Parêzerên Abdullah Ocalan xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêvajoya serlêdana Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê ya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û sê miwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê kiriye, berdewam e. Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin.
 
Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên pê re, Buroya Hiqûqê ya Asrinê ev bêhiqûqî sala 2022’yan bir ba Neteweyên Yekbûyî. Neteweyên Yekbûyî, di vî warî de daxwaza tevdîrê li Tirkiyeyê kir û pişt re careke din heman daxwaz bi bîra Tirkiyeyê xist, lê Tirkiyeyê pê nekir û bi ser de jî di bersiva xwe de ku ji bo NY’yê nivîsî, argumanên pê van biryarên tevdîrê tune hesibandin bi kar anîn. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan niha xwe amade dikin ku li dijî bersiva Tirkiyeyê bersivekê bidin. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê  Îbrahîm Bîlmez ku bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî, diyar kir ku ew ê di demeke kin de bersiva xwe rê bikin û wê NY ji bo esasê biryarekê bide.
 
'EV REWŞ LI WELATÊN HERÎ PAŞVEMAYÎ JÎ NÎNE' 
 
Parêzer Bîlmez, sedema birina ba lijneyên navneteweyî ya vê biryarê wiha dibêje: "Em bi bêhiqûqiyeke bêhempa re rû bi rû ne. Ji bo rabûna vê tecrîdê tiştê ji destê me tê em dikin. Em serî li hemû mekanîzmayan didin. Ji ber ku em ji çar miwekîlên xwe ku di girtîgeheke Wezareta Dadê de ne, du sal û nîv in tu agahiyan nagirin. Ev rewş li welatên herî paşvemayî yên cîhanê jî nîn e. Baş in ya na, me hay ji tenduristiya wan nîn e.
 
Me berê ev mijar her dibir ba saziyên Konseya Ewropayê. Ji sala 1999’an ve em vê dikin. Lê heta niha encama ku em dixwazin bi destên me neketiye. Ji wê boneyê me got em serî li Neteweyên Yekbûyî bidin. Saziyeke Neteweyên Yekbûyî ya bi navê Komîteya Mafên Mirovan heye. Ev komîte, mîna Dadgeha Mafên Mirovan dadgeheke navneteweyî ye. Bi tenê welatên Konseya Ewropayê ne di nav vê çarçoveyê de ne. Hemû welatên ku endamên NY’yê ne, di nava vê çarçoveyê de ne. Li ser wan erkdar e. Bi binpêkariyên mafên mirovan de dikeve û biryarê dide.  Ji ber ku bi ya me tecrîd dûrî mafên mirovan e, me biryar da ku bibin ba Neteweyên Yekbûyî."
 
TIRKIYE LI GOR BIRYARA TEVDÎRÊ TEVNAGERE
 
Parêzer Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist ku ji ber ku tu rêyeke hiqûqî ya navxweyî nehatiye hiştin û Tirkiye bi tu biryarê nake û wiha pê de çû: "Ji bo em biryarê bibin ba Neteweyên Yekbûyî, divê pêşîn tu rêyeke hiqûqî ya navxweyî nemaya. Lewma me serlêdanên xwe yên têkildarê tecrîdê kirin. Hemû serlêdanên me ku hatin redkirin, me serî li dadgeha cezayên giran da, wê derê jî serlêdana me red kir. Me 24’ê kanûnê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Wê jî daxwaza me ya ji bo tevdîrê red kir. Tu rêyeke hiqûqî ya navxweyî nema. Lewma me di 29’ê tîrmeha sala 2022’yan serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da. Me cardin bi daxwaza tevdîrê serlêdan kir. Me got ku ji 25’ê adara sala 2021’ê ve ye ku me tu hay ji rêzdar Ocalan û her sê wekîlên me yên din nîn e. Li gor nivîsarên ku NY’yê ku ji xwe re kirine esas jî, me got ku ev cureyekî rejîma înfazê ye, ku kes nekare xwe bigihîne wan, tu hay jê nîn be îşkence ye. Li gor hin biryarên ku jixwe komîteyê dane, ji vê re tiştekê wek 'revandin' tê gotin."
 
Bîlmez, da zanîn ku Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî 6’ê Îlona sala 2022’yan di vê mijarê de daxwaza tevdîrê kir û nivîs ji bo Tirkiyeyê nivîsî û ji hikûmeta Tirkiyeyê re got 'Parêzerên Ocalan û yên her sê miwekîlên din serlêdan kirin û wan tu hay jê nîn e. Lewma bihêlin ku bêyî tu astengiyê bi parêzerên ku dixwazin re bikarin hevdîtinê bikin' û wiha got: "Lê Tirkiyeyê ev bi cih neanî. Li ser vê me agahdariyek kir. Me got Tirkiye ya pêwist nake. Ji wê boneyê hûn tiştekî bikin.  Meha çileya sala 2023’yan Komîteya Mafên Mirovan cardin dema tevdîr bi bîra hikûmetê xist û got ya pêwist bikin û me piştî wê biryarê cardin hem serî li dadgeriya înfazê da hem jî me ev daxwaza tevdîrê pêşkêşê AYM'ê kir. Lê ji van meqaman tu yekê tiştek nekir."
 
TIRKIYEYÊ PÊVAJOYA ÇÛYÎ JI XWE HESAB NEKIRIYE
 
Parêzer Bîlmez wek encam got ku pêvajo berdewam e û ew ê bersiva xwe ya li dijî pêşkêşiya ku Tirkiyeyê ji NY’yê re kiriye, pêşkêşe komîteyê bikin û wiha dawî li axavtina xwe anî: "Hikûmetê herî dawî fikirên xwe şandin ji Neteweyên Yekbûyî re. Lê ev hikûmeta di fikirên xwe de tu behsa daxwaza me ya tevdîrê û biryara bertekî ya ku NY’yê daye, nekiriye, jixwe hesab nekiriye. Tu bersiv nedaye. Lewra tu bersiva bide nîn e. Piştî ku bersivên xwe şandin wê komîte têkildarî esasan biryarekê bide. Lê wê ev çiqas li ber xwe bide em hêj nizanin."

Sernavên din

12/09/2023
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2023'YAN
11/09/2023
22:58 Ciwanên ku wezîr Yerlîkaya ew hedef nîşan dabûn hatin girtin
22:12 Konferansa Partiya Çepên Kesk bi dawî bû: 24 biryar
19:17 Mizrakli ji ber 'îdianameyeke nû' nehat berdan!
16:56 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan damezirînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
16:43 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hate berdan
16:39 Egîtîm Sen: Divê her kes bi awayeke wekhev û bêpere ji mafê perwerdeyê sûd bigire
16:27 Yek jê cerdevan sê kes ji ber ku tecawizî jinekî kirin hatin binçavkirin
16:10 DBP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
15:47 Baroya Rihayê ji ber îşkence û miameleya xerab a li girtîgehan gilî kir
15:35 Jinekê li Şemzînanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:33 Li şahid Akbiyik ê di dosyaya Mizrakli ya hatiye betalkirin de tune bû guhdarî kirine!
15:14 Li Êlihê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî hat kirin
15:03 Cerdevanekî li Panosê du kes qetil kir û du kes jî bi giranî birîndar kir
14:20 Komeleya Birca Belek:Bi mîlyonan zarokên kurd ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in
14:06 Bi hinceta ‘heqaret’ li tecawizkar Orhan kiriye ceza dan stranbêj Taşçi
13:58 Li Sîncanê der barê 39 jinên girtî de lêpirsîn hat destpêkirin
13:45 ‘Îşkenceya li Girtîgeha Panosê eleqeya xwe bi tecrîda Îmraliyê re heye’
13:39 MED-DER: Li dijî tunehesibandinê xwedî li zimanê xwe derbikevin
13:16 Serlêdanên ji bo Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê dest pê kirin
12:48 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
11:43 Navê ku herî zêde ji bo Partiya Çepên Kesk hatiye pêşniyarkirin: DHP
11:31 Doza Kobanê taloqî sibe hate kirin
11:23 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de didome
11:04 'Pergala zextê bi saya têkoşîna kurdan hate têkbirin'
10:47 Mihrîcana Borekan a Kurd di 17’ê îlonê de ye
10:32 Temellî: Tu demê hevdîtinên li ser fikriyata Ocalan ewqas xurt nebûbû
10:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de ye: Em ê destpêkek nû bikin
10:09 Qenciya ‘taybet’ a qeyûman a ji bo AKP’iyan: Peywirdarkirina piştî memûriyê
09:15 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Berhema 12'ê Îlonê' derket
09:06 Dogan: Divê li dijî projeya ÇEDES’ê bariyer bên avakirin
09:05 Li Panosê îşkenceya bi benê berazan: Ji tecrîdê qut nîne
09:05 Oyke: Lîjneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere
09:04 ‘Girtî nikarin xwarinê bixwin, divê bihayê îaşeya wan bê zêdekirin’
09:03 Tirkiyeyê teahûd kiribû ku Sûr û Hewselê biparêze lê neparast
09:01 Şahidek Zindana Amedê: Derketina li dijî zilmê peywireke însanî ye
09:01 Li ser gorên ku 27 sal berê endamên PKK’ê lê hatin veşartin gorên nû hatin çêkirin!
09:01 Şahidên 12’ê Îlonê: Heman polîtîka îro jî hê bi dijwartir tê meşandin
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'YAN
10/09/2023
21:42 NÇM’ê ji bo jinan Şeva Dengbêjan li dar xist
21:23 Amedsporê, Duzcespor 2 û 0 têk bir
20:05 Di maça Amedsporê de 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Gulçîn Îsbert li Almanyayê jiyana xwe ji dest da
18:05 Bafil Talabanî çû Îranê
16:44 Ji bo Çelîk û Ûzûn şîn hate danîn
16:39 Gelê Til Hemîsê ji bo piştgiriya bi HSD’ê re meşiya
16:05 Erdogan û Biden bi rojeva F-16’an hevdîtin kirin
15:35 Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlanço eşkere kir: 53 çete hatin kuştin
14:41 Di meha tebaxê de 201 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar
14:36 Karkerên çandiniyê qeza kirin: 3 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
14:28 Li Stenbolê jinek hate revandin
12:39 Erdogan bi Sîsî re hevdîtin kir ku jê re digot ‘derbekar û kujer’
12:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e’ derket
12:22 Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara ‘nepeniyê’ nehatiye rakirin
11:54 Bul ê tehliye bûyî: Ji bo qeyûm were tayînkirin hatim girtin
10:45 Akin: Vebijêrka me Rêya Sêyemîn e
Uçar: Pisûlaya me paradîgmaya HDP’ê ye
10:40 Li Kocaeliyê 13 kes hatin binçavkirin
10:38 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê derket 2 hezar û 12 kesan
10:37 Ajokarê xerac nedayî OSO’yê hate derbkirin û gef lê hatin xwarin
10:23 Bulut: Nêzikatiya dewletê ya li hemberî cenazeyan polîtîkaya şerê taybet e
09:58 Rêya di navbera Şirnex-Wanê de ev 11 sal in nehatiye xelaskirin
09:25 Dê komploya navdewletî li Cenevreyê bê protestokirin
09:14 Jinên rojhilatî di salvegera serhildanê de dadikevin qadan
09:13 Dê danişîna doza Mizrakli sibê bê lidarxistin
09:12 Qedexeya fiîlî ya li gundê Bilbêsê di roja 45’an de didome
09:10 'Jiyana girtiyan di xetereyê de ye'
09:08 Ji ber HDP'î ye ji kar hat derxistin
09:06 Qeyûm MARSÛ di nava deynan de hişt: Deynê wê bi ser 2 milyar TL'yî ket
09:04 Wek 'Parka Xweza û Neteweyî' îlan kiribûn, lê dar lê nehiştin!
09:02 Hejmara cenazeyên li Goristana Bêkesan a Şirnexê bû 21
09:01 Girtiyê xwînê vedireşe sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2023’YAN
09/09/2023
21:41 Rêveberên Enstîtuya Kurd a Roznewbarê hatin girtin
21:00 Festîvala Çanda Kurd bi dawî bû: Ji bo statu û azadiyê bi hemû hêza xwe seferber bibin!
16:53 MED TUHAD FED: Bila îşkence û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe
16:07 Bi girseyî serdana şîna Haci Alî Yîgît hate kirin
15:37 Xelkê Pirsûsê bi girseyî serdana gora Peyam Demîr kir
15:23 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
15:23 Li gelek bajaran protesto: Çalakiya Dayikên Şemiyê ne sûc e
14:53 Ji bo girtiyê nexweş ku li benda neqla gurcikê ye banga berdanê
14:47 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê kir
14:17 Malbata Înan bi girseyî hat ziyaretkirin: Divê em van kirinan bikin sedemê qiyametê
13:51 Parêzer bi jinên girtî re hevdîtin kir: Hê jî şopên îşkence li ser laşê wan hebûn
13:32 ‘Ji bo ku pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîd bê rakirin’
13:28 Li Amed û Êlihê li faîlên salên 90’î hat pirsîn
12:54 Kamyon kete nav merasîma cenaze: 5 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:49 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
12:24 Dayikên Şemiyê hatin dorpêçkirin: Em bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin
11:56 Li Girtîgeha Panosê îşkence: Dema qala îşkenceyê dikir telefonê qut kirin
11:37 Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk: Rojeva bingehîn rakirina tecrîdê ye
11:18 Kesê ku îşkence li welatiyê felcbûyî dikir hat binçavkirin
11:05 Li atolyeya tekstîlê şewat derket
10:46 Parêzerên Abdullah Ocalan xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin
09:27 Salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadiyê': Gel amadekariya çalakiyan dike
09:11 Li Fasê erdhej çêbû: Bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû
09:01 'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî'