30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin

  • rojane
  • 10:29 17 Tebax 2023
  • |
img
MÛŞ - Aysel Ogut got ku ji bo malbata xwe ya 30 sal berê li bajarokê Vartînîsê hatiye qetilkirin li edaletê digere û wiha bang kir: “Bila kujer cezayê xwe bikişîne. Dengê min bibihîsin.” 
 
Di 3’yê Cotmeha sala 1993’yan de avahiya malbata Ogut a li bajarokê Vartînîs ê navçeya Têlî ya Mûşê hate şewitandin. Ji heman malbatê Nasir Ogut, Eşref Ogut, Sevîm Ogut, Sevda Ogut, Mehmet Şakîr, Mehmet Şîrîn, Aycan, Cîhan û Cînal Ogut hatibûn qetilkirin. Piştî ku Dadgeha Bilind dosya betal kirî, doza wê dîsa hat e lidarxistin. Niha jî dosya bi xetereya demborînê re rû bi rû ye. Di dozê de tenê Bulent Karaoglû weke bersûc tê darizandin. Li gel ku ji bo Karaoglû lêgerîna bi bultena sor hatiye derxistin jî heta niha nehatiye girtin. Tevî xetereya demborînê jî danişîna dozê taloqî 6’ê îlonê hate kirin. Aysel Ogut a ku di Komkujiya Vartînîsê de bi saxî filitî û ji parêzerên dozê Fuat Ozgul ji bo doz nekeve ber demborînê banga hestiyariyê kirin. 
 
‘HÊVIYA MIN NEMA YE’
 
Ogut, da zanîn ku ji bo vekirina dozê 10 salan têkoşiyaye û wiha domand: “Malbata min di sala 1993’yan de hate qetilkirin lê doz di 2003’yan de hate vekirin. Di vê pêvajoyê de min gelek hewl da û gelek êş kişandin. Dema doza min hatî qebûlkirin, min digot ‘edalet heye.’ Lê piştî qebûlkirina dozê bi 20 salan ez pê re mijûl bûm û niha dixwazin bikeve ber demborînê. Ez dixwazim ev kes were girtin û li dadgehê were darizandin. Ez edaletê dixwazim. Edaleta wiha nabe. Ez dixwazim ev doz li Tirkiyeyê bê çareserkirin. Heke doz biçe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), dê bên sûcdarkirin. Hêviya min nema ye.” 
 
30 SAL IN JI BO EDALETÊ TÊDIKOŞE
 
Bi domdarî Ogut got ku 30 sal in ji bo edaletê têdikoşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hêj jî diçim mala malbata xwe. Demên me bi hev re derbas kirin tên bîra min. Demên berê bi bîr tînim. Her hefteyê diçim wê malê. Dema doz hatî vekirin min got ‘demek edalet heye.’ Bi salan ji bo kujer cezayê xwe bikişîne sekinîm. Parêzer pê re mijûl in û ya ku ji destê wan tê dikin. Dixwazim dengê min were bihîstin. Xwişk û birayên min hêj pitik bûn. Bêguneh bûn lê ew kuştin. Ji roja doz dest pê kirî heta niha min her tim digot dê edalet pêk bê. Lê niha xemgîn im û hêviya min nema ye. Weke bûyer nû qewimî be hîs dikim. Hemû malbata min bi hovane qetil kirin. Dijîm lê mîna miriyekî me. Min digot belkî bên cezakirin û dilê min hinek rehet bibe. Di pêvajoya dozê de min serî li gelek sazî û dezgehan da. Gelek caran çûm Meclisê û wezaretê. Çûm Enqereyê lê dengê min nebihîstin. Ez edaletê dixwazim. Ez gelek têkoşiyam lê kujerê malbata min negirtin. Heke dewletê bixwesta dê heta niha bihata girtin.” 
 
BIRYARA GIRTINÊ DERNEXISTIN
 
Parêzer Fûat Ozgul jî got ku di sala 2016’an de derheqê bersûcan de biryara beraetê hate dayîn û wiha pê de çû: “Dadgeha Bilind ji hêla bersûcekî ve biryar betal kir. Piştî betalkirina dosyayê, me got ku kêmek ma ye ji bo dosya bikeve ber demborînê û ji ber ku bersûc li Tirkiyeyê ye bila biryara girtinê were derxistin. Lê dadgehê ev daxwaz red kir. Dadgehê, li gorî daxwaza bersûcî danişîna dozê da meha îlonê ku ji bo demborînê demekî kin dimîne. Bi nêzbûna demborînê re bersûcî firar kir. Tevî ku derheqê wî de lêgerîna bi bultena sor heye jî nehate girtin. Doza Vartînîsê dê weke dozeke reş di dîrokê de cih bigire. 9 kes bi hovane hatin qetilkirin. Wijdan qebûl nake ku bikeve ber demborînê. Dadgeha berê gelek xemsarî kirin. Tevî me got dê şexs bireve jî biryara girtinê nedan. Niha jî şexs revî û doz bi demborînê re rû bi rû ye.” 
 
‘HEKE DEWLETÊ BIXWESTA DÊ BERSÛC BIGIRTA’
 
Ozgul, diyar kir ku ji bo bultena sor serî li dadgehê dabûn û axaftina xwe wiha qedand: “Pêvajoyeke bi qasî 30 salan heye. Divê ji bo lêgerînê ekîbeke taybet were avakirin. Heke dewletê bixwesta dê di nava 24 saetan de bigirta. Me ji bo vê serî li dadgehê de lê qebûl nekir. Li gorî me baş li bersûcî nagerin. Di dema darizandinê de şande li gorî xwe helwestan nîşan didin. Me dît ku nêzikatiya şandeya li Kirikkaleyê diguhere. Bersûc dibêjin ‘me ji bo dewletê kir’ û kesên nêzî heman fikran jî li wan xwedî derdikevin. Lê tu aliyekî parastina vê komkujiyê nîne. Em ê pêvajoya îtîrazê li gorî biryarên dadgehê birêve bibin. Dê serî li AYM’ê bidin. Heke hewce bike dê biçin DMME’yê. Em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê bizane; mirov hatin şewitandin. Dayik ducanî bû û sed sal jî ser re derbas bibin dê neyê jibîrkirin. Divê ev doz wiha neyê girtin. Divê vî şexsî derxînin pêşberî dadgehê. Çi dibe bila bibe divê ev doz nekeve ber demborînê.” 
 
MA / Bêrîvan Kutlu
 

Sernavên din

19/08/2023
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin
14:27 'Em bi we re ne Dayikên Şemiyê'
14:07 28 sal in xeber ji Hecî Ehmed nayê girtin
14:01 ‘Hûn çiqas qeyûman tayîn dikin bikin, em ê dîsa hevşaredarên bijêrin’
13:43 Êrişa li dijî tebelaya HDP’ê li Bazidê hat şermezarkirin
13:33 Eren: Girtîgeh bûne navendên îşkence û xerabiyê
12:34 Bîra sondajê ya leşkeriyê ava çem herimand
12:17 Destên Dayikên Şemiyê ji paş ve hat kelemçekirin û hatin binçavkirin
11:59 Dê ji bo bîranîna keça xwe 40 hezar dar deyne
11:46 Rêveberê Dêrê: Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gefa kuştinê li min xwar
11:06 Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin
10:56 Şewata li Hênê hat vemirandin
10:09 Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin
09:46 Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan
09:01 Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune
09:01 ‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'
09:01 'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'
09:01 Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN
18/08/2023
22:21 DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî
22:00 Tirkiyeyê li Helebê êrişî wesayîtekê kir
20:51 Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye!
20:44 Şewata li Hênê didome
18:56 Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
18:51 Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin
16:29 Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar hate astengkirin
16:22 Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin
16:09 Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?
15:57 Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye
15:03 Li Hezexê birîna avê hate potestokirin
14:21 Xetereya li ser jiyana girtiyê ku krîza derbas dil kir berdewam dike
14:16 Rejîma Îranê ber bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî ve zextên xwe zêde kir
13:59 Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin
13:38 DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir
12:32 Kaya ji dosyayê beraet kir lê ji bo li peywira xwe venegere lêpirsîneke nû vekirin
12:23 Malbata ku ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vegeriya qeza kir: Dayika girtî jiyana xwe ji dest da
12:05 Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin!
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Li Germencikê derbarê îşkenceya polîsan de lêpirsîn hat destpêkirin
11:12 Li Amedê dê li dijî tiryakê kampanya bê destpêkirin
10:44 Faîl Mûsa Orhan hê jî serbest e: Daraz bialî tevgeriya
10:42 Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê mehê carekê derdixin revîrê
10:18 Mizrakli: Qeyûm garnîzonên mudaxileya bîr û çanda siberojê ne
09:56 Xerabeyên erdhejê yên li Musolarê hêj nehatine rakirin
09:15 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe berfireh dibe
09:06 Parêzera kesên ku li Peyîndasê hatine girtin: Armanc çavtirsandina gundiyan e
09:05 'Li girtîgehên tîpa S'yê tecrîd bi awayekî eşkere tê pêkanîn'
09:04 Jiyana wan di nava zeviyan û konan de asê maye
09:03 Ji AKP'ê xebera nebixêr: Dê li ser Çemê Dîcleyê bendaveke din jî bê çêkirin
09:02 Li Gabarê birîna daran didome: Darek nehiştin ku em di bin siya wê de rûnin
09:01 Beşdarbûna Diyanetê ya Doza Kobanê: Diyanet bûye memûrê dewletê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2023'YAN
17/08/2023
23:07 Li Geverê gelek tax ji aliyên polîsan ve hatine dorpêçkirin
20:15 Li Colemêrgê ji kesên hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
19:38 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê serî netewînin
19:19 Jinan tayinkirina qeyûman protesto kir
18:30 Lijneya Rêveberiyên Herêmî: Destkeftiyên nû bi têkoşîna hevpar a jinan pêkan e
16:09 Wezîrê Dadê daxwaza hevdîtinê ya Malbata Şenyaşar red kir
16:01 Li Amedê kesek hate girtin
15:52 Şanak li Depê bi çîçekan hate pêşwazîkirin
14:02 Li Îdirê êrişê tabelaya HDP’ê hate kirin
13:59 Rojnamegerên ji Sputnik’ê hatin derxistin dest bi grevê kirin
13:55 Ekîbên li wesayîtên bêplaka siwar ceyrana 5 gundên Şirnexê birîn
13:20 Fatma Bûlût a di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:15 Karakaş 30 sal piştre li Nisêbînê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:12 Rojnameger Oruç ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket
12:42 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
11:54 Serokê Baroya Amedê Eren: Dê hewldanên me yên li dijî tecrîdê bidomin
11:47 Cenazeyê Marangoz di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
11:24 Hevjîna Arvas ê li Peyîndasê hate girtin: Destûr nedan ez şûşeyeke avê jî bidimê
11:08 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
11:06 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:48 Li Rihayê li nan zem hate kirin
10:37 Li herêma erdhejê pirsgirêka hewîn û avê çareser nebû
10:29 30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin