Xwestin kiryarên Taştekîn û 5 gundiyan bên dîtin û darizandin

  • rojane
  • 13:03 26 Tebax 2023
  • |
img
AMED - ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin û li faîlên Mûhyettîn Taştekîn ku li Mûşê hatiye qetilkirin, pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 759’an de li ber Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezana Amedê berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin li ser bû, hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan. Malbatên kesên hatine qetilkirin û windakirin, rêveberên ÎHD’ê, nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn. Vê hefteyê li faîlên Muhyettîn Taştekîn ê di sala 1993'yan de li Mûşê hatibû qetilkirin, hat pirsîn. 
 
‘ZÊDETIR DEMOKRASÎ, ZÊDETIR MAFÊN MIROVAN’
 
Ewilî Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî û destnîşan kir ku Dayikên Şemiyê ji 27’ê Gulana 1995’an ve li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam dikin. Yilmaz anî ziman ku di vê pêvajoya nêzî 30 salan de xizmên windayan, parêzvanên mafan, rêxistinên cavaka sivîl, hiqûqnas, hekîm hwd. gelek beşên civakê bênavber alîkariya çalakiya Dayikên Şemiyê kirine. Yilmaz da zanîn ku ev demeke çalakiya Dayikên Şemiyê ya edaletê tê astengkirin û got: "Em axaftinên desthilatê yên berê ku ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê gotine dîsa tînin bîra wan û em ji wan re dibêjin ku demildest dets ji vê kiryarê berdin. Tirkiye ji sala 2015’an ve bûye cihekî ne ewle û her roj jî ber bi cihekî nebawer ve diçe. Welatiyên niha li Tirkiyeyê dijîn xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Tiştê ku bê kirin, zêdetir demokrasî, zêdetir mafên mirovan." 
 
‘BER BI FERMANDARIYA CENDIRMEYAN BEZÎN’
 
Endamê Desteya Rêveberiya ÎHD’a Şaxa Amedê Berfîn Elçî got ku 5’ê tebaxa 1993’yan komeke mirovên biçek ketine mala Mûhyettîn Taştekîn ya li Mûşê û ew derxistine ber derî. Elçî anî ziman ku koma biçek nehiştine malbat derbikeve ber derî û Taştekîn tenê li ber derî dane sekinandin. Elçî da zanîn ku piştî dengê sîlehan malbat derketiye derve û dîtine ku Taştekîn di nava xwînê de li erdê ye û koma biçek jî ber bi Fermandariya Alaya Cendirmeyan ve dibezin, di navbera mala Taştekîn û Fermandariya Cendirmeyan de 800 metre heye.
 
TAŞTEKÎN HATIYE ŞOPANDIN
 
Elçî beyanên kurê Mûhyettîn Taştekîn, Nîhat Taştekîn ê  ku bûyer ji bo ÎHD’ê vegotiye wiha bi lêv kir: “Nîhat Taştekîn dibêje ku beriya vê bûyerê jî çend caran bavê wî ji aliyê polîsên sivîl ve hatiye şopandin û ew bi xwe jî carekê bûye şahidê vê yekê. Taştekîn, dibêje ku bavê wî di nava kurdan de mirovekî qedirbilind bû û di nava siyaseta kurdan de roleke wî ya aktîf hebû. Taştekîn, anîye ziman ku bavê wî beriya bê qetilkirin çûye Almanya û Fransa û mehekê piştî vegera wî hatiye înfaz kirin. Taştekîn, da zanîn ku piştî înfaza bavê wî 2 roj şûnde TRT nûçeyekê çêdike û dibêje ku ‘Mûhyettîn Taştekîn PKK’ê înfaz kiriye.’ Taştekîn, destnîşan kir ku piştî vê nûçeyê PKK’ê bi xwe daxuyandiye ku tu têkiliya PKK’ê bi kuştina Taştekîn tune ye. Taştekîn, di dawiyê de dibêje ku piştî mirina bavê wî darizandineke bibandor nehatiye kirin.”
 
Dû re ji bo Taştekîn û kesên hatine qetilkirin û windakirin deqeyekê çalakiya rûniştinê pêk anîn û çalakî bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî ÎHD û Xizmên windayan, di hefteya 595'an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila kiryar bên dîtin û darizandin" hat vekirin. Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Êlihê, MEBYA-DER jî tevlî çalakiyê bûn. Serokê ÎHD a Şaxa Êlihê Ahmet Şîray ku di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku heya aqûbeta windayan eşkere nebe dê têkoşîna wan bidome. 
 
Şîray xwest kiryarên Ahmet Bozkir, Suleyman Tekîn, Selahattîn Aşkan, Lokman Kaya û Halît Ertûşê 217 sal berê di 26'ê Tebaxê de li gundê Otlûca yê COlemêrgê di dema operasyona leşkerî de hatin binçavkirin û paşê hatin windakirin û hemû windayan bên darizandin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.  
 

Sernavên din

26/08/2023
19:56 Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e
18:52 Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de
17:20 Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin
17:07 Tiryakî: Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin
16:49 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
16:44 Girtiyê di beşa awarte de tê dermankirin, emeliyat bû
16:36 Li Farqînê malbeteke koçer bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:08 HDP û Partiya Çepên Kesk civînên amadehiya konferansê pêk anîn
15:45 Nerihetiyên girtiya ku çavên wê baş nabînin zêde dibin
13:41 'Înkarkirina hiqûqê îlankirina kêfiyetê ye'
13:03 Xwestin kiryarên Taştekîn û 5 gundiyan bên dîtin û darizandin
12:22 Welatî di Çalakiya Dayikên Şemiyê de ji polîsan re gotin: Hûn sûc dikin
11:57 Zaroka malbata karkerên çandiniyê ku bi têla ceyranê ve zeliqî mir
10:34 Li Geverê ciwanan çalakî li dar xistin
10:00 Wezîrê Dadê ku diçe çalakiyên AKP’ê, malbata Şenyaşar ji nedîtî ve tê
09:58 Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min!
09:04 Paşperdeya serdanên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê
09:03 Qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê: Demildest dest ji biryarên kêfî berdin
09:03 Jinên siyasetmedar: Em ê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin
09:03 Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn
09:01 Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand
18:32 Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye
15:53 Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin?
15:05 Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin
14:15 Li Mêrsînê konferansa jinan: Hewcehî bi nexşerêyeke hevpar heye
13:47 Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
12:37 Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in
12:34 FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da
12:26 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da
10:32 Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin
09:51 Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin?
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’