HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye

img
ENQERE - Di encamnameya PM’a HDP’ê de têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha hate gotin: “Divê hemû derdorên sosyalîst û hêzên demokrasiyê têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bikin û ev yek berpirsyartiyeke dîrokî ye.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya Meclisa Partiyê (PM) ya di 7’ê tebaxê de li dar xistî parve kir. Di beyannameyê de wiha hat gotin: “Ji aliyê berpirsyariya siyasî ya jinûve avakirina pêvajoya nû ve me civîneke gelekî bi bandor a Meclisa Partiyê lidar xist. Eşkere ye ku piştî hilbijartinê li tevahiya welêt ji aliyê aborî, siyasî, ekolojîk û civakî ve têkçûnek heye û ya ku di binê vê hilweşînê de tê hiştin, ji sedî 95 ê gel e, yanî kedkar û xizane ."
 
‘DÊ PÊVAJO BI KONFERANS Û KOMXEBATAN BIDOME’
 
Di encamnameyê de ev tespît û pêşniyar hatin kirin: “Atmosfera giran a sê mehên derbasbûyî lêgerîneke siyasî ya esasî li dijberên heyî yên rejîmê ferz dike. Ji aliyê HDP'ê ve pêvajoya sê mehên derbasbûyî, weke ku me soz dabû gelê xwe bû pêvajoyeke rexnekirin û rexnedayinê, ev pêvajo bi xurtî hate meşandin û wê hîn jî dewam bike. Pêvajoya ku bi civînên li bajar û navçeyan, civînên Desteya Rêveberiya Navendî û Meclisa Partiyê û kombûnên gel dest pê kir, di asta bajar, navçe, bajarok û gundan de bi sedan civînan dewam kir, wê bi bi komxebatên amadekariya konferansê, bi konferansan û kongreyê dewam bike. Bi qasî girîngiya nîqaşê ya piştî hilbijartinê, her wiha pêvajoya rexnekirin û rexnedayinê, destnîşankirina rêya li ser bingeha perspektîfa me ya jiyana nû gelekî girîng e.
 
OPERASYONÊN HILBIJARTINÊ BERDEWAM IN
 
Operasyona hilbijartinê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê hîn jî dewam dike. Bi vê rêyê, ji bo karibe hemû partiyên siyasî li gorî xwe bi rêk û pêk bike, hêza xwe ya medya, medya dîjîtal, aborî û siyasî bi temamî xistiye nava liv û tevgerê. AKP-MHP ji bo karibe li ser desthilatdariyê bimîne, dixwaze atmosfereke siyasî biafirîne ku her tiştî bixe nava çarçoveya ku bi xwe diyar kiriye. Li hemberî operasyonên siyasî û îdeolojîk ên bi vê têgihiştinê têne kirin, em ê bi biryardarî têbikoşin.
 
DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN BI DAWÎ BIBE
 
HDP'ê yekitiya bindestan a vî welatî bi nasnameyeke sazî û rêxistinî pêk aniye. Qada siyaseta demokratîk bi nasname û rêxistiniya HDP'ê gihîştiye zemîneke civakî ya xurt û bi vî rengî di siyaseta Tirkiyeyê de xeteke nû hatiye destnîşankirin. Di afirandina vî fikrî de birêz Ocalan xwedî kedeke mezin e. Rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê wê bibe misogeriya aştiyê. Di vê çarçoveyê de ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû hêzên demokratîk û sosyalîst mezinkirina têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyariyeke dîrokî ye.
 
EM Ê PÊŞENGTIYA DEMOKRATÎKBÛNÊ BIKIN 
 
Civîna me ya Meclisa Partiyê ku di demeke ewçend girîng de hate lidarxistin, di rêya avakirina şoreşgerî ya dema nû de bûye gaveke girîng. Ji bo guherîn û veguherînê em ê dilsozê fikrê HDP'ê bin, ruhê têkoşer û danheviya HDP'ê bigihînin Partiya Çepên Kesk, ji bo paşerojê jî nexşeya xwe ya rê bi danhevî, têkoşîna xwe diyar bikin. Bi hêza ji paradîgmaya xwe û asoyê siyasî yê gelê xwe werdigirin, em ê wezîfeya pêşengiya demokratîkbûna Tirkiyeyê dema bê hîn bêhtir bi cih bînin. Di vê dema dîrokî de ji navê partiyê jî girîngtir, ya ku me dike em, di heman demê de cuda dike, perspektîfa jiyana nû, xeta 3'yemîn e. Em zanin ku aqlê dewletê yê bi serweriya mêr ku Kurdan, kedkaran, Elewiyan, jinan, ciwanan, sosyalîstan, demokratan, bawermendan, nasnameyên zayendî û hemû bindestan dike dijmin û aqlê dewletê yê ku tecrîdê giran dike yek e. Têkoşîna li dijî vî aqlî jî bi xurtkirina perspektîfa jiyana bi hev re dibe. Bi pêşengiya vê perspektîfê nijadperestî, neteweperestî û tecrîd ji holê dikare bê rakirin û Tirkiyeyeke demokratîk a ji bo hemû gelan dikare bê avakirin."
 
DÊ KELECANA ME YA ŞOERŞGERÎ KÊM NEBE
 
Di dawiya encamnameyê de wiha hate gotin: “Em ê kelecana xwe ya şoreşgerî ji bo kêliyekê jî kêm nekin û erk û berpirsyariya afirandina civakeke rêxistinbûyî, polîtîk û civakîbûna siyaseta demokratîk hildin ser milê xwe. Partiya me wê bi vê îradeya xurt û paradîgmaya xwe, bi cewhera xwe, bi nasnameya xwe ya saziyê li gel Partiya Çepên Kesk pêşengiyê ji pêvajoya avakirinê û têkoşînê ya dema nû re bike. Ev birayra ku ji aliyê Meclisa me ya Partiyê ve hatiye wergirtin, ji bo mezinkirina fikrê HDP'ê ye. Kongreya Awarte ya 4'emîn ku em ê di 27'ê Tebaxa 2023'an de pêk bîninin, wê bibe gavek ku tecrûbe û danheviya kevneşopiya HDP'ê ji Partiya Çepên Kesk re bê ragihandin.”
 

Sernavên din

10/08/2023
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin