Xeta sînor veguheriye herêma mirin û îşkenceyê!

img
COLEMÊRG - Bûyerên îşkence, muameleyên xerab û lêdanên ku leşkeran li Colemêrg û navçeyên wê bi taybetî li herêmên sînor kirine, bi dawî nabin. Li sînorên bi dehan kes lê jiyana xwe ji dest didin, faîl bi polîtîkaya necezakirinê tên fîhilkirin. 
 
Îşkence, muameleya xerab û lêdana leşkeran a li Colemêrg û navçeyên wê yên li ser xeta sînor a Herêma Kurdistana Federe bi dawî nabin. Li bajarê bi salan e bûyerên mirin û îşkenceyê lê xelas nabin, kesên îşkenceyê dikin bi polîtîkaya “necezakirinê” tên fîhilkirin. Colemêrg ku yek ji bajarên ku ji ber îşkence, muameleya xerab û guleyên leşker-polîsan herî zêde lê mirin çêdibin, bi lêdana Serhat, Mahmût Serkan Taş, Ercan Ozmen û S. Taş ên di 25’ê tîrmehê de li herêma Navberojan a navçeya Rûbarokê sewalên xwe diçêrandin, ket rojevê. Apê zarokên hatine derbkirin û niştecihê Navberojan Cabbar Taş diyar kir ku mirov ji ber “îxlalkirina sînor” tên qetilkirin.
 
JI MIRINÊ RE HINCETA ‘BINPÊKIRINA SÎNOR’ 
 
Taş, da xuyakirin ku bûyera lêdanê ya li Rûbarokê ne bûyera destpêkê û ya nû ya tundiyê ye û anî ziman ku ev rewş li Kurdistanê bi taybetî li navçeyên Şemzînan û Rûbarokê gelek caran tên jiyîn. Taş, bal kişand ku ji berê ve di salê de herî kêm 30-40 binpêkirinên mafan qewimîne û da zanîn ku di bûyerên hatine qewimîn de heta niha nêzî 10 ciwan bi guleya leşkeran hatine qetilkirin. Taş, anî ziman ku leşker bi hinceta “binpêkirina sînor” her tim ciwanan qetil dikin û wiha got: “Zarok dizanin sînor li ku derê ye û her çiqas tiştekî wisa pêk neyê jî zarokên me tên qetilkirin. Sînor heta nava zevî û cihên ku em lê dijîn anîne. Îro anîne rewşeke wisa ku em nikarin li gund sewalan xwedî bikin û sewalkariyê bikin.”
 
ZAROK SÛCDAR E, LEŞKER MEXDÛR E!
 
Taş ê qala polîtîkayên necezakirinê kir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em çiqas ji îşkenceya leşkeran a li zarokên me aciz bibin ji biryarên dadgeh û dozger didin re jî ewqas aciz bûn. Bi biryarên bêhiqûqî hewl didin xetayên leşkeran veşêrin. Şûna ku mafê zarokên me bên parastin, derbarê wan de cezayê pere, biryara kontrola edlî û qedexeya derveyî welat hate dayîn. Şandeya dadgehê, zarokên me weke sûcdar leşker jî weke mexdûr dîtin. Wijdana şandeya dadgehê ya ev biryar dayî çawa evqas rehet e? Yekane tişta me di vê biryarê de dît û fêm kir, sûcên leşkeran tê veşartin. Di dîmenan de îşkence jî derb jî li ber çavan e lê tevî vê jî zarok hatin cezakirin.”
 
‘JI KURDAN RE MIRIN REWA TÊ DÎTIN’ 
 
Taş, diyar kir ku baweriya mirovên li erdnîgariya Kurdistanê dijîn ji ber biryarên “bêhiqûqî” yên dadgehan, bi qanûnan nema ye wiha berdewam kir: “Li ku dera edaletê hatiye nivîsîn ku mirovek were îşkencekirin û mexdûrkirin û li ser vê yekê jî sûcdar weke mexdûr, mexdûr jî weke sûcdar nîşan didin. Heke ev zarok, zarokên wan bi xwe bûna da helwesta wan çawa be? Heke li Rize, Çanakkale, Enqere û Stenbolê bi vî şiklî îşkence li zarokan hatibûya kirin, da bi vî şiklî nêzîk bibin? Lê dema mijar zarokên kurdan be mirina wan jî îşkence jî rewa tê dîtin. Em bang li hemû parêzerên li welat dikin; ji bo pêşî li bûyerên îşkenceyê yên bi vî şiklî bê girtin, piştgiriya hiqûqî şert e.”
 
TIŞTÊN DI 3 SALAN DE LI RÛBAROKÊ QEWIMÎN  
 
 Li Rûbarokê hin îşkence, mûameleya xerab û kuştinên leşkeran ên tenê ji sala 2019’an û vir ve di çapemeniyê de cih girtin wiha ne: 
 
“*1’ê tebaxa 2019’an : Li gundê Çemêkurkê yê navçeya Rûbarokê leşkeran gule li gundiyên ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikirin reşandin. Di encama gulebaranê de Vedat Ekîncî yê 14 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û yek ji gundiyan jî bi giranî birîndar bû. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê de hat destpêkirin de biryara nepenîtiyê ji dosyayê re hat dayîn û di heman demê de lêpirsîna leşkerên ku faîlên bûyerê bûn ji aliyê saziya leşkerî ve hat kirin. Berikên fîşekan ku ji bo bûyer ronî bibe bibin delîlên herî girîng hatin windakirin. Hate îdiakirin ku çawişê pispor ê berpirsyarê bûyerê hêj li ser peywîra xwe ye.
 
* 30’ê mijdara 2020’an: Ozcan Erbaş ê 16 salî ku li gundê Bêrox-Îsyan ê navçeya Rûbarokê bi du hevalên xwe re çûbûn seyranê, bi gulebarana leşkeran hatin qetilkirin. Di lêpirsîna bûyerê de biryara nepenîtiyê hat dayîn. Her wiha hat îdîakirin ku berikên fîşekên vala yên li herêma ku Erbaş lê hat qetilkirin piştî bûyerê winda bûne.
* 1 çileya 2021’an: Reşît Ekîncî dema bi komek hevalên xwe re li gundê Çemêkurkê yê navçeya Rûbarokê li seyranê bû, bi guleyên ji aliyê leşkeran ve hatin barandin birîndar bû. 5 meh piştî bûyerê birayê wî Celîl Ekîncî (17) û xizmê wî Şahap Şendûl (23) jî ji ber gule barana leşkeran birîndar bûn. 
 
* 23’yê gulana 2021’an: Mehmet Dînç ê 18 salî yê li gundê Îsyan ê navçeya Rûbarokê dijî, dema pezê xwe diçêrand di encama gulebarana ji aliyê leşkeran ve ji lingê xwe birîndar bû. Dînç ê birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku der barê bûyerê de tu lêpirsîn nehatine destpêkirin.
 
* 16’ê nîsana 2022’yan: Tahsîn Yalçin ê 21 sali û du hevalên wî ku ji navçeya Rûbarokê derbasî Herêma Kurdistanê bûn, saet derdora di 03.00'an de dema vedigeriyan malên xwe rastî êrîşa leşkeran hatin. Yalçin li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, du kesên din jî bêyî ku birîndar bibin xelas bûn.
 
* 25’ê tîrmeha 2023’yan: Serhat, Mahmût, Serkan Taş, Ercan Ozmen û S. Taş ên li herêma Navberojan a navçeya Rûbarokê dewarên xwe diçêrandin, ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin. 4 kesên rastî lêdanê hatin bi gihiştina gundiyan ji lînçkirina leşkeran rizgar bûn. Dema ku leşkerên ku li zarokan xistin hêj li ser peywirê bûn, têkildarî mijarê îfadeyên leşkeran jî nehatin wergirtin.  
 
MA / Mazlum Engin Deniz

Sernavên din

04/08/2023
10:26 7 cenaze anîn nexweşxaneyê
10:21 Li Cûdî daran talan dikin, li gundan jî qedexeyan pêş dixin
10:07 ‘Jinên êzidî yên tune dihatin hesibandin îro pêşengtiya berxwedanê dikin’
09:02 Calihan bi hinceta ‘xwendin û nivîsandina wê nîne’ nayê berdan!
09:02 ‘Divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan’
09:02 ‘Tîma A’ îşkence li girtî kir: Em ji bo vê hatin perwerdekirin
09:00 Sala duyemîn a Talîbanê: Em ê teslîmî dijminên azadiyê nebin
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2023'YAN
03/08/2023
23:00 Cenazeyê Sûltan Orûç li Êlihê hat veşartin
22:03 Ji bo sondajê dînamît hate teqandin: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:55 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de bi hezaran kes li konseran hatin bahev
21:27 Komxebata Şengalê: Divê Iraq Koordînasyona Şengalê esas bigire
21:20 Cenazeyê Agirman piştî 51 rojan hate definkirin
20:56 Dadgehê daxwaza gilîkirina derbarê Diyanetê de qebûl nekir
20:26 Li Dêrsimê panela erdhejê: Erdnîgariya wê ji erdhejê re ne amade ye
19:45 Li Qelqeliyê 2 ciwan di gole de xeniqîn
19:36 Di êrişa bayiya tekelê de 3 kesên din hatin girtin
19:24 Partiyên siyasî û saziyên sivîl qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
18:25 Noxteya hêzên Şamê hate bombekirin: Leşkerek birîndar bû
17:21 Ciwanan li PE, DMME û CPT’yê çalakî lidarxistin
17:13 Welatiyê li Elkê hatibû binçavkirin hate berdan
16:04 ‘Heke Tirkiye jidil be bila êrişên ser Şengalê bide sekinandin’
15:32 Mîhrîcana Munzurê dest pê kir
15:22 'Em bi israr in ku qirkirina êzidiyan bê qebûlkirin’
15:03 DFG: Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêde bûn
14:11 Ji bo Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûn da Meclisê
13:44 Doz li rojnamegerên girtina hempîşeyên me protesto kirin hate vekirin
13:39 Bi ser Fermana 74’an re 9 sal derbas bûn: Bila statûya Şengalê bê naskirin
13:14 Kirkazak: Desthilat, Diyanetê weke amûrekê bikar tîne
13:09 Eren: Diyanetê hewl da bibe berdevka DAIŞ’ê
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:31 Gef li girtiyê binpêkirin vegotibû hate xwarin
11:08 TUÎK: Di tîrmehê de enflasyon ji sedî 9,49 zêde bû
10:58 KCD: Divê ferman weke jenosîd were qebûlkirin û statûya Şengalê bê naskirin
10:45 Li Îranê piranî jê kurd 225 kes hatin girtin
10:38 Xelkê Şengalê çû serdana gorên komî
10:05 ENAG: Enflasyona salane bû ji sedî 122
10:01 Ji bo Jinan Edalet: Bila statûya Şengalê bê naskirin
09:21 Xeta sînor veguheriye herêma mirin û îşkenceyê!
09:07 ‘Divê li Cûdî û Akbelenê li dijî talanê refleksa hevpar bê nîşandan’
09:04 Dayika êzidî ya berxwedêr: Dayê Gulê
09:03 Berdana nivîskar Baltaci yê girtî 11 meh in tê astengkirin
09:01 Civaknas Bariş: Fermana 74'emîn bi êrişên Tirkiyeyê didome
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2023'YAN
02/08/2023
22:10 Rojên Sînemaya Kurdî dest pê kirin
20:12 Malbata kurd a li Konyayê kadîna wan şewitî: Faşîstên ku gef xwarin şewitandin
18:40 Îdianameya rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hate îadekirin
18:11 ‘Daxwaza Diyanetê ya tevlibûna Doza Kobanê fetwa ku weke qanûn hatiye nixumandin e’
17:44 Li Mêrdînê rageşiya DEDAŞ’ê: 3 kes hatin binçavkirin
17:09 Ciwanan bal kişandin ser şewatên li Cûdî û Licê
16:26 Xwendekaran zemên ‘serdema nû’ protesto kirin
16:03 'Çekdarkirina şexsî tundiyê zêde kiriye’
15:56 Leşkeran êrişî nobeta xwezayê ya li Akbelenê kirin
14:36 Doza Kobanê: Dema li derveyî welat, bûyera neqewimî ya li Pendîkê birêxistin kiriye!
14:27 Erdogan û Putin li ser lihevkirina dexlê axivîn
14:11 Li herêmên qedexekirî yên Şirnexê şer, şewat û binçavkirin didomin
14:10 Nehiştin malbata Şenyaşar bikeve avahiya wezaretê
14:10 Malbatê cenaze teşhîs kir lê nayê dayîn
12:49 Rejîma Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kir
12:19 Çiyayê Garê hate bombebarankirin
11:46 Qedexeya fiîlî ya li Xîzanê didome: Pevçûnên dijwar diqewimin
11:33 Qeyûm şûştina peyarêyan qedexe kir
10:45 Doza Kobanê: Divê yê ku digot ‘Kobanê ket wa dikeve’ bê darizandin
10:31 Pirtûka 'Berxwedana Zeriyan' derket
10:16 Şahidên Fermana 74’an: Heke tifaqa me hebûya dê dijmin nekariya qirkirinê bike
10:11 Ji HDK’ê kampanyaya ‘Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin’
09:06 Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin
09:05 Xelkê Wanê bertek nîşanî zemên tên kirin dan: Em nikarin li malê nan peyda bikin
09:04 Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin
09:04 Berdana girtiyê nexweş ê poşmanî lê tê ferzkirin cara duyemîn hate taloqkirin
09:01 Parêzer Cîhan Ulsen: Dibe ku rewşa Bûrhan Barût di xetereyê de be
09:00 Ekolojîst: Em dikarin dest bidin hev û pêşî li qirkirina xwezayê bigirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2023'YAN
01/08/2023
22:31 Li Colemêrgê nan hate zemkirin
21:45 Li Hatayê wesayîta leşkerî qeza kir: 10 leşker birîndar bûn
19:35 Li Îzmîrê û Konyayê erd hejiya
19:30 Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êriş pêk hat: Kesek birîndar bû
19:24 Parlamenter Tanrikulu serdana DFG’ê kir
18:01 Li Geliyê Bêtkarê şerê dijwar diqewime
17:51 Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe
17:04 Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir
16:23 Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin
15:51 Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir
15:03 Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
14:51 Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
14:12 Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin