Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin

  • rojane
  • 20:00 13 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rûspiyên eşîrên Ereb û şêniyên Til Hemîsê bang li rêxistinên mirovî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku tecrîda dermirovî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, rawestînin.
 
Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê bi hevkariya meclisên bajarokên Til Ehmed, Ceza, Ekaz û Ebû Cirn çalakiya konvedanê li qada navenda çandê ya li rojhilatê navçeyê li dar xist.
 
Di çalakiyê de hevserokê PYD′ê yê Til Hemîsê Xalib El Sedûn axivî, bixêrhatina beşdaran kir û got: "Ev çalakiya me, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e."
 
El Sedûn da zanîn ku fikra Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd lê belê ji bo tevahî pêkhateyên herêmê fikreke ronakbîrî ye û wiha domand: "Têkoşîna Rêbertî ne tenê ji bo azadiya gelê kurd e, lê belê ji bo tevahî gel û mirovahiyê vejînek e. Ramana wî pêşerojeke geş ji her kesî re xêz kir. Ev fikr ji tevahî dozên Rojhilata Navîn re, çareseriya bingehîn e."
 
El Sedûn diyar kir ku fikra Abdullah Ocalan xizmetî tevahî cîhanê dike, projeya wî ya ku xwe li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêkanîn, nîşaneya vê yekê ye.
 
'EM LI WELATÊ XWE LI BER XWE DIDIN' 
 
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El Xelef jî wiha axivî: "Em îro li vir in û ji cîhanê re eşkere dikin ku em li welatê xwe li ber xwe didin, serî natewînin, xemsar nabin û vîna me naşike. Em azad hatin dinê, xak, rûmet û rêberê xwe diparêzin."
 
Endama Kongra Star a Til Hemîsê Efer El Casim jî wiha got: "Çalakiya me ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê me ye ku dewleta tirk ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk lê ferz kiriye. Lê berovajî wê em ê têkoşînê li hember planên dewleta tirk a dagirker bilind bikin, li ser rêça şehîd, felsefeya Rêbertî bimeşin."
 
Efer axaftina xwe wiha domand: "Armanca fikra Rêbertî avakirina civakeke exalqî, polîtîk û demokratîk e da ku wekhevî di navbera mêr û jinan de pêk bê. Armanca wê, şikandina zihniyeta baviksalarî ya şerê jinan dike û azadiya qeyd dike."
 
'FIKRA RÊBERTÎ BANDOREKE ERÊNÎ LI HERÊMÊ KIR' 
 
Endamê rêveberiya PYD′ê ya Til Hemîsê Hiyal El Xiwêr sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha anî ziman: "Dewletên dijberî fikra Rêber Abdullah Ocalan komployeke mezin li dijî wî pêk anîn. Tişta dewleta tirk a dagirker li dijî Rêbertî di girtîgehê de dike, li dijî prensîbên mafên mirovan e. Em gelê herêmê vê yekê red û şermezar dikin."
 
El Xiwêr anî ziman ku ramana Abdullah Ocalan bandor li herêmê û cîhanê kir û wiha pê de çû: "Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê guhartineke erênî çêbû. Fikra Rêbertî bandoreke erênî li herêmê û cîhanê kir. Ew fikir çareya yekemîn a yekitiya pêkhateyan e."
 
‘ROLA FELSEFEYA OCALAN A DI PÊKANÎNA YEKITIYA EŞÎRÊN EREBAN DE GELEK E’ 
 
Li ser navê rûspiyên eşîrên ereban ên Til Hemîsê Mihemed El Hesen axivî û bal kişand ser rola mezin a fikr û felsefeya Abdullah Ocalan di pêkanîna yekitiya eşîrên ereban li herêmê de û wiha got: "Em, li dijî komployên navneteweyî yên dikevin xizmetî dewleta tirk sekn û piştgiriya xwe bi Rêbertî re nîşan didin. Em bi hêzên xwe yên leşkerî re ku li dijî dewletên hewl didin vîna gelên azadîxwaz bişikînin, disekinin."
 
BANG LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ KIR
 
El Hesen bang li rêxistinên mirovî û Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî kirin sûcên dermirovî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, rawestînin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bang li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku Rêbertî berdin. Em soz didin ku çiqas hêzên paşverû û faşîst hewl bidin Rêbertî bi awayekî fîzîkî ji me bi dûr bixin, em ê li ser şopa wî bimeşin."
 
Di dawiya çalakiyê de beşdaran soz da ku li ser şopa şehîdan bin û heta dawiyê li rex Rêber Abdullah Ocalan bin û heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were dê têkoşînê mezin bikin. Her wiha rave kirin ew piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî dikin.
 

Sernavên din

16/08/2023
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in
18:00 Leşkeran qenal kolan: Gundî nikarin avdanê bikin
17:22 Li bajarokê Sêgirkê şewat derket
16:58 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
16:43 Li Qersê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Li qada daristanê ya Mêrdînê şewat derket
16:30 Li Îranê bagera xîzî: 733 kes rakirin nexweşxaneyê
16:09 Ji bo Dîlber Alinak daxuyanî hat dayîn: Çavkaniya tundiyê AKP ye
15:42 Tekîn piştî 30 salan hate berdan: Em bi serbilindî derketin
15:30 Li Mêrdînê wesayîtek gêr bû: 8 kes birîndar bûn
14:30 Şewata îro li Licê di danê sibehê de hatibû vemirandin dîsa dest pê kir
13:45 Operasyona li Tetwanê didome: 2 gundî winda ne
13:32 Karayilan bang li Barzanî kir: Êdî dev ji siyaseta piştgiriya bi dewleta tirk re berdin
12:51 Ji bo Geverê sewqiyata leşkerî hate kirin
11:31 Li Hawaiiyê şewat: Herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:18 Li dijî êrişên dewleta tirk banga protestoyan
11:04 Hejmara 24’an a Kovara Jinê derket
10:26 Piştî raye ketî destê SES'ê nexweşxaneyê dest bi mobbîngê kir
09:52 Qeyûmê Geverê rêveberên AKP’î û xizmên wan bi ‘mulaqatê’ digire kar!
09:01 Konca: Berxwedana Rojava û Şengalê ji bo jinên efxan palpişt e
09:01 Komkujiya Dîgorê: Darizandina li ser kaxizê, yek faîl jî nehate cezakirin
09:01 Dixwazin Kûçeya Hunerê vegerînin ser cewhera xwe ya berê
09:00 AKP’ê di nava 20 salan de tenê qereqol, kule û avahiyên ewlehiyê li Şirnexê çêkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2023'YAN
12/08/2023
23:22 Mudaxileya şewata li Colemêrgê nayê kirin!
21:47 Ciwanên hatibûn binçavkirin hatin berdan