Giliya dengbêj Axîn Biro yê hatibû derbkirin bi neşopandinê encam bû

  • rojane
  • 11:20 22 Gulan 2023
  • |
img

AMED - Dengbêj Axîn Biro dema sewqî Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hate kirin, hatibû derbkirin. Giliya ku Biro têkildarî derbkirinê bi rêya parêzerên xwe kiribû, bi neşopandinê encam bû.

 
Dema dengbêj Axîn Biro (Îbrahîm Ertaş) bi wesayîtê ji bo bernameyekê diçû Gazîemîra Îzmîrê, di 10’ê mijdara 2015’an de hate binçavkirin. Axîn Biro yê medyaya desthilatê bi nûçeyên bi serenavê “Dema bombe ji bin axê derxistin hatin girtin” hedef nîşandan ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û şandin girtîgehê. Berovajiyê medyaya desthilatê di girteka polîsan a girtinê de hate belgekirin ku dema Axîn Biro bi wesayîtê diçû hatiye binçavkirin. Nasnavê Ertaş yê ser dikê ku bi salan e bikartîne jî weke navê kod hate qebûlkirin. Di encama darizandinan de li hunermend Axîn Biro 20 sal û 4 meh cezayê hefsê hate birîn. Axîn Biro yê piştî hate girtin şandin Girtîgeha Şakran a Îzmîrê, dema dihat darizandin sewqî Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê hate kirin. Dû re Axîn Biro tevî nexweşiyên prostat û şekirê jî di 6’ê cotmeha 2022’yan de sewqî Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hate kirin. 
 
Biro yê tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, di girtîgehê de mafên wî tên binpêkirin. Parêzera Axîn Biro Selvî Toprak Firat, têkildarî darizandinê nirxandin kirin û şertên Girtîgeha Tîpa S ku muwekîlê wî lê tê ragirtin vegotin. 
 
Selvî Toprak Firat
 
Firat, diyar kir ku Axîn Biro girêdayî agahiyên îstîxbaratî hate cezakirin lê dema darizandinê de çavkaniya agahiyên îstîxbaratî nehatiye aşkerekirin. Firat, anî ziman ku tevî muwekîlê wî dema ji cihê bûyerê dûr diçû hat binçavkirin jî wek “ser sûc hatiye girtin” hatiye hedefgirtin û ev rewş jî wek hinceta cezayê hatiye dayîn nîşan da. 
 
DÎMENA BINÇAVKIRINÊ WEKE DELÎL HATE HESIBANDIN
 
Firat, bi lêv kir ku muwekîlê wî ji madeyên teqemeniyê yên tên îdiakirin li qadeke daristanê ya li Îzmîrê hatine veşartin berpirsyar tê girtin û wiha got: “Yekane qeyda kameraya dîtina teqemeniyên li qada daristanê hatine veşartin bibîne. Lê çi ecêbe qeyda qemereyê ya teqemenî kengî ji aliyê kê ve hatine veşartin nîne û li gorî cihê ku teqemenî lê hatine veşartin hatiye avakirin. Dema madeyên teqemeniyê hatine derxistin, muwekîlê wî bi paşve kelemçekirine û bi saetan li kêleka madeyan hatiye sekinandin, ev dîmen jî weke delîl hatine hesibandin. Dema dihate sekinandin destên wî bi axê ketine û derketina şopa barûtê ya heta cihekî belav bûye ya li destê wî weke sedemê girtina wî hatiye hesibandin.”
 
Firat, diyar kir ku dosyaya ji 19 klasoran pêk tê ku Axîn Biro bi 11 kesan re tê darizandin, dema li Dadgeha Îstînafê di demekî mehek û nîvan de hate pejirandin û ji Dadgeha Bilind re hate şandin û wiha berdewam kir: “Li Daîreya Dadgeha Bilind daxwaza me ya danişînê hate redkirin û dosya xistine arşîvê. Piştî zêdeyî 2 salan dema binçavkirina di çarçoveya qanûnan de qediya û me daxwaza xwe ya berdanê pêşkeş kir, dosya ji arşîvê hatiye derxistin û biryar hate dayîn ku lêkolînkirina nû ne pêkan e û di demekî kin de dîsa biryar hatiye pejirandin.”
 
BÊYÎ KU AGAHDAR BIKIN SEWQÎ TÎPA S HATIYE KIRIN
 
Firat, bi lêv kir ku ji bo Axîn Biro di dema darizandinê de tev li danişînan bibe û malbata wî biçe hevdîtina wî xwestine sewqî Girtîgehên Amed, Mêrdîn û Rihayê bibe lê ev yek nehatiye qebûlkirin û muwekîlê wî sirgunî Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê kirine. Firat, da zanîn ku Biro di vê pêvajoyê de nebirine nexweşxaneyê, bi mûameleyên dij mirovahiyê gelek mafên wî yên bingehîn hatine binpêkirin û anî ziman ku di 6’ê cotmeha 2022’yan de bêyî agahiya wî sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hatiye kirin. Firat, anî ziman ku dema sewqê de Biro bi hevalên xwe re hatiye derbkirin û di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatine. 
 
HATE DERBKIRIN Û ENSTRUMAN NEDANÊ 
 
Firat, bi lêv kir ku bi axaftina telefonê ya piştî du hefteyan a Biro ya bi malbata xwe re kiriye hînbûne ku sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê bûne. Firat, da zanîn ku tevî du hefte derbasbûne jî li ser laşê muwekîlê wî şopa derbkirinê hebûne û her çendî li ser serlêdanên wan bi raporên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Antalyayê û Navenda Mafên Mirovan a Baroya Antalyayê ev yek hatibe piştraskirin jî giliya wan a li Serdozgeriya Komarê ya Manavgat û Alanyayê bi neşopandinê encam bûne. Firat, anî ziman ku enstrumanên dengbêj Axîn Biro hatine şikandin û ewilî enstrumanek tenê dane wî û li ser bi gelek caran serlêdanê enstrumanên wî yên din weke bi xesar hatine dayîn. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN DI GIRTÎGEHÊ DE
 
Firat, destnîşan kir ku li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê zextên li ser muwekîlê wî Bira û girtiyên din her ku diçe zêde dibin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê wiha vegotin: “Carna rojê du caran lêgerîn tê kirin, heta bi şev jî legerîn tên kirin û di lêgerînan de zirarê didin tiştên girtiyan. Li odeyên ku girtî lê dimînin kamerayên ku tuwalet, serşok û cihê razanê dibînin hatine bicihkirin, sînorkirina enstrumanan tê ferzkirin, tevî ku nexweşên diyabetê ne jî li derveyî plana xwarinê tevdigerin, personel zextan dikin û mûameleya derveyî rûmeta mirovan dikin.”
 
7 SAL IN GIRTÎ YE: DEST JI MUZÎKÊ BERNEDA
 
Firat, bal kişand ser gotinên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû yên bi fermana Serokkomarê AKP’î Erdogan qeyûm tayînî şaredariyên HDP’î kirin û axaftina xwe wiha domand: “Çawa ku li şaredariyên herêmê qeyyûm hatin tayînkirin û piştî ku Erdogan aciziya xwe anî ziman hevşaredar jî hatin girtin, xebatên hunermend Axîn Biro yên di warê muzîka kurdî de jî ew acizkirin û ji bo ku dest ji muzîkê berde ji aliyê hêzên ewlehiyê yên gelek caran ew hişyar kir ve hate mehkûmkirin. Lê di şertên girtîgehê yên 7 salan zêdetir de ne dest ji têkoşînê berda ne jî xebatên muzîkê yên bi zimanê dayikê. Di axaftina telefonê ya her hefte 10 deqîqeyan bi malbata xwe re dike, klamên çêkirî bi zarokên xwe yên stranbêj dide guhdarkirin, xebatên wan ên muzîka kurdî dişopîne, bi nameyan gotinên stranan û notayan ji zarokên xwe û hevalên xwe yên stranbêj re dişîne. Weke ku camên kabîna hevdîtinê ya parêzeran bihejîne stranên xwe bi min jî dane guhdarkirin.”
 

Sernavên din

23/05/2023
13:32 Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn li qadê ye
13:29 Biryara sînordarkirinê danîne ser dosyeya rojnamevan Akyuz
13:22 Li Edeneyê û Mêrsînê gelek cih di bin avê de man
13:07 Di operasyona navenda wê Mêrsînê de 24 kes hatin binçavkirin
12:47 Dayika Aştiyê Alagaş jiyana xwe ji dest da
12:00 Yalçinkaya ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
12:00 Hejmara kesên li derveyî welat deng didin ji milyonek û nîvan derbas kir
11:59 Ji Şenyaşar banga 28’ê Gulanê: Ji bilî guhertinê tu şansekî me yê din nîne
11:58 Bayindir: Gelê kurd dê Erdogan têk bibe
11:58 MARSÛ’yê taxek bêav hişt
11:31 Rêveberên Mexmûrê: Divê hikumet dest ji dorpêçê berde û guhdariya gel bike
11:20 Li derveyî welat rewşa dawî: Vê carê hilbijêr zêdetir diçin dengdayînê
11:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:16 Xelkê Amedê: Werin em biçin ser sindoqan û vê tirsê têk bibin
10:35 Akça: Jinên ku mifteya guhertinê ne divê biçin ser sindoqan
10:28 Gergerlîoglû: Îktîdar hewl dide kêmasiyên xwe bi îstîsmarkirina olê veşêre
10:17 Hefteya Windayan di sala 28’emîn de ye
10:02 Kurdî ji bo kurdan qedexe ye lê ji bo AKP’ê serbeste!
09:48 Parlamenterên Wanê: 28’ê Gulanê roja dawîlêanîna desthilatdariyê ye
09:47 Derziyên girtiyê nexweşê giran Ayik nadinê
09:25 Endama Konseya Ewropayê Castel ji bo serlêdana Îmraliyê amadekariyan dike
09:15 30 sal in kiryarên wî nehatine darizandin: Kujerên sereke Agar û Çîller e
09:03 Berî bimirin dixwazin kurê wan bê berdan
09:03 Bi germbûna hewayê re mexdûrên erdhejê nikarin di konan de bimînin
09:02 Bi SÎHA’yan êrişî gundê Şengalê kirin
09:01 Dozger xwest 8 sal ceza li parlementera HDP'ê ya berê Irmak bê birîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2023'YAN
08:53 Rojnamevan Delal Akyuz hat binçavkirin
08:22 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
08:18 Hunermend Şêrko Kanîwar hat binçavkirin
22/05/2023
23:16 Jinan ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kir
20:23 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga ji bo çûna ser sindoqê
19:00 Ciwanên ku ji ber govendê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:54 OHD: Em li dijî êrişên nijadperest li cem gelê kurd in
18:02 Sînan Ogan dê di tûra duyemîn de piştgiriya Erdogan bike
17:07 Cenazeyê Yalçinkaya piştî 73 rojan radestî malbata wê hate kirin
17:05 Dorpêça li ser Mexmûrê didome: Xelkê wargehê li ber xwe dide
16:59 Li Şirnexê ji bo hilbijartinê serdana dikandaran hate kirin
16:39 Ferît Şenyaşar: 28’ê Gulanê em ê bi desthilatê bidin windakirin
14:59 Ji bo ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin daxwaza girtinê
14:59 Li Ewropayê çûyîna ser sindoqan zêde bû: Hêj her tişt xelas nebûye
14:58 Alimên Olî: Em dikarin vê feraseta zordar bi hev re ji holê rakin
14:07 Li Wanê xebatên tûra duyemîn: Em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin
14:03 Ji bo 28’ê Gulanê banga çûna ser sindoqan kirin
13:47 15 sal cezayê hefsê dan Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer
13:25 Baroya Amedê bersiv da gefa Soylu: Em vî zimanî qebûl nakin
13:11 Ceylan: Herin ser sindoqan, AKP'ê bişînin, sindoqan biparêzin
12:28 Li Hezexê jinên ku qeza şermezar kirin rê li trafikê girtin
11:34 Komeleya Oy ve Otesî: Hejmara dilxwazan ji 200 hezaran derbas bû
11:20 Giliya dengbêj Axîn Biro yê hatibû derbkirin bi neşopandinê encam bû
10:56 Di serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin
10:50 Aksoyoglû: Di nava hefteyekê de li Tirkiyeyê nêzikatiyên siyasî tam berevaj bûn
10:05 Ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin sewqî edliyeyê kirin
09:48 Dolarî rekorên hemû deman derbas kir
09:41 Gora Jîna Emînî dîsa hate texrîbkirin
09:36 Sirri Sakik: Divê her kes biçe ser sindoqê û vîna xwe nîşan bide
09:02 Girtiyê nexweş ku destek wî nîne di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:02 Otlû: Em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan gotinên xwe bibêjin
09:01 Wezîrê berê yê îzlandayî: Îmrali dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê
09:01 ‘Em ji bo jiyana xwe di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan’
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2023'YAN
21/05/2023
23:04 Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê: Divê artêşa Iraqê demildest ji Mexmûrê vekişe
21:31 Polîsan êrişî ciwanên kurd ên govendê gerandin kir
21:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê şehîdên meha gulanê bi bîr anîn
20:23 Li Enqereyê panela zimanê kurdî: Zimanê zikmakî hêmana sereke ya mirov e
18:36 Dag û Er: Îşkence li me tê kirin
16:20 Li Edeneyê bi mezinahiya 4,9 erdhej çêbû
16:03 Li Îzmîrê bîranîna ‘Şehîdên Meha Gulanê’
15:54 Ji ber lehiyan li Îtalyayê 36 hezar kesan malên xwe terikandin
15:04 Zaroka 2 salî ya destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
14:55 Hevserokê CDK-F’ê Olmez: Kurd dê rê nedin dîktator
14:33 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
14:04 Cenazeyên endamên HPG/YJA Starê li nexweşxaneyê tên sekinandin
13:30 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de didome
13:22 HDP: Divê Qirkirina Çerkesan bê naskirin
12:27 Welatparêzê kurd Armûtlû li Amedê hate definkirin
12:12 Sê xwîşk û birayên girtiyê hatibû darvekirin hatin girtin
12:10 Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat
11:36 Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
11:36 HDP: Tifaqa Cumhur ku propagandayeke qirêjî dike dê hesabê bide
11:27 Mizrakli: Bêhêvîtî li me nayê, em ê bi ser kevin
11:26 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Tûra 2’yemîn têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye
10:37 George Aslan bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe