Dorpêça li ser Mexmûrê didome: Xelkê wargehê li ber xwe dide

  • rojane
  • 17:05 22 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hewldana dorpêçkirinê ya artêşa Iraqê ya li Mexmûrê didome. Li dijî vê hewldanê, berxwedana gel jî didome. Her wiha partiyên siyasî yên  Başûr, xelkê Rojeva û Fransayê jî êriş û dorpêça li ser wargehê şermezar kirin.
 
Artêşa Iraqê di 20’ê gulanê de bi hêzeke zêde ya wesayîtên zirxî û leşkerî xwest bikeve Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê û li dora wê têlên direhî bipêçe û kuleyan ava bike. Li ser vê yekê xelkê navçeyê herikî pêşiya wan û ew dan sekinandin. Di danê êvarê de artêşa Iraqê êriş kir û di encamê de 2 welatî birîndar bûn. Li gorî agahiyên dawî, dor li Mexmûrê hatiye girtin, leşkeran li çend noqteyan kon vegirtine û li her çar aliyên wargehê wesayîtên zirxî hatine bicihkirin. 
 
Hat ragihandin ku artêşa Iraqê rêya ketin û derketina Mexmûrê girtî ye û rê li ber talûkeyeke mezin vekirine. Li hêla din artêş nahêle ku rojnameger bikevin wargehê ku nûçeyan bişopînin. 
 
GEL LI DIJÎ HEWLDANA DORPÊÇÊ NOBETÊ DIGIRE 
 
Xelkê wargehê jî ji heft salî heta heftê salî li dijî dorpêça artêşa Iraqê dest bi nobeta berxwedanê kir û ev sê roj in bênavber li ber xwe didin.  Welatiyan li çend noqteyan kon vegirtin û bibiryar e ku rê nede artêşa Iraqê ku têlên dirêhî bipêçin û kuleyan deynin. Xelkê navçeyê bang li rayedaran kirin ku artêşê vekişînin û dawî li vê hewldanê bînin. 
 
BANG: LI DIJÎ VÊ HEWLDANÊ BERTEK NÎŞAN BIDIN 
 
Hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yusif Kara jî têkildarî mijarê axivî û got ku ev demekî dirêje hikûmeta Iraqê dixwest bi hevkariya Barzaniyan û Tirkiyeyê dora wargehê bitêl bike û ev tişt anî ziman: “Ev daxwaza xwe çendek caran bi me re jî parve kirin. Lê gelê Mexmûrê tu carî ev qebûl nekir. Di 20’ê mehê de şandeyek şandin vê derê û me xwest pê re muzakereyan bikin. Lê guh nedan û israr kirin ku bi ya xwe bikin. Lê hewldana wan li dijî qanûna NY’yê. Lê divê dost û dijmin her kes bizane ku em vê nêzikatiyê bi tu awayî qebûl nakin. Piştî ewqas êş û berdêlan em nikarin tecrîd û îzolekirinê qebûl bikin. Banga me ji bo raya giştî ya cîhanê, NY, hemû derdorên demokrat, gelê Kurdistan û Iraqê dikin ku li dijî vê helwesta li ser daxwaza dewleta tirk a faşîst tê kirin derkevin. Em dîsa bang li hikûmeta Iraqê dikin ku hêzên xwe vekişînin.”
 
PARTIYÊN BAŞÛR BERTEK NÎŞAN DAN
 
Partiya Demokratîk a Gel a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Hîzba Şûî ya Kurdistanê jî têkildarî dorpêç û êrişa li Mexmûrê di bin navê Desteya Karê Hevpar a Çepên Kurdistanê de daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de her sê partiyan dorpêça li ser Mexmûrê şermezar kirin û wiha gotin: “Ev çend roj in artêşa Iraqê dixwaze bikeve nava kampê û kontrol bike. Kampeke ji aliyê NY’ê ve tê parastin û tevî vê jî bi dehan caran dewleta tirk êriş bir ser. Di van êrişan de jin û kal, zarok bûne qurbanî. Lê hikûmeta Iraqê tu helwest nîşan neda. Ev hewldan, hewldaneke derhiqûqî ya navneteweyî û taybet li dijî mafê penaberiyê ye. Kontrolkirina kampê ji aliyê artêşa Iraqê ve metirsiyê zêdetir dike û xeterî zêdetir dibin. Banga me ji bo Iraq û aliyên berpirs ew e ku vê metirsiyê li ber çavan bigirin, dest ji kontrolkirina kampê berdin, rêz ji hiqûqa û qanûnên taybet ên penaberan re bigirin. Her wiha daxwaza me ya ji NY’ê ew e ku bi erk û berpirsyariyên xwe yên parastina kampê rabin.”
 
LI ROJAVA GEL DAKET KOLANAN
 
Xelkê Hesekê ji bo protestokirina hewldana dorpêçkirina Mexmûrê ji hêla artêşa Iraqê ve daket kolanan. Xelkê bajar bi dirûşma “Bi êriş û dorpêçê hûn nikarin vîna me bişikînin” meşek li dar xist. Meş, li Çerxerêya Hemame ya Taxa Til Hecirê dest pê kir. Welatî heta Çerxerêya Serhed a li Taxa El Mifî meşiyan û li vir veguherî mitîngê. Di mitîngê de li ser navê girseyê Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Hesekê Remedan Fetah axivî û wiha got: “Dixwazin bi vê dorpêçê vîna xelkê Mexmûrê têk bibin. Banga me ji bo hikûmet û artêşa Iraqê ew e ku nekevin xefika siyaeta dewleta tirk a dagirker. Her wiha em berxwedana xelkê Mexmûrê silav dikin û dibêjin ku xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi we re ye.” 
 
CIWAN LI PARÎSÊ MEŞIYAN
 
Yek ji deverên ku dorpêç û êrişa li ser Mexmûrê lê hatî şermezarkirin jî paytexta Fransayê Parîs bû. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di danê sibehê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrişa li ser Mexmûrê civiyan. Di çalakiyê de ciwanan daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. Her wiha hewldana dorpêçkirina Mexmûrê ya bi têl û kuleyan jî şermezar kirin. 
 

Sernavên din

23/05/2023
13:32 Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn li qadê ye
13:29 Biryara sînordarkirinê danîne ser dosyeya rojnamevan Akyuz
13:22 Li Edeneyê û Mêrsînê gelek cih di bin avê de man
13:07 Di operasyona navenda wê Mêrsînê de 24 kes hatin binçavkirin
12:47 Dayika Aştiyê Alagaş jiyana xwe ji dest da
12:00 Yalçinkaya ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
12:00 Hejmara kesên li derveyî welat deng didin ji milyonek û nîvan derbas kir
11:59 Ji Şenyaşar banga 28’ê Gulanê: Ji bilî guhertinê tu şansekî me yê din nîne
11:58 Bayindir: Gelê kurd dê Erdogan têk bibe
11:58 MARSÛ’yê taxek bêav hişt
11:31 Rêveberên Mexmûrê: Divê hikumet dest ji dorpêçê berde û guhdariya gel bike
11:20 Li derveyî welat rewşa dawî: Vê carê hilbijêr zêdetir diçin dengdayînê
11:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:16 Xelkê Amedê: Werin em biçin ser sindoqan û vê tirsê têk bibin
10:35 Akça: Jinên ku mifteya guhertinê ne divê biçin ser sindoqan
10:28 Gergerlîoglû: Îktîdar hewl dide kêmasiyên xwe bi îstîsmarkirina olê veşêre
10:17 Hefteya Windayan di sala 28’emîn de ye
10:02 Kurdî ji bo kurdan qedexe ye lê ji bo AKP’ê serbeste!
09:48 Parlamenterên Wanê: 28’ê Gulanê roja dawîlêanîna desthilatdariyê ye
09:47 Derziyên girtiyê nexweşê giran Ayik nadinê
09:25 Endama Konseya Ewropayê Castel ji bo serlêdana Îmraliyê amadekariyan dike
09:15 30 sal in kiryarên wî nehatine darizandin: Kujerên sereke Agar û Çîller e
09:03 Berî bimirin dixwazin kurê wan bê berdan
09:03 Bi germbûna hewayê re mexdûrên erdhejê nikarin di konan de bimînin
09:02 Bi SÎHA’yan êrişî gundê Şengalê kirin
09:01 Dozger xwest 8 sal ceza li parlementera HDP'ê ya berê Irmak bê birîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2023'YAN
08:53 Rojnamevan Delal Akyuz hat binçavkirin
08:22 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
08:18 Hunermend Şêrko Kanîwar hat binçavkirin
22/05/2023
23:16 Jinan ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kir
20:23 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga ji bo çûna ser sindoqê
19:00 Ciwanên ku ji ber govendê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:54 OHD: Em li dijî êrişên nijadperest li cem gelê kurd in
18:02 Sînan Ogan dê di tûra duyemîn de piştgiriya Erdogan bike
17:07 Cenazeyê Yalçinkaya piştî 73 rojan radestî malbata wê hate kirin
17:05 Dorpêça li ser Mexmûrê didome: Xelkê wargehê li ber xwe dide
16:59 Li Şirnexê ji bo hilbijartinê serdana dikandaran hate kirin
16:39 Ferît Şenyaşar: 28’ê Gulanê em ê bi desthilatê bidin windakirin
14:59 Ji bo ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin daxwaza girtinê
14:59 Li Ewropayê çûyîna ser sindoqan zêde bû: Hêj her tişt xelas nebûye
14:58 Alimên Olî: Em dikarin vê feraseta zordar bi hev re ji holê rakin
14:07 Li Wanê xebatên tûra duyemîn: Em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin
14:03 Ji bo 28’ê Gulanê banga çûna ser sindoqan kirin
13:47 15 sal cezayê hefsê dan Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer
13:25 Baroya Amedê bersiv da gefa Soylu: Em vî zimanî qebûl nakin
13:11 Ceylan: Herin ser sindoqan, AKP'ê bişînin, sindoqan biparêzin
12:28 Li Hezexê jinên ku qeza şermezar kirin rê li trafikê girtin
11:34 Komeleya Oy ve Otesî: Hejmara dilxwazan ji 200 hezaran derbas bû
11:20 Giliya dengbêj Axîn Biro yê hatibû derbkirin bi neşopandinê encam bû
10:56 Di serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin
10:50 Aksoyoglû: Di nava hefteyekê de li Tirkiyeyê nêzikatiyên siyasî tam berevaj bûn
10:05 Ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin sewqî edliyeyê kirin
09:48 Dolarî rekorên hemû deman derbas kir
09:41 Gora Jîna Emînî dîsa hate texrîbkirin
09:36 Sirri Sakik: Divê her kes biçe ser sindoqê û vîna xwe nîşan bide
09:02 Girtiyê nexweş ku destek wî nîne di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:02 Otlû: Em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan gotinên xwe bibêjin
09:01 Wezîrê berê yê îzlandayî: Îmrali dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê
09:01 ‘Em ji bo jiyana xwe di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan’
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2023'YAN
21/05/2023
23:04 Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê: Divê artêşa Iraqê demildest ji Mexmûrê vekişe
21:31 Polîsan êrişî ciwanên kurd ên govendê gerandin kir
21:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê şehîdên meha gulanê bi bîr anîn
20:23 Li Enqereyê panela zimanê kurdî: Zimanê zikmakî hêmana sereke ya mirov e
18:36 Dag û Er: Îşkence li me tê kirin
16:20 Li Edeneyê bi mezinahiya 4,9 erdhej çêbû
16:03 Li Îzmîrê bîranîna ‘Şehîdên Meha Gulanê’
15:54 Ji ber lehiyan li Îtalyayê 36 hezar kesan malên xwe terikandin
15:04 Zaroka 2 salî ya destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
14:55 Hevserokê CDK-F’ê Olmez: Kurd dê rê nedin dîktator
14:33 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
14:04 Cenazeyên endamên HPG/YJA Starê li nexweşxaneyê tên sekinandin
13:30 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de didome
13:22 HDP: Divê Qirkirina Çerkesan bê naskirin
12:27 Welatparêzê kurd Armûtlû li Amedê hate definkirin
12:12 Sê xwîşk û birayên girtiyê hatibû darvekirin hatin girtin
12:10 Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat
11:36 Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
11:36 HDP: Tifaqa Cumhur ku propagandayeke qirêjî dike dê hesabê bide
11:27 Mizrakli: Bêhêvîtî li me nayê, em ê bi ser kevin
11:26 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Tûra 2’yemîn têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye
10:37 George Aslan bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe