Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn

  • rojane
  • 11:28 14 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Şêniyan gundan diyar kirin ku sewata li daristanên gundên Liceyê derketî û heta ber bi jîngehan ve belav bûyî bi derfetên xwe vemirandine û gotin ku divê zû mudaxileyî şewatan bê kirin. 
 
Çendek roj berê di saetên serê sibehê de li gundên Entax, Gom û Bamitnî yên Lice ya Amedê şewat derketibû û şêniyên gund bi derfetên xwe vemirandibûn. Di nava meha dawî de cara sêyemîn e li heman herêmê şewat derdikeve. Şandeya bi pêşengtiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji bo lêkolînê çû cihê şewatê. Di dema lêkolînê de bi şêniyên gundan re hevdîtin hatin kirin. Şêniyan got ku li gelek deveran fotokapan hene lê rayedaran dereng mudaxileyî şewatê kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku wesayîtên agirkujiyê yên ji bo vemirandina şewatê sewqî herêmê hatine kirin jî demekî kin piştre ava di depoya wan de xelas bûye. 
 
Şêniyên gund gotin ku dereng mudaxileyî şewatê hatiye kirin û mudaxileyeke baş nehatiye kirin. Di encama şewatê de ziyan gihişte maleke li goristana gundê Gomê û maleke li gundê Entaxê. 
 
ME BI ŞAXÊN DARAN MUDAXILE KIR 
 
Ji şêniyên gundê Entaxê Emîn Yaylik cara ewil şewat ferq kir û di dema vemirandina şewaê de destên wî birîn bûne. Yayli, wiha got: “Em serê sibehê saet derdora 10.00’an de bi şewatê hesiyan, tavilê li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi herêma şewatê ve çûn. Lê ji ber ku av tune bû, me nekarî tiştekî bikin. Me hewl dida bi şaxên daran agirî vemirînin. Lê ev bi têrî nedikir. Dema me digot vaye êdî vedimire, ji nişka ve hewa dihat û dîsa gur dibû. Heke koma agirkujiyê zû bi hawara me bihata, dê me zûtir vemirandibûya.” 
 
‘HEKE KOMA AGIRKUJIYÊ ZÛ BIHATA DÊ ŞEWAT BELAV NEBÛYA’ 
 
Bi domdarî Yaylik got ku tîmên agirkujiyê saetek piştre hatine û ji ber ku şewat berfireh bûbû, nekarîn bikevin qadê. Yaylik, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li rexê rê mudaxele kir. Piştre jî kemçe hat û ji bo wan rê vekir. Heta ew hatin, agir ji xwe belav bûbû û me jî bi zorê xwe xelas kir. Dema me hewl dida agirî vemirînin, destên me şewitîn. Me bi darê zorê xwe ji hundir xelas kir. Dema gir gihiştî çiyayî jî êdî ji kontrola me derket. Weke ku hûn dibînin, hêj niha jî dû ji çiyê bilind dibe. Ya ku ji destê me hatî me kir. Heke tîmên agirkujiyê hinek zûtir bihatina, hêj agir belav nebûyî dê me bikariya vemirînin. Ava me tune bû lewma me hewl dida bi şaxên daran vemirînin.” 
 
LI HEMAN CIHÎ CARA 3’YAN E ŞEWAT DERDIKEVE 
 
Di berdewamê de Yaylik destnîşan kir ku li heman herêmê di demên berê de jî şewat derketine û ev tişt anî ziman: “Di vê şewatê de ne tenê daristan, ziyan gihişte malan jî. Du malên xizmên me şewitîn û ziyaneke mezin gihişte wan. Ji ber ku ne tenê mal lê boriyên ji bo avdanê kiribûn jî şewitîn. Çêrgehên sewalên me jî şewitîn. Ev halê me yê her sal e. Îsal cara sêyemîn e şewat derdikeve. Yên beriya vê zûtir hatibûn vemirandin. Em nizanin bê ka şewat çawa derdikevin. Di dema derketina şewatan û piştre de em kesekî nabînin lewma nikarin tiştekî bibêjin. Cihên şewat lê dest pê kirin nêzî rêyê ye.” 
 
ŞEWAT HÊJ DIDOME 
 
Welatiyê bi navê Niyazî Hantaş jî bi lêv kir ku zû mudaxileyî şewatê nehatiye kirin û wiha derbirî: “Me hewl da mudaxileyî şewatê bikin lê bi hêza mirovan me nekarî pêşî li ber belavbûna wê bigirin. Tîma agirkujiyê hat lê dereng hat. Kesên ji midûriyeta daristanan hatin. Ew jî çendek saet piştre hatin. Me bi saya gundiyên me û şêniyên gundên derdorê mudaxile kir. Lê evqas ji destê me hat. Em nizanin  şewat ji ber çi derketiye. Me şewat, bi şev saet derdora 08.30’an vemirand. Lê belê di saetên serê sibehê de dîsa dest pê kir û belav bû. Hêj niha jî li hinek cihan didome.” 
 
Li cihê şewatê xebatên sarkirinê nayên kirin lewma hêj niha jî li deverên çiyayî dû bilind dibe. 
 
Şêniyên gundan bang kirin ku di dema şewatan de mudaxileyeke bibandortir û zûtir were kirin. 
 

Sernavên din

16/08/2023
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in
18:00 Leşkeran qenal kolan: Gundî nikarin avdanê bikin
17:22 Li bajarokê Sêgirkê şewat derket
16:58 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
16:43 Li Qersê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Li qada daristanê ya Mêrdînê şewat derket
16:30 Li Îranê bagera xîzî: 733 kes rakirin nexweşxaneyê
16:09 Ji bo Dîlber Alinak daxuyanî hat dayîn: Çavkaniya tundiyê AKP ye
15:42 Tekîn piştî 30 salan hate berdan: Em bi serbilindî derketin
15:30 Li Mêrdînê wesayîtek gêr bû: 8 kes birîndar bûn
14:30 Şewata îro li Licê di danê sibehê de hatibû vemirandin dîsa dest pê kir
13:45 Operasyona li Tetwanê didome: 2 gundî winda ne
13:32 Karayilan bang li Barzanî kir: Êdî dev ji siyaseta piştgiriya bi dewleta tirk re berdin
12:51 Ji bo Geverê sewqiyata leşkerî hate kirin
11:31 Li Hawaiiyê şewat: Herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:18 Li dijî êrişên dewleta tirk banga protestoyan
11:04 Hejmara 24’an a Kovara Jinê derket
10:26 Piştî raye ketî destê SES'ê nexweşxaneyê dest bi mobbîngê kir
09:52 Qeyûmê Geverê rêveberên AKP’î û xizmên wan bi ‘mulaqatê’ digire kar!
09:01 Konca: Berxwedana Rojava û Şengalê ji bo jinên efxan palpişt e
09:01 Komkujiya Dîgorê: Darizandina li ser kaxizê, yek faîl jî nehate cezakirin
09:01 Dixwazin Kûçeya Hunerê vegerînin ser cewhera xwe ya berê
09:00 AKP’ê di nava 20 salan de tenê qereqol, kule û avahiyên ewlehiyê li Şirnexê çêkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2023'YAN
12/08/2023
23:22 Mudaxileya şewata li Colemêrgê nayê kirin!
21:47 Ciwanên hatibûn binçavkirin hatin berdan