Li Amedê dê li dijî tiryakê kampanya bê destpêkirin

  • rojane
  • 11:12 18 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Li Amedê temenê bikaranîna tiryakê ketiye 9 saliyê. Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Zulkuf Guneş got ku dê li dijî bikaranîna tiryakê di îlonê de kampanyayê bidin destpêkirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 9’ê tebaxê de “Rapora Zarokan a Amedê” parve kir. Li gorî raporê, temenê bikaranîna tiryakê daketiye 9 saliyê. Di raporê de hat destnîşankirin ku dibistan veguherîne cihên firotina tiryakê û ev agahî hema hema veguheriye agahiyeke cemaweriyê. 
 
ROLA RÊVEBERIYÊN HERÊMΠ
 
Di raporê de bal kişandin ser pirsgirêkên di qada çand-hunerê de û wiha hat gotin: “Piştî li şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin, saziyên çamd-hunerê hatin girtin û zarok ji qadên xwe bêpar hatin hiştin.” Her wiha talûkeyên zarok rû bi rû hatin hiştin hatin diyarkirin. 
 
DI 6 MEHAN DE 41 HEZAR SERLÊDAN 
 
Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Enqereyê Mûrat Emîr di 10’ê tebaxê de çendek dane parve kir. Li gorî daneyên Emîr dispêre raporên Wezareta Tenduristiyê; ji sala 2015’an heta dawiya sala 2021’an bi giştî 358 hezar û 627 caran li ALO 191’ê hatiye geriyan. Di serdema 2015-2022’yan de li dijî bengîtiya tiryak û alkolê bi giştî milyonek û 88 hezar û 741 caran bang hatine kirin. Tenê di 6 mehên ewil ên sala 2023’yan de 41 hezar û 529 serlêdan hatin kirin. 
 
Emîr ê CHP’î da zanîn ku di 2023’yan de ji bo têkoşîna li dijî sûcên narkotiyê ji Midûriyeta Giştî ya Emniyetê re 2 milyar û 242 milyon û 845 hezar TL bûdçe hatiye veqetandin lê di 6 mehên ewil de ji vê bûdçeyê tenê 130 milyon û 767 hezar TL hatine xerckirin ku ew jî teqabûli ji sedî 5,83’yê dike. 
 
PEYWIRDARÊN CEMAWERIYÊ YÊN BI TIRYAKÊ HATINE GIRTIN 
 
Hikûmet di her firsendê de dibêje li dijî tiryakê têdikoşe lê belê gelek caran ser çapemeniyê jî hate parvekirin ku li gelek bajaran peywirdarên cemaweriyê destûr dane tiryakfiroşan. Li hinek bajaran jî peywirdarên cemaweriyê bi tiryakê hatin girtin. Di 8’ê tebaxê li Dîlokê di dema kontrola rê de du kes bi 19 kîlo û 650 gramên tiryakê hatibûn girtin û derket holê ku ev her du kes li Amedê polîstiyê dikin. 
 
Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê Zulkuf Guneş diyar kir ku daketina temenê bikaranîna tiryakê ya 9 saliyê eleqeya xwe bi polîtîkaya şerê taybet heye û da zanîn ku dê di meha îlonê de li dijî tiryakê kampanyayê bidin destpêkirin. 
 
'ŞERÊ TAYBET DI MERIYETÊ DE YE’
 
Guneş, diyar kir ku temenê bikaranîna tiryakê heta nava zarokên dibistana seretayî ketiye û wiha got: “Çavdêriyên me bi xwe jî hebûn lê raporeke wiha her tişt raxist ber çavan. Em dizanin ku bi zanebûn bikaranîna hişbirê belav dikin. Polîtîkayeke şerê taybet e. Ji ber ku gelek caran peywirdarên cemaweriyê jî tev li van karan dibin û bi tiryakê tên girtin. Li vê derê bi zanebûn belav dikin. Hinek xwendekar hene ku tiryakê bi kar tînin û wisa tên dibistanê. Dema em li rewşa wan a fîzîkî û ruhî dinêrin, vê ferq dikin. Agahî bo me hat ku bi taybet jî li dora hinek dibistanên amadehî û du dibistanên navîn gelek tiryakfiroş hene. Me bi Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajar re hevdîtin kir. Di dema ketin û belavbûna dibistanê heta astekî tevdîrên polîsiye hatin girtin lê ji bilî vê tiştek nekirin.” 
 
'PÊDIVÎ BI PÊVAJOYEKE BERGIR HEYE’ 
 
Guneş, axaftina xwe wiha qedand: “Li dijî bikaranîna tiryakê hewcehî bi têkoşîneke piralî heye. Anku tenê bi perwerde û tenduristiyê nabe. Divê civak bi xwe li dijî vê têbikoşe. Weke Egîtîm Senê car bi car me kampanyayên pêşîlêgirtinê dan destpêkirin. Lê divê ev civakî bibe.  Zehmete ku mirov ciwanekî tiryakê dikişîne ji wê dûr bixe. Lewma divê hêj dest pê nekirî em rê li ber bigirin. Pêdivî bi pêvajoyeke bergir heye. Platforma Parastin û Piştevaniya Bajar a Amedê bi taybet jî li dijî bikaranîna tiryakê hate avakirin. 95 rêxistinên civaka sivîl tê de cih digirin. Yek ji rojevên herî girîng ên platformê jî têkoşîna li dijî tiryakê ye. Ji ber ku em ciwan û pêşeroja xwe winda dikin. Divê bi tevlibûna hemû pêkhateyan kampanyayeke xurt bê meşandin. Ev têkoşîn, berpirsyartiya dewletê jî ye. Divê hem rêxistinên civaka sivîl, hem gel, hem burokrasî hem jî dewlet di vê mijarê de gavên cidî biavêjin. Em ê di meha îlonê de li dijî bikaranîna tiryakê kampanyayê bidin destpêkirin. Dê xebat di çarçoveya bernameya Lijneya Rêveberiya Egîtîm Senê de bên destpêkirin. Dê civîn bên li darxistin, broşur bên belavkirin, li dibistanan bi mamosteyên rêber re xebat bên kirin û piştre jî perwerdeyê bidin xwendekaran. Dê dakevin taxan, broşuran belav bikin, li gel hevalên xwe yên tenduristvan em ê hewl bidin kesên me tespît kirin tedawî bikin. Dema xebata me temam bû dê bi raya giştî re parve bikin.” 
 
MA / Eylem Akdag 
 

Sernavên din

19/08/2023
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin
14:27 'Em bi we re ne Dayikên Şemiyê'
14:07 28 sal in xeber ji Hecî Ehmed nayê girtin
14:01 ‘Hûn çiqas qeyûman tayîn dikin bikin, em ê dîsa hevşaredarên bijêrin’
13:43 Êrişa li dijî tebelaya HDP’ê li Bazidê hat şermezarkirin
13:33 Eren: Girtîgeh bûne navendên îşkence û xerabiyê
12:34 Bîra sondajê ya leşkeriyê ava çem herimand
12:17 Destên Dayikên Şemiyê ji paş ve hat kelemçekirin û hatin binçavkirin
11:59 Dê ji bo bîranîna keça xwe 40 hezar dar deyne
11:46 Rêveberê Dêrê: Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gefa kuştinê li min xwar
11:06 Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin
10:56 Şewata li Hênê hat vemirandin
10:09 Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin
09:46 Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan
09:01 Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune
09:01 ‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'
09:01 'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'
09:01 Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN
18/08/2023
22:21 DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî
22:00 Tirkiyeyê li Helebê êrişî wesayîtekê kir
20:51 Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye!
20:44 Şewata li Hênê didome
18:56 Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
18:51 Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin
16:29 Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar hate astengkirin
16:22 Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin
16:09 Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?
15:57 Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye
15:03 Li Hezexê birîna avê hate potestokirin
14:21 Xetereya li ser jiyana girtiyê ku krîza derbas dil kir berdewam dike
14:16 Rejîma Îranê ber bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî ve zextên xwe zêde kir
13:59 Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin
13:38 DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir
12:32 Kaya ji dosyayê beraet kir lê ji bo li peywira xwe venegere lêpirsîneke nû vekirin
12:23 Malbata ku ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vegeriya qeza kir: Dayika girtî jiyana xwe ji dest da
12:05 Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin!
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Li Germencikê derbarê îşkenceya polîsan de lêpirsîn hat destpêkirin
11:12 Li Amedê dê li dijî tiryakê kampanya bê destpêkirin
10:44 Faîl Mûsa Orhan hê jî serbest e: Daraz bialî tevgeriya
10:42 Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê mehê carekê derdixin revîrê
10:18 Mizrakli: Qeyûm garnîzonên mudaxileya bîr û çanda siberojê ne
09:56 Xerabeyên erdhejê yên li Musolarê hêj nehatine rakirin
09:15 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe berfireh dibe
09:06 Parêzera kesên ku li Peyîndasê hatine girtin: Armanc çavtirsandina gundiyan e
09:05 'Li girtîgehên tîpa S'yê tecrîd bi awayekî eşkere tê pêkanîn'
09:04 Jiyana wan di nava zeviyan û konan de asê maye
09:03 Ji AKP'ê xebera nebixêr: Dê li ser Çemê Dîcleyê bendaveke din jî bê çêkirin
09:02 Li Gabarê birîna daran didome: Darek nehiştin ku em di bin siya wê de rûnin
09:01 Beşdarbûna Diyanetê ya Doza Kobanê: Diyanet bûye memûrê dewletê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2023'YAN
17/08/2023
23:07 Li Geverê gelek tax ji aliyên polîsan ve hatine dorpêçkirin
20:15 Li Colemêrgê ji kesên hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
19:38 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê serî netewînin
19:19 Jinan tayinkirina qeyûman protesto kir
18:30 Lijneya Rêveberiyên Herêmî: Destkeftiyên nû bi têkoşîna hevpar a jinan pêkan e
16:09 Wezîrê Dadê daxwaza hevdîtinê ya Malbata Şenyaşar red kir
16:01 Li Amedê kesek hate girtin
15:52 Şanak li Depê bi çîçekan hate pêşwazîkirin
14:02 Li Îdirê êrişê tabelaya HDP’ê hate kirin
13:59 Rojnamegerên ji Sputnik’ê hatin derxistin dest bi grevê kirin
13:55 Ekîbên li wesayîtên bêplaka siwar ceyrana 5 gundên Şirnexê birîn
13:20 Fatma Bûlût a di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:15 Karakaş 30 sal piştre li Nisêbînê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:12 Rojnameger Oruç ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket
12:42 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
11:54 Serokê Baroya Amedê Eren: Dê hewldanên me yên li dijî tecrîdê bidomin
11:47 Cenazeyê Marangoz di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
11:24 Hevjîna Arvas ê li Peyîndasê hate girtin: Destûr nedan ez şûşeyeke avê jî bidimê
11:08 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
11:06 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:48 Li Rihayê li nan zem hate kirin
10:37 Li herêma erdhejê pirsgirêka hewîn û avê çareser nebû
10:29 30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin