'Înkarkirina hiqûqê îlankirina kêfiyetê ye'

  • rojane
  • 13:41 26 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li Dayikên Şemiyê û binçavkirina wan, li gelek bajaran hatin protestokirin. Di daxuyaniya ji bo piştgiriya dayikan de, îşaret bi têkoşînê hat kirin
 
Çendî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) astengkirina çalakiyên Dayikên Şemiyê wekî binpêkirina mafan diyar kir jî, çalakiyên wan tên astengkirin. Ji bo piştgiriyê vê hefteyê jî li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. 
 
ŞIRNEX
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê ji bo piştgirî bide Dayik/Mirovên Şemiyê li ber avahiyê DÎSK’ê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez, Baroya Şirnexê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Şirnexê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û TJA tev li  daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bi vîna xwe ya 28 salan hatiye ceribandin dibêjin; Em ê dev ji heskiriyên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bernedin” hate vekirin.
 
Daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê ÎHD’a Şirnexê Haşîm Togûrlû ve hate xwendin. Togûrlû diyar kir ku heta winda werin dîtin û kiryar bên darizandin ew ê  têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Em dixwazin bizanin bê ka çi hatiye serê zarokên me yê ji mal, cihê kar û li ber deriyên zanîngehan hatine binçavkirin. Ev kes di bin berpirsyariya dewletê de hatine windakirin. Em dixwazin bizanibin bê ka çi hatiye serê kesên hatine windakirin.”
 
MÊRSÎN 
 
Li Mêrsînê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) li Parka Zarokên Azad a Mêrsînê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Dayikên Şemiyê ragihandin. Di daxuyaniyê de pankarta "Xizmên windayan ne bi tenê ne" hat vekirin. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan, rêveberên HDP'a Mêrsînê û gelek nûnerên saziyan tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Serokê ÎHD a Şaxa Mêrsînê Gazî Încî axivî. Încî mirina du Dayikên Aştiyê yên li Colemêrgê di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dan bibîr xist û bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê. Încî got: "Çalakiyên Dayikên Şemiyê çi qasî hiqûqî û mirovî bin, êrişên li ser wan jî ew qasî dijmirovî û dijhiqûqî ne. Bila mudaxileya li çalakiyên Dayikên Şemiyê bi dawî bibe, bila kiryar bên dîtin û darizandin." 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê li ber  Sumerbanka kevn a li Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Rêxistinên sivîl, nûnera partiyên siyasî, keça Musa Anter Rahşan Anter beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên "Faîlên windayan li ku ne" û "Windan wijdan e, xwedî lê derkeve” hatin vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî xwend û piştgirî da çalakiya Dayikên Şemiyê. 
 
Şaxên ÎHD’ê yên Wan, Semsûr, Riha jî bi heman wesîleyê daxuyanî dan û piştgirî dan Dayikên Şemiyê û êriş û zextên li dijî dayikan şermezar kirin. 
 
 
RIHA 
 
ÎHD a Şaxa Rihayê jî li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyanî da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê dest ji lêgerîna li windayên xwe, Qada Galatasarayê û edaletê bernedin" hat vekirin. Hevserokê ÎHD a Şaxa Rihayê Îsmaîl Tûtal di daxuyaniyê de axivî. Tûtal destnîşan kir ku dê dest ji windayên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bernedin û got: "Astengiyên we berhewa ne, qethiyen em ê dest ji mirovên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bernedin." 
 
SEMSÛR
 
ÎHD a Şaxa Semsûrê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne" hat daliqandin. Seroka ÎHD a Şaxa Semsûrê Dîlan Guler di daxuyaniyê de axivî û got: "Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin ku nîvsedsal e bi kedeke mezin û bedêlên giran bûye mekanê me yê bîrê." 
 
WAN
 
ÎHD a Şaxa Wanê jî xwest li ber avahiya xwe daxuyaniyê bide, lê bi hinceta qedexeya walîtiyê ya ji bo du rojan daxuyanî hat astengkirin. Ji ber ku polîsan loi ber avahiya ÎHD'ê barîkat danîn, daxuyanî li nav şêmûga deriyê avahiyê hat dayîn. Serokê ÎHD a Şaxa Wanê Firat Dûrmaz diyar kir ku biryara walîtiyê li dijî Destûra Bingehîn e. Dûrmaz destnîşan kir ku dê Ahmet Bozkir, Suleyman Tekîn, Selahattîn Aşkan, Lokman Kaya û Halît Ertûşê 27 sal berê li Colemêrgê di operasyoneke leşkerî de hatine binçavkirin û hatine windakirin û hemû windayên din jibîr nekin û xwest winda bên dîtin û kiryar bên darizandin. 

Sernavên din

26/08/2023
19:56 Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e
18:52 Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de
17:20 Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin
17:07 Tiryakî: Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin
16:49 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
16:44 Girtiyê di beşa awarte de tê dermankirin, emeliyat bû
16:36 Li Farqînê malbeteke koçer bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:08 HDP û Partiya Çepên Kesk civînên amadehiya konferansê pêk anîn
15:45 Nerihetiyên girtiya ku çavên wê baş nabînin zêde dibin
13:41 'Înkarkirina hiqûqê îlankirina kêfiyetê ye'
13:03 Xwestin kiryarên Taştekîn û 5 gundiyan bên dîtin û darizandin
12:22 Welatî di Çalakiya Dayikên Şemiyê de ji polîsan re gotin: Hûn sûc dikin
11:57 Zaroka malbata karkerên çandiniyê ku bi têla ceyranê ve zeliqî mir
10:34 Li Geverê ciwanan çalakî li dar xistin
10:00 Wezîrê Dadê ku diçe çalakiyên AKP’ê, malbata Şenyaşar ji nedîtî ve tê
09:58 Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min!
09:04 Paşperdeya serdanên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê
09:03 Qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê: Demildest dest ji biryarên kêfî berdin
09:03 Jinên siyasetmedar: Em ê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin
09:03 Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn
09:01 Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand
18:32 Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye
15:53 Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin?
15:05 Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin
14:15 Li Mêrsînê konferansa jinan: Hewcehî bi nexşerêyeke hevpar heye
13:47 Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
12:37 Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in
12:34 FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da
12:26 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da
10:32 Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin
09:51 Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin?
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’