Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye

  • rojane
  • 09:07 27 Tebax 2023
  • |

STENBOL - Rasim Sayin ê ji girtîgehê derket, diyar kir ku li girtîgehan berxwedaneke dîrokî heye û divê gel bêtir xwedî li girtîgehan derkeve û got: "Girtî azadiya xwe di azadiya gel de dibînin. Lewma divê gel xwedî li wan derkeve." 

 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Li gel ferzkirina lêgerîna tazî, muameleya xirab, astengkirina ragihandin û aktîvîteyan, înfazên girtiyan jî tên şewitandin. Rasîm Sayin (35) ku di 15'ê Tebaxê de ji Girtîgeha Sîlîvriyê derket, bal kişand ser rewşa girtîgehan û binpêkirinên li girtîgehan rû didin.
 
Sayin, gava xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê bû û endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê bû, di 3'yê Tebaxa 2016'an de li Amedê hat revandin û li qadeke daristanî bi qasî 5 saetan îşkence lê hat kirin û paşê hat berdan. Paşê Sayin di 11'ê Tebaxa 2016'an de li Enseyûrt a Stenbolê li mala birayê xwe hat binçavkirin. Sayin ku nêzî 20 rojan di binçavan de ma, rastî îşekenceyeke fîzîkî û derûnî hat û di 30'yê Tebaxa 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. 
 
Sayin diviyabû di 11'ê Gulana 2023'yan de bihatana berdan, lê înfaza wî 3 mehan hat taloqkirin û di 15'ê Tebaxê de ji girtîgehê derket. 
 
‘RUHÊ ZINDANA AMEDÊ'
 
Sayin bal kişand ser pêvajoya binçavkirin û got ku di binçavan de sîxurtî lê hatiye ferzkirin. Sayin destnîşan kir ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li girtîgehan û li hemû qadan hatiye xwestin ku vîna gelê kurd bê şikandin û got ku pêvajoya ji 2016'an heya 2018'an bi "qanûnên darbeyê" hatiye birêvebirin. Sayin da zanîn ku mafê hevdîtinê, tendurstî û parastinê hatine binpêkirin û pirtûkên kurdî yên ji wan re hatine radestî wan nehatine kirin û got ku di dema pandemiyê de jî bi heman binpêkirinan re rû bi rû mane. Sayin diyar kir ku li dijî van zor û zehmetiyan li girtîgehan berxwedaneke mezin hebûye û got ku li zindanan ruhê berxwedanê yê Zindana Amedê hebûye. 
 
Sayin diyar kir ku kesên ji bo hevdîtinê dihatin bi hinceta "têkiliya wan bi rêxistinê re heye" nedihatin qebûlkirin. 
 
Sayin anî ziman ku bi taybetî jî di demên dawî de girtiyên nexweş ên nayên dermankirin bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û got: "Rasterast nakujin. Bi nedermankirinê re wan bi darbestan ji girtîgehê derdixin. Mirovên bi vîna xwe li ser lingan e, bedena wan wekî şantajê didin ber wan."  
 
‘MALBAT TÊN CEZAKIRIN'
 
Sayin anî ziman ku girtî sirgûnî girtîgehên dûrî malbatên wan tên kirin û got: "Malbat di rêyan de jiyana xwe ji dest didin. Gava malbatên me ji bo hevdîtinê dihatin, em pir ditirsiyan dê tiştek bê serê wan. Tenê ne bi girtinê, bi girtinê re malbatan jî ceza dikin." 
 
‘DIVÊ GELÊ KURD XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVE'
 
Sayin bang li malbatan kir ku xwedî li girtiyan derkevin û got: "Mirovê ku bifikire tê jibîrkirin, xwe bi xwe dihele." Sayin bilêv kir ku girtî hêzê ji malbatên xwe digirin û got ku ji xeynî malbatan divê gelê kurd jî xwedî li girtiyan derkeve. Sayin wiha dawî li axaftina xwe anî: "Girtî azadiya xwe di azadiya gel de dibînin. Lewma divê gel xwedî li wan derkeve." 
 
MA/ Rûkiye Adiguzel

Sernavên din

30/08/2023
11:14 Kirkazak: Divê li dijî Lozanê peymaneke civakî were çêkirin
11:11 Parêzeran serî li CPT'yê dan: Dibe sibê dereng be, bi lez û bez serdana Îmraliyê bike
10:54 Baran: Heke paradîgmaya Ocalan di hiş û jiyana me de be wê tecrîd pûç bibe
10:54 Li Gabonê leşkeran dest danîn ser rêveberiya welêt
10:37 Girtiyê nexweş Şakîr Turan jiyana xwe ji dest da
10:21 Altan: Çareserkirina meseleya kurd hevtayê komara demokratîk e
10:14 Şaredarê AKP'yî ku hatiye tayînkirin şaredariyê xistiye bin deynan
09:53 Bi Emîne Şenyaşar re rojek: Di her kêliya jiyana wan de edalet heye
09:40 Banga ji bo rakirina tecrîdê: Her kes berpirsiyar e
09:19 Bi awayekî kelemçekirî birin nexweşxaneyê lê nehat dermankirin
09:18 Ji ber navê dozger der barê parêzer Aktar de îdianame hat amadekirin
09:02 Teqemeniyên di çêkirina avahiyan de tên bikaranîn dibin cihê xetereyeke mezin!
09:02 'Tirkiye ji PDK'ê xwestiye ku şerê li hemberî PKK'ê bi awayekî fermî îlan bike'
09:01 'Hişmendiya tunehesibandina kurdî ev sed sal in neguheriye"
09:00 ROJEVA 30’YÊ TEBAXA 2023’YAN
29/08/2023
21:57 Leşkerek mir
20:02 Ji koçerên li Farqînê hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
18:09 Li herêma Omeriyan operasyona leşkerî
17:26 Cenazeyê Koç nedan malbatê
16:52 TIR a wergeriyayî Rêya Armûşê ji trafîkê re girt
16:47 Wezîrê Dadê nexwest bi Emîne Şenyaşar re hevdîtinê bike
16:22 Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî ‘pîrên mûçe werdigirin’ dan
16:04 Cezakirina Celalettîn Can hat şermezarkirin
15:56 Bi hinceta ‘navê te di nûçeyê de derbas bûye’ doz li rojnameger Çelîk hate vekirin!
15:25 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansa mezin amade dike
15:17 Li Amedê civîna jinan: Em ê tecrîdê rakin û jiyana xwe azad bikin
14:36 UNESCO'yê sûr û Baxçeyên Hewselê hilda lîsteya 'Mîrateyên di Xetereyê de'
14:35 Kesê li Îzmîrê destdirêjî li zarokê kirî hate girtin
13:04 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şerayê kir
13:03 Dewleta tirk û komên paramîlîter demografyaya Girê Spî diguherînin
12:35 Dê qertên 1'ê Îlonê bo rojnamegerên girtî bên şandin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li bajarên Serhedê dê baraneke zêde bibare
10:50 Banga ji bo mitînga 1'ê Îlonê: Em li dijî şer dakevin qadan
10:30 Alîgirên Amedsporê hatin berdan
10:25 Li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe hate astengkirin
10:00 Karataş: Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe
09:37 Rojnamevan Zal: Tirkiye bi siyaseta şantajê dixwaze tawîzan bide
09:36 Li dijî şerê taybet li qadan e: Jiyaneke azad a ku em bi dest bixin heye
09:15 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:01 Têkoşîna li dijî tecrîdê: Rêya demokratîkbûnê ji Îmraliyê re derbas dibe
09:01 Li Qerejdaxê hem cotkar hem jî karker bi gilî û gazinc in
09:01 Findiq di biniya fiyetê diyarkirî re tên firotin
09:01 Wan ji bo sala perwerdehiyê ya nû ne amade ye
09:00 'Kurd li Efrînê nikarin bi kurdî biaxivin'
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2023’YAN
28/08/2023
23:15 Êrişên Tirkiyeyê yên li Biradostê didomin
22:14 Li Silopiyayê dê li dijî şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê bê lidarxistin
18:18 Avahiya Şaredariya Cizîrê ya berê hat hilweşandin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Wezareta Dadê di roja 33’yan de didome
16:39 Ji bo zimanê kurdî li E-Reçetemê were zêdekirin pêşnûmepirsa komî hate dayîn
16:25 Piştgirên Amedsporê sewqî edliyeyê kirin
15:53 Daxuyaniya 193 rewşenbîran a têkildarî Doza Kobanê: Derhiqûqî ye û em li dijin
15:31 Komkujiya Roboskê di meha 140’an de ye: Heta hesab neyê dayîn hevhelalkirin nabe
15:05 DAD: Em banga dikin ku kesên hewl didin elewîtiyê tune bikin bên teşhîrkirin
15:01 Rapora ‘guleya ketiye hewadariyê’: Tevî giliyan jî tu kirarî nehatin destpêkirin
14:31 ÎHD: Tehliyeya 313 girtiyan hate astengkirin, bila rêzikname bê betalkirin
13:54 Iraq û Îranê li ser girtina baregehên hêzên Rojhilat ên li Başûr lihev kirin
13:12 Li Dara Hênê ji bo baregeha leşkerî dar tên talankirin
13:10 Hewldana 78'an bertek nîşanî cezayê li Can hatiye birîn da
12:48 DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir: Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin
12:18 Operasyona li dijî DAIŞ’ê: Ketin û derketina 3 bajaran hate qedexekirin
12:17 Li Bursayê mirina zarokekî ya biguman
12:01 Xemsarî bû sedema mirina zarokekê
11:15 Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir
10:33 Konferansa 'Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' di 3’yê îlonê de tê lidarxistin
10:01 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin
09:02 Xwebûn bi manşeta 'Aştî Nefesa Gelan e' derket
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:55 Leşkerek hate kuştin
08:54 Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare
08:22 HSD’ê li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin
27/08/2023
23:44 Amedsporê bi 2-0'an dest bi lîgê kir
21:22 Tanrikulu bersiv da Koca: Di pergala e-reçete ya min de kurdî tunebe nayê qebûlkirin
21:08 SÎHA'yê li Silêmaniyê êrişî wesayîtekê kir
20:23 Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye birîn
19:18 Ciwanan li seyranê bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet
17:02 Şandeya li Farqînê lêkolîn kirî: Êriş li dijî sivîlan hatiye kirin
16:13 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê bi gel re civiya
15:57 Xwarinê nadin koçerên hatine binçavkirin
15:56 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
15:32 Salvegera wefata Ebrû Tîmtîkê: Heta dawiyê li ber xwe da
15:23 Baroya Şirnexê: Divê tavilê zimanê kurdî li E-REÇETEM’ê were zêdekirin
15:02 Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne
14:10 Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê
13:32 Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin
Kirkazak: Bila tirsa we ya li hemberî me bidome
13:31 Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dayîn anîn ATK'ê
13:14 Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner
10:38 Ciwanên li dijî şerê taybet in: Ji ewil avakirina zîhniyetê
10:28 Kongreya HDP’ê: Divê kesên serî li tecrîdê didin bizanin ku nikarin rêya çareseriyê bixitimînin
10:06 Ozturk ê 30 salan girtî ma: Heke astengî bên rakirin pirsgirêk dikare di 6 mehan de bê çareserkirin
09:26 KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a li Hewlêrê cihê şermê ye
09:07 Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye
09:07 Eleqeyeke zêde ji bo 30'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter heye
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin
19:56 Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e