DFG: Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêde bûn

img
AMED -  DFG’ê diyar kir ku di meha tîrmehê de 54 caran mafên jiyanê û ewlekariyê yê rojnamegeran hatiye binpêkirin û wiha got: “Banga me ji bo hemû rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran ew e ku li dijî vê zext û polîtîkaya teslîmgirtinê ya îktîdarê piştevaniya hev bikin.” 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya binpêkirinên li dijî rojnamegeran a meha tîrmehê eşkere kir. Di raporê de DFG’ê bal kişand ser hilbijartinên 14-28’ê Gulanê û diyar kir ku zextên li ser rojnamegeran di pêvajoya hilbijartinê de jî berdewam kirine. 
 
‘ZEXT PIŞTÎ HILBIJARTINAN JÎ DOMIYAN’
 
Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Li Tirkiyeyê di meha gulanê de 2 hilbijartinên girîng pêk hatin. Her çiqas weke partî û zîhniyet desthilata li welat neguherîbe jî hema bibêje hemû endamên hikumetên hatin guhertin. Lê tenê endamên desthilatê hatin guhertin, polîtîkayên beriya hilbijartinê bi heman rengî tên domandin û heta niha tu guhertinê xwe nedaye der. Weke her carê jî piştî hilbijartinê zextên li ser çapameniyê roj bi roj girantir bûn û rojnameger ketin hedefa endamên desthilatê û daraza di bin kontrola wê de. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyeyê ne rojnameger dikarin bi awayekî azad karê xwe bikin û ne jî dikarin fikr û ramanên xwe yên der barê bûyerên ku li welat diqewimin de parve bikin.” 
 
OPERASYONÊN LI DIJÎ ROJNAMEGERAN
 
Bi domdarî DFG’ê bal kişand ser operasyonên li dijî rojnamegeran û wiha domand: “Herî dawî navenda wê Amedê li dijî rojnamegeran careke din operasyonek hate kirin. Di vê operasyonê de polîsan bi hinceta ku li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal nûçeyeke der barê darazê de parve kirine, bi ser malên rojnamegeran de girt û ew binçav kirin. Polîsan dema binçavkirinê destê rojnamegeran kelemçe kir û bi armanca ku rojnamegeran çavtirsandî bike dîmenên vê yekê kişandin û parve kirin. Ji rojnamegeran nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan bi îdiaya ‘peywirdarên cemaweriyê hedef nîşan daye’ hat girtin.
 
ROJNAMEGERAN ARMANCA DESTHILATÊ TEŞHÎR KIRIN 
 
Tevî van hemû hewldanên desthilatê yên ji bo têkbirin û astengkirina rojnamegeriyê jî di meha tîrmehê de geşedanên ku em pê kêfxweş bibin jî qewimîn. Ew jî berdana hevserokê me Serdar Altan û 14 rojnamegeran bû. Piştî girtina xwe ya 13 mehan di 11 û 12’ê tîrmehê de 15’ê girtî bi giştî 18 rojnameger li Edliyeya Amedê derketin dadgehê û parastina tawanbariyan kirin ku di şexsê wan de li rojnamegeriyê hatibû kirin. Di parastinên xwe de hevserokê me Serdar Altan û hempîşeyên xwe polîtîka û armanca desthilatê ya li dijî çapameniya azad teşhîr kirin û hatin berdan. Her wiha beriya wan bi çend rojan Midûra Jinnewsê Safiye Alagaş jî hatibû berdan. 
 
60 ROJNAMEGER GIRTÎ NE
 
Lê têvî yekê jî di serî de hevseroka me Dîcle Muftuoglû û gelek rojnameger hê jî girtî ne. Li gorî daneyên li ber destê me heta 1’ê tebaxê 60 rojnameger li girtîgehên Tirkiyeyê ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê girtî ne. Ev tablo jî rûyê rasteqîn ê desthilata ku tenê endamên wê hatine guhertin nîşan dide. Wisa diyar e ku wê qarneyê qebîneya nû yê çapameniyê wê ji qebîneyên beriya niha ne cudatir be. Weke komele ji bo ku ev rewşa li welat ji holê rabe kar û xebatên me yên rêxistinkirina rojnamegeran didomin. Herî dawî em bang li hemû rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê dikin ku li dijî zextên li ser rojnamegeran mil bidin hev da ku bikaribin li zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin. 
 
Di raporê de ev daneye hatin parvekirin: 
 
BINPÊKIRINÊN MAFÊ JIYAN Û EWLEHIYA ROJNAMEGERAN
 
* Rojnamegerên bi ser Malên Wan de Hatiye Girtin: 4
* Rojnamegerên Hatine Binçavkirin: 13
* Rojnamegerên Hatine Girtin: 1
* Rojnamegerên Îşkence û Muameleyên Nebaş li Wan Hatiye Kirin: 18
* Rojnamegerên Gef li Wan hatiye Xwarin û Teklîfa Sîxuriyê li Wan Hatiye Kirin: 2
* Rojnamegerên Şopandina Wan a Nûçeyê Hatiye Astengkirin:  12
* Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran ên li Girtîgehan: 4
 
BINPÊKIRINÊN MAFÊ AZADIYA GOTIN Û RAMANÊN ROJNAMEGERAN
 
* Rojnamegerên der barê Wan de Lêpirsîn Hatiye Destpêkirin: 3
* Rojnamegerên der barê Wan de Doz Hatiye Vekirin: 6
* Rojnamegerên Hatine Cezakirin: 2 hatin cezakirin û ji bo kesekî jî cezayê îdarî yê pere hate dayîn.
 
ASTENGKIRIN Û SANSÛRA LI DIJÎ SAZIYÊN MEDYA Û ÇAPEMENIYÊ
 
* RTÛK’ê 5 caran cezayê rawestandina bernameyê, 2 caran biryara qedexeya weşanê û 7 jê platformên medyaya dijîtal bi giştî bo 6 dezgehan cezayê pereyê îdarî da. 
 
ASTENGKIRINA XWEGIHANDINA MEDYA SANAL Û ÎNTERNETÊ
 
* Malperên Înternetê yên Hatine Girtin: 1
* Nûçeyên Xwegihandina Wan Hatiye Qedexekirin: 90
* Naverokên Medyaya Dijîtal ên Xwegihandina Wan Hatiye Astengkirin: 905
 
Navên Rojnamegerên girtî yên DFG’ê parve kirin jî ev in: 
 
* Abdurrahman Gok - Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê 
 
* Ahmet Metîn Sekîzkardeş - Rojnameya Zamanê
 
* Ahmet Uzan - Midûrê Nûçeyan a Rojnameya Sabah Egelî 
 
* Alaattîn Akkaşoglû - Xwediyê Rojnameya Akîsê 
 
* Alî Aşîkar - Rojnameya Azadiya Welat 
 
* Alî Unal - Nivîskarê Rojnameya Zamanê 
 
* Aytekîn Gezîcî - Rojnameger - Nivîskar 
 
* Baran Karadag - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat 
 
* Cengîz Dogan - Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Mavî ve Kentê
 
* Çetîn Çîftçî - Nûçegihanê Rojnameya Bugunê yê Parlamentoyê 
 
* Derya Ren - Nûçegihana JINNEWS’ê 
 
* Devrîm Ayik - Xebatkara Kovara Ozgur Halkê 
 
* Dîcle Muftuoglû - Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê 
 
* Dîlan Oynaş - Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat
 
* Elîf Ersoy - Berpirsyarê Karên Nivîsan ê Kovara Yuruyuşê
 
* Ercan Gun - Midûrê Nûçeyan ê Fox TV’yê
 
* Erdal Susem - Edîtorê Kovara Eylûlê 
 
* Erol Zavar - Xwedî û Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Odakê 
 
* Fatîh Tezcan - Rojnameger
 
* Ferhat Çîftçî - Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat ê Dîlokê 
 
* Firat Can Arslan - Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) 
 
* Gultekîn Avci - Nivîskarê Rojnameya Bugunê 
 
* Hamdullah Bayram - Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê 
 
* Hasan Taşar - Nûçegihanê TRT’ê yê Enqereyê
 
* Hatîce Duman - Xwedî û Midûrê Karên Nivîsna ê Rojnameya Atilimê 
 
* Hudaverdi Yildirim - Edîtorê Nûçeyan ê Can Erzincan TV’yê
 
* Îbrahîm Halîl Ozturkerî - Peywirdarê Avadanî-Weşanê yê TRT’ê yê berê
 
* Îbrahîm Karakaş - Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê 
 
* Îsmaîl Çoban - Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat ê berê 
 
* Kenan Karavîl - Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Radyo Dunyayê 
 
* Mahmut Gulecan - Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Kovara Ozgur Halkê
 
* Mehmet Baransu - Nivîskarê Rojnameya Tarafê 
 
* Mehmet Şah Oruç - Rojnameger
 
* Mehmet Gundem - Rojnameger
 
* Melîh Gasgar - Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Cîhanê yê Balikesirê
 
* Merdan Yanardag - Gerînendeyê Giştî yê Weşana TELE1’ê 
 
* Mîktat Algul - Gerînendeyê Giştî yê Weşana Mezîtlî FM’ê 
 
* Mîkaîl Barut - Rojnameger 
 
* Mûrat Çapan - Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Kovara Noktayê 
 
* Mûrat Verîm - Rojnameger
 
* Mûstafa Gok - Nûnerê Dovara Ekmek ve Adalet ê Enqereyê 
 
* Mûstafa Unal - Rojnameya Zamanê 
 
* Nadiye Gurbuz - Edîtora ETHA’yê 
 
* Osman Çalik - Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Radyoya Samanyolu Haberê 
 
* Ozden Kinik - Xebatkarê TRT’ê 
 
* Ozlem Seyhan - Rojnameger
 
* Recaî Morkoç - Edîtorê Buroya Herêma Antalyayê yê Ajansa Nûçeyan a Cîhanê 
 
* Remzî Akkaya - Rojnameger
 
* Rifat Soylemez - Xwediyê Rojnameya Adana Haberê 
 
* Samî Tunca - Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Mucadele Bîrlîgiyê 
 
* Sedat Yilmaz - Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê 
 
* Semîh Elîtaş - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat 
 
* Serkan Sedat Guray - Produktorê Bernameyê yê Burç FM’ê 
 
* Sertan Onal - Rojnameya Halkin Gunlugu 
 
* Sîbel Mustafaoglû - Xebatkarê Azadiya Welat 
 
* Taner Talaş - Rojnameger 
 
* Turgut Usul -  Nûçegihanê TRT’ê 
 
* Tulay Canpolat -  Nûçegihana Rojnameya Sabahê yê Enqereyê 
 
* Zafer Ozcan -  Edîtorê Aboriyê yê Rojnameya Bugunê 
 
* Ziya Ataman - Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA)

Sernavên din

04/08/2023
10:26 7 cenaze anîn nexweşxaneyê
10:21 Li Cûdî daran talan dikin, li gundan jî qedexeyan pêş dixin
10:07 ‘Jinên êzidî yên tune dihatin hesibandin îro pêşengtiya berxwedanê dikin’
09:02 Calihan bi hinceta ‘xwendin û nivîsandina wê nîne’ nayê berdan!
09:02 ‘Divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan’
09:02 ‘Tîma A’ îşkence li girtî kir: Em ji bo vê hatin perwerdekirin
09:00 Sala duyemîn a Talîbanê: Em ê teslîmî dijminên azadiyê nebin
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2023'YAN
03/08/2023
23:00 Cenazeyê Sûltan Orûç li Êlihê hat veşartin
22:03 Ji bo sondajê dînamît hate teqandin: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:55 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de bi hezaran kes li konseran hatin bahev
21:27 Komxebata Şengalê: Divê Iraq Koordînasyona Şengalê esas bigire
21:20 Cenazeyê Agirman piştî 51 rojan hate definkirin
20:56 Dadgehê daxwaza gilîkirina derbarê Diyanetê de qebûl nekir
20:26 Li Dêrsimê panela erdhejê: Erdnîgariya wê ji erdhejê re ne amade ye
19:45 Li Qelqeliyê 2 ciwan di gole de xeniqîn
19:36 Di êrişa bayiya tekelê de 3 kesên din hatin girtin
19:24 Partiyên siyasî û saziyên sivîl qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
18:25 Noxteya hêzên Şamê hate bombekirin: Leşkerek birîndar bû
17:21 Ciwanan li PE, DMME û CPT’yê çalakî lidarxistin
17:13 Welatiyê li Elkê hatibû binçavkirin hate berdan
16:04 ‘Heke Tirkiye jidil be bila êrişên ser Şengalê bide sekinandin’
15:32 Mîhrîcana Munzurê dest pê kir
15:22 'Em bi israr in ku qirkirina êzidiyan bê qebûlkirin’
15:03 DFG: Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêde bûn
14:11 Ji bo Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûn da Meclisê
13:44 Doz li rojnamegerên girtina hempîşeyên me protesto kirin hate vekirin
13:39 Bi ser Fermana 74’an re 9 sal derbas bûn: Bila statûya Şengalê bê naskirin
13:14 Kirkazak: Desthilat, Diyanetê weke amûrekê bikar tîne
13:09 Eren: Diyanetê hewl da bibe berdevka DAIŞ’ê
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:31 Gef li girtiyê binpêkirin vegotibû hate xwarin
11:08 TUÎK: Di tîrmehê de enflasyon ji sedî 9,49 zêde bû
10:58 KCD: Divê ferman weke jenosîd were qebûlkirin û statûya Şengalê bê naskirin
10:45 Li Îranê piranî jê kurd 225 kes hatin girtin
10:38 Xelkê Şengalê çû serdana gorên komî
10:05 ENAG: Enflasyona salane bû ji sedî 122
10:01 Ji bo Jinan Edalet: Bila statûya Şengalê bê naskirin
09:21 Xeta sînor veguheriye herêma mirin û îşkenceyê!
09:07 ‘Divê li Cûdî û Akbelenê li dijî talanê refleksa hevpar bê nîşandan’
09:04 Dayika êzidî ya berxwedêr: Dayê Gulê
09:03 Berdana nivîskar Baltaci yê girtî 11 meh in tê astengkirin
09:01 Civaknas Bariş: Fermana 74'emîn bi êrişên Tirkiyeyê didome
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2023'YAN
02/08/2023
22:10 Rojên Sînemaya Kurdî dest pê kirin
20:12 Malbata kurd a li Konyayê kadîna wan şewitî: Faşîstên ku gef xwarin şewitandin
18:40 Îdianameya rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hate îadekirin
18:11 ‘Daxwaza Diyanetê ya tevlibûna Doza Kobanê fetwa ku weke qanûn hatiye nixumandin e’
17:44 Li Mêrdînê rageşiya DEDAŞ’ê: 3 kes hatin binçavkirin
17:09 Ciwanan bal kişandin ser şewatên li Cûdî û Licê
16:26 Xwendekaran zemên ‘serdema nû’ protesto kirin
16:03 'Çekdarkirina şexsî tundiyê zêde kiriye’
15:56 Leşkeran êrişî nobeta xwezayê ya li Akbelenê kirin
14:36 Doza Kobanê: Dema li derveyî welat, bûyera neqewimî ya li Pendîkê birêxistin kiriye!
14:27 Erdogan û Putin li ser lihevkirina dexlê axivîn
14:11 Li herêmên qedexekirî yên Şirnexê şer, şewat û binçavkirin didomin
14:10 Nehiştin malbata Şenyaşar bikeve avahiya wezaretê
14:10 Malbatê cenaze teşhîs kir lê nayê dayîn
12:49 Rejîma Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kir
12:19 Çiyayê Garê hate bombebarankirin
11:46 Qedexeya fiîlî ya li Xîzanê didome: Pevçûnên dijwar diqewimin
11:33 Qeyûm şûştina peyarêyan qedexe kir
10:45 Doza Kobanê: Divê yê ku digot ‘Kobanê ket wa dikeve’ bê darizandin
10:31 Pirtûka 'Berxwedana Zeriyan' derket
10:16 Şahidên Fermana 74’an: Heke tifaqa me hebûya dê dijmin nekariya qirkirinê bike
10:11 Ji HDK’ê kampanyaya ‘Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin’
09:06 Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin
09:05 Xelkê Wanê bertek nîşanî zemên tên kirin dan: Em nikarin li malê nan peyda bikin
09:04 Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin
09:04 Berdana girtiyê nexweş ê poşmanî lê tê ferzkirin cara duyemîn hate taloqkirin
09:01 Parêzer Cîhan Ulsen: Dibe ku rewşa Bûrhan Barût di xetereyê de be
09:00 Ekolojîst: Em dikarin dest bidin hev û pêşî li qirkirina xwezayê bigirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2023'YAN
01/08/2023
22:31 Li Colemêrgê nan hate zemkirin
21:45 Li Hatayê wesayîta leşkerî qeza kir: 10 leşker birîndar bûn
19:35 Li Îzmîrê û Konyayê erd hejiya
19:30 Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êriş pêk hat: Kesek birîndar bû
19:24 Parlamenter Tanrikulu serdana DFG’ê kir
18:01 Li Geliyê Bêtkarê şerê dijwar diqewime
17:51 Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe
17:04 Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir
16:23 Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin
15:51 Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir
15:03 Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
14:51 Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
14:12 Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin