Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!

  • rojane
  • 15:49 15 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Di doza Dîlan Kortak de polîsên bersûc îdia kirin ku “bi armanca bitirsînin” 25 gule berdane û li xwe mikûr hatin ku Kortak bi awayek birîndar qetil kirine. 
 
Li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê di 3’ê kanûna 2015’an de polîsan avêtibû ser malekê û Dîlan Kortak a 19 salî qetil kiribû. Têkildarî qetilkirina Kortak derbarê polîsên bi navê Y.Y.A, F.Î.B. û O.Y. doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li 68’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Edliyeya Anadolûya Stenbolê hat lidarxistin. Polîs ji sûcdariya “bûne sedemê kuştina bizanebûn a biqisûr” tên darizandin. Ji polîsan Y.Y.A û F.Î.B. li eywana danişînê amade bûn û bersûc O.Y jî tev li danişînê nebû. Parêzerên malbata Kortak jî di danişînê de amade bûn. Polîsek bi çek ket hundirê eywana danişînê û li ser îtîraza parêzeran sîleha polîs ji eywanê hat derxistin. 
 
XWE DI BIN NAVÊ KU ‘BITIRSÎNE’ DE PARAST 
 
Piştî tespîta nasnameyan ewilî îdianame hat xwendin. Polîsê bersûc F.Î.B., îdia kir ku ew li ser “îxbara xwekuj” çûne mala ku Kortak lê dima û ji ber kesî derî venekiriye derî şikandine û di wê kêliyê de dengê sîlehê ji hundirê hatiye û piştî hişyarî dane bi “armanca bitirsînin” gule berdane cihê vala. F.Î.B., îdia kir ku gule bernedane Kortak û piştî ketine malê û xwestine ku Kortak teslîm bibe lê Kortak gotiye ku ew ê teslîm nebe. F.Î.B., îdia kir ku Kortak gule berê wan daye û di destê wê de sîleh hebûye û piştî sîleha wê teqiyaye wî jî gule berdaye û paşê dîtiye ku Kortak miriye. 
 
Bersûc Y.Y.A. jî îdiayên heman kirin û îdia kir ku armanca wan bi zanebûn û qestî bûye û xwest bê beraetkirin. 
 
KAMERA TUNE YE 
 
Parêzerên malbata Kortak pirsa “Gelo kamera hebû?” ji bersûcan kir. Bersûcan îdia kir ku kamera nebûye. 
 
Li amire tîma polîsan EfkanOzergul jî wek şahid hat guhdarîkirin û bersiva pirsên parêzeran da û piştevaniya îdiayên bersûcan kir. Ozergul bersiva pirsa, “Gelo plansazê operasyonê kî bû?” neda. Parêzeran gelek pirs kir lê serokê dadgehê mudaxile kir. Parêzerên endamên OHD’ê nerazîbûn nîşanî dadger dan. 
 
LI BER LÊPIRSÎNA DOZGER RABÛN 
 
Parêzeran îtîrazî lêpirsîna dozgeriyê kirin û gotin dozgeriyê lêpirsînek birêkûpêk nekiriye. Parêzeran xwest bûyer ji nûve bê lêkolînkirin û daxwaza kifşa cihê bûyerê kirin. 
 
21 GULE LÊ KETINE 
 
Ji parêzeran Bulent Aşa destnîşan kir ku Dîlan Kortak ji sûcê “kuştina bi qestî ya mirovan” kirine û xwest doz li dadgeha cezayê giran bê lidarxistin. Aşa got ji 25 guleyan 21 gule li bedena Kortak ketine û hemû jî li cihê ku jê bimire hatine xistin. 
 
DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN 
 
Şandeya dadgehê belgeyan û parastinan nirxand û ji bo dadgehek din wezîfeya vê dozê bi rê ve bibe xwest celseyek din bê lêkolînkirin. Dadgehê ji bo delîl bên komkirin dem da û danişînêk din taloqî 3’ê cotmehê kir. 
 

Sernavên din

17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin