Tedawiya girtiyê nexweş Adiguzel tê astengkirin

  • rojane
  • 11:09 26 Gulan 2023
  • |
STENBOL - Kekê girtiyê nexweş Hakan Adiguzel ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, Saîm Adiguzel da zanîn ku birayê wî ji ber mercên girtîgehê pirsgirêkên tenduristiyê dijî û nayê tedawîkirin. 
 
Di sala 1999’an de li semta Samandira ya navçeya Sancaktepe ya Stenbolê li dijî qehwexaneyekê bi molotofan çalakî hatibû kirin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin û 51 kes hatibûn binçavkirin. Di çarçoveya dosyayê de endamê Baskê Ciwanan ê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) Hakan Adiguzel û kekê wî Saîm Adiguzel li mala xwe ya li Taxa Gultepe ya li Şîşliyê hatibûn binçavkirin. 
 
Ji kesên hatin binçavkirin 49 jê li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hatin berdan. Birayên Adiguzel jî 8 rojan di bin çavan de hatin ragirtin, polîsan çavên wan girtin, 3 rojan birin daristanê û îşkence lê kirin. Piştre jî kekê Adiguzel li emniyetê hate berdan. Hakan Adiguzel jî li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve hate darizandin û bi îdiaya “Yekitî û yekparetiya dewletê xera dike” hate girtin û şandina Girtîgeha Umraniyeyê. Di encama darizandinê de cezayê darvekirinê lê hate birîn. Piştî ku cezayê îdamê di 14’ê tîrmeha 2004’an de hate rakirin, cezayê Adiguzel veguherandin “Cezayê muebbeta giran.” Adiguzel, li gorî rêzê li girtîgehên Umraniye, Tekîrdag, Kirklarelî, Erzirom û Edîrneyê ma û niha jî li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin. 
 
Kekê Adiguzel, Saîm Adiguzel qala pêvajoya girtina birayê xwe û nexweşiyên wî û binpêkirinan kir. 
 
POLÎSAN FAÎL AFIRANDIN
 
Adiguzel bal kişand ser pêvajoya binçavkirinê û wiha got: “Em her du bi hev re hatin binçavkirin. Polîs di nîva şevê de hatin nezaretxaneyê û em birin daristanekê. Bi saetan îşkence li me kirin. Dema em li daristanê dihatin îşkencekirin, me jê re got; ‘hûn ji me çi dixwazin.’ Polîsan jî got; ‘Dewlet ji me faîlan dixwaze. Me jî hûn dîtin. Em ê yek ji we berdin. Êdî bûyer li ser ji wê kê bimîne.’ Di dawiya roja 8’an de ez li qereqolê hatim berdan. Hakan sewqî dadgehê kirin û girtin. Piştre jî pêvajoya darizandinê dest pê kir. Dema diçûm serdana birayê xwe rastî zexta psîkolojîk dihatim. Pêvajoya darizandinê 13 salan dom kir. Her wiha ofîsa parêzerên birayê min hate gulebarankirin. Du parêzerên li ofîsê ji lingên xwe birîndar bûn. Lê tevî vê yekê jî parêzeran dev ji dozê bernedan. Ji parêzeran yekî jê di sala 6’an de li mala xwe întîhar kir.”
 
13 SALAN GIRTÎ HATE DARIZANDIN
 
Adiguzel, got ku birayê wî 13 salan bi awayekî girtî hate darizandin û wiha pê de çû: “Ev yek binpêkirina Destûra Bingehîn e. Heke nekarin di nava 13 salan de cezayekî bidin kesekî, ev tê wê wateyê ku ev kes bêsûc e. Destûra Bingehîn wisa dibêje. Lê tevî vê yekê jî ev ceza dan wî. DGM, dadgehên nerewa yên demê bûn. Me ji îtîrazên xwe encamek bi dest nexist.” 
 
NAYÊ TEDAWÎKIRIN
 
Adiguzel bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û axaftina xwe wiha qedand: “Nahêlin birayê min derkeve cihê hewadariyê. Di hucreya birayê min de gardiyan her tim lêgerînê dikin. Tiştên em jê re dişînin jî her tim paşve tên şandin. Ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê, birayê min bi gelek nexweşiyan ketiye. Birayê min bi nexweşiyên weke fitqa piştê, parkînson û çav ketiye. Lê nayê tedawîkirin. Me gelek caran serî li Wezareta Dadê da lê encamek jê derneket. Her wiha me serî li Saziya Tipa Edlî (ATK), Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) da lê encamekî erênî jê derneket.” 

Sernavên din

28/05/2023
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin
12:07 Li baxçeyê dibistaneke Cizîrê wesayîta bêplaka hate dîtin!
11:38 Wekîlê ku li dijî dayîna dengan a li şûna jinan derketî rastî êrişê hat
11:32 Prz. Ekîncî: Biryara Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê siyasî ye
11:23 Li Mêrdînê polîs ji bo AKP’ê muşahîdan kom dikin: Bi komî ray tên bikaranîn
11:14 Buldan: Dengek gelek tiştan diguherîne
11:03 Demîrtaş bang kir: Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin
10:56 Emîne Şenyaşar dengê xwe da: Dê guherîn çêbibe
10:56 Li Yalovayê gelek zerf ji derve anîn dibistanê
10:40 Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê: Bi binpêkirinan dest pê kir, bi binpêkirinan bi dawî bû
10:05 Hevberdevkên partiya Çepên Kesk dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqan derkevin
09:49 Mexdûrên erdhejê di konteyniran de dest bi dengdayînê kirin
09:25 Gelaliyê YNK'î: PDK dixwaze Mexmûrê vala bike
09:02 ‘Heya tecrîda li Îmraliyê bidome dê aborî baş nebe'
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2023'YAN
08:00 Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dest pê kir
27/05/2023
21:25 Bi hezaran kes li Xabûrê hatine sekinandin
20:05 Li Wanê Şukru Koçak jinekê qetil kir
18:32 18 kesên ku li Qada Galatasarayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Temellî: Niha dema guhertinê ye
16:39 Li Edeneyê protestoya binçavkirin û girtinan: Em ê neqedin
16:38 Malbata Şenyaşar: Dewran wê her tim li aliyê zaliman nebe!
16:28 Bakirhan: Ji bo hilweşandina pergala yek zilamî em biçin ser sindoqan
16:27 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna edaletê bernedin
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Esmer û Karaguzel bên berdan
15:21 Rûniştina F: Girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik berdin
15:05 Kesê ku hewl da îstîsmara zayendî li dijî zarokekê pêk bîne hat girtin
14:55 Ji YSK’ê statîstîkên hilbijartinan
14:38 Li Mêrsînê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê di sindoqê de bersivê bidin
14:05 Faîlên Orhanan ev 29 sal in nehatine darizandin
13:42 Qedexeyên hilbijartinê yên tûra duyemîn dest pê kirin
13:26 Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk encama hilbijartinê dê li Enqereyê bişopînin
12:52 Dayikên Şemiyê di salvegera 28’emîn de hatin binçavkirin
12:24 Demîrtaş: Xwişk û birayên min vî destî bigirin
10:35 Buldan: Em dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin
10:28 Wesyeta Dayika Gulê ya dawî bû têkoşîn
10:02 Parêzer Yilmaz: Divê muxalefet ji bo girtiyên nexweş bi wêrekî tevbigere
09:59 Dadgehê ne pêşeroja zarokên kurd lê ya polîsên ew derb kirin fikirî
09:42 Ji Stenbolê bang: Em bi rayên xwe Erdogan mehkûm bikin
09:33 Siyasetzan Guney: Divê em bi îradeyeke xurt biçin ser sindoqan
09:05 Ji waniyan banga ji bo dengdanê: Em vê pergala sosret biguherînin
09:01 4 sal in daxwaza wî ya ji bo sewqkirinê nehatiye bersivandin
09:01 'Li dijî desthilata yekperest biçin ser sindoqan'
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2023'YAN
26/05/2023
22:24 Dorpêçkirina Mexmûrê li Aaraûyê hat şermezarkirin
20:36 21 HDK'î hatin girtin
19:55 Partiya Çepên Kesk hevdîtin bi rûspiyên Amedê re kir
19:34 14 Dayikên/Mirovên Şemiyê beraet kirin
19:25 Siyasetmedar Dorak piştî 17 salan ji girtîgehê derket
18:10 Di Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê de ji bo hemû bersûcan biryara beraetê
18:01 10 sal cezayê girtîgehê li Rojbîn Çetînê hat birîn
17:00 Binçavkiriyên li Îzmîr, Manîsa, Antalya û Mêrsînê hatin berdan
16:53 Derheqê xwediyê îmtiyazê yê ajansa me Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
16:52 4 kesên di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
16:52 Qeyûm li xebatkaran ferz dike ku tev li bernameya ‘fethê’ bibin
15:39 2 kesên li Dêrsimê winda bûbûn hatin dîtin
15:36 Bûldan û Aydenîz gel vexwendin ku dengê xwe bidin | HATE NÛKIRIN
14:38 Amedî: Ji bo ku em yek zilamî têk bibin em ê biçin ser sindoqan
14:17 Li Dîlokê ciwanek hat girtin
13:24 Li Şaredarê Amedê yê berê Çelîk 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
13:23 Çar ciwanên ji Mêrdînê di encama jehrîbûnê de mirin
12:57 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:14 Bûldan: Ji bo guhertinê em biçin dengdayînê
Turk: Divê em neyên lîstokan, em biçin dengdayînê
12:13 Perîhan Koca: Mohra hilbijartinê di destê me de ye
12:02 18 hezar lîre cezayê li polîsên tundî kirin hatibû birîn kirin 20 teqsîd
11:39 Çalagan: Em ji bo rawestandina faşîzmê diçin ser sindoqan
11:39 Aborînas Erdem: Ji bo avakirina demokrasiyê hewcehî bi polîtîkayên gelparêz heye
11:10 ‘Em ê di tûra duyemîn de bloka faşîst têk bibin’
11:09 Tedawiya girtiyê nexweş Adiguzel tê astengkirin
10:57 Li Dêrsimê ji 2 welatiyên ku çûne berhevkirina karokan agahî nayê girtin
10:50 Li Dutaxê û Kanîreşê gelek kes hatin binçavkirin
10:47 Masiyên Gola Wanê di bin metirsiya HES’ê de ne
10:39 Operasyonên hilbijartinê yên AKP’ê: Herî kêm 177 kes hatin binçavkirin
10:04 Mexdûrên mulakatê li bendê ne ku vegerin karên xwe
10:00 AKP’a ku li Agiriyê encameke li gorî dilê xwe negirt, firmaya tekstîlê girt
09:36 Karkerên dîlokî: Divê teqez guherîn çêbibe
09:26 Lêgerîna madenê ya Çiyayê Bezarê xwezayê talan dike û rê li ber nexweşiyan vedike