Ji Çetînkayayê ku înfaza wî 9 caran hatiye şewitandin banga hestiyariyê

img
 
SÊRT - Abdurrahîm Çetînkaya ku înfaza wî 9 caran hatiye taloqkirin, bal kişand ser bêhiqûqîtiyên li girtîgehan û got ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne. 
 
Înfaza girtiyan bi biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tên şewitandin û berdana wan tê astengkirin. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji 29'ê kanûna 2020'an, ji roja ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê li girtîgehan hatiye avakirin heya niha, herî kêm înfaza 313 girtiyan ji bo 6 meh û 3 mehan hatiye taloqkirin. Yek ji van girtiyan jî Abdûrrahîm Çetînkaya ye. Çetînkaya di sala 2007'an de bi îdiayên "endamtiya rêxistinê", "alîkariya rêxistinê" û "peydakirina madeyên teqemeniyê" hatiye girtin û 18 sal ceza lê hatiye birîn. Cezayê Çetînkaya di 1'ê nîsana 2021'ê de temam bû, lê ji ber biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Afyon a Hejmara 1'ê ya Tîpa T'yê berdana wî 9 caran û her carê 3 mehan hatiye taloqkirin. Bi biryara lijneyê îfaza Çetînkaya 2 sal û 7 mehan hatiye taloqkirin. Çetînkaya diviyabû piştî 13 sal û 6 mehan, di 27'ê tebaxê de bihata berdan, lê ji ber şewitandina înfazê 16 sal in girtiye. 
 
Çetînkaya der barê biryarên lijneyê û zextên li Girtîgeha Afyonê de axivî. 
 
5 BIRA BI ÎŞKENCEYÊ HATIN GIRTIN
 
Çetînkaya anî ziman ku ji ber îfadeya şahidê eşkere polîsan avêtiye ser mala wan a li Sêrtê û piştî îşkenceyeke dijwar hatiye girtin û got: "Ji ber îfadeya şahidê eşkere tevî min ji malbatê 4 kes hatin binçavkirin. Di binçavan de îşkenceyeke mezin kirin. Me ev îşkence bi raporên bijîşkan jî piştrast kir, lê kes nehat darizandin. Ji tecawiza bi copan bigire her cure îşkence kirin. Me li dijî vê îşkenceyê serî li rêyên hiqûqî da, lê kes nehat cezakirin. Em 5 bira bûn, ceza li me her pêncan jî birîn. 18 sal ceza li min û birayekî min birîn. Li yekî 7 sal, li yekî 8 sal û li yekî jî 2 sal ceza birîn. Yanî 5 bira girtin. Dê û bavên min bi tenê man." 
 
Çetînkaya da zanîn ku sirgûnî girtîgehên Sêrt, Îzmîr, Amed û herî dawî jî sirgûnî girtîgehên Afyonê hatiye kirin û got ku li Girtîgeha Afyonê di nava hiqûqê hiqûqeke din heye. Çetînkaya destnîşan kir ku dozgerê girtîgehê ji wî re gotiye "heya ez li vir bim, tu yê ji vê girtîgehê dernekevî" û ev tişt ragihandin: "Lijne sê mehan carek kom dibû û gazî min dikir. Poşmanîtî li min ferz dikir, digotin gere tu bibêjin PKK 'rêxistineke terorê' ye. Min ji wan re got 'ez ji ber endamtiyê hatime girtin û ez ê vê ferzkirinê qebûl nekim.' Min ji wan re got, 'ez ji bo jiyaneke birûmet dijîm, ez ê bi tu awayî atwiz ji vê nedim. Bes ez li bara malbata xwe û gelê xwe fedîkar nebim, çi dibe bila bibe.' Piştî vê dest ji pirsên xwe berdan." 
 
GIRTÎGEHA AFYONÊ: GERSTÊRKEKE DIN E
 
Çetînkaya destnîşan kir ku Girtîgeha Afyonê gerstêrk û komatreke din û got: "Cezayê min qediyaye, lê 2 sal û 7 meh in înfaza min dirêj kirine. Me serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Afyonê da. Girtîgehê digot cezayê wî yê dîsîplînê tune ye, bi awayekî bêhiqûqî girtiye û biryara berdanê dida. Lê belê gava dozger îtiraz dikir, berdana min dihat astengkirin. Lijneya li wir, bi tu awayî biryara dadgehê esas nedigrit. DIgotin 'ji bo civakê ne guncan e' û bernedidan." 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE
 
Çetînkaya ragihand ku li girtîgehê pêkanînên di asta îşkenceyê de hene û got: "Girtî Îzethan Aykût 29 sal in girtiye. Girtiyekî nexweş e û dibe ku ji nişkave bimire. Rewşa wî pir xirab e. Her wiha pirtûkan nadin, jixwe mafê goglîstinê tune ye. Destdatînin ser destxetên me. Me çend caran pirsgirêkên li vir bilêv kirin. Lê me piştgiriyek nedît. Li vir girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne, wan nabin nexweşxaneyê. Tişta divê em bikin, piştevanî ye." 
 
BANGAWAZÎ
 
Çetînakaya bilêv kir ku Girtîgeha Afyonê ew girtîgeh e ku guh li qanûnan nake û got: "Bila polîtîkayên çewisandin û zilmê yên li vê girtîgehê bi dawî bibin. Divê raya giştî li ser vir hûr bibe û ji destê kê çi tê divê bike." 
 
MA / Fethî Balaman

Sernavên din

09/09/2023
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû
09:01 'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2023'YAN
08/09/2023
19:52 Girtiyê nexweş Ozalp 35 roj in tê dermankirin
19:44 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hat binçavkirin
18:59 2 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:54 Li Girtîgeha Panosê 3 jin bi saetan rastî îşkenceyê hatin
16:47 Li Wanê du kes hatin binçavkirin
16:45 Cenazeyên Akdenîz û Koç hatin definkirin
16:22 Polîsan avêt ser Navenda Çandê ya Îdilê: 10 kes hatin binçavkirin
16:05 44 roj in heman bersivê didin Malbata Şenyaşar: Wezîr nîne!
15:28 Li dijî biryara dersînorkirina Abdulmenaf Osman îtîraz hate kirin
15:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk dê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bê lidarxistin
14:17 Onder ji şandeya Doza Kobanê re got: Hûn nikarin min bidarizînin
14:11 ‘Dest ji xeletiyên li ser sûr û Baxçeyên Hewselê berdin’
12:44 Yuksekdag û Kişanak peyam şandin: Îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinan e
12:07 Kampanya veguhestin Çûkûrovayê: Li dijî tiryakê bibe barîkat
11:52 Girtiyê cezayê muebbetê lê hatiye birîn di statûya ‘muebbeta giran’ de tê ragirtin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Êrişa berfireh a li dijî gundên Minbicê hate têkbirin
10:49 Konferansa jinan dest pê kir: Dem dema mezinkirina têkoşîna serdema nû ye
10:31 ‘Dîmenên heyî nîşan didin bê ka dewletê ji bo DAIŞ’ê çi derfet pêşkeş kirine’
10:27 Qala Yilmaz Guney kir: Huner bi daxwazên gel re kir yek
09:38 Ji malbata ku parêzvanê dozger re şer kiribû 6 kes hatin girtin
09:22 Cezayê Ozgun hate betalkirin: Lîstika dînîtiyê bi raporê vala hate derxistin
09:09 Tînaş: Girtiyê nexweş Fevzî Arslan bi mirinê re rû bi rû ye
09:05 Ji Çetînkayayê ku înfaza wî 9 caran hatiye şewitandin banga hestiyariyê
09:04 Qeydên kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin
09:04 ‘Gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike'
09:03 Li dijî tecrîd û asîmîlasyonê çalakiyên çandî
09:02 Doç. Dr. Karabûlût: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:01 Kincên Înan ên perçekirî piştî 8 salan radestî malbata wê kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:49 Hunermend Kadîr Çat: Bi awayekî keyfî hatim binçavkirin
08:28 Cenazeyê Peyam Demîr li gundê wê hat veşartin
08:16 Cenazeyê Tekîn li Bismilê hate veşartin
07/09/2023
23:43 Krîzê li dilê Hevşaredarê Îdirê Yilmaz ê girtî xist
23:38 Li Wanê kesek hat binçavkirin
23:35 Gumuştaş û Ûçar hatin berdan
18:08 Cenazeyên Tekîn û Demîr radestî malbatên wan hatin kirin
18:01 Bi girseyî çûn şîna Zulfiye Bînbîrê
16:10 Emîne Şenyaşar: Bila pergala we hilweşe
15:08 Qeyûmê Pirsûsê 41 kargeh hilweşandin: 4 kes hatin binçavkirin
14:53 BES: Ji qesrê edalet dernakeve
14:18 Avci: Qeyûm dixwaze bi lez û bez hemû mal û milkên şaredariyê bifroşe
13:44 ‘Doza ava lîmonê’ ya siyasetmedarên jin hate taloqkirin
13:38 ‘Bila zarokên kurd bi kêfxweşiya perwerdehiya zimanê zikmakî biçin dibistanan’
13:28 Rejîma Îranê ciwanekî din ê kurd girt
13:18 Cezayê hucreyê dan girtiyê îtîrazî têla li ber paceyê kir
13:18 Bertek nîşanî dersînorkirina Menaf Osman dan: Qanûn û hiqûq tune tê hesibandin
13:02 Doza Kobanê: Di hilbijartinên herêmî de jî dê ev dosya bê axaftin
13:01 Cihê konferansa jinan a Partiya Çepên Kesk guherî
12:01 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:53 Tirkiye dixwaze şanogerê ji Îranê yê li GGM’ê girtî ye deportî Îranê bike
11:45 Li Erzînganê girtî bêbêhn tên hiştin!
10:08 Rojnamevan Koyluoglû: Tê xwestin ku hilbijartina li Kerkûkê were betalkirin
09:05 Bîldîrîcî: Heya ambargo hebe çapemenî jî dê parçeyeke vê bêedaletiyê be
09:04 ‘Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên dijhiqûqî bên betalkirin'
09:02 Rejîma Îranê kurdî kir hedef: Em dikarin pêşî li qirkirina çandî bigirin
09:01 Wezaretan ji bo kuştina Surme Înce îdia kirin ku 'li wir pevçûn hebûye'
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2023’YAN
06/09/2023
23:41 Li Amedê şanoya 'Kulav û Peyk'
22:39 Tûrnûvaya fûtbolê ya ciwanan didome
20:52 Satici ya ji girtîgehê derket li Şemzînanê hat pêşwazîkirin
20:35 Bîrdal: Sedema xizaniyê nebûna aştiyê ye
19:13 Kargeha zarokan a MED-DER’ê bi şahiyekê bi dawî bû
18:59 Rewşa dawî ya lehiyê: 7 kesan jiyana xwe ji dest da, kesek winda ye
17:49 Hevşaredarên Panosê hatin berdan
17:43 Îdareya bajêr gund bê av hişt, lê xistin stuyê şaredariya HDP'î
16:20 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 42’yemîn de ye
16:16 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 5’an
16:06 Di 11 rojên operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de çi qewimîn?
15:53 2 kesên li Bagcilarê hatibûn binçavkirin hatin girtin
15:11 24 roj in encama testa DNA’yê ya Leyla Gulcu derneketiye
14:48 Rojnamevana girtî Maroofian: Di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin
14:25 Li cerdevanên ku li Şirnexê talana xwezayê dikin ên nû tên zêdekirin
13:07 Li Geverê gelek darên fêkiyan şewitîn
13:06 ‘Bila Abdulmenaf Osman radestî malbata wî bê kirin’
11:40 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 3’yan
11:02 Li Amedê jinek birîndar bû
10:40 Partiyên Rojhilat greva giştî ragihandin
10:28 Li Rihayê ciwan dê li dijî şerê taybet konserekê li dar bixin
10:23 Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansek mezin amade dike
10:04 Daneyên tundiyê yên JINNEWS'ê: 28 jin hatin qetilkirin
09:57 Rojnamevan Bîlgîn: Li Dêrazorê gelên herêmê bi hev re li ber xwe didin
09:15 Li Stenbolê di lehiyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Partiya Çepên Kesk amadekariya kampaneyeyeke li dijî tecrîdê dike
09:03 Li Wanê meseleya xizmeta tenduristiyê: Pirsgirêk bi pansûmankirinê çareser nabe
09:02 Di salekê de du caran êriş birin ser heman gorê: Bêdengî rê li ber zilmê vedike
09:00 Li Semsûrê dibe ku mexdûrên erdhejê vê zivistanê di konan de derbas bikin!
09:00 ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2023’YAN
08:55 Erdogan kesê ji ber Komkujiya Sêwasê hatibû girtin efû kir
05/09/2023
22:50 Îfadeya kesên ku li Bagcilarê hatibûn binçavkirin temam bû
19:35 Li Hezroyê gundî pev çûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
16:42 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
16:39 Li Amedê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
16:38 Egîtîm Senê foruma ‘mafê perwerdeya bi zimanê dayikê’ li dar xist