Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê

  • rojane
  • 12:39 11 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku girtiya nexweş Fatma Tokmak rojê tenê dikare saetekê razê û da zanîn ku girtî Mucella Yapici jî biryar daye ku ji ber binpêkirinên heyî neçe nexweşxaneyê. 
 
Sepanên zext û îşkenceyê yên li girîgehan bênavber didomin. Yek ji binpêkirinên sereke yên li girtîgehan jî astengkirina mafê jiyanê ye. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn di 8’ê hezîranê de çû serdana Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û têkildarî binpêkirinên li wê derê axivî. 
 
Keskîn, da zanîn ku girtiya nexweş Fatma Tokmak 22 sal in di girtîgehê de ye û nexweşiyên wê yên weke derîçeya dil, bronşît û bêhnkurtkê hene û ev agahî dan: “Muwekîla min Tokmak ji ber sûcekî ku wê nekiriye di girtîgehê de tê ragirtin. Dema Tokmak dihat darizandin, bi tirkî nedizanî. Bi darê zorê îfade pê dan îmzekirin û lêpirsîn hate destpêkirin. Doza wê li ser vê bingehê hate vekirin. Di dema lêpirsînê de zarokê wê yê biçûçik jî pê re bû û rastî gelek îşkenceyan hat.” 
 
ROJÊ TENÊ SAETEKÊ DIKARE RAZÊ 
 
Bi domdarî Keskîn diyar kir tevî nexweşiyên giran ên Tokmak jî Saziya Tipa Edlî (ATK) derheqê wê de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye û wiha pê de çû: “Raporên ATK’ê yên têkildarî girtiyên siyasî her tim wiha ne. Lê Weqfa Mafên Mirovan (TÎHV) raporek amade kir û got ku Fatma Tokmak nikare di girtîgehê de bimîne. Me ev rapor jî pêşkeşî dozgeriyê kir lê mixabin ev daxwaza me heta niha jî nehatiye qebûlkirin. Her wiha me serî li Wezareta Dadê jî da. Lê daxwaza me hate redkirin. Rewşa tenduristiyê ya Tokmak roj bi roj bêhtir krîtîk dibe. Ji ber nexweşiyên xwe, rojê tenê dikare saetekê razê. Êdî bi zor û zehmet bêhnê distîne, bijîşkê wê pê re eleqedar nabe û rastî miameleyeke xerab tê.” 
  
BIRYARA NEÇÛNA NEXWEŞXANEYÊ
 
Keskîn, got ku di heman rojê de çûye serdana endama Lijneya Rêveber a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) Mucella Yapici jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Yapici birin nexweşxaneyê, kelemçe li destên wê hatibû şidandin. Lewma destên wê reş û şîn bûne. Her cara ku dibin nexweşxaneyê îşkenceyê lê dikin. Lewma biryar da ku êdî neçe nexweşxaneyê. Em bûn şahid ku ev kes ji kesên derve bihêztir in. Tespîtên wan ên siyasî nîşaneya vê ye. Yapici got ku di sala 2015’an de ji cezayê hatiye dayîn beraet kiribûn lê cara duyemîn ji heman cezayî hatine girtin.” 
 
FATMA TOKMAK KÎ YE?
 
Fatma Tokmak, di sala 1996’an de tevî kurê xwe yê 2 sal û nîvî yê bi navê Azad li Kocaeliyê hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hate darizandin. Dadgehê, bi îdiaya “Xerabkirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê da Tokmak. Beriya bikeve girtîgehê tu nexweşiyên Tokmak nebûn lê di nava salan de rastî gelek îşkenceyan hat û bi demê re gelek nexweşî lê peyda bûn. Niha jî nexweşiyên derîçeyê dil, bronşît û bêhnkurt lê peyda bûne. Divê bi awayekî rêk û pêk were tedawîkirin û dermanan bixwe. Tokmak, di sala 2006’an de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bi şertê “qedexeya derveyî welat” hate berdan. Lê piştî ku Dadgeha Bilind cezayê wê erê kir, di sala 2010’an de dîsa hate girtin û birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. 
 

Sernavên din

14/06/2023
21:49 Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
21:30 Li Rihayê mirineke biguman
21:01 Ji bo zarokan şahiya bafirokan
19:40 Cezayê girtîgehê yê li Yuksekdagê hatibû birîn hat pesendkirin
19:33 Komxebata Libnanê: Çareseriya krîzê di pêşniyazên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye
18:08 Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hat bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
16:36 Parêzer Suleyman Şahîn hate binçavkirin
16:11 Karkerên înşaetê yên li ber xwe didan hatin binçavkirin
15:10 Li Tekîrdagê 5 kes hatin binçavkirin
15:10 Ji xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê protestoya mobbîngê
14:54 DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin
14:35 Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn
13:58 Di doza rojnameger Parlak de cara duyemîn biryara redkirina dozê hate dayîn
13:48 6 meh in dengê kurê xwe yê girtiyê nexweş nebihîstiye
13:42 Danişîna endama Akademiya Jinan Aras hate taloqkirin
13:42 Di doza qetilkirina penaberan de bersûc parêzerê xwe ezl kir
13:21 Rojnameger Turay hate tehliyekirin
13:14 Danişîna kesên ku biryara beraeta wan hatibû xerakirin hat lidarxistin
13:06 Hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa SÎHA’yê de mirîn bû 5
13:05 Olûç: Tu hevalên me serî netewand û wê netewînin jî
13:04 Keştiya penaberan noqî avê bû: 17 kes mirin
12:32 Li hunermend Îlyas Arzu 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:17 Ferdên Malbata Şenyaşar di salvegera 5’emîn de hatin bibîranîn
11:56 Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan
11:42 Di pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ de 4 hezar û 848 caran bombebaran hatiye kirin
11:35 Nivîskar Ayhan Erkmen dê Çîrokên Xorasanê vebêje
11:12 Doz li polîsê rojnamevan Batmaz derp kiribû hate vekirin
11:12 Tirkiyeyê êrişî Şehba û Şêrawayê kir: Leşkerekî Şamê hat kuştin
10:45 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
10:34 Piştî hilbijartinê telîsê arvan 150 lîre bihatir bû
10:30 Gelo dê hevşaredar Ahmet Kaya vegere ser wezîfeya xwe?
10:24 Daxwaza testê ya girtiyê hestiyên wî dihelin tê astengkirin
10:04 Sadak: Divê kurd xwe bikin yek û li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar bikin
10:03 Sonmez: Piştî hezîranê pêleke nû ya zemê tê
09:09 Li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê mobbîng
09:09 Li Islahiyeyê rêya ji ber erdhejê hatibû girtin hê jî nehatiye vekirin
09:08 Li Şirnexê meaşên malbatên gelek rêveberên HDP'ê hatin betalkirin
09:02 KNK konferansa neteweyî ya mezin li dar dixe: Dê 500 sazî û partî tevli bibin
09:01 'Dê bi hezaran DAIŞ'î li ber çavên gel bên darizandin'
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:11 Di êrişa Tirkiyeyê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
13/06/2023
23:05 Di komxebata li Libnanê de krîza global û rêveberî hatin nîqaşkirin
21:15 Tifaqa Ked û Azadiyê dê sibê civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinê li dar bixe
18:50 Erbaşê HDP'î şandin girtîgehê
18:46 Jina ku di bin traktorê de ma jiyana xwe ji dest da
16:12 Civîna kêmtirîn mûçeyê bi dawî bû: Reqemek nehat diyarkirin!
15:55 ‘Gelo li Şirnexê alîkariyên civakî çima tên birîn?’
15:53 Qeyûm li Erxeniyê 6 neguhêzbar da ber firotinê
15:10 Xelkê Seqizê greva giştî dan destpêkirin
15:10 ‘Em ê serî li ber îktidarê netewînin’
15:02 Karkerê trênê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:59 DMME’yê ji bo cezayê ‘Kurdistanê’ biryara binpêkirinê da
14:44 Malbata Şenyaşar: Ev 5 sal in em li benda edaletê ne
14:34 KESK: Bila tazmînatên erdhejê yên kedkaran bên dayîn
14:30 Seven a di êrişa DAIŞ’ê de birîndar bûbû hat binçavkirin
13:50 12 sal in ji bo kifşa cihê bûyerê ‘ewlehî’ nayê temînkirin
12:54 Cezayê muebeda girînkirî li kujerê Şûleyê hat birîn
12:29 Kedkaran ji bo mafên xwe dest bi çalakiyê kirin
12:04 Civîna MYK’a HDP û Partiya Çepên Kesk dest pê kir
11:59 Parêzer ji bo biçin hevdîtina Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:50 Hevseroka HDP’a Bedlîsê hat binçavkirin
11:33 CENTCOM: 22 leşkerên me di qezaya helîkopterê de birîndar bûn
11:06 Li Cizîrê 15 kes hatin girtin
10:48 Li Kubayê lehî rabûn: 3 kes mirin
10:23 Derheqê parêzerê ji Arîf Çetîn re got ‘xwe ji rêxistinên sûc dûr bigire’ lêpirsîn hate destpêkirin
10:02 KCK’ê pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ bi dawî kir
10:00 Dolar û euro dîsa rabûn
09:52 Şahidên qetlîamê: Ji bo malbata Şenyaşar edalet bicih were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were
09:09 Hevpîşeyên rojnameger Alagaş: Em xwedî li doza Safiye derkevin
09:08 Îmara parkê hat guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hat kirin
09:08 'Zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan'
09:07 Li Rihayê nexweş bi mehan li benda dora xwe disekinin
09:06 Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand
09:04 Demîrel: Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin
09:02 Birca Belek ji bo gel hatiye qedexekirin
09:01 Omer Ocalan: Divê demildest tecrîd were bidawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
12/06/2023
23:52 Erbaş ê HDP'î hat binçavkirin
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!