Tevgerên ekolojiyê ku li Cûdî lêkolîn kirin: Li vir qirkirina çand, dîrok û xwezayê heye

img
ŞIRNEX - Tevgerên ekolojiyê yên ku li herêma Çiyayê Cûdî ku tê talankirin lêkolîn kirin wiha gotin: "Em li dijî qirkirina xwezaya Kurdistanê bêdeng man. Li vir ne tenê qirkirina xwezayê, qirkirina çand û dîrokê jî heye. Divê ku em êdî bibin dengê Cûdî." 
 
Li herêmên Besta, Cudî, Gabar û Çilênimêja yê girêdayî Şirnexê birîna daran, şewata daristanan, lêgerîna madenan û qirêjkirina çavkaniyên avê, qirkirina xwezayê ya ku bi destê cerdevanan û kesên nêzî dewletê ve hatiye destpêkirin didome. Li herêmê heta niha bi hezaran dar bi ser navê "ewlehiyê" hatin birîn. Darên ku kirine mijara bazirganiyê jî ji derveyî bajêr tên firotin. Li hemberî qirkirina xwezaya herêmê ya ku sê sal in berdewam dike, bêdengî jî didome. Şandeya ku ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH), Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, Komeleya Tevgera Ekolojiyê ya Mêrdînê, Komîsyona Ekolojiyê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Meclisa Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hawîrdorê ya Wanê - Yekitiya Ekolojiyê (Wan ÇEVDER), Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê, Ekolojî Polîtîk û Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê pêk dihat hatin herêmê lêkolîn kirin. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan jî bi şandeyê re bû. 
 
Şandeyê ewilî li gundê Dêrgê yê li qûntara Çiyayê Cûdî ye û bi zextên dewletê di salên 1990'î de hate valakirin lêkolîn kir. Şandeya ku xwest li gundên Gera Mihêtê û Sorbitmê yên ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin lêkolînan bike bi hinceta "operasyonê" ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin. 
 
Ekololjîstên ku li gundên qûntara Çiyayê Cûdî lêkolîn kirin, çavderiyên xwe bi Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin.
 
'ME DÎMENÊ BÊMIROVKIRINA HERÊMÊ DÎT'
 
Ji Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Menekşe Kizildere diyar kir ku li herêmê wêrankirina xwezayê di rêjeya herî mezin de pêk tê û wiha axivî: "Me weke HDP'ê par li gel Tevgera Ekolojîstan a Mezopotamyayê ber bi Cudî ve meşek li dar xist. Lê belê li gel vê meşê çu pêşketin çênebûn û me tu agahî nestandin. Îsal dema ku şewatên daristanan dest pê kirin tevî îxbara şeniyên gundan û pirsîna parlementerên me ya ji Wezarata Çandinî û Daristaniyê re jî wezaretê agahî neda û îdia kir ku ev ne rast e. Lê belê li gel dîmenên ku hatine weşandin û nûçeyên hatine derbas kirin ev rewş hate piştrastkirin. Me jî weke şandeyên ji rêxistinên sivîl ên civakî, parêzeran û ekolojîstan ji bo ji nêz ve bibînin berê xwe dan herêmê û hatine vê derê lêkolîn kirin. Niha ev tabloya ku em dibînin xeternake. Hem bi dar birînê re û hem jî bi şewatan re hebûna daristanan a li Cudî bi rêjeyeke mezin kêm bûye. Tişta herî xerab ne tenê dar birîne her wiha li vê herêmê her qadeke daristanî ji madenê re tê vekirin. Ev jî di hişê mirovî de pêşiya pirsan vedike. Em jî ji bo vê bikin rapor li vir in. Bêgûman tê xwestin ku li vir qadên madenê bên vekirin. Ev dar birîn û şewat jî bi vî rengî derdikevin. Çimkî heke ku şîrketên madenan bên vê derê em ê êdî nikaribin behsa daristanên Cudî bikin. Dema ku em hatin vê derê me dît ku çawa şeniyên herêmê di ketina gundên xwe de tên astengkirin. Ev jî dîmenê bêmirovkirinê ye. Dema ku mirov tê Cudî weke ku hûn dikevin qadeke metîngerî hîs dikin. Evqas qedexe, qirkirina xwezayê û tunekirina herêmê jî perçeyeke ji şerê taybete. Em ê şeniyên herêmê tenê nehêlin. Divê ku herkes Cudî biparêze."
 
'EM LI HEMBERÎ QIRKIRINA XWEZAYA KURDISTANÊ BÊDENG MAN'
 
Ji Platforma Hawirdorê ya Bakirtepe û Ekolojî Polîtîkayê Sebahat Yaraşir, bal kişand ser bêdengiya ekolojîstan a li dijî qirkirina xwezaya Kurdistanê û da zanîn ku helwesta ekolojîstan a li dijî xwezaya kurd ji polîtîkaya kurdan a dewletê çêdibe û çavderiyên xwe wiha parve kir: "Li Cûdî şewat hebû û kezeba me dişewitî, lê em li dijî vê şewatê bêdeng bûn û me tiştek jî nedikir û me ji dûr ve temaşe dikir. Piştre me dît ku xisar li vir çiqasî zêde ye. Armanca hatina me ya li vir jî ew e ku bibin dengê Cûdî. Belê, li vir qirkirineke xwezayî heye, bêmirovkirin heye. Ji xwe ji roja destpêkê heta niha heye. Li tevî vê tunekirina xwezayê heye. Mesele ne tenê birîna daran û tunekirina daristana ye,di heman demê tunekirina bi hezaran cureyên zindiyan ku li vir dijîn heye. 
 
'DIVÊ EM BIBIN DENGÊ CÛDÎ' 
 
Di hevdîtinên ku me bi şeniyên gundan re kirin min ji yekî ji wan re got, 'birîna daran an şewat bêtir zirarê dide xwezayê' her yek ji ya din bi êştir e. Dema ku dişewitîne rûbarka riwekî dişewite, zindî dişewitin. Gundî dibêjin, 'beriya ku ev şewat û dar birîne nebûn me serê çiya ji ber daran nedît' bi taybetî jî cihên ku kule û qereqol hatine avakirin dar bi giştî hatine birîn û tunekirin. Cihê ku qereqol lê nînin jî dar stûr û hêşînin. Ev jî yek ji polîtîkaya dewletê ya li dijî gelê kurd e. Wisa dixuye ku bi dar birînê dixwaze ku pêşiyê li madenên komirê vekin. Çimkî ji aliyê Silopiyayê ve bi temamî ji şîrketên madenan re hatiye vekirin. Yê ku wan daristanan dişewitînin dewlet bixwe û polîtîkayên wê ne. Em li hemberî qirkirina xwezaya Kurdistanê bêdeng man, lêbelê vî demî şûnde em ê xebatên xwe bidin dest pê kirin. Li ku dera cîhanê qirkirina xwezayê hebe divê ku em li wir dengê xwe derbixînin. Erê rast e Akbelen niha asta ku tê xwestin de ye lê Cudî ne wisa ye. Çima? Çimkî dema ku mijar dibe kurd, ekolojîparêz jî dibin aligerên dewletê. Li wir xwedî li xwezayê derdikevin lê xwedî li xwezaya Kurdistanê dernakevin. Divê ku em li xwezaya xwe xwedî derbikevin û bibin dengê Cudî." 
 
'LI VIR QIRKIRINA ÇAND, DÎROK Û JIYANA XWEZAYÊ HEYE'
 
Ji Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê Hulya Yildirim jî bi lêv kir ku li Cûdî qirkirineke çar alî heye û ev tişt anî ziman: "Ne tenê li Cudî, niha li gelek deverên Tirkiyeyê em rastî qirkirineke xwezayê tên. Akbelen, Çiyayên Qazê, Dîkmece û îro jî em li Cûdî ne. Li derên din, em rûxandina ekolojîk a ji bo rantê dibînin. Lê em li vir nikarin bibêjin ku di ruxandina xwezayê de rant tenê heye. Di heman demê de amûra şer û amûrê bêmirovkirina ekolojiyê heye. Ev ne tenê li Cudî, li Dêrsîmê, gelek deverên din jî em bi salane ku rastî vê pêkanîna dewletê tên. Hatina me ya li vir jî ew e ku bi salane ev pirsgirêka ku heyî bikin rojev û herkesî ji vê pirsgirêkê agahdar bikin û çavderiyên xwe bikin rapor. Yekem armanc jî ew e ku dewlet dev ji van polîtîkayên xwe berde. Armanca hatina me ya li vir ji ber şewata ku derketî bû. Lê piştî ku em hatine vê derê me dît ku ne tenê şewat di heman demê de birîna daran jî heye. Li vir bi awayekî sîstematîk şewat tê derxistin û dar tên birîn. Me dît ku cihên ku qereqol lê nînin qadên kesk in. Ev ê jî nîşanî me da ku di vê meseleyê de ne tenê rant heye, qirkirina ekolojiya vir kirine amûrê şer. Bi awayekî topyekûn li dijî dîrok, çand û jiyana xwezayî êrîş heye. Her wiha bi sedemên 'herêma ewlehiyê, qadên qedexekirîne. Cudî tenê tê hiştin. Li Kurdistanê li gelek deveran em rastî vê pêkanînê tên. Ev polîtîkayên dewletê jî dibe sedem ku piştgiriya rêxistinên civakî û dengê civakê dernekeve. Li vir em bang li hemû ekolojîstan û rêxistinên sivîl ên civakî û demokratîk dikin ku bila li dijî tunekirina çand, dîrok û jiyana xwezaya li vir bêdeng nebin û vê qebûl nekin. Ji ber wê jî divê em piştgiriya xwe ya bi Cûdî re bidomînin." 
 
'JI GEL RE QEDEXE YE, JI SERMAYÊ RE VEKIRÎ YE'
 
Ji koalîsyona Edeleta Avhewayê Utku Şahîn jî, bal kişand qedexeyên li ser herêmên ku dar lê tên birîn û got: "Weke her welatên cîhanê li vê herêmê jî qirkirina xwezayê û şêweyên wêrankirinê hene. Di salên borî de jî li vê herêmê şewitandina daristanan û birîna daran hebû. Di hefteya borî de jî li vir şewat derket û me xwest ku bibin dengê şeniyên herêmê û li zindiyên daristanan xwedî derbikevi. Ew gundê ku em çûnê me lêkolîn kir gundekî ku li quntarê Çiyayê Cûdî bû. Di vî gundî de gelek darên fêkî û ajal hebûn. Me xwest cihê ku şewat lê derketiye ji nêz ve lêkolîn bikin lê destûr nedan me. Me nekarî tespîteke cih de bikin. Ji dûr ve me lêkolîn kir. Şeniyên herêmê xwestiye ku mudaxile bikin lê nehiştine. Ji gel re, xweparêzan re qedexe ye, lê belê ji şîrketan û sermayê re jî vekiriye."
 
MA / Zeynep Dûrgût - Mehmet Guleş

Sernavên din

10/08/2023
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin