Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari

  • rojane
  • 15:37 10 Hezîran 2023
  • |
img
ENQERE/STENBOL/ÎZMÎR - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest Erol Balci yê li Girtîgeha Sîncanê bê berdan, Şaxa ÎHD’a Stenbolê bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweşê giran Onder Poyraz ê li Girtîgeha Erziromê tê ragirtin û Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Huseyîn Sari yê li Girtîgeha Bolûyê tê ragirtin.
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 457’emîn a çalakiya xwe de bi daxwaza berdana girtiyên nexweş li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. ÎHD’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa tenduristiya Erol Balci yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Sîncanê tê ragirtin. Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’a Enqereyê parêzer Umît Can Akbûlût axivî. Akbûlût, da zanîn ku Balci ji sala 2016’an heta sibata 2023’yan li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê dihate ragirtin û bal kişand ku çavên Balci ji sedî 90 nabînin û qala nexweşî û rewşa Balci kir. Akbûlût, anî ziman ku heta pirsgirêkên li girtîgehan bi dawî nebin dê daxwazên xwe yên çareseriyê bidomînin.
 
STENBOL 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê 585’emîn çalakiya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixin li ber avahiya komeleya xwe pêk anî. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Onder Poyraz ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yemîn a Dûmlû ya Erziromê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweşê giran Onder Poyraz bê berdan” hate vekirin û her tim dirûşmeyên “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” , “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê yê berê Mûsa Pîroglû, xizmên girtiyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
‘BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE DIBIN’
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran, anî ziman ku mafê xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê astengkirin û ji bo ev binpêkirinên mafan bi dawî bibin girtî serî li her saziyan didin û diyar kir ku tevî vê binpêkirinên mafan her ku diçin zêde dibin. 
 
TENDURISTIYA WÎ HER KU DIÇE XERAB DIBE 
 
Onaran, qala rewşa girtiyê nexweşê giran Onder Poyraz ê li Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê tê ragirtin kir û bal kişand ser nexweşiyên wî û destnîşan kir ku ji ber vê yekê rewşa wî ya tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe. 
 
BANGA TEDAWIYÊ 
 
Onaran bang kir ku Poyraz were berdan, rayedar peywîra xwe pêk bînin û raya giştî jî hestiyar bît. 
 
ÎZMÎR 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş bi dirûşmeya “Ji girtiyên nexweş re azadî” du hefteya carekê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê civîna çapemeniyê ya 276’emîn li dar xist. Di daxuyaniya ku gelek kes tev li bûn de pankarta “Girtiyê nexweş dimirin, nebe hevkarê vî sûcî” hate vekirin. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Huseyîn Sari yê li Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê tê ragirtin û qala rewşa wî û nexweşiyên wî kirin. 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/06/2023
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan