. Min jî kêr derxist û nîşanî polîs da. Wî jî danî di qaseyê de. Dema karê min qediyayî û derdiketim, min kêra xwe jê xwest. Lê polîsan ji min re gotin; ‘sûc e ku tu vê kêrê li ser xwe digerînî’ û nedan. Min jî got; ‘heke sûc be çima li her deverê tên firotin?’ Li ser vê yekê polîsan heqareta ‘tu kêm aqilî’ kirin. Ji ber vê jî di navbera me de nîqaş derket. Du polîsên zilam û polîseka jin ez xistim odeyekê û li wir li min xistin. Bi taybet jî birin odeya ku kamera lê tune bû û li min xistin. Piştre jî hinek polîs ji qereqolê hatin, ez binçav kirim û birin Qereqola Sarayonuyê.” 
 
‘JI BER KU DEWLET ME NAPARÊZE LEWMA LI SER XWE KÊRÊ DIGERÎNIM’ 
 
Bi domdarî Demîr diyar kir ku ji bo xwe biparêze her tim kêrê li ser xwe digerîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hewcehî pê dibînim ku li ser xwe kêrê bigerînim. Nîşana xwîşka min xera bûbû û di vê mijarê de meseleyeke me heye. Me ji wê rewşê berpirsyar dibînin. Beriya niha me ji ber vê rewşê gilî kiribû. Polîsekî got; ‘heta cînayet çênebe em nikarin tiştekî bikin.’ Ez mereq dikim bê ka dema ez ketim gorê dê îfadeyê min çawa bigirin. Lewma min jî li ser xwe kêr gerand. Dewlet, jinan naparêze. Heke dewletê biparasta dê 3 polîsan li min xista. Ez nebawerim ku têm parastin. Heke polîsek gotina ‘heta cînayet çênebe em nikarin tiştekî bikin’ ji min re bike û îfadeyê negire, wê demê ez neçarim ku edaletê xwe bi xwe pêk bînim. Ji ber ku edalet tune ye.” 
 
GEFA ‘TIŞTEK BI POLÎS NABE LÊ TU DÊ BIŞEWITÎ’
 
Herî dawî jî Demîr ev tişt anî ziman: “Dema ez anîm edliyeyê, polîsekî ji min re got; ‘Heke tu ji wan polîsan lêborînê bixwazî dê ev mijar bê girtin.’ Zext li min kirin ku lêborînê bixwazim. Polîsekê din jî ji min re got; ‘Heke dixwazî tu gilî neke. Heke tu giliyê wan bikî û di dozê de bi ser jî bikevî dê tiştek bi wan nebe. Lê tu dê bişewitî.’ Bi vî awayî gef li min xwarin. Tiştên bi serê min hatin hem îşkenceya derûnî hem jî ya fîzîkî ye. Di dema binçavkirinê de bi darê zorê lêgerîna tazî kirin. Hatim tacîzkirin. Mafê polîsên li midûriyeta nifûsê li min xistin tune ye ku destê xwe biavêjin cihên min ên taybet. Baweriya min a bi edaletê nema ye. Tenê heke hemû jin bên ba hev dikarin dawî li vê zilmê bînin.” 
 
MA / Omer Akin - Rûkiye Adiguzel 
 

Sernavên din

23/05/2023
13:32 Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn li qadê ye
13:29 Biryara sînordarkirinê danîne ser dosyeya rojnamevan Akyuz
13:22 Li Edeneyê û Mêrsînê gelek cih di bin avê de man
13:07 Di operasyona navenda wê Mêrsînê de 24 kes hatin binçavkirin
12:47 Dayika Aştiyê Alagaş jiyana xwe ji dest da
12:00 Yalçinkaya ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
12:00 Hejmara kesên li derveyî welat deng didin ji milyonek û nîvan derbas kir
11:59 Ji Şenyaşar banga 28’ê Gulanê: Ji bilî guhertinê tu şansekî me yê din nîne
11:58 Bayindir: Gelê kurd dê Erdogan têk bibe
11:58 MARSÛ’yê taxek bêav hişt
11:31 Rêveberên Mexmûrê: Divê hikumet dest ji dorpêçê berde û guhdariya gel bike
11:20 Li derveyî welat rewşa dawî: Vê carê hilbijêr zêdetir diçin dengdayînê
11:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:16 Xelkê Amedê: Werin em biçin ser sindoqan û vê tirsê têk bibin
10:35 Akça: Jinên ku mifteya guhertinê ne divê biçin ser sindoqan
10:28 Gergerlîoglû: Îktîdar hewl dide kêmasiyên xwe bi îstîsmarkirina olê veşêre
10:17 Hefteya Windayan di sala 28’emîn de ye
10:02 Kurdî ji bo kurdan qedexe ye lê ji bo AKP’ê serbeste!
09:48 Parlamenterên Wanê: 28’ê Gulanê roja dawîlêanîna desthilatdariyê ye
09:47 Derziyên girtiyê nexweşê giran Ayik nadinê
09:25 Endama Konseya Ewropayê Castel ji bo serlêdana Îmraliyê amadekariyan dike
09:15 30 sal in kiryarên wî nehatine darizandin: Kujerên sereke Agar û Çîller e
09:03 Berî bimirin dixwazin kurê wan bê berdan
09:03 Bi germbûna hewayê re mexdûrên erdhejê nikarin di konan de bimînin
09:02 Bi SÎHA’yan êrişî gundê Şengalê kirin
09:01 Dozger xwest 8 sal ceza li parlementera HDP'ê ya berê Irmak bê birîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2023'YAN
08:53 Rojnamevan Delal Akyuz hat binçavkirin
08:22 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
08:18 Hunermend Şêrko Kanîwar hat binçavkirin
22/05/2023
23:16 Jinan ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kir
20:23 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga ji bo çûna ser sindoqê
19:00 Ciwanên ku ji ber govendê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:54 OHD: Em li dijî êrişên nijadperest li cem gelê kurd in
18:02 Sînan Ogan dê di tûra duyemîn de piştgiriya Erdogan bike
17:07 Cenazeyê Yalçinkaya piştî 73 rojan radestî malbata wê hate kirin
17:05 Dorpêça li ser Mexmûrê didome: Xelkê wargehê li ber xwe dide
16:59 Li Şirnexê ji bo hilbijartinê serdana dikandaran hate kirin
16:39 Ferît Şenyaşar: 28’ê Gulanê em ê bi desthilatê bidin windakirin
14:59 Ji bo ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin daxwaza girtinê
14:59 Li Ewropayê çûyîna ser sindoqan zêde bû: Hêj her tişt xelas nebûye
14:58 Alimên Olî: Em dikarin vê feraseta zordar bi hev re ji holê rakin
14:07 Li Wanê xebatên tûra duyemîn: Em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin
14:03 Ji bo 28’ê Gulanê banga çûna ser sindoqan kirin
13:47 15 sal cezayê hefsê dan Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer
13:25 Baroya Amedê bersiv da gefa Soylu: Em vî zimanî qebûl nakin
13:11 Ceylan: Herin ser sindoqan, AKP'ê bişînin, sindoqan biparêzin
12:28 Li Hezexê jinên ku qeza şermezar kirin rê li trafikê girtin
11:34 Komeleya Oy ve Otesî: Hejmara dilxwazan ji 200 hezaran derbas bû
11:20 Giliya dengbêj Axîn Biro yê hatibû derbkirin bi neşopandinê encam bû
10:56 Di serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin
10:50 Aksoyoglû: Di nava hefteyekê de li Tirkiyeyê nêzikatiyên siyasî tam berevaj bûn
10:05 Ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin sewqî edliyeyê kirin
09:48 Dolarî rekorên hemû deman derbas kir
09:41 Gora Jîna Emînî dîsa hate texrîbkirin
09:36 Sirri Sakik: Divê her kes biçe ser sindoqê û vîna xwe nîşan bide
09:02 Girtiyê nexweş ku destek wî nîne di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:02 Otlû: Em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan gotinên xwe bibêjin
09:01 Wezîrê berê yê îzlandayî: Îmrali dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê
09:01 ‘Em ji bo jiyana xwe di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan’
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2023'YAN
21/05/2023
23:04 Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê: Divê artêşa Iraqê demildest ji Mexmûrê vekişe
21:31 Polîsan êrişî ciwanên kurd ên govendê gerandin kir
21:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê şehîdên meha gulanê bi bîr anîn
20:23 Li Enqereyê panela zimanê kurdî: Zimanê zikmakî hêmana sereke ya mirov e
18:36 Dag û Er: Îşkence li me tê kirin
16:20 Li Edeneyê bi mezinahiya 4,9 erdhej çêbû
16:03 Li Îzmîrê bîranîna ‘Şehîdên Meha Gulanê’
15:54 Ji ber lehiyan li Îtalyayê 36 hezar kesan malên xwe terikandin
15:04 Zaroka 2 salî ya destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
14:55 Hevserokê CDK-F’ê Olmez: Kurd dê rê nedin dîktator
14:33 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
14:04 Cenazeyên endamên HPG/YJA Starê li nexweşxaneyê tên sekinandin
13:30 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de didome
13:22 HDP: Divê Qirkirina Çerkesan bê naskirin
12:27 Welatparêzê kurd Armûtlû li Amedê hate definkirin
12:12 Sê xwîşk û birayên girtiyê hatibû darvekirin hatin girtin
12:10 Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat
11:36 Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
11:36 HDP: Tifaqa Cumhur ku propagandayeke qirêjî dike dê hesabê bide
11:27 Mizrakli: Bêhêvîtî li me nayê, em ê bi ser kevin
11:26 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Tûra 2’yemîn têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye
10:37 George Aslan bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe