NAVENDA NÛÇEYAN - Li nûnertiyên derveyî welat û gumrikan ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê heta niha milyonek û nîvan zêdetir kesan deng daye.
Tûra dûyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê dê di 28’ê Gulanê de bên kirin. Dengdayîna li nûnertiyên derveyî welat û gumrikan a ji bo hilbijartina tûra duyemîn di 20’ê Gulanê de destpêkir didome. Li gorî daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) heta di 22’yê gulanê saet 23.37’an de hejmara kesên li nûnertiyên derveyî welat û gumrikan dengê xwe dane bûye milyonek 500 hezar û 26 kes. Dengdayîna li nûnertiyên derveyî welat wê di 24’ê gulanê de bi dawî bibe, li gumrikan jî wê heta 28’ê Gulanê saet 17.00’an berdewam bike.