Jin destvala ji bazarê vedigerin

  • jin
  • 09:11 9 Îlon 2023
  • |
img
 
WAN - Jinên wanî diyar kirin ku êdî ji ber zeman nikarin debara xwe bikin û gotin: "Em bi 300 lîreyî diçin bazarên zeman, em destvala vedigerin." 
 
Li Tirkiyeyê di serî de fiyetên zexîre hema bibêje her roj fiyetê tiştan biha dibin.Demek berê Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) enflasyona mehane ji seî 8,59 û enflasyona salan jî ji sedî 128,05 diyar kir; lê Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî enflasyona meha tebaxê ji sedî 9,09 û ya salan jî ji sedî 58,94 diyar kir. 
 
DESTVALA JI BAZARÊ VEDIGERIN
 
Li Wanê li bazaran kîloya firingiyên herî erzan 17, ya xiyaran 20, pîvazan 20, kartolan 18, îsotan 25, zebeş 10-15, mişmiş 40, çîlek 50 û tirî jî 40 lîre ye. Jinên ji bo danûstendinê diçin bazarê, destvala vedigerin malê. Jinan bilêv kir ku ew nikarin debara xwe bikin. 
 
Ji jinan Nafiye Kahraman anî ziman ku debar pir zehmet bûye û gava tên bazarê êdî nikarin tiştek bikirin. Kahramanê bal kişand ser bihabûna her tiştî û got ku êdî nikarin kirêya malê jî bidin. Kahramanê diyar kir ku ew bi 300 lîreyî hatiye bazarê û got: "Hevjînê min naxebite. Min bi vî pereyî tenê du kîsik dagirtin. Lê berê gava em bi 300 lîreyî dihatin me têra mehekê zebze û fêkî dikirîn. Lê niha kîloyeke fêkiyan bi 40 lîreyî ye. Pir biha ne. Berê me nan bi 3 lîreyan dikirî, lê niha bûye 6 lîre. Fiyetê kîsê arvan ê 50 kîlo ji 300 lîreyî çûye 600 lîreyî. Ev krîz dê heya kengî bidome." 
 
‘ÊVARÎ ZEM, SERÊ SIBEHÊ ZEM'
 
Behiye Dûrmazê jî bi lêv kir ku ji ber bihabûnê nikarin gelek lazmatiyên xwe bikirin û got: "Gava em tên bazarê em nikarin tiştên li gor dilê xwe bikirin. Em destvala vedigerin malê. Niha gelek lazmatiyên mala min hene. Tiştên em dikirin jî herî zêde kîloyek e. Êdî tu qîmeteke pereyan jî nemaye. EM êvarî radizên zem, serê sibehê şiyar dibin zem. Du zarokên min dixebitin, lê têr nake. Hêvîdar im ev rewş baş bibe." 
 
'SEDEM DEWLET E'
 
Sevval Demîrê jî destnîşan kir ku tekane berpirsê vê bihabûnê rêveberiya dewletê ye û got: "Ji ber ku fiyet pir biha ne em nikarin tiştekî bikirin. Tiştên ku me berê bi qaseyan dikirî, niha em bi kîloyan dikirin. Mehaneya me ya teqawidbûyînê 7 hezar û nîv e, em ê çawa bi vî pereyî debara xwe bikin?" 
 
Zuleyha Demîrê jî anî ziman ku bi hezar lîreyî hatiye bazarê, lê tenê ji bo hefteyekê erzaq stendiye û got: "Dibe ku ez karibim bikirim, lê he rkes nikare bikire. Ez jî esnaf im. Eşyayên ku min par dikirî, ez îsal bi pereyekî du qat zêdetir dikirim. Tiştekî bi 20 lîreyî, bûye 100 lîre. Rewşa me qet nebaş e. Başbûna vê rewşê bi çûna Tayyîp Erdogan pêkan e." 
 
Meryem Aslan jî destnîşan kir ku krîza aborî bandoreke pir nebaş li wan kiriye û got ku fiyet her roj bihadibin. 
 
 

Sernavên din

12/09/2023
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2023'YAN
11/09/2023
22:58 Ciwanên ku wezîr Yerlîkaya ew hedef nîşan dabûn hatin girtin
22:12 Konferansa Partiya Çepên Kesk bi dawî bû: 24 biryar
19:17 Mizrakli ji ber 'îdianameyeke nû' nehat berdan!
16:56 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan damezirînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
16:43 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hate berdan
16:39 Egîtîm Sen: Divê her kes bi awayeke wekhev û bêpere ji mafê perwerdeyê sûd bigire
16:27 Yek jê cerdevan sê kes ji ber ku tecawizî jinekî kirin hatin binçavkirin
16:10 DBP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
15:47 Baroya Rihayê ji ber îşkence û miameleya xerab a li girtîgehan gilî kir
15:35 Jinekê li Şemzînanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:33 Li şahid Akbiyik ê di dosyaya Mizrakli ya hatiye betalkirin de tune bû guhdarî kirine!
15:14 Li Êlihê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî hat kirin
15:03 Cerdevanekî li Panosê du kes qetil kir û du kes jî bi giranî birîndar kir
14:20 Komeleya Birca Belek:Bi mîlyonan zarokên kurd ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in
14:06 Bi hinceta ‘heqaret’ li tecawizkar Orhan kiriye ceza dan stranbêj Taşçi
13:58 Li Sîncanê der barê 39 jinên girtî de lêpirsîn hat destpêkirin
13:45 ‘Îşkenceya li Girtîgeha Panosê eleqeya xwe bi tecrîda Îmraliyê re heye’
13:39 MED-DER: Li dijî tunehesibandinê xwedî li zimanê xwe derbikevin
13:16 Serlêdanên ji bo Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê dest pê kirin
12:48 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
11:43 Navê ku herî zêde ji bo Partiya Çepên Kesk hatiye pêşniyarkirin: DHP
11:31 Doza Kobanê taloqî sibe hate kirin
11:23 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de didome
11:04 'Pergala zextê bi saya têkoşîna kurdan hate têkbirin'
10:47 Mihrîcana Borekan a Kurd di 17’ê îlonê de ye
10:32 Temellî: Tu demê hevdîtinên li ser fikriyata Ocalan ewqas xurt nebûbû
10:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de ye: Em ê destpêkek nû bikin
10:09 Qenciya ‘taybet’ a qeyûman a ji bo AKP’iyan: Peywirdarkirina piştî memûriyê
09:15 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Berhema 12'ê Îlonê' derket
09:06 Dogan: Divê li dijî projeya ÇEDES’ê bariyer bên avakirin
09:05 Li Panosê îşkenceya bi benê berazan: Ji tecrîdê qut nîne
09:05 Oyke: Lîjneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere
09:04 ‘Girtî nikarin xwarinê bixwin, divê bihayê îaşeya wan bê zêdekirin’
09:03 Tirkiyeyê teahûd kiribû ku Sûr û Hewselê biparêze lê neparast
09:01 Şahidek Zindana Amedê: Derketina li dijî zilmê peywireke însanî ye
09:01 Li ser gorên ku 27 sal berê endamên PKK’ê lê hatin veşartin gorên nû hatin çêkirin!
09:01 Şahidên 12’ê Îlonê: Heman polîtîka îro jî hê bi dijwartir tê meşandin
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'YAN
10/09/2023
21:42 NÇM’ê ji bo jinan Şeva Dengbêjan li dar xist
21:23 Amedsporê, Duzcespor 2 û 0 têk bir
20:05 Di maça Amedsporê de 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Gulçîn Îsbert li Almanyayê jiyana xwe ji dest da
18:05 Bafil Talabanî çû Îranê
16:44 Ji bo Çelîk û Ûzûn şîn hate danîn
16:39 Gelê Til Hemîsê ji bo piştgiriya bi HSD’ê re meşiya
16:05 Erdogan û Biden bi rojeva F-16’an hevdîtin kirin
15:35 Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlanço eşkere kir: 53 çete hatin kuştin
14:41 Di meha tebaxê de 201 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar
14:36 Karkerên çandiniyê qeza kirin: 3 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
14:28 Li Stenbolê jinek hate revandin
12:39 Erdogan bi Sîsî re hevdîtin kir ku jê re digot ‘derbekar û kujer’
12:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e’ derket
12:22 Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara ‘nepeniyê’ nehatiye rakirin
11:54 Bul ê tehliye bûyî: Ji bo qeyûm were tayînkirin hatim girtin
10:45 Akin: Vebijêrka me Rêya Sêyemîn e
Uçar: Pisûlaya me paradîgmaya HDP’ê ye
10:40 Li Kocaeliyê 13 kes hatin binçavkirin
10:38 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê derket 2 hezar û 12 kesan
10:37 Ajokarê xerac nedayî OSO’yê hate derbkirin û gef lê hatin xwarin
10:23 Bulut: Nêzikatiya dewletê ya li hemberî cenazeyan polîtîkaya şerê taybet e
09:58 Rêya di navbera Şirnex-Wanê de ev 11 sal in nehatiye xelaskirin
09:25 Dê komploya navdewletî li Cenevreyê bê protestokirin
09:14 Jinên rojhilatî di salvegera serhildanê de dadikevin qadan
09:13 Dê danişîna doza Mizrakli sibê bê lidarxistin
09:12 Qedexeya fiîlî ya li gundê Bilbêsê di roja 45’an de didome
09:10 'Jiyana girtiyan di xetereyê de ye'
09:08 Ji ber HDP'î ye ji kar hat derxistin
09:06 Qeyûm MARSÛ di nava deynan de hişt: Deynê wê bi ser 2 milyar TL'yî ket
09:04 Wek 'Parka Xweza û Neteweyî' îlan kiribûn, lê dar lê nehiştin!
09:02 Hejmara cenazeyên li Goristana Bêkesan a Şirnexê bû 21
09:01 Girtiyê xwînê vedireşe sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2023’YAN
09/09/2023
21:41 Rêveberên Enstîtuya Kurd a Roznewbarê hatin girtin
21:00 Festîvala Çanda Kurd bi dawî bû: Ji bo statu û azadiyê bi hemû hêza xwe seferber bibin!
16:53 MED TUHAD FED: Bila îşkence û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe
16:07 Bi girseyî serdana şîna Haci Alî Yîgît hate kirin
15:37 Xelkê Pirsûsê bi girseyî serdana gora Peyam Demîr kir
15:23 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
15:23 Li gelek bajaran protesto: Çalakiya Dayikên Şemiyê ne sûc e
14:53 Ji bo girtiyê nexweş ku li benda neqla gurcikê ye banga berdanê
14:47 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê kir
14:17 Malbata Înan bi girseyî hat ziyaretkirin: Divê em van kirinan bikin sedemê qiyametê
13:51 Parêzer bi jinên girtî re hevdîtin kir: Hê jî şopên îşkence li ser laşê wan hebûn
13:32 ‘Ji bo ku pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîd bê rakirin’
13:28 Li Amed û Êlihê li faîlên salên 90’î hat pirsîn
12:54 Kamyon kete nav merasîma cenaze: 5 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:49 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
12:24 Dayikên Şemiyê hatin dorpêçkirin: Em bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin
11:56 Li Girtîgeha Panosê îşkence: Dema qala îşkenceyê dikir telefonê qut kirin
11:37 Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk: Rojeva bingehîn rakirina tecrîdê ye
11:18 Kesê ku îşkence li welatiyê felcbûyî dikir hat binçavkirin
11:05 Li atolyeya tekstîlê şewat derket
10:46 Parêzerên Abdullah Ocalan xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin
09:27 Salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadiyê': Gel amadekariya çalakiyan dike
09:11 Li Fasê erdhej çêbû: Bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû
09:01 'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî'