Sancar: Em ê biryara kongreya awarte bidin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna PM’a HDP’ê de axivî û wiha got: “Mijara me ya sereke dayîna biryara kongreya awarte ya HDP’ê ye. Dê HDP rêbazên ku sazûmaniya xwe bidomîne û tecrûbeyên xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bike nîqaş bike.” 
 
Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar civiya. Civîn, li navenda giştî ya Enqereyê bi rojeva kongreya awarte hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di destpêka civînê de têkildarî rojevên heyî axivî. 
 
Sancar, wiha got: Dê PM biryarê dîrokî bide. Weke ku me piştî hilbijartinê soz dabû gelê xwe, em ê pêvajoya nirxandin, muhesebe, rexne-xwerexnekirinê bi qasî ji dest tê zêde bikin. Di encama vê de jî dê konferans û kongre bên lidarxistin. Ez qala kongreyan dikim ji ber ku kongreyên HDP’ê û hem jî yên Partiya Çepên Kesk di rojeva me de ne. Li rexekî nirxandina xebatên hilbijartinê dikin û li rexa din jî hewl didin bi hemû pirsgirêkan re eleqedar bibin û di hemû qadên têkoşînê de cih bigirin. 
 
NE KRÎZA ABORÎ LÊ BUHRAN E 
 
Tiştekî rast nîne ku em rewşa krîza aborî ya heyî tenê bi peyva krîzê pênase bikin. Em di nava buhraneke mezin a aboriyê de ne. Têkçûneke mezin heye. Û ji sedî 95’ê civakê di bin vê têkçûnê de ne. Li rexekî komeke biçûk a sermayedaran roj bi roj mal û milkê xwe mezintir dikin, li rexa din jî xelk nikare pariyekî nan peyda bike.  
 
DIXWAZIN BI DOZA KOBANÊ RE TOLÊ HILÎNIN
 
Di Doza Kobanê de guh nadin tu pîvan, rêgez û qaîdeyan. Dema em berê xwe didin tawanbariyên li hevalên me tên kirin, dibînin ku pêvajoyeke hiqûqî nayê meşandin. Dixwazin tola zîhniyet û têkçûna DAIŞ’ê bi vê dozê hilînin. Dixwazin hesaba berxwedana li dijî DAIŞ’ê bipirsin. Îktîdar bi hemû derfetên xwe li ser vê doza kompasê disekine. Herî dawî Serokatiya Karên Diyanetê xistin dewrê. Di daxwaznameya tevlibûnê de gotinên weke berdewamiya DAIŞ’ê hatin pêşkeşkirin.  Heman neheqî li Dayikên Şemiyê jî tê kirin. Tevî biryara AYM’ê jî nahêlin mafên xwe bi kar bînin û rastî êrişê tên. 
 
HÊVÎ BI TÊKOŞÎNÊ DIBE
 
Dixwazin hesta têkçûnê di dilê gel de belav bikin. Her wiha dixwazin bêçaretiyê belav bikin. Herî dawî jî dixwazin muxalefeta civakî têxin xefikê. Em di ferqa van operasyon û xefikan de ne. Lewma ji Akbelenê heta Cûdî, ji grevên kedkarn heta têkoşîna Dayikên Şemiyê em ê li her derê bin. Em dixwazin muxalefeteke xurtir bikin û bibin pêşengên muxalefetê. Di vê mijarê de heqê tu kesî nîne ku reşbîn be. Ji ber ku hêvî, ji têkoşînê diafire. Em ji hedef û rêgezên xwe bibawerin. 
 
HDP SEMBOLA HÊVIYÊ YE
 
Ji ber piştgirî û hişyariyan, em minetdarên gelê xwe ne. Di mijara navnîşana nû de pirsgirêk nîne. Navnîşana hêvî guherînê ev dere ye. HDP tecrûbeya têkoşînê nye. Weke HDP’ê em ê hebûna xwe biparêzin lê tecrûbeyên xwe bi Partiya Çepên Kesk re parve bikin. Ji bo Partiya Çepên Kesk di têkoşîna civakî û her qadê de veguherînin hêza herî xurt, çi ji destê me were em ê bikin. 
 
ROJEVA ME YA SEREKE KONGREYA AWARTE YE
 
Rojeva me ya sereke dayîna biryara kongreya awarte ya HDP’ê ye. Em ê vê yekê bi we re nîqaş bikin. Em ê kongreya xwe ya awarte bicivînin. Em ê li ser rêbazên ku HDP hebûna sazûmaniya xwe bidomîne lê tecrûbeyên xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bike nîqaş bikin. Di vê mijarê de bi rastî jî PM civîneke dîrokî li dar dixe. Bi peywir û berpirsyartiyeke girîng re rû bi rû ye. Em ê van mijaran tevekan nîqaş bikin. Armanca me ew e ku vebijêrkên bêçaretî û teslimiyetê yên li civakê tên ferzkirin vala derxiînin. 
 
Em ê di çarçoveya van hedefan de rêbaz û planên xwe binirxînin. Em ê biryarên xwe bidin û bi awayekî herî xurt meşa xwe bidomînin. 
 

Sernavên din

10/08/2023
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin