Li dijî êrişên dewleta tirk banga protestoyan

  • rojane
  • 11:18 13 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê diyar kir ku dewleta tirk di êrişên xwe yên bi SÎHA’yan ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelê kurd hedef digire û banga lidarxistina protestoyan li gelê kurd kir. 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê, Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li rexekî bi çekên kîmyewî êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn dike û li hêla din j3ı bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî Şengal û Mexmûrê dike. Di encama êrişên dewleta tirk ên ji sala 2015’an heta niha de herî kêm 150 sivîl hatin qetilkirin û herî dawî jî di encama êrişa bi SÎHA’yan a li dijî wesayîteke li navçeya Pêncwen a Silêmaniyeyê de 3 kes hatin qetilkirin. Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyekê êrişên dewleta tirk ên li dijî qadên sivîlan şermezar kir û bang li hikûmetên Bexda û Hewlêrê kir ku li berpirsyartiya xwe rabin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); KCK’ê bang li gelê kurd û dostên wan kir ku bêdengiya saziyên navneteweyî protesto bikin. 
 
ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR 
 
Daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Piştî ku AKP-MHP jinûve bû desthilatdar, dewleta tirk a mêtinger qirker êrişên li ser gelê kurd û hêzên azadiyê hîn bêhtir zêde kir û di nava çend hefteyên dawî de hem li Rojava hem jî li başûrê Kurdistanê gelek mirovên me şehîd bûn. Em van êriş û komkujiyên dewleta tirk a mêtinger qirker bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dane û tevahiya gelê kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
 
BÊDENGIYA HEWLÊR Û BEXDAYÊ 
 
Li hemberî van êriş û komkujiyên dewleta tirk hin saziyên demokratîk û welatparêz nerazîbûnê nîşan didin, lê belê di serî de yên xwedî berpirsyarî, dewlet û saziyên navneteweyî li hemberî van êrişên dewleta tirk bêdeng in. Ev helwesta saziyên berpirsyar û dewletan nayê qebûlkirin. Dewleta tirk a mêtinger qirker bi têgihiştina xwe ya dijminatiya li kurdan qanûn û hiqûqê binpê dike û li her derê bênavber êriş dike û komkujiyan pêk tîne. Tenê vê hefteya dawî li başûrê Kurdistanê di êrişên bi balafirên keşfê de gelek mirovên me hatin qetilkirin. Lê belê ne hikûmeta başûrê Kurdistanê ne jî dewleta Iraqê li hemberî vê yekê nerazîbûnê nîşan didin. Di serî de hikûmeta başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê divê li ber van êrişan rabin û pêşî li êrişan bigirin. Bêdengî û xemsarî tê wateya hevkariya bi komkujî û êrişên dewleta tirk re. Ev rewş bi taybetî ji bo hikûmet û siyaseta başûrê Kurdistanê derbas dibe. Yên ku li hemberî qetilkirin, kuştina kurdan dengê xwe nakin, nerazîbûnê nîşan nadin, gelo çawa dikarin bibêjin ku ew kurd in û gelê kurd temsîl dikin? Ev helwest nayê qebûlkirin. Bi qasî hikûmeta başûrê Kurdistanê rêxistin û partiyên kurdan jî ji vê rewşê berpirsyar in û divê bikevin nava liv û tevgerê, helwestê nîşan bidin.
 
BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIR
 
Dewlet û saziyên navneteweyî jî li hemberî van êrişên dewleta tirk a dagirker nerazîbûnê nîşan nadin. Dewleta tirk a mêtinger qirker di serî de li rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê li her derê êriş dike, her roj kurdan qetil dike, lê ev dewletên navborî bi dewleta tirk re bi rengekî bêperwa têkiliyên li ser berjewendiyên aborî û siyasî datînin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li gelê kurd ne ya qebûlkirinê ye. Em careke din bang li van dewletan û saziyên navneteweyî dikin ku dest ji vê helwesta xwe berdin ku hebûn û nirxên gelê kurd ji nedîtî ve tên, nebin şirîkê êriş û komkujiyên dewleta tirk, li hemberî van kiryaran helwestê nîşan bidin.
 
BANGA PROTESTOYAN 
 
Dewleta tirk a mêtinger û qirker bi zanebûn û ji bo berevajîkirina rastiyan welê nîşan dide ku mîna ev êriş li dijî PKK'ê ne. Xayinên ku ji bo berjewendî û serwetê bi dewleta tirk re tevdigerin, bi nêzîkatiyeke bi vî rengî hewl didin xiyaneta xwe veşêrin. Êrişên dawî yên li başûrê Kurdistanê careke din raxist pêş çavan ku armanca dewleta tirk tunekirina hebûna kurdan e. Li hemberî vê yekê girîng e welatparêz, saziyên demokratîk, rewşenbîr û hunermendên kurd helwesteke xurt nîşan bidin, zexta siyasî li berpirsyaran bikin û wan neçar bihêlin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Gelê kurd û dostên wan jî divê li her derê nerzîbûna xwe nîşan bidin, bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî ya li hemberî êriş û komkujiyên dewleta tirk şermezar bikin û nîşan bidin ku nêzîkatiyeke bi vî rengî nayê qebûlkirin.”
 

Sernavên din

16/08/2023
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in
18:00 Leşkeran qenal kolan: Gundî nikarin avdanê bikin
17:22 Li bajarokê Sêgirkê şewat derket
16:58 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
16:43 Li Qersê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Li qada daristanê ya Mêrdînê şewat derket
16:30 Li Îranê bagera xîzî: 733 kes rakirin nexweşxaneyê
16:09 Ji bo Dîlber Alinak daxuyanî hat dayîn: Çavkaniya tundiyê AKP ye
15:42 Tekîn piştî 30 salan hate berdan: Em bi serbilindî derketin
15:30 Li Mêrdînê wesayîtek gêr bû: 8 kes birîndar bûn
14:30 Şewata îro li Licê di danê sibehê de hatibû vemirandin dîsa dest pê kir
13:45 Operasyona li Tetwanê didome: 2 gundî winda ne
13:32 Karayilan bang li Barzanî kir: Êdî dev ji siyaseta piştgiriya bi dewleta tirk re berdin
12:51 Ji bo Geverê sewqiyata leşkerî hate kirin
11:31 Li Hawaiiyê şewat: Herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:18 Li dijî êrişên dewleta tirk banga protestoyan
11:04 Hejmara 24’an a Kovara Jinê derket
10:26 Piştî raye ketî destê SES'ê nexweşxaneyê dest bi mobbîngê kir
09:52 Qeyûmê Geverê rêveberên AKP’î û xizmên wan bi ‘mulaqatê’ digire kar!
09:01 Konca: Berxwedana Rojava û Şengalê ji bo jinên efxan palpişt e
09:01 Komkujiya Dîgorê: Darizandina li ser kaxizê, yek faîl jî nehate cezakirin
09:01 Dixwazin Kûçeya Hunerê vegerînin ser cewhera xwe ya berê
09:00 AKP’ê di nava 20 salan de tenê qereqol, kule û avahiyên ewlehiyê li Şirnexê çêkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2023'YAN
12/08/2023
23:22 Mudaxileya şewata li Colemêrgê nayê kirin!
21:47 Ciwanên hatibûn binçavkirin hatin berdan