Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin

  • rojane
  • 09:01 10 Hezîran 2023
  • |
img
WAN - Ajokarên ku bertek nîşanê bihakirina fiyetê benzîn û motorînê dan, gotin ku desthilat mesrefên hilbijartinê ji berîka gel derdixe. 
 
Piştî hilbijartinê kûrên dowîzan li ser hev zêde dibin. Zêdebûna kûran kir ku fiyetê her tiştî biha bibe. Fiyeta benzîn û motorînê jî biha bû. 2.70 lîre hat se rbenzînê û 1,37 lîre jî hat ser motorînê. Ajokarên serwîsan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin ku ji ber bihabûnê welatî êdî nikarin heqê rê jî bidin.
 
‘DÊ HER TIŞT XIRABTIR BIBE'
 
Sînan Şahîn anî ziman ku hema bibêje fiyetê motorînê her roj biha dibe û got ku li Wanê mirov êdî peya diçin û tên. Şahîn destnîşan kir ku bihabûna motorînê bandorê li her tiştî dike û got: "Berê me cotek lastîk bi 2 hezar TL'yan dikirî, niha bûye 12 hezar TL. Ger ez rabim 4 cot lastîkan ji wesayîta xwe re bikirim, divê ez 24 hezar TL'yan bidim. Dê fiyet hîn bêtir biha bibin. Dê mirov perîşan bibin. Ên li vir dixebitin hemû bi meaşê kêm dixebitin. Ez ajokar im, xwediyê mînîbusê 5 milyon lîreyê xwe daye vir, lê qezenca wî ya rojane 200-300 lîre ye. Welat niha têk çûye." 
 
Şahîn destnîşan kir ku wisa xuya dike ev desthilat dixwaze mesrefa hilbijartina borî hemûyan ji berîka gel derxe û bertek nîşanî vê da. 
 
‘ÊDÎ EM HEW DIKARIN ÎDARE BIKIN'
 
Ajokarê Erol Ûmûr jî diyar kir ku hema bibêje sotemenî her roj biha dibe û got: "Êdî bes e. Divê wiha nedome. Divê çareyek bê dîtin. Em nizanin em ê çi bikin. Piştî hilbijartinê sotemenî li se rhev biha bû. Ji ber fiyetê mazotê tu tişt bi dest me nakeve. Welatî jî heyr mane. Ew jî nizanin ew ê çi bikin. Pereyê wan tune ye li serwîsê siwar bibin. Mirov êdî fedî dikin li wesayîtan siwar bibin. Di berîka wan de pere tune ye. Em heqê rê biha dikin, em dixisirin. Êdî bes e, em hew dikarin îdare bikin." 
 
‘MIROV ÊDÎ LI MÎNÎBUSÊ SIWAR NABIN' 
 
Adnan Bagiş jî bilêv kir ku ew ajovan tenê ji bo mesrefên sotemeniyê dixebitin û got ku rewşa wan qet nebaş e. Bagiş bilêv kir ku êdî nikarin ji bo wesayîta xwe ajovanan jî peyde bikin û wiha got: "Em bi tena serê xwe dixebitin. Qezenca me pir hindik e. Di du rojan de 25 TL hat ser mazotê. Lewma em ajovanên mînîbusan pir mexdûr in." Bagiş destnîşan kir ku ji ber bihabûnê mirov êdî nikarin li dolmîşan jî siwar bibin.
 
Îhsan Kanarya jî bal kişand ser bihabûna fiyetê parçeyên wesayîtan û got: "Rûnê wê ji 300 TL'yî bû 2 hezar TL. Em ji bo guherandina perçeyekî wê em 4 hezar lîre didin hoste. Em nikarin ji bin vî barî rabin. Jixwe rê xerabe ne, em mehê carekê lastîkan diguherînin. Rewşa me qe nebaş e. Du roj in fiyetê sotemeniyê biha dibe. Û em nikarin ajovanan peyde bikin. Ji lew re kes nayê bi 200 lîreyî naxebite. Heqê rê 6 TL ye. Lê mirov 3-4 TL'yan didin. Kes dengê me nabihîse." 
 
Alî Dogûba jî got: "Ev bihabûn em perîşan kirin." 

Sernavên din

12/06/2023
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan