Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe

img
AMED - Cotkarên ku têkildarî pirsgirêkên li TMO’yê tên jiyîn axivîn, destnîşan kirin ku Cîgirê Serokê MHP’a Amedê yê berê O. Y. di TMO’yê de şebekeyek ava kiriye û anîn ziman ku O. Y. cotkaran neçar dihêle ku berhemên xwe bi awayekî erzan bifiroşin wî.
 
Giliyên cotkaran ên der barê Ofîsa Berhemên Çandiniyê (TMO) de naqedin. Beriya niha jî gelek caran cotkaran giliyên xwe anîbû ziman û Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê (ZMO) ya Amedê û Odeya Zîraetê ya Bajarê Nû têkildarî mijarê daxuyaniyek dabû. Li ser vê yekê cotkarên li TMO’ya taxa Mermer a navçeya Sûr a Amedê kiryarên wan ji bo ajansa me vegotin. Cotkaran dan zanîn ku kesê bi navê O. Y. ku tê gotin Cîgirê Serokê MHP’a Amedê yê berê bû, li TMO’ya Şaxa Mermerê ya girêdayî Sûrê pergalek çêkiriye û cotkaran mecbûr dihêle ku berhemên xwe bi bihayekî erzan bifiroşin wî. Cotkarên ku berheman nefiroşin jî, bi rojan qamyonên wan di rêzê de tên sekinandin û ev yek jî dibe sedema zerara cotkaran. 
 
Li Şaxa TMO'ya Mermerê her kes gazinan dike lê kes nikare giliyê xwe bigihîne cihekî. Cotkar ji bo firotina berhemên xwe di nava tengasiyê de ne. Di axaftinên ku me bi welatiyên ku li TMO’yê li benda firotina berhemên xwe bûn, ev rewş tê vegotin. Li qada ku em bi cotkaran re axivîn, welatiyekî ku got O.Y ji dûr ve mirovê wî ye wiha got: “Min kîloya genim bi 7,30 qûrîşan firot. Kamyonên min di rêzê de nesekinîn, carna di nava nîv saetê de, carna jî di nava du saetan de birin TMO’yê û ew tişt rojek jî dom nekir.”
 
'NE TMO’YÊ NE JÎ O. Y. BERSIVA TELEFONÊN ME NEDAN'
 
Welatiyekî din jî diyar kir ew çend roj in ji bo dor wergirtinê lê dorê nabîne û wiha got: “Ev çend roj in ez li vir im, dor nemaye. Em li hev hatin ku ew ê dorê bide min, û ew ê di nav çend saetan de berhemên  min werbigire." Hat îdiakirin ku nimûneyên li Şaxa Mermerê ya TMO’yê jî ji aliyê xizmên O.Y. ve tên wergirtin. Tevî lêgerîn û bangên me yên 2 rojan ên bi israr jî me nekarî xwe bigihînin Şaxa TMO'ya Mermerê ku li ser îdiayan em gotina wan jî bigirin. 
 
Di lêkolîna ku me derbarê mijarê de kir de derket holê ku O.Y ji TMO’yê îhaleya wergirtina genim hilgirtiye û di vê çarçoveyê de ji cotkaran re pergalek çêkiriye ku hem ji serê tonê, hem jî serê kamyonê parekê digire. Me jî bi telefonê li O.Y.yê ku navê wî bi van îdiayan re derbas dibe geriyan, lê ne bersiv da, ne jî li me vegeriya.
 
‘ŞEBEKEYEK HATIYE AVAKIRIN’
 
Cotkarê bi navê Abdulbasît Yaşa diyar kir ku îsal qasî 70-80 ton genim rakiriye û bi rêya TMO’yê jî difiroşe. Yaşa, anî ziman ku TMO’ya girêdayî taxa Mermer a Sûra Amedê li herêma wan dinêre û nikare bifiroşe wan. Yaşa, da zanîn ku pêşiyê di randevû hilgirtinê de pirsgirêk hebû û sedema wê jî şebekeya ku serokê wê Cîgirê Serokê MHP’a Amedê yê berê O. Y. bû. Yaşa, wiha got: “Heta te bertîl nedaba vî kesî te nedikarî randevûyê bigirî. Pergala randevûyê kiribûn manûel. Piştî ev mesele hate rojevê, kêm be jî ev pirsgirêk ji holê rabûye. Ji bilî randevûyê niha pirsgirêkên cûdatir derketine holê. Bihayê kîloya genim ku dewletê diyar kiriye 8 lîre 25 qûrîş e, lê li herêma me 8 lîre 15 qûrîş hatiye diyar kirin. Herkes hewl dide bi vî bihayî bifiroşe. Li piyasayê jî bihayê kîloya genim 6 lîre û nîv e, lewma herkes dixwaze bide TMO’yê.”
 
‘JI BUHAYÊ DEWLETÊ KÊMTIR DIKIRE’
 
Yaşa, da zanîn ku piştî cotkar serî li TMO’yê didin û randevûyê digirin, vê carê jî, ji bo ku cotkar berhemên xwe bibin TMO’yê qamyon nayên dîtin. Yaşa, diyar kir ku sedemê vê yekê jî O. Y. e ku hemû qamyon li dora xwe kom kirine û da zanîn ku divê qamyon ji Yildirim bên kirê kirin . Yaşa, bi lêv kir ku gava ji derve qamyon bê girtin rêzê nadinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke rêzê bidin jî qamyonan 4-5 rojan di rêzê de didin sekinandin. Heke cotkar bi wî re bikeve têkiliyê jî dibêje ‘Temam, ez ê qamyonê bidim te’ û dîsa 3-4 rojan dide sekinandin. Dawiyê tê dibêje ‘Berhemên xwe bifiroşe min, ez ê ji te re qamyon bişînim û berhemên xwe bîne. Rêz jî ne girîng e.’ Cotkar jî neçar dimîne ku qebûl bike û bi 7 lîre 30 qûrîş ku ji bihayê dewlet dide erzantir, difiroşe wî. Qamyonê ji cotkar re dişîne û heqê qamyonê jî cotkar dide. Qamyona ku Yildirim dişîne berhemên cotkar tîne, li ser navê cotkar bihayek zêde difiroşe dewletê û 7 lîre 30 qûrîş dide cotkar, yê din jî diavije berîka xwe. Bi vî awayî dikarî zû qamyon bibîni. Ji ber ku em jî li ber xwe didin û vê yekê qebûl nakin, em nikarin berhemên xwe bifiroşin.”
 
‘FÎŞÊN KU DIVÊ BÊPERE BE, DIFIROŞIN’
 
Yaşa, destnîşan kir ku O. Y., rayedar an jî xebatkarekî TMO’yê nîne û li TMO’yê 2-3 karmend tenê hene. Yaşa, bi lêv kir ku lê gava dinêrî 20 xebatkar xûya dikin û tu fermiyeta wan xebatkaran jî nîne. Yaşa, anî ziman ku hatin û çûyîna qamyonan û fîşên dorê ev xebatkar eyar dikin û ev tişt gotin: “Fîşê dorê jî bi peretî difiroşin. Ev fîş nayên firotin, tenê hejmara dora te nîşan dide. Serê fîşî, ji qamyonê 500 lîre, ji traktoran jî 300 lîre distînin. Ji bo qamyon li ser qantarê bên pîvan fîşê rêzê didin cotkaran û ev pîvan divê bê pere be. Her roj nêzî 200 qamyon dikevin qantarê û li ser 500 lîre jî dike 100 hezar lîre. Lê ev pere ji bo wî pereyê çerez e. Heke qamyonek wan jî bê, fîşê dorê nîne û di dorê de sekinîn jî nîne. Tu dest jê bernedî û israr bikî, qamyonekê didin te, 500 lîreyan fîşê dorê ji te re dibirin û 4-5 rojan carna hefteyekê qamyona te ya barkirî didin sekinandin. Vê carê jî divê tu ekstra pere bidî ajokarê qamyonê ku disekine û kar nake. Qamyon niha ji bo 20 kîlometre berhem bibe 25-30 hezar lîre digire. Ji xwe hemû karê te diçe û cotkar derbeyekê jî, ji wir dixwe.”
 
‘NIMÛNEYÊ JÎ KOM DIKIN Û DIFIROŞIN’
 
Yaşa, da zanîn ku gava nimûne ji berheman digirin jî nelirêtî hene. Yaşa, got ku berhem weke qelîteya yekemîn, duyemîn, sêyemîn û yemlix tên jêgirtin. Yaşa, diyar kir ku gava berhem yên wî bin, malê herî bi qalîte diavêjin makîneyê û makînejî li gor wê buhayekê datîne ser berhemên wî. Yaşa bi domdarî wiha got: “Lê heke berhemên cotkaran be, prosedûr çi be wisa dikin. Hilgirtina nimûneyê jî bi boriyekê tê kirin. Di fermiyetê de, divê karmendê dewletê ku li wir dixebite, biçe wê boriyê 3-4 cihên cuda yên qamyonê bide û nimûneya girtî bike amûra nimûneyê de. Lê tiştek wiha nayê kirin, zarokekî dişînin, zarok diçe ser qamyonê û bi satila di destê xwe de nimûne ji berheman digire. Wê nimûneyê jî dîsa nabin, li cihekê kom dikin û her roj çi nebe 2-3 ton berhem jî li wir kom dibe. Ew berhemê ku ji bo nimûne kom dikin jî, ji bo xwe difiroşin.”
 
‘MIN GILÎ KIRIN, LÊ TU BERSIV NEHAT’
 
Yaşa, diyar kir ku wî hem ji bo randevû negirtinê hem jî, ji bo pirsgirêkên niha tên jiyîn daxwaznameyek fermî daye TMO’yê û li CÎMER’ê jî gilî kiriye. Yaşa, da zanîn ku ne ji CÎMER’ê ne jî, ji TMO’yê tu bersiv nehatiye. Yaşa, bi domdarî wiha got: “Karmendekî TMO’yê ji min re got ku ‘Qet nekeve pey van tiştan, O. Y. yê berçav e, ji jor heta jêr hemû bi hev re vê rantê dixwin.’ Heke ez berhema xwe îsal nedim TMO’yê ez ê neçar bimînim ku 5 an jî 6 lîreyan bidim bazirganan. Li gorî bihaya par ji sedî 25 zem hatiye ser bihayê genim, lê ji ber zemên hatine ser mazotê, gubre, derman em neçarin ku cotkariyê berdin. Ez dixwazim ev bûyere bikeve rojevê û rayedar çareseriyekê ji vê yekê re bibînin. Ji ber vê hevpeyvînê min xwe kir hedef û êdî ez nikarim berhemên xwe bifiroşim TMO’yê. Ji ber bihabûna veguhestinê jî nikarim berhemên xwe bibim ofîseke din a TMO’yê. Ofîsa TMO’yê ya Erbab a navenda Amedê, ya Bismil û ya Farqînê jî di bin kontrola vî kesî de ye û heman pirsgirêk hene. Heke ez ji bajareke din randevûyê bigirim, divê ez qezenca xwe bidim heqê veguhestinê.”
 
‘GEL NEŞÊLÎNIN’
 
Cotkar Sûltan Yaşa jî destnîşan kir ku ew debara xwe bi çandina genim dikin û dixwaze genimê xwe bi xweşî bifiroşe û wiha got: “Hewcehiya me pê heye. Em cotkar guneh in. Em diçînin, tînin ber derî û ev mirove bi plan û lîstikan nahêlin em genimê xwe bifiroşin. Em naxwazin kes heqê me bixwe. Debara me li ser genim e û hemû cotkar li benda firotina genimê xwe ne. Em nikarin biçin bazarê, em nikarin tiştekî bikirin. Em bang li wan dikin bila bi hîle, plan û lîstikan nekevin pêşiya gelê me û gel neşelînin.”
 
MA / Bazîd Evren

Sernavên din

13/08/2023
18:00 Leşkeran qenal kolan: Gundî nikarin avdanê bikin
17:22 Li bajarokê Sêgirkê şewat derket
16:58 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
16:43 Li Qersê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Li qada daristanê ya Mêrdînê şewat derket
16:30 Li Îranê bagera xîzî: 733 kes rakirin nexweşxaneyê
16:09 Ji bo Dîlber Alinak daxuyanî hat dayîn: Çavkaniya tundiyê AKP ye
15:42 Tekîn piştî 30 salan hate berdan: Em bi serbilindî derketin
15:30 Li Mêrdînê wesayîtek gêr bû: 8 kes birîndar bûn
14:30 Şewata îro li Licê di danê sibehê de hatibû vemirandin dîsa dest pê kir
13:45 Operasyona li Tetwanê didome: 2 gundî winda ne
13:32 Karayilan bang li Barzanî kir: Êdî dev ji siyaseta piştgiriya bi dewleta tirk re berdin
12:51 Ji bo Geverê sewqiyata leşkerî hate kirin
11:31 Li Hawaiiyê şewat: Herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:18 Li dijî êrişên dewleta tirk banga protestoyan
11:04 Hejmara 24’an a Kovara Jinê derket
10:26 Piştî raye ketî destê SES'ê nexweşxaneyê dest bi mobbîngê kir
09:52 Qeyûmê Geverê rêveberên AKP’î û xizmên wan bi ‘mulaqatê’ digire kar!
09:01 Konca: Berxwedana Rojava û Şengalê ji bo jinên efxan palpişt e
09:01 Komkujiya Dîgorê: Darizandina li ser kaxizê, yek faîl jî nehate cezakirin
09:01 Dixwazin Kûçeya Hunerê vegerînin ser cewhera xwe ya berê
09:00 AKP’ê di nava 20 salan de tenê qereqol, kule û avahiyên ewlehiyê li Şirnexê çêkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2023'YAN
12/08/2023
23:22 Mudaxileya şewata li Colemêrgê nayê kirin!
21:47 Ciwanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:25 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
19:15 39 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:00 Ji bo şewata li Licê banga mudaxileya lezgîn hate kirin
18:44 Encamnameya konferansa jinan a Silêmaniyê: Bila vîna Şengalê bê nasîn
18:13 20 ciwanên li dijî şerê taybet duçerxe ajotin hatin binçavkirin
18:02 Li Çiyayê Cûdî şewateke din derket
17:53 Li Tetwanê îşkence li kesên di binçavan de kirine
17:31 Kizildere: Krîza avhewayê bandoreke neyînî li Kurdistan û Tirkiyeyê dike
17:12 Li Meletiyê li ser hev erdhej çêbûn
16:54 Li Roboskê 10 donimên daristanê şewitîn
16:52 Darên li Besta û Cûdî tên birin bi kamyonan dişînin derveyî bajar
16:36 Kartal piştî 30 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bi serbilindî bidomînin
16:34 Şewata li Licê derketî nêzî gundan dibe
16:32 Kesên li Edeneyê hatin binçavkirin 3 saetan di otobûsa bêklîma de hatin sekinandin
16:12 Şînên li Şirnexê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:54 Li gel teşhîsa malbatê jî Acar li goristana bêkesan hate veşartin
15:47 Rapora nexweşxaneyê: Girtî nikare sexbêra xwe bike lê dikare di girtîgehê de bimîne
15:15 Şaxa ÎHD’a Amedê kongre li dar xist: Çareserî ne bi çekê lê bi lihevkirinê dibe
14:40 Li Tetwanê 8 gundî hêj di bin çavan de ne
14:21 Astengkirina Dayikên Şemiyê hat protestokirin: Qada Galatasarayê ya me ye
13:56 Ji Bulut a bi birîndarî hatibû girtin agahî nayên girtin
13:05 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn
12:52 Polîsan careke din Dayikên Şemiyê dorpêçkirin
12:03 Ji ber germahiya zêde bajarên Kurdistanê hatin hişyarkirin
11:50 Komira alîkariyê dê ji hêla weqfan bê belavkirin
11:35 Li sêgoşeya Îran, Tirkiye û Sûriyeyê gefa tecawiz, îşkence û darvekirinê
10:06 Seferên Balafirgeha Amedê bi hinceta 'sedemên operasyonî’ hatin taloqkirin
10:00 ‘Sosyalîzma ekolojîk, çareseriya li dijî rûxandina ekolojîk e’
09:37 Girtî Ozturk 111 roj in di greva birçîbûnê de ye: Roj bi roj dihele
09:04 Dozgerê milê şikestî nedît ji ‘ker’ re doz vekir!
09:02 Ji taloqkirina înfazê re hinceteke nû: Rîska ku sûc bike heye!
09:02 Qeyûm 6 milyon xerc kirin: Cizîr di bin dagirkirina mêşûmoran de ye
09:01 Girtiyê nexweş ê ku nikare destê xwe bi kar bîne bi mehan e di hucreyê de ye
09:00 Hevdîtinên tecrîdê yên bi CPT Û OHCHR’ê re: Tiştên ku me gotin pejirandin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2023'YAN
11/08/2023
23:58 Li Tarsûsê civîna gel: Heta ku tecrîd ranebe pirsgirêka kurd nayê çareserkirin
21:50 Ji 15 gundiyên hatin binçavkirin agahî nayê girtin
20:14 Li Cizîrê li gundê nêzîkî qereqolê şewat derket
19:38 293 êzidî vegeriyan Şengalê
19:29 Li Mereş, Meletî, Îzmîr, Edene û Çewlîgê erdhej çêbû
17:33 Dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:19 Li Wanê ji ber avê bertek nîşanî qeyûm dan
15:40 Nehiştin Ferît Şenyaşar bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike
15:27 Rapora girtiyên nexweş: Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin
15:16 Li Şirnexê piştî gulebarana leşkeran şewat derket
13:46 Li DYA'yê ji ber şewatan 53 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:24 Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê
13:13 Dorpêça li gundê Bilbêsê di roja 14’an de didome
13:12 Di 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê
12:34 Vezîr Kaya piştî 30 salan hate berdan
12:32 Meclisa Şaredariya Mûşê biryar da ku ‘deynan bi deynan bide’
12:25 Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin
12:05 Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yalçinkaya hate bibîranîn
11:52 DAIŞ’ê êrişî rejîma Şamê kir: 23 leşker hatin kuştin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê de ceza hate erêkirin: Yekitiya dewletê xera bû!
11:00 Elewî hemwelatiya hevpar dixwazin
10:19 Kamaç: Dixwazin diyanetê bikin parçeyeke dozên siyasî
09:54 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:45 Parêzer Yilmaz: Binpêkirinên li girtîgehan didomin divê gel bihestiyar tevbigere
09:06 Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe
09:06 Înfaza Kapan ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
09:05 Cadeyên li Colemêrgê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine girtin 7 sal in nehatine vekirin
09:03 Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin
09:01 Çiyayê Gabarê ku 30 sal in qedexe ye bi hinceta dîtina petrolê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:56 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: 11 kes hatin binçavkirin
08:53 Leşkerek di şer de hate kuştin
08:29 Ji bo motorînê zem hate kirin
08:28 Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bidawî bikin
10/08/2023
21:39 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
18:02 DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî!
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin