Ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniya Îmraliyê: Dawî li sûcê îşkenceyê bînin

img
STENBOL - Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku ev 4 sal in nikarin hevdîtinê bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikin û bû 29 meh ku tu agahiyan jî jê nagirin. Bûroyê wiha got: “Bo me me mijara esasî ew e ku agahiyên bitendurist ji miwekîlên xwe birêz Ocalan û girtiyên din bigirin. Banga me li rayedaran ew e ku dawî li vê rewşa agahînegirtina mutleq û sûcê îşkenceyê bînin.” 
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda girankirî de dimîne û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 29 meh in tu agahî nayên girtin. Abdullah Ocalan û girtiyên din, herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de karîbûn bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ji wê rojê heta niha jî tu serlêdanên ji bo hevdîtinê nehatin qebûlkirin. 
 
BÛROYA HIQÛQÊ YA SEDSALÊ DAXUYANÎ DA 
 
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Rêberê PKK’ê û girtiyên din dike, têkildarî tecrîda girankirî û rewşa agahînegirtinê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nava 12 salan de bi miwekîlê xwe Abdullah Ocalan re tenê karîne 5 caran hevdîtinan bikin û ev agahî hatin parvekirin: “Hevdîtina herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hate kirin û bi ser re 4 sal derbas bûn. Miwekîlê me birêz Abdullah Ocalan di 25’ê adara 2021’ê de li ser telefonê bi birayê xwe re axivî lê ji ber sedemeke nayê zanîn, telefon hate qutkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Ji wê rojê heta niha hemû hewldanên me yên darazî, îdarî û hwd. bi destê dewletê bêencam hatine hiştin. 
 
SAZIYÊN TÊKILDAR LI GORÎ BIRYARAN TEVNAGERIN
 
Saziyên navneteweyî ji bo rakirina biryara qedexeya hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re biryar dabû lê saziyên dewletê guh nadin van biryaran. Li ser serlêdana me, Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara ‘Bêyî ku astengiyek were derxistin divê tavilê bikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike’ da û di navbera 6’ê îlona 2022’yan û di 19’ê çileya 2023’yan de ji hikûmetê re şand. Tevî ku me ji bo vê gelek serlêdan kirin jî li gorî vê biryara tevdîrê tevnageriyan. Birêz Abdullah Ocalan di pergaleke ‘îşkenceyê’ de ku heta niha di dîroka ‘hiqûqê’ ya Ewropa û Tirkiyeyê de nehatine dîtin, tê ragirtin. 
 
SEDEMA ESASÎ YA KRÎZÊ: TECRÎD 
 
Tu bingeheke hiqûqî yan jî civakî ya rewşa agahînegirtinê nîne. Eşkereye ku nêzikatiya heyî bingeha xwe ji feraseta înkarê ya dewletê ya li hemberî pirsgirêka kurd e. Piştî hilbijartinê, ji Kosovayê heta Ûkraynayê, ji Ermenistan-Azerbaycanê heta Sudanê dewlet ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên heyî banga aştî û rêbazên lihevkirinê dike lê belê di pirsgirêka kurd de berevajî vê tevdigere. Ev cihêkariya eşkere, bingeha sereke ya neçareserî û hemû krîzên heyî ye. 
 
DAWÎ LI SÛCÊ ÎŞKENCEYÊ BÎNIN 
 
Tam 4 sal berê îro, birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got ku ji sala 1993’yan heta niha ji bo çareseriyeke demokratîk hewl dide, her tim li dijî derdorên hewl didin van hewldanan vala derxînin di xeta aştiyê de israr kiriye, ev derdor polîtîkaya çareseriyê qebûl nakin, gotina Ozal a ‘şer çareserî nîne’ hêj derbasdar e, di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk pêkan e, dikare di hefteyekê de vê rewşa şer bi dawî bike, ji xwe bawer e lê divê aqilê dewletê jî li gorî vê tevbigere. Heke wê rojê bi destê çareseriya demokratîk ê birêz Ocalan bihata girtin, îro jî ev rageşiyên siyasî, dijbertiya civakî û krîza aborî nedihat jiyîn. Divê hêj rewşa welêt xerabtir nebûy, rêbazên çareseriyê yên ku birêz Ocalan pêşniyar kirin û dewlet li derve dixwaze lê li hundir xwe nêz nake tavilê bikevin meriyetê. 
 
Beriya her tiştekî divê baş bê zanîn ku ji bo me tişta herî girîng ew e ku em agahiyeke bitendurist ji birêz Ocalan û miwekîlên xwe yên din bigirin. Rewşa agahînegirtinê di nava xwe de her cureyên xetereyê dihewîne û li hemberî vê rewşê, banga me li rayedarên dewletê ew e ku dawî li vê rewşa agahînegirtina mutleq û sûcê îşkenceyê bînin. Her wiha banga me ya ji bo raya giştî ya demokratîk jî ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.” 
 

Sernavên din

10/08/2023
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin