WAN - Li aktivîsta TAJ'yê Rojbîn Çetînê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
Danişîna doza endama Lijneya Rêveberên Xwecihî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetînê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Wanê hat lidarxistin. Çetîn ji Girtîgeha Amedê ya Jinan bi rêya SEGBÎS'ê tevlî dnaişînê bû.
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kirç Çetîn û parêzerên wê parastina xwe kirin û îdiayan red kirin.
Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 10 sal cezayê girtîgehê li Çetînê birî û biryara berdewamiya girtina wê da.