'Kurd li Efrînê nikarin bi kurdî biaxivin'

  • rojane
  • 09:00 29 Tebax 2023
  • |
DÎLOK - Kamber Taş ku li gundê Kazikli yê li ser sînorê Efrînê dimîne, bi lêv kir ku gelek xizmên wî li Efrînê ne û got ku xizmên ji tirsa çeteyan rihê xwe berdidin, nikarin bi kurdî biaxivin û ji bêgavî bi erebî diaxivin. 
 
Piştî şoreşa Rojava ya 19'ê Tirmehê bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ket bin kontrol gel û li vir kanton hat avakirin. Bajarê Efrînê ku piraniya wê kurd in, di dema şoreşê de ji dagirkêriya Suriyeyê rizgar bû û bi awayekî azad dest bi xwerêvebirinê kir. Lê dewletên herêmê yên wekî Tirkiyeyê ji ber vê xwerêvebirinê nerihet bûn. Dewleta Tirkiyeyê ji bo xirakirina pergala komunal û xwerêvebiriya kurdan di 20'ê çileya 2018'an de bi piştgiriya dewletên navneteweyî êriş bir ser Efrînê. Di dawiya êrişên 2 mehan berdewam kirin de Efrîn ji aliye Tirkiyeyê ve hat dagirkirin. 
 
Piştî dagirkirina Efrînê pergala Modernîteya Demokratîk û xwerêveberiyê hat xirakirin û bi dehan komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê hatin bicihkirin. Her wiha bi hezran kurdên li Efrînê jî ji ber zilm û zora van komên paramîlîter ji bêgavî koç kirin. Piştî koçkirina kurdên Efrînê, li dewsa wan kurdan ereb li Efrînê hatin bicihkirin û bi vê yekê hat xwestin ku demografiya Efrînê bê guherandin. Efrîn ku xwedî xwezayekê dewlemend e û bi zeytûnên xwe binavûdeng e, ji aliyê Tirkiye û komên giredayî wê ve zeytûnên wê jî hatin dizîn û xwezaya wê hat talankirin. Piştî 5 salên dagirkirina Efrînê gelek sûcên weke rêvandina jinan, destdirêjî û kuştina welatiyan û hwd. ji aliyê van koman ve tê kirin.
 
Efrîn ku niha di bin kontrola Tirkiye û komên giredayî wê de ye, sînorê wê yê li rex Bakurê Kurdistanê bi dîwar û têlan hatiye girtin û ketina Efrînê hatiye qedexekirin. Gundê Kazikli yê giredayî navçeya Islahiye ya Dîlokê ku li rêx sînorê Efrînê ye û li hemberî wî gundê Meydan-i Ekbez ê Efrînê tê xuyakirin, bi tevahî bi dîwarên bilind û têlan hatiye girtin. Li ser dîwaran jî bi navber qûleyên lêşkeran hatine çêkirin. Şêniyên gundê Kazikliyê ku piraniya wan nêzî sed sal berê ji Efrînê derbasî gundê Kazikliyê bûne, diyar dikin ku berê tim diçûn Efrînê cem xizmên xwe, lê niha ji ber ku çûnûhatin qedexe ye nikarin biçin û tenê bi rêya telefonê dikarin pêwendiyê bi wan re deynin. Her wiha şêniyên gund bi lêv kirin ku gelek caran bi sedan ereb ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê hatine kirin. 
 
JI BER SÎNOR NIKARIN BIÇIN EFRÎNÊ
 
Şêniyê gundê Kazikliyê Kamber Taş (69) ku bi eslê xwe ji Efrînê ye anî ziman ku bav û kalên wî ji gundê Meydanê yê Efrînê hatin li Kazikliyê bi cih bûne û ew jî li vir ji dayik bûye. Taş  bi lêv kir ku gelek xizmên wî li Efrînê ne û wiha got: "Berê ev dîwar li sînorê Efrînê nehatibû lêkirin. Me bi rihetî dikarî biçe Efrînê. Di dema cejnan de em bi pasaportê an jî bi veşartî diçûn û dihatin lê niha ji bilî telefonê em nikarin agahî jî xizmên xwe yên li Efrînê bigirin. Ji ber sînor em nikarin biçin gundê bav û kalên xwe. Hinek xizmên me çûn Ewropayê, hinek çûn Tirkiyeyê yanî hemû jî belav bûn." 
 
'LI EFRÎNÊ KURD NIKARIN BI KURDÎ BIAXIVIN'
 
Taş destnîşan kir ku piştî dagirbûna Efrînê zilm û zoreke mezin li gelê Efrînê hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em bi telefon bi xizmên xwe re diaxivin, xizmên me yên li Efrînê dibêjin, ji bo kes zilmê li wan neke ji bêgavî riha xwe berdane û li kolanan jî bi lêşkerên OSO'yê re bi erebî diaxivin û nikarin bi kurdî biaxivin. Yanî malên milet hemû dagir kirine, zeytûnên wan birînê, ji ber wê jî miletê li wir di bin zilmê de ne." 
 
LI SER AXA KURDISTANÊ SÎNOR!
 
Taş der barê sînorê di navbera wan û cihê bav û kalên wan de jî axivî û wiha bertek nîşanî sînorên li ser axa Kurdistanê da: "Ev der cihê kurdan e. Çiyayê kurdan in. Sînorên heyî nikarin bikevin navbera me. Li tu cihan sînor tune ne, lê li ser axa kurdan sînor hene. Hemû kes jî dizane çi ma li ser axa kurdan sînor hene. Meriv fêm bike bes e. Tu heqê tirkan li Efrînê tune ye. Hemû der dagir kirine û zilmê dikin. Edalet tune ye. Heke edalet hebe, kes nikare erdê kesî desteser bike. Ez dixwazim biçim cihê bav û kalên xwe bibînin, lê nikarim biçim."
 
'EFRÎN BAJARÊ KURDAN E'
 
Taş di dawiya axaftina xwe de jî bal kişand ser guherandina demografiya Efrînê û ev tişt gotin: "Efrîn bajarê kurdan e, lê ereb li Efrînê bi cih kirine. Dixwazin Efrînê bikin bajarê ereban lê nabe, Efrîn bajarê kurdan e. Yên Efrînê birayê me ne. Em zilma li ser Efrînê qebûl nakin. Divê ew ji bajarê kurdan derkevin, wê derkevin jî. Bila hemû kurdên me bên cem hev û hev bigrin."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

30/08/2023
11:34 Berteka li dijî projeya wezaretê: Divê Girtîgeha Amedê weke ‘mekana hafizeyê’ bimîne
11:14 Kirkazak: Divê li dijî Lozanê peymaneke civakî were çêkirin
11:11 Parêzeran serî li CPT'yê dan: Dibe sibê dereng be, bi lez û bez serdana Îmraliyê bike
10:54 Baran: Heke paradîgmaya Ocalan di hiş û jiyana me de be wê tecrîd pûç bibe
10:54 Li Gabonê leşkeran dest danîn ser rêveberiya welêt
10:37 Girtiyê nexweş Şakîr Turan jiyana xwe ji dest da
10:21 Altan: Çareserkirina meseleya kurd hevtayê komara demokratîk e
10:14 Şaredarê AKP'yî ku hatiye tayînkirin şaredariyê xistiye bin deynan
09:53 Bi Emîne Şenyaşar re rojek: Di her kêliya jiyana wan de edalet heye
09:40 Banga ji bo rakirina tecrîdê: Her kes berpirsiyar e
09:19 Bi awayekî kelemçekirî birin nexweşxaneyê lê nehat dermankirin
09:18 Ji ber navê dozger der barê parêzer Aktar de îdianame hat amadekirin
09:02 Teqemeniyên di çêkirina avahiyan de tên bikaranîn dibin cihê xetereyeke mezin!
09:02 'Tirkiye ji PDK'ê xwestiye ku şerê li hemberî PKK'ê bi awayekî fermî îlan bike'
09:01 'Hişmendiya tunehesibandina kurdî ev sed sal in neguheriye"
09:00 ROJEVA 30’YÊ TEBAXA 2023’YAN
29/08/2023
21:57 Leşkerek mir
20:02 Ji koçerên li Farqînê hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
18:09 Li herêma Omeriyan operasyona leşkerî
17:26 Cenazeyê Koç nedan malbatê
16:52 TIR a wergeriyayî Rêya Armûşê ji trafîkê re girt
16:47 Wezîrê Dadê nexwest bi Emîne Şenyaşar re hevdîtinê bike
16:22 Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî ‘pîrên mûçe werdigirin’ dan
16:04 Cezakirina Celalettîn Can hat şermezarkirin
15:56 Bi hinceta ‘navê te di nûçeyê de derbas bûye’ doz li rojnameger Çelîk hate vekirin!
15:25 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansa mezin amade dike
15:17 Li Amedê civîna jinan: Em ê tecrîdê rakin û jiyana xwe azad bikin
14:36 UNESCO'yê sûr û Baxçeyên Hewselê hilda lîsteya 'Mîrateyên di Xetereyê de'
14:35 Kesê li Îzmîrê destdirêjî li zarokê kirî hate girtin
13:04 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şerayê kir
13:03 Dewleta tirk û komên paramîlîter demografyaya Girê Spî diguherînin
12:35 Dê qertên 1'ê Îlonê bo rojnamegerên girtî bên şandin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li bajarên Serhedê dê baraneke zêde bibare
10:50 Banga ji bo mitînga 1'ê Îlonê: Em li dijî şer dakevin qadan
10:30 Alîgirên Amedsporê hatin berdan
10:25 Li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe hate astengkirin
10:00 Karataş: Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe
09:37 Rojnamevan Zal: Tirkiye bi siyaseta şantajê dixwaze tawîzan bide
09:36 Li dijî şerê taybet li qadan e: Jiyaneke azad a ku em bi dest bixin heye
09:15 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:01 Têkoşîna li dijî tecrîdê: Rêya demokratîkbûnê ji Îmraliyê re derbas dibe
09:01 Li Qerejdaxê hem cotkar hem jî karker bi gilî û gazinc in
09:01 Findiq di biniya fiyetê diyarkirî re tên firotin
09:01 Wan ji bo sala perwerdehiyê ya nû ne amade ye
09:00 'Kurd li Efrînê nikarin bi kurdî biaxivin'
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2023’YAN
28/08/2023
23:15 Êrişên Tirkiyeyê yên li Biradostê didomin
22:14 Li Silopiyayê dê li dijî şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê bê lidarxistin
18:18 Avahiya Şaredariya Cizîrê ya berê hat hilweşandin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Wezareta Dadê di roja 33’yan de didome
16:39 Ji bo zimanê kurdî li E-Reçetemê were zêdekirin pêşnûmepirsa komî hate dayîn
16:25 Piştgirên Amedsporê sewqî edliyeyê kirin
15:53 Daxuyaniya 193 rewşenbîran a têkildarî Doza Kobanê: Derhiqûqî ye û em li dijin
15:31 Komkujiya Roboskê di meha 140’an de ye: Heta hesab neyê dayîn hevhelalkirin nabe
15:05 DAD: Em banga dikin ku kesên hewl didin elewîtiyê tune bikin bên teşhîrkirin
15:01 Rapora ‘guleya ketiye hewadariyê’: Tevî giliyan jî tu kirarî nehatin destpêkirin
14:31 ÎHD: Tehliyeya 313 girtiyan hate astengkirin, bila rêzikname bê betalkirin
13:54 Iraq û Îranê li ser girtina baregehên hêzên Rojhilat ên li Başûr lihev kirin
13:12 Li Dara Hênê ji bo baregeha leşkerî dar tên talankirin
13:10 Hewldana 78'an bertek nîşanî cezayê li Can hatiye birîn da
12:48 DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir: Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin
12:18 Operasyona li dijî DAIŞ’ê: Ketin û derketina 3 bajaran hate qedexekirin
12:17 Li Bursayê mirina zarokekî ya biguman
12:01 Xemsarî bû sedema mirina zarokekê
11:15 Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir
10:33 Konferansa 'Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' di 3’yê îlonê de tê lidarxistin
10:01 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin
09:02 Xwebûn bi manşeta 'Aştî Nefesa Gelan e' derket
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:55 Leşkerek hate kuştin
08:54 Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare
08:22 HSD’ê li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin
27/08/2023
23:44 Amedsporê bi 2-0'an dest bi lîgê kir
21:22 Tanrikulu bersiv da Koca: Di pergala e-reçete ya min de kurdî tunebe nayê qebûlkirin
21:08 SÎHA'yê li Silêmaniyê êrişî wesayîtekê kir
20:23 Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye birîn
19:18 Ciwanan li seyranê bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet
17:02 Şandeya li Farqînê lêkolîn kirî: Êriş li dijî sivîlan hatiye kirin
16:13 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê bi gel re civiya
15:57 Xwarinê nadin koçerên hatine binçavkirin
15:56 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
15:32 Salvegera wefata Ebrû Tîmtîkê: Heta dawiyê li ber xwe da
15:23 Baroya Şirnexê: Divê tavilê zimanê kurdî li E-REÇETEM’ê were zêdekirin
15:02 Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne
14:10 Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê
13:32 Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin
Kirkazak: Bila tirsa we ya li hemberî me bidome
13:31 Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dayîn anîn ATK'ê
13:14 Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner
10:38 Ciwanên li dijî şerê taybet in: Ji ewil avakirina zîhniyetê
10:28 Kongreya HDP’ê: Divê kesên serî li tecrîdê didin bizanin ku nikarin rêya çareseriyê bixitimînin
10:06 Ozturk ê 30 salan girtî ma: Heke astengî bên rakirin pirsgirêk dikare di 6 mehan de bê çareserkirin
09:26 KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a li Hewlêrê cihê şermê ye
09:07 Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye
09:07 Eleqeyeke zêde ji bo 30'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter heye
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin