‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’

  • rojane
  • 09:34 16 Tebax 2023
  • |
img
SÊRT - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş a têkildarî birîna daran a li herêma Bestayê û şewatên daristanan axivî, wiha got: “Dixwazin herêmê bêmirov bihêlin.”
 
Darên maziyê yên li qada daristanî ya herêma Besta ya navçeya Berwarî ya Sêrtê û li gundê Omnyanis ê di nava sînorên herêmê de ye ji aliyê cerdevanan ve tên birîn. Li aliyê din ji ber şewatên di dema birîna daran de derdikevin holê qadên daristanî zirarê dibînin. Şewata herî dawî duh li gundê Madran ê navçeya Hawêlê derket piştî 15 saetan hate vemirandin. Hate diyarkirin ku şewata behsa wê hatiye kirin, di dema birîna daran de dema bêhn hatiye vekirin, îzmarîta cigarê avêtine rex xîzara bi mazotê dişûxile û şewatê wisa dest pê kiriye. 
 
Darên li herêmê di bin çavdêriya leşker û cerdevanan de tên birîn li kamyonan tên barkirin. Wisa ye ku cerdevan û leşker dîmenên ku di dema birîna daran de dikişînin li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve dikin. 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sabahat Erdogan Saritaş ku birîna daran û herêma şewat lê derketibû lêkolîn kir, talana xwezayê û mexdûriyeta gundiyan vegot. 
 
‘PÊŞKEŞÎ CERDEVANAN HATIN KIRIN’  
 
Saritaş, ku bi şandeyeke ji rêveberên navend û navçeyê yên Partiya Çepên Kesk pêk dihat re serdana gundên Sanuh, Hêşeta Bêre Spî, Ewrex û Omyanisê kir, wiha got: “Bi taybetî darên maziyê tên birîn. Darên tên birîn li kamyonan bar dikin û dibin navenda Sêrtê. Besta pêşkeşî cerdevanan hatiye kirin, bi awayekî keyfî dar tên birîn. 
 
‘DITIRSIN KU JI GUNDÊN XWE BÊN DERXISTIN’ 
 
Saritaş, bi lêv kir ku gundiyên li herêma Besta gelek pirsgirêkan dijîn û anî ziman ku li Sêrtê mafê jiyanê yê gel jî tê binpêkirin. Saritaş, da zanîn ku leşker û cerdevan li herêmê zextan li gundiyan dikin û diyar kir ku beriya serdanê leşkeran zext li gundiyan kirine ku neaxivin. Saritaş, got ku gundî ditirsin ku ji gundên xwe bên derxistin û wiha axivî: “Mirov ditirsin ku biaxivin.”
 
‘DIXWAZIN BÊ MIROV BIHÊLIN’ 
 
Saritaş, da zanîn ku li gundê Omyanis ê herêma Bestayê zêdeyî 100 mal hebûn, lê ji ber zexta dewletê 12 mal mane û anî ziman ku gundî ji ber ava paqij heta xizmeta kanalîzasyonê û xizmeta rê gelek pirsgirêkan dijîn û wiha berdewam kir: “Dixwazin wê herêmê bê mirov bihêlin. Dibe ku weke salên 1990’î bi şewitandinên gundan bi darê zorê dernaxînin lê ji wan re cihê jiyanê nahêlin û neçarî koçkirinê dikin. Heke pêdiviyên bingehîn ên jiyanî, şewat, birîna daran, pirsgirêka avê û rê bê çareserkirin, mirov dixwazin li gundên xwe bijîn.”
 
Saritaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welatiyek dixwaze nexweşê xwe bibe bijişkî lê ji ber rê girtî ye nikare bibe. Piştî ku têkildarî vê dîmen dikişîne û parve dike got ku ’46 saetan di bin çavan de mam’. Li gundên din jî heman rewş heye. Heman zordarî û zilm didome. Kesên dengê xwe derdixîne bi zextan re rûbirû dimîne.”
 
‘FAŞÎZM TÊ PÊKANÎN’ 
 
Saritaş, destnîşan kir ku xwezaya Kurdistanê bi birîna daran û şewatan tê talankirin û wiha pê de çû: “Di çarçoveya Plana Çokdanînê ya di sala 2014’an de xistin dewrê de ‘polîtîkaya koçkirinê’ jî xistin dewrê. Li Kurdistanê gel rastî polîtîkaya tecrîd û koçê tê kirin. Faşîzm tê pêkanîn. Polîtîkaya bêmirovbûn û bêdengiyê tê pêkanîn.”
 
Saritaş, diyar kir ku ji bo xwezaya gel têdikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurd dixwazin di nav xwezaya xwe de bi mafên xwe weke mirovan bijîn. Divê piştgiriya têkoşîna vî gelî bê kirin û ji dengê wan re bibin deng.”
 
 

Sernavên din

16/08/2023
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in
18:00 Leşkeran qenal kolan: Gundî nikarin avdanê bikin
17:22 Li bajarokê Sêgirkê şewat derket
16:58 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
16:43 Li Qersê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Li qada daristanê ya Mêrdînê şewat derket
16:30 Li Îranê bagera xîzî: 733 kes rakirin nexweşxaneyê
16:09 Ji bo Dîlber Alinak daxuyanî hat dayîn: Çavkaniya tundiyê AKP ye
15:42 Tekîn piştî 30 salan hate berdan: Em bi serbilindî derketin
15:30 Li Mêrdînê wesayîtek gêr bû: 8 kes birîndar bûn
14:30 Şewata îro li Licê di danê sibehê de hatibû vemirandin dîsa dest pê kir
13:45 Operasyona li Tetwanê didome: 2 gundî winda ne
13:32 Karayilan bang li Barzanî kir: Êdî dev ji siyaseta piştgiriya bi dewleta tirk re berdin
12:51 Ji bo Geverê sewqiyata leşkerî hate kirin
11:31 Li Hawaiiyê şewat: Herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:18 Li dijî êrişên dewleta tirk banga protestoyan
11:04 Hejmara 24’an a Kovara Jinê derket
10:26 Piştî raye ketî destê SES'ê nexweşxaneyê dest bi mobbîngê kir
09:52 Qeyûmê Geverê rêveberên AKP’î û xizmên wan bi ‘mulaqatê’ digire kar!
09:01 Konca: Berxwedana Rojava û Şengalê ji bo jinên efxan palpişt e
09:01 Komkujiya Dîgorê: Darizandina li ser kaxizê, yek faîl jî nehate cezakirin
09:01 Dixwazin Kûçeya Hunerê vegerînin ser cewhera xwe ya berê
09:00 AKP’ê di nava 20 salan de tenê qereqol, kule û avahiyên ewlehiyê li Şirnexê çêkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2023'YAN
12/08/2023
23:22 Mudaxileya şewata li Colemêrgê nayê kirin!
21:47 Ciwanên hatibûn binçavkirin hatin berdan