Doza Kobanê: Dema li derveyî welat, bûyera neqewimî ya li Pendîkê birêxistin kiriye!

img
ENQERE - Siyasetmedar Gulfer Akkaya diyar kir ku beriya bûyerên Kobanê çûye derveyî welat û bi birêxistinkirina bûyerên rojek piştre neqewimîn hatiye tawanbarkirin. Akkaya, wiha got: “Li Pendîkê bûyer çênebûne lê weke ku çêbibin nîşan dane û îdia dikin di dema bûyerê de li wir bûm.” 
 
Rûniştina duyemîn a 27’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja duyemîn de didome. 
 
Siyasetmedarên kurd Sabahat Tuncel, Ayla Akat Ata û gelek siyasetmedar û parêzer di danişînê de amade bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), parlamenterên Partiya Çepên Kesk û gelek temaşevanên din tev li danişînê bûn. 
 
‘MIN BÛYERÊN NEQEWIMÎN BIRÊXISTIN KIRIYE’
 
Gulfer Akkaya di dozê de negirtî tê darizandin û mafê axaftinê girt. Akkaya, bertek nîşanî tawanbariyên li wê tên kirin da. Akkaya, mutalaa weke “çîrokeke fantastîk” pênase kir û wiha got: “Dozger, bi hinek peyvan hewl dide dadgehê bixapîne. Di mutalaayê de qeydên HTS’ê li Stenbolê xuya dike û ez wê kêliyê li balafirgehê bûm. Lê belê di mutalaayê de hinek bûyer hene ku weke ‘bûyerên Pendîkê’ hatine destnîşankirin. Eleqeya min bi van bûyeran re çêkirine. Lê nayê gotin bê ka ev çi bûyer in. Li Pendîkê bûyer çênebûne lê weke ku çêbibin hatine nîşandan û îdia dike ku ez li wir bûm. Tê gotin ku ev bûyer di 7’ê cotmehê de qewimî ye. Lê ez di 6’ê cotmehê de li Sabîha Gokçenê bûm. Lê belê îdia dike ku ez tev li bûyera rojek piştre qewimî bûme. Her wiha di îdianameyê de bi navê bûyerên Pendîkê çi bûyer nînin. Her wiha tê gotin ku min ev bûyerên neqewimîn birêxistin kiriye.” 
 
‘EZ Ê VÊ MUTALAAYÊ VALA DERXÎNIM’
 
Akkaya, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dozger, hewl dide weke ku tiştekî pir girîng dîtibe tevdigere. Ez ê vê mutalaaya bi lêgerînên ser Googleyê hatiye amadekirin vala derxînim. Di vê navberê de ev mutalaa hiqûqî nîne, siyasî ye. Ji ber hevpeyvîneke min, di mutalaayê de tê gotin ku ‘sûcê nefretê’ hatiye kirin. Min heta niha bi sedan hevpeyvîn kirine û nivîsên heftane dinivîsim. Lê min tu carî nivîseke bikeve çarçoveya sûcê nefretê nenivîsandiye. Ez têkildarî elewiyan dinivîsim. Di tevahiya jiyana xwe de ji ber nasname, zayend û fikra xwe ya siyasî rastî cihêkariyê hatim. Lewma di mijara ‘nefretê’ de hesas im û nakim. Wisa bifikire ku min di nivîsên xwe de peyvên têkildarî nefretê bi kar anîne. Baş e lê çi eleqeya wan bi vê dozê re heye?” 
 
DELÎLA BÊGUNEHIYA MIN E
 
Gulfer Akkaya ya di mutalaayê de qala wê tê kirin û Gulfer Akkaya ya li vê derê ez nînim. Dozger tu tiştek nedîtiye, hatiye hevpeyvînek peyda kiriye. Li ser Googleyê nav û paşnavê min nivîsandiye û lêkolînek kiriye. Ev hevpeyvîna min a tu eleqeya wê bi îdiayê re nîne peyda kiriye. Ev ne delîla sûcdariya min lê delîla bêgunehiya min e. 
 
TAWANBARIYA PARTIYA SIYASÎ Û KONGREYÊ 
 
Dozger, hewl dide Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) krîmînalîze bike. HDK, qanûnî ye. Dozger, min weke endama Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) nîşan dide û dibêje di vê çarçoveyê de tev li HDP’ê bûme. SYKP partiyeke fermî û eşkere ye. Wê demê divê îspat bike bê ka SYKP’î me yan na. Lê ev nekiriye. Ji ber ku ez SYKP’î nînim. Li ser medyaya civakî di destê çendek jinan de pivdank hene û ji ber wan wêneyan gotiye ku ez SYKP’î me. Di wêneyan de jinan pêşmalkên SYKP’ê li xwe kirine. Lê li ser min tune ye. 
 
ENDAMTIYA HDK’A EWROPAYÊ WEKE SÛC HATE NÎŞANDAN
 
Dozger îdia dike ku ez endama HDK’a Ewropayê me. Ji bo ku mirov bibe endama HDK’a Ewropayê, divê mirov biçe wir. Ez tev li çalakiyên HDK’ê bûm û li ser pirtûkekê nivîseke weke ‘HDK A’ heye. Ji ber vê yekê jî min bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ didarizînin. 
 
JI ÇALAKIYA PIRTÛKAN BER BI KOBANÊ VE
 
Di dema danasîna pirtûka ‘Yol Kadin’ê de wêneyek hate kişandin. Ji bo çalakî li ser medyaya dijîtal belav bibe jî wêne hate parvekirin. Ev wêne di mutalaayê de weke ‘bang’ hatiye nîşandan. Lê nayê gotin bê ka ev bang ji bo kê û çi tê kirin. Her wiha raporeke dijîtal dil mutalaayê de heye. Di vê raporê de lîsteyek heye. Hemû kesên di vê lîsteyê de cih digirin jî nivîskar, rojnameger û kesayetên ji pîşeyên cuda ne. Navê min jî tê de heye. Ez weke beşdar tev li konferansa Platforma Azadiya Civakî (TOP) bûbûm. Ev lîsteye jî ya wê konferansê ye. Di lîsteyê de navê min û taybetiyên min hene. Lê belê dozger dibêje ku min derheqê wan de agahî kom kirine. Anku li gorî îdiaya wî, min derheqê xwe de jî agahî kom kirine. Heke em van îdiaya weke ku rast bin qebûl bikin jî, gelo baş e çi eleqeya wê bi vê dozê re heye?”
 
Akkaya, xwest ku sepana kontrola edlî bi dawî bibe û derheqê wê de biryara beraetê were dayîn. 
 
Dadgehê piştî parastina Akkaya heta saet 14.00’ê navber da. 
 

Sernavên din

04/08/2023
10:26 7 cenaze anîn nexweşxaneyê
10:21 Li Cûdî daran talan dikin, li gundan jî qedexeyan pêş dixin
10:07 ‘Jinên êzidî yên tune dihatin hesibandin îro pêşengtiya berxwedanê dikin’
09:02 Calihan bi hinceta ‘xwendin û nivîsandina wê nîne’ nayê berdan!
09:02 ‘Divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan’
09:02 ‘Tîma A’ îşkence li girtî kir: Em ji bo vê hatin perwerdekirin
09:00 Sala duyemîn a Talîbanê: Em ê teslîmî dijminên azadiyê nebin
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2023'YAN
03/08/2023
23:00 Cenazeyê Sûltan Orûç li Êlihê hat veşartin
22:03 Ji bo sondajê dînamît hate teqandin: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:55 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de bi hezaran kes li konseran hatin bahev
21:27 Komxebata Şengalê: Divê Iraq Koordînasyona Şengalê esas bigire
21:20 Cenazeyê Agirman piştî 51 rojan hate definkirin
20:56 Dadgehê daxwaza gilîkirina derbarê Diyanetê de qebûl nekir
20:26 Li Dêrsimê panela erdhejê: Erdnîgariya wê ji erdhejê re ne amade ye
19:45 Li Qelqeliyê 2 ciwan di gole de xeniqîn
19:36 Di êrişa bayiya tekelê de 3 kesên din hatin girtin
19:24 Partiyên siyasî û saziyên sivîl qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
18:25 Noxteya hêzên Şamê hate bombekirin: Leşkerek birîndar bû
17:21 Ciwanan li PE, DMME û CPT’yê çalakî lidarxistin
17:13 Welatiyê li Elkê hatibû binçavkirin hate berdan
16:04 ‘Heke Tirkiye jidil be bila êrişên ser Şengalê bide sekinandin’
15:32 Mîhrîcana Munzurê dest pê kir
15:22 'Em bi israr in ku qirkirina êzidiyan bê qebûlkirin’
15:03 DFG: Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêde bûn
14:11 Ji bo Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûn da Meclisê
13:44 Doz li rojnamegerên girtina hempîşeyên me protesto kirin hate vekirin
13:39 Bi ser Fermana 74’an re 9 sal derbas bûn: Bila statûya Şengalê bê naskirin
13:14 Kirkazak: Desthilat, Diyanetê weke amûrekê bikar tîne
13:09 Eren: Diyanetê hewl da bibe berdevka DAIŞ’ê
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:31 Gef li girtiyê binpêkirin vegotibû hate xwarin
11:08 TUÎK: Di tîrmehê de enflasyon ji sedî 9,49 zêde bû
10:58 KCD: Divê ferman weke jenosîd were qebûlkirin û statûya Şengalê bê naskirin
10:45 Li Îranê piranî jê kurd 225 kes hatin girtin
10:38 Xelkê Şengalê çû serdana gorên komî
10:05 ENAG: Enflasyona salane bû ji sedî 122
10:01 Ji bo Jinan Edalet: Bila statûya Şengalê bê naskirin
09:21 Xeta sînor veguheriye herêma mirin û îşkenceyê!
09:07 ‘Divê li Cûdî û Akbelenê li dijî talanê refleksa hevpar bê nîşandan’
09:04 Dayika êzidî ya berxwedêr: Dayê Gulê
09:03 Berdana nivîskar Baltaci yê girtî 11 meh in tê astengkirin
09:01 Civaknas Bariş: Fermana 74'emîn bi êrişên Tirkiyeyê didome
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2023'YAN
02/08/2023
22:10 Rojên Sînemaya Kurdî dest pê kirin
20:12 Malbata kurd a li Konyayê kadîna wan şewitî: Faşîstên ku gef xwarin şewitandin
18:40 Îdianameya rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hate îadekirin
18:11 ‘Daxwaza Diyanetê ya tevlibûna Doza Kobanê fetwa ku weke qanûn hatiye nixumandin e’
17:44 Li Mêrdînê rageşiya DEDAŞ’ê: 3 kes hatin binçavkirin
17:09 Ciwanan bal kişandin ser şewatên li Cûdî û Licê
16:26 Xwendekaran zemên ‘serdema nû’ protesto kirin
16:03 'Çekdarkirina şexsî tundiyê zêde kiriye’
15:56 Leşkeran êrişî nobeta xwezayê ya li Akbelenê kirin
14:36 Doza Kobanê: Dema li derveyî welat, bûyera neqewimî ya li Pendîkê birêxistin kiriye!
14:27 Erdogan û Putin li ser lihevkirina dexlê axivîn
14:11 Li herêmên qedexekirî yên Şirnexê şer, şewat û binçavkirin didomin
14:10 Nehiştin malbata Şenyaşar bikeve avahiya wezaretê
14:10 Malbatê cenaze teşhîs kir lê nayê dayîn
12:49 Rejîma Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kir
12:19 Çiyayê Garê hate bombebarankirin
11:46 Qedexeya fiîlî ya li Xîzanê didome: Pevçûnên dijwar diqewimin
11:33 Qeyûm şûştina peyarêyan qedexe kir
10:45 Doza Kobanê: Divê yê ku digot ‘Kobanê ket wa dikeve’ bê darizandin
10:31 Pirtûka 'Berxwedana Zeriyan' derket
10:16 Şahidên Fermana 74’an: Heke tifaqa me hebûya dê dijmin nekariya qirkirinê bike
10:11 Ji HDK’ê kampanyaya ‘Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin’
09:06 Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin
09:05 Xelkê Wanê bertek nîşanî zemên tên kirin dan: Em nikarin li malê nan peyda bikin
09:04 Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin
09:04 Berdana girtiyê nexweş ê poşmanî lê tê ferzkirin cara duyemîn hate taloqkirin
09:01 Parêzer Cîhan Ulsen: Dibe ku rewşa Bûrhan Barût di xetereyê de be
09:00 Ekolojîst: Em dikarin dest bidin hev û pêşî li qirkirina xwezayê bigirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2023'YAN
01/08/2023
22:31 Li Colemêrgê nan hate zemkirin
21:45 Li Hatayê wesayîta leşkerî qeza kir: 10 leşker birîndar bûn
19:35 Li Îzmîrê û Konyayê erd hejiya
19:30 Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êriş pêk hat: Kesek birîndar bû
19:24 Parlamenter Tanrikulu serdana DFG’ê kir
18:01 Li Geliyê Bêtkarê şerê dijwar diqewime
17:51 Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe
17:04 Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir
16:23 Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin
15:51 Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir
15:03 Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
14:51 Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
14:12 Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin